Leyla Cengîz çanda dengbêjiyê veduhegezîne roja îroyîn

Li Bakurê Kurdistanê dengbêjî ku di kultûra Kurdî de çandeke girîng tê zanîn, zêdetir ji aliyê mêran ve hatiye gotin, lê kêm be jî jinên dengbêj jî hene ku stranên zemanên berê yên gelêrî bi şêwaz û awazên xwe didin strandin. Yek ji wan dengbêjên jin jî Leyla Cengîz a ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye ku ev 25 sal in dengbêjiyê dike û stranên bav û kalên xwe ku dengbêj in veduhegesîne roja îroyîn.

Leyla Cengîz neviya dengbêjê navdar ê Şukrîkê Omerî yê ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye ku ji zaroktiya xwe vir de weke jinek dengbêj li şopa mezinên xwe diçe da ku stranên gelêrî yên zemanên berê neyên jibîrkirin. Leylaya ku malbata wê tev dengbêj in dema 4 salî bû di konserekê hunermendekî navdar ê Kurd de stranekî dibêje û wê çaxê bi dengê xwe guhdaran kelogirî dike.

Dengbêja Kurd ku 25 sal in dengbêjiyê dike, terza nûjen û klasik bi şêwaza xwe ya taybet nîşan dide.

Leyla niha ligel hevjînê xwe li ser zarokên penaber gelek stran amade kirine û di demek nêzîk de wek album dê belav bike.

Dengbêja jin niha tevî dengbêjiyê mamostetiya muzîkê jî dike û armanca wê jî ew e ku li bajarekî Tirkiyê akademiyeke muzîkê veke muzîka Kurdî fêrî zarokên gelên din jî bike.

K24

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply