LEWHE: Rûye cîhanê wek ku parçek be tê xûyakirin. Lê rûyê cîhanê şkestîye û parçeye. Ew parçe derbase hev bu ne. Bi her parçeyekî re lewhe tê gotin.
Lewheyên sereke ên ku cîhan çêkirî:
Tîr ê Kesk: Lewhe yên ku nêzik e hev dibin
Tîr ê Sor: Lewhe yên ku ji hev dûrdikevin
Lewhe ku qalikê erdê çekirî her tim hareket dike û tew nasekne.
TEORÎYA TEKTONÎKÊ LEWHE
Ew teorî sala 1915 da zanyarê Elman Afred Wegener dît û ser xebitî. Ew teorî ser nexşeyê cîhanê da ahengdarîyê nav reşayê erdê da dît. Gor teoriyê demyekem da ew reşayê cîhanê hemû berhewbûn û navê ev reşayê Pangea bu. Dor ê Pangea okyanûs bu û navê okyanûsê panthalasa bu. Ew reşayê erdê bandorê quvetên cureyî bi dûr ketin. Pangea du parçe bun. Ev a bakur lawrasîa û a başûr gondwanaland e.
Navberê lawrasîa û gondwanalad okyanûsê tethys çêbu. Pê hereketê reşayê erdê parzemîn çêbû. Di navberê qita behr û okyanûs çêbûn. Rûyê cîhanê lewhe yê gelek mezin çêbûn. Ew lewhe gelek hedî ( salê navberê 2-15 cm) hereket dike. Zelzele yên mezin û çiyayê agîrî hidûdê lewha da çêdibe.
Lîtosfer (lewhe) li ser maxmayê hereket dike. Hinek lewha ji hev dûrdikevên, hinek lewhe nêzike hev dibên û hinek jî berwarî (yatay) hereket dikên. (Mînak: şikandîyê bakurê Tirkîyî û şikandîyê san Andreas).
Delîlên ku ji bo lewha ji hev cuda dibin;
1.Navbera Bakur û Başûrê Emerîka û Ewrupa û Efrîkayê da aheng a bêkêmasî
2)Wekhevî ya fosîlan: Xişilankê navê xwe Mesosaurus, him Başûrê Emerîqa (brezilya) û Efriqé jîyaye û ew xişilan bi ajinîyê okyanûsê nikan derbaske
3)Wekhevî ya Zinaran: Hidûdê reşayê erdê da ferşê ku salê xwe eynî bûn û eynî rêzeçiyan hatin dîtin
4) Qeşayî sedimentê gondwanaland û mircanê resîf him Antartiqé him jî ekvatorê hatin dîtîn
5) Rûberka rûpişt a nebatan û erdnasîyê herêm a Efrîqa, Hîndîstan, Awustralya, Madagaskar û Amerîqê başûr wek hev e
LEWHE JI BO ÇI HEREKET DIKÊN
Germahî herkî dadikevî navenda dinyê zêde dibe û germahî hundurî erdê da ber ve rûyî erdê hereket dike. Hemû lewha wek germijank ê dixebitin û di bandora dendikê tevdilgerin. Ew hereketa germbelavi (konveksiyal) dibin û ew bandorê fizikî çêdibe.
Germbelavî wîha dixebite
Mantoyê da tevgerê berwarî û qinc dibe. Dendikê cîhanê cihê tewe germe. Maxma qismê ku manto nezike dendikê cîhanê da germ û sivik dibe. Maxma berwa jor hereket dike. Ew maxma qismê hîdûdê qalikê erdê û mantoyê de maxma binê qalikê erdê de xwe rayêdixwe û dicemide, giran dibe, berve dendikê cîhanê va dare. Ji bo ku ew tevgera tim û tim dibe, lewha hereket dike.