Lêkolînên “Neutral” Li Ser Koka Zimanê Avesta´yî/ Wedayî- Zazakî- Kurdî û Prosesên Alfabeya Latînî -3

Em çawan rastîyê têdigihîjin?
Em çawan dikarin, di derbara zazakî de bizanibin?

Jacques Derrida (1988), fîlozofekî “poststrukturalist”, “postmodernist” û franksî-cezayîrî ye. Li gor wî, em rastiyê bi rêya zimanê xwe şîrove dikin, em bi Hawayên cûda û şiroveyên cûda rastIyê fêr dibin.

Navê zimanê Îranî ji alîyê Îndolog Christian Lassen (1836) ve tê navlêkirin û lêvandin. Piştî wî orîstalîst, îrannas Fridrich von Spiegel, peyva Îndo-Îranî jî, bikartîne û ew peyv mohra xwe li dîroka zimanê Îndo-Îranî dixe û cîhê xwe digire.

Berê ji Zimanê Avesta´yî re digotin “Pazand”, an jî ” “Zand”. Zimanekî kevnare bû û di bin bandora “Sîstema Wedayî-Sanskrîtî” de mabû ((Hoffmann, Karl, 1989; Kellens, Jean, 1989). Zimanê Avesta´yî (Pazandî). Pirtûka ku Zardeşt bi xwe nivîsîye ” Gatha” ye û nêzikî Sîstema Wedayî-Sanskrîtî ye. Zazakî wekî “Sanskrîtî” “Zandî” yan jî “Pazandî”, zimanekî kevnare ye. Prof. Georg vatentin Munthe (1918) dinivîse; ” Berê ji Zimanê Avesta´yî re digotin “Zand” an jî “Pazard”, zimanekî Arî yê kevnare bû ku ji malbata zimanê Arî bû û nêzikî zimanê Sanskrîtî (hindî, wedayî) bû û ev ziman bû bingeha zimanê Paştoyî.” Lê li gorî dîtineke din, peyva ”Zand” tê maneya şirovekırın an jî tefsîrkirinê dide. Şirovekırınê wisan pêwîstin, ji ber ku “manus” (Avesta) bi 14 tîpên Pehlewî  bû û ev 14 tîp têrra wergerê ne dikirin. Li mîxnivîsên Behsitûnê “Abistam” hatiye nivîsandin. Koka Zand ““zainti” tê maneya zanistî jî. Di zimanê farisî de peyva zand-avesta jî derbas dibe. Peyva “Zend” an jî “Zand” tê maneya ”tercumakirin, wergerandin û farisîya navîn Pehlewî ye. “Manus” di Avesta´yê de du formên xwe hene. Yek jê Avesta- û –”Zand” an jî Zand-î –Avesta, ew pirtûkên “îndivîdull” hatin nivîsîn digel Zanda wan pirtûkan. Forma duhemîn Vendîdad Sabed, li wir Yasna, Vîspered û Vendidad giraniya xwe hene. Bilêvkirna Zend-î Avesta bi tevayî digel çewt têgihîştina firasa Zandî Avesta-´yê ve girêdayî ye.

Di navbera Avesta û Rigweda´yê de pêywendîyên mezin hene. Zimanê Avesta´yî û Rigweda´yî / Hindî dişibin hevûdu. Xuyaye ku kesên ku Avesta´yî û Hindî dipeyvin, cîranên hevûdu bûne. Yanî zimanê Avesta´yî û Rigweda´yî (sanskrîtî) wekî du zaravayên zimanekî bûne, ji ber ku ew herdu ziman nêzikî hevûdû bûne. Lê Rigweda ji Avesta´yê kevnaretir e.

Alfabeya Avesta´yî ya bi navê “Pazand” ji 37 bêdeng “konsont” û 16 tîpên dengdêr pêk dihat (Charles Fossey; 1948, Kellens, Jean, 1989; Christian Bartholomae, 1939/1989; Joseph von Hammer- Purgstall, W. Bulmer, 1806; Karl Hoffmann, 1948; 47, 51;Mary Boyce, 1984 ). Ev “Alfabeya Pazandî”, Zazakî û Goranîya îroyin bi xwe ye.

1-Prohindî 2-Îranîya kevnare 3-Îranîya navîn 4-Îranîya nû 5-Zazakî
1-Açva  2-Aspa 3.Asb 4-Asb 5-Astor
1-Bhratr 2-Bratar 3-Bradar 4-Baradar 5 Bra
1-Martya 2- Martya 3-Mard 4-Mard 5-Merdim
1-Vasara 2-vasara 3-Bahar 4-Bahar 5-Wasar

Zimanê Talîşî ku li bakurê Îranê tê dengkirin û nêzikî zazakî ye. Talîşî bi taybetî bajarên Gilan û Erdebîl tê dengkirin. Du zaravayênTalîşî hene, ew jî ev in: A. zaravayê bakur. B. zaravayê başur. Lê berîya analîzekirina nêzikbûna talîşî û zazakî, divê em li dayîka mîraza kulturî ya talîşî û zazakî bigerin û wê bibînin da ku em bikaribin bigihîjin rastîyê. Zimanên Hindî yên herî girîng, ev in: Hindî, Urdu, Bengalî û Sanskrîtî ne.

Zimanê îndo-Aryanî wekî îndo-Îranî parve dibe ser sê beşan, ew jî ev in:
1. Îndo-îranîya kevnare
2. Îndo-îranîya navîn
3. Îndo-îranîya nû

Zimanê Îndo-Îranî:
1.Îraniya kevnare,
2.Îranîya Rojhelatî
3.Îranîya rojavayî

Sanskrîtî û Zazakî
1. Êka Yew
2. Dvi di (de)
3. Trayas hirî
4. Çatûr çar
5. Panca ponc
6. Şaş şeş
7. Sapta hewt (hot)
8. Aşta heşt
9. Neva (nava) New

Peyva Zaza

Zazakî – Dimilî (zazakî-goranî) wekî Zimanê Avestayî, ji Zimanê Wedayî (Sanskrîtî) yê kevnare afirîye… Bi çewtî ji Zazakî re dibêjin Kirmanckî, Dimilkî, kirdkî… Hersê nav jî çewt in. Zazakî mîraseke kulturî ya Wedayî (Sanskkrîtî) ye. Cîhê jîyana Zazayan a 7 hezar salî li gundekî Hewraman/Goranê hate dîtin û ev çand û hunerên ku li gund hatin dîtin, malên 5 hezar sal BZ´ê ne. Ew gund wekî wargeh û jîyangeha çand û hunerên Zazayan (Hewraman/Goran) e. Lê ev mîrasa kevnare, malê hemû mirovahîyê ye.

Peyva ”Zaza” ji alîyê Qiralê Persiyan, Daryus (Dara) ve di çavkaniya yekemîn a cografîya Bihistun´ê, neqşên cografîya Persian a sala 520î BZ de, li ”Behistunê” bi farisîya kevnare hate nivîsîn, ji Firatê re digotin destşoka “Zazana”. Li gorî vê dîtinê ev nav bûye bingeha peyva ”Zaza”. Yek ji gelek çavkanîyên ku niha bi navê ”Zaza” 1329/30 (730 ) îspat dikin, hene û yek wan navan ji dema Kureyş’ maye û ew çavkanî di destên me de ye. ”Eşîra Zaza (Mullā Talîbanê min eşîra Zaza طالب ملا بنی من قبلة زازا
“xweziya xwe bi eşîra Zaza Melle min”). Li gorî dîtineke din, peyva “zaza” ji peyva Farisî “Zada” afirîye. Peyva “zada” bi Avesta´yî tê wateya “asilzade” (asil).

Peyva Zaza ji “Zuzu”, afirîye, peyveke Sanskrîtî (wedî) ye. Ev peyv di pirtûka farisî ya “Bisitunê de hatiye nivîsîn, di wê demê de Deylemîyan ji zimanê xwe re digotin “Zuzu”. Wateya peyva “Zuzu” ya îroyin “Zaza” yan jî Zazakî ye. Lê koka “Zuzu” ji zimanê Sanskrîtî-Wedî hatiye û bûye bingeha peyva Zaza yan jî zazakî. Zaza-Goranî bi qasî zimanê Wedî-Sanskrîtî kevn e. Hin zimanên Wedî-Sanskrîtî ev in: sindhî, romanî, urduyî (urdu), hindî, biharî. assamesî (assamerî), bengalî, marathî, punjabî, singaiesî…
Peyva ” Zuzu”, wekî gotin di “Avesta Zardeştî de jî, derbas dibe. Di nivîsên qiralê Urartoyî Argistisî de jî, behsa peyva “Zavaidi” tê kirin û ev peyv nêzikî peyva Zaza yan jî Zazakî ye. Qiralê faris Darius (Bz 515) jî, behsa herêma Dicle û Firatê dike û ji wê herêmê re dibêje “Zazana”. Peyva “Dimilî” ji Deylem´ê (Daylam, Diylam, Deylam) afirîye. “Zaza” û “Dimilî” du peyvên cûda ne û ne nêzikî hevûdu ne. Lê her du peyv jî, ji bo zazakî yan jî zazayan hatine bikarhanîn. Di pîrozgeha Sumerî de jî “Innan-Zaza” (Nini – Zaza) hatiye nivîsîn. Peyva Zaza 2500 sal BZ, li Mezobotamya “Marî” hatiye dîtin. Lê peyva “Zuzu” li Deylemê jî, ji bo zimanê Deylemî hatiye bikarhanîn.

Zimanzan zazakî /Dilmilî wekî zimanekî serbixwe dipejirînin. Lê kurdologên kurd vê rewşê napejirînin. Van zimanzanên îdeolojîk dihizrin û zazakî di nav çar zaravayên kurdî de dibînin. Li gorî min, zazakî-goranî û lorî du (2) zimanên serbixwe ne. Lê kurd, zaza û lorî bihevre jîyane û ew niha wekî cêwîyan dijîn. Hin kurd bi berçavka boyaxkirî li zazakî mêze dikin û zazakî wekî zaravayekî dibînin. Ev tişt ji bo lorî jî, derbas dibe. Ez bi xwe zazakî wekî zimanekî serbixwe dibînim, lê zaza û kurd ji nîjadekê ne. Tirk ji nîjadekê din in. Berê lêkolînêrên tirk digotin kurdî zaravayekî tirkî ye, lê ne gotin tirkî zaravayekî kurdî ye. Zazakî û kurdî nêzik hevûdu ne, lê du zimanên serbixwe ne. Zaza û kurd ji nîjadekê ne û tirk ji nîjadekê din in. Yên ku dibêjin zazakî ne ziman e, ew dişûbin Profesor, Dr û lêkolînêrên tirk, ew mîtoman in. Peyva “mîtomanî” yûnanî ye û “mîtomani” tê wateya ku kesek mecbûrîya ku derewan bike.

Homa navê Xwedêyê/a Zazayan e û ji Zimanê Sanskrîtî afirîye. Di Zimanê Sanskrîtî de peyva ”Soma” hebû, lê ev peyv rengê xwe guhartîye û di Avesta Zardeştî de bûye ”Homa”. Zaza ji Xwedê re dibêjin Homa/Haoma. ”Weda” bi Zimanî Sanskrîtî tê wateya zanyarî/ zanistî. Wedanîvîs ji çar beşan pêktên û ew nivîsên girîngtirîn in, di hinduîzmê de û bûne bingeha felsefeya Hindî. Ew çar beşên nivîsên Hindî yên girîngtirîn ev in:
Çar Weda; Rigweda, Yajur Weda, Sama Weda û Atharvana Weda.

Çend Zimanên Wedayî: Sindhî, Romanî, Urdu, Hindî, Baharî, Asamesî Bengalî, Marathî, Gurjaranî, Punjabî, Singalesî… Lê Zimanê Wedayî yê kultura pîroz “Devanagarî” ye û tê wateya “Zimanê bajarê Xwedêyan”. Di “Pirtûkên Wedayî” de navê Homa derbas dibe û ew nav di Avesta Zardeştî de jî heye. Îro zazakî (zazakî-goranî) nêzikî Talîşî, Sarli, Balucî û Şabakî tê şirovekirin. Jixwe Zimanê Medî, zazakîya îroyîn e. Zazakî (zazakî-goranî) wekî Zimanê Avestayî, ji Zimanê Wedayî (Sanskrîtî) yê kevnare afirîye û Zimanê Avestayî yê kevnare bi xwe ye û dayîka zimanê kurdî ye. Hin lêkolîner dibêjin navê Hawramanî peywendiya xwe digel bawerîya Zardeştî “Ahuraman” (Ahura Mazda) heye. Peyva Hawramanî bi gelekî hawayan tê lêvandin, nivîsîn û dengkirin, wek: Avromanî, Awromanî, Huramanî, Hewramanî…

(Kovara ”VATE” bi zazakî derdike, lê ez Kovara VATE´yê weke xerakar û tevlihevkara zazakî dibînim. Ji ber ew zazakî-kurdî baş nizanin, tiştê ku ne karê wan e, dikin. Ji alîyekî ve jî, bi mentalîteta berê ve jî girêdayî ne. Di gruba VATE´yê de zimanzan tune ne, kêm –zêde hemû wekî hev in. Di VATE´yê de, ji bo zazakî, termînolojîyên cûda tên bikar hanîn, wek kirmanckî, dilimkî, kirdkî, zazakî û herweha. Ev jî problemeke mezin e û li dijî zanistîyê ye).
Mehmed Ziya Gokalp di 23ê meha Adarê ya sala 187an de ji dayîka xwe bûye û 1924ê meha oktoberê de çûye ser dilovaniya xwe. Mehmed Ziya Gokalp, nivîskar, civaknas û neteweperestê Tirk bû, lê bi eslê xwe zaza/kurd bû. Ew yek ji avakar û hizirmendê sereke ya tevgera neteweyî ya panturkizm û tûranîzm bû.

Mehmed Ziya Gokalp (1992) di lêkolînên xwe de qala pênc “qawmê” Kurd dike, ew jî ev in: Kurmanc, Soran, Zaza – Goran û Lor. Li gorî Ziya Gokalp´î (1992) Zaza ji xwe re dibêjin “Kird”. Yanî ji xwe re dibêjin Kurd. Di zimanê zazakî de tîpa “u” dibe “i”. Malmisanij jî, di bin bandora Neteweperestê Tirk Mehmed Ziya Gokalp´î de maye û ji ber vê yekê jî, dibêje Zaza ji xwe re dibêjin “Kird”. Çewtî bi çewtîyên din ve girêdayî ne û rastî jî, bi gelekî rastîyên din ve girêdayî ne. Kurmanc, ji xwe re nabêjin”kurd”, ji xwe re dibêjin Kurmanc û ji zimanê xwe re jî, dibêjin “kurmancî”. Kurmanc ji zaza´yan re jî dibêjin “Dünbül” (Dimilî). Li gorî Mehmed Ziya Gokalp (1992: 24-28) Zaza ji Kurmancan re dibêjin “Kırdas”. Kurmanc û Soran ji zimanê xwe re dibêjin kurmancî.
Çavkanî: Ziya Gokalp 1992 eşîrên Kurdish Sosoyolojik Lêkolîn, Weşanên Sosyal, li Stenbolê

Di derbara zazakî de çar dîtin hene, ew jî ev in:
1. Zazakî zimanekî serbixwe û kevnare ye. Kal û pîrên zazayan ên ku dûrî siyasetê ne û di gund û bajarên zazayan de dijîn, ew xwe zaza dibînin. Ew kurdbûn an jî turkbûnê ne pejirînin; xwe zaza dibînin.
2. Dîtina duyem, zazakî zaravayekî kurdî ye.
3. Zazakî ji kurmancî, soranî û farisîya nû kevnartir e.
4. Zazakî ji Hindî-Sanskîtî afirîye û zimanekî kevnare ye.

Pêywendiya peyva ZAZA digel ”zazai” li Afganistan, Pakistan û Hindistana kevnare ye. Ji alîyê Çand (kultur) û jîyanname û fonolojiyê ve nêzikbûneke mezin hene. Gelekî peyvên ku di zazakî de hene, ew peyv di paştoyî, partî û karlanî de jî hene. Dibe ku ji bo hinek peyva ”karlanî” nizanibin. Du zarokên Kalo (Karlanî), hebûn; Kodî û Kakî. Paşê Xwedê du (2) zarokan da Kodî; Dilazak û Qrazak (Şahamalxon). Zimanê Karlanî nêzikî zazakî ye.

Eşîrên Karlaniyan:
Rodbarî, Afridî, Bangaşî, Orakzayî, Mahsud, Wazir, Dawar, Banusî, Dilazak, Khatak, Xogyani, Mangal, Turî, Utmankhel, Wardak, Zadran, Zazî, Karlanî, Kodî, Rodbarî, Orakzai, Musazayî, Hanî, Wardak, Mayar, Mirkhel, Nûrî, Kuki, Burhan, Luqman, Zadran, Utman, Sikandar , Zadran Khugyani, Zazî, Silêman, Wazir, Musa Derwesh, Mihemed Kham, Shitak…

Pêywendîyên peyva ”ZAZA” digel Zazai´yî:
1. Qawmê Zazî li çar deverên cografîk mezin hene, li Afganistan û Pakistan û Hindistana kevnare dijîn. Qawmê Zazî li Aryob Zazî, bajarê Ghazni û Paktiya dijîn.
2. Zazî Maidan, li navçeya Xost´ê (Khost) dijî.
3.Kwarma (Qurram) Zazî, li deverên Federal a Ręveberiya (FATA) li eyaleta Pakhtunkhwa, sinorê Hindistana kevnare û Pakistanê dijîn. Navê herêmeke “zazî” heye ku jê dibêjin “Aryob Zazai”. Qawmê Zazî li Kwarma´yê (Kurram) jî heye û ew di sedsalên buhurî de jî, li wir dijiyan.
4. Qawmê Zazî li bajarê Kabulê yê Afganistanê jî heye û nifûsa wî pir mezin e. Gelê Zazî li herêmên Kalacha-niha, Shashdarak, Pul-ê Mahmood Khan û li gelekî herêmên mayin jî, heye. Nimûne: Misdag eşîreke zazî ye û ew eşîr li bajarê Paktiya´yê (Afganistan) dijî. Zaza çi dibin bila bibin, ew û kurd wekî du cêwîyan dijîn û ev cêwîbûna wan cîhê şadîyê ye.
Çavkanî:
“Historien om Dilzak Tribe” (urdu) Genom Asarjan, First Edition p(2011)” 68
Jump up^ Livet av Amir Dost Mohammed Khan; Kabul, Volym 1. Genom Mohan Lal (1846), pg.5
Jump up^ Historien om Mohamedan makt i Indien av Muhammad Qasim Hindu SAH Astarābādī Firištah , The Packard Humaniora Institute persiska texter i översättning (hämtas 10 jan 2007).
Jump up to:A b asarjan (2011), The History of Dilzak Tribe , pakistan: asarjan

Alfabeya zimanê Avestayî (Alfabeya Zazakî) bingeha xwe ji Alfabeya Hindî werdigire. Di Alfaba Hindî ya kevn de tîp li gorî qeydên fonetîkî rêz dibûn. Ya herî baş ew bû ku mirov di şûna wênenivîsê de, bi alîkarîya dengî daxwazên xwe digot. Ev sîstema “Dengnivîsa Hindî”, berîya “Sîstema Finîsî” ya dengnivîsê hebû. Lê fînîsîyan, ji nû ve, “Sîstema Dengnivîsê” di navbera salên1200 û 1300î de BZ saz kirine. Bîst û du nîşanan (sembolan), tîpan çêkirine û bere-bere xwe pêşve birine. Di hin çavkanyên swêdî de tê xuyankirin ku 3000 sal BZ (berî Îsa), nivîsên mîxî (kulnivîs) li ser qermîtan hatibûn nivîsandin. Pêşveçûna Mezopotamyayê bi alîkarîya nivîsa Sumerî û Gutîyan, ku ew wênenivîsê ber bi kulnivîsê dibirin, pêşket û derbasî şahristanîyê bû. Ev sîstema han bi piralî dihat bikarhanîn. Zimanê Sumerî di gelekî waran de bala lêkolînêran kışandıye û ji ber vê jî, wergerên cuda di derbara morfoloji û fonolojîya zimanê sumerî de hene. Hêdî-hêdî ev sîstema Mezopotayayî li welatên din jî belav bû û vê nivîsê pêşve birin û gihandine nivîsîna dengnivîsê. Lê ligorî dîtinekê, “Sîstema Dengnivîsê” diçe digihîje “Sîstema “Dengnivîsa Hindî”. Ez bi xwe tevî vê dîtinê dibim.

Wênenivîs û mîxnivîs ji alîyê Asuriyan li ser qermîtan hatin nivîsandin. Asurî xudan mîrata çanda kevnare ne. Pirtûkxaneya (kitêbxane) herî pêşîn li Asur´ê avabû. Ev pirtûkxane bi destê împerator Asurbanîpal hate avakirin. Pirtûkxaneya wî li paytextê Asurê bû û têde pirtûkên kilê, felsefeyî, edebî, ansiklopedî û mîtolojîk hebûn. Mîxnivîsa Asurî ya herî pêşîn bû, ku roleke mezin leyîst ji bo merovahîyê. Asurîyan di pirtûkxaneya xwe de ansiklopedî, pirtûka Gilgameş û ferhengên zimanê Asurî, Sûmerî û pirtûkên xwendinê çap dikirin. Paşê dîroka Asurîyan bi Qedera împeratorîya Romî, piştre bi Bizansî, Akadenî, Partî, Sasanî, Xelifetîya Ereban û împeratorîya Osmanîyan ve hate girêdan.

Bajarên Sumerî yê mezintirîn Uruk bû. Gilgameş li vir hate nivîsîn. Gilgameş literatura kevnaretirîn a dunyayê ye. Bajarên duhemîn ên girîngtirîn Ur, Lagash û Nîppur bûn.

Li gorî Alvar û Arne (1992) ev sîstema hanê 2500-500 sal BZ li Mezopotamyayê hatiye bikarhanîn. Di destpêka dengnivîsê de, tenê tîpên bêdeng (konsonant) hebûn. Yên ku tîpên dengdêr avakirin, yûnanî bûn. Wan alfabe bi sembolên tîpên dengdirêj (dengdêr, vokal) ve çêkirin. Tîpa A “alfet”yûnanîyan ji zmanê semîtî wergirt, ku di wê demê de “A” tîpekî bêdeng (konsonant) bû, paşê rengê xwe guhart, bû dengdêr. Bi sedan nimûneyên wisan hene.

Di alfaba hindî ya kevn de tîp li gorî qeydên fonetîkî rêz dibûn. Ya herî baş ew bû ku mirov di şûna wênenivîsê de bi alîkarîya dengî daxwazên xwe digot. Alfaba yûnanî û romanî ji 22 tîpan pêkhatibû. Mirov dikaribû bi 22 tîpên yûnanî û romanî yên kîrîl, ku paşê ev alfaba bû bingeha alfaba rûsî. Ev alfaba rûsî ji 43 tîpên kîrîlî çêbû. Gava ku prensîpên bingehîn ên alfabê çêbûn, hingê ev alfaba li herderê belav bû û her welatî jê sûd werdigirt. Gelê fînîsîyan sîstema dengnivîsê 1200-1300 sal BZ saz kirine. Bîst û du nîşanan (sembolan), tîpan çêkikirine û bere-bere xwe pêşve birine. Yanî her tîpekê çawan deng derdixist, herwisan jî, dihate bikarhanîn. Ev nivîsa ku ji alîyê çînî ve tê bikarhanîn, ne tu alfabe ye, ji ber ku ev alfabe ji bo her peyvekê sembolek dinivîsîne. Niha Çînî dixwazin alfabeya xwe biguhirînin, bikin latînî. Gelekî alfabeyên latînî dişibin hevûdu. Ev girêdayî ku alfabe bi gelemperî ji zmanek hatiye deynkirin ji bo zmanekî din, digel guhartinên piçûk.

Pêşveçûna zmanê Farisî bi sê pêgavan tê nasîn, ew jî ev in: farisîya kevn, farisîya navîn (pahlawî) farisîya nû. Farisan mîxnivîs ji Medan wergirtine. 500 BZ Med têkçûn û di şûna wan de faris bûn hikumdar Medî (Kurdistanê) de. Di 500-350 BZ de mîxnivîsa Medan li Behistan, Naxşê Rostam û bajarê kevn Susan tê dîtin. Di sala 331 BZ de Faris têkçûn. Di vê nabverê de nivîsên faris û medan nayên dîtin. Di dema da Zazanîyan (sasanî) de Alfabeyeke Pehlewî ya serbixwe hebûye. Li gorî dîtinekê, Alfabeya Pehlewî di bin bandora ” Alfabeya Aramî” de maye. Îran di sala 650 PZ de ji alîyê Ereban ve hate dagirkirin. Ji ber vê yekê, edebiyata farisî bi tîpên erebî hate nivîsîn. Hanzala Rudagî, Belamî û Firdausî di sala 800î de tîpên erebî bikarhanîn.

Avesta, pirtûka Zardeştî, li ser bingeha Alfabeya Îndo-Aryanî (Pehlewî) avabûye (Abrahan Hyacinthe Anqutîl-Duperron, 1771) . Bi zimanê Avestayî hatiye nivîsîn, ku ew ziman zazakîya kevnare û bingeha kurdî ye jî. Di dema Împeratorîya Sasanî (Zaza) de Avesta (pirtûka Zardeştî) bi Alfabeya Pehlewî hatiye şirovekirin û wergerandin. Alfabeya Pewlewî 14 tîp bûn. Tê gotin ku 14 tîp Pehlewî têrra peyvên Avestayê nedikirin. Bikaranîna peyva Zend-Avesta bi relatîvî nû ye û çewt hatiye nivîsandin.

Alfabeya Zazakî (Sasanî) bingeha xwe ji Alfabeya Hindî werdigire. Di alfaba Hindî ya kevn de tîp li gorî qeydên fonetîkî rêz dibûn. Ya herî baş ew bû ku mirov di şûna wênenivîsê de bi alîkarîya dengî daxwazên xwe digot.
Zimanzan û filologên navdartirîn ên wekî Noam Chomsky, Gabdulchаj Аchatov , Edward Sapir. J.R.R. Tolkien, Morris Halle û yên mayîn jî, ideolojîk nahizrin, “neutral” in û di lêkolînên xwe de jî, alîgirên kesî/ê nî nin ”.
Di derbara zazakî de du dîtinên cûda hene. Li gorî dîtinekê, zazakî zaravayê kurdî ye. Ditîna duhemîn jî, zazakî zimanekî serbixwe û kevnare ye (Albert van Lecop, 1903; E.B. Soane, 1913; Friedrich Mûller ,1964; M.J Kenstowicz, 2004).

Li gorî Prof. Dr. Gisppert (1996) zazakî nêzikî Talîşî, Paraçî, Paştu û Partî (Îranîya navîn) ye. Lêkolîner Gisppert behsa Semnanî, Gilanî û Mazendaranî jî dike. Zazakî zimanekî serbixwe ye (Peter Lerch, 1856; Viladmir Minorsky, 1955/1958, Oskar Mann,1906; Karl Hadank,1932; Albert von Le Coq, 1906; Peter Lech.1956).

Kesên jêrîn jî, di derbara zazakî de lêkolîn çêkirine yan jî, dibêjin, zazakî zimanekî serbixwe ye (A.Christensen,1930; Ann Arbor (1985); Almaniranolog Freinolog Friedricvon Spigel (1871); Alman Iranoolog C. Cristensen K. (1923); Joyce Blau (1987); îngiliz ZimannasT. M. Johnstone (1970); G.L. Windfuhr (1972); Alman Îranolog J.Genzor (1983); zimannasê Almanî G.Gossong (1985); C. J.Vendryese E. Benveniste (1952); .F. Voegelin (1977); zimannas Almanî G.F. Meier (1979); Îranolog R. E. Emmerick (1976); Îngiliz J. R. Payne (1987); Rus Îranolog R. L. Cabolov (1981); Slovak ahman (1926): Norveçli Îranolog G. Morgenstiernne (1927); Amerikayî, zimannas C. M. Jacobson (1993-1997); Hollandali Îranolog P.G. Kreyenbroek (1992); Jonst Grippert (1993); Alman Îranolog C. Bartholome (1923); Alman W. Lentz (1926); Zimannasê Ermenî A. Abeeghian (1934); Ingiliz H. W. Bailey (1936); Iranolog W.B. Hennig (1954); Rus Iranolog î. M. Oranski (1960); D.N. Mackenie (1995); îsveçreli Îranolog G.Redar (1970); Peter Lerch, 1856: 57; Oskar Mann, 1901; Karl Hadank, 1923 / 1932: 18; P. Wurzel (1997); Ludwig Paul, 2006; Durk Duus, Minorksky; F. Vahman and G. S. Asatrian,1990: 267; W.B. Loockwood, 1972: 1970: 243; T.M. Jonnstone,1970: 119; D.N. Mackenzie,1981; Artur Cristensen,1921: 7-15; Terry Lynn Todd,1985; Insan Nuri Paşa; Martin Von Bruness (?); Jost Grippert, 1996; Jon Gajewski, 2004; Richard Larson ve Hiroko Yamakido, 2006; Tobert Gondon Latham (1860); Friedrick Müller,1864).

Bakurê rojavayî: zazakî, goranî nêzîkî sarli û shabakî ye.
Îrannasên mezin Oskar Mann û Hadank gotina B. Peter Lerch dipejirîne û ew herdu jî hevbîr in ku zazakî bi serê xwe zmanekî Aryanî ye. Pirtûka wan ya bi navê Mundarten der Zaza di sala 1932an de derçû. Bi rastî, zaravayên kevnare di zimanê kurdî de hene ku dûrî zimanê kurdî ne û ji kurdî, farisî û erebî têkel bûne û kurmanc ji wan fam nakin. Dibe ku ev hersê pehlewiya kevnare bin, an jî zimanê madî (medî) bin ku di nav Farisî de rewşa xwe guherandine û bûne zimanên serbixwe. Bedlîtsî dinivîne: kurdan dike çar perçe û zimanê wan jî, dike çar perçe; kurmancî, lorî, Gorî (goranî) û kelhorî. Lê Bîdlîsî zazakî wekî zaravayekî kurdî bi nav nake. Bi ya min, zazak-goranî û lorî zimanê serbixwe ne.

Ferdinand Justî hê di sala 1980î de nivîsîye û li gorî wî zazakî zaravayekî kurdî ye. ZAZAKÎ DAYÎKA KURDÎ YE KU JÊ RE BI ÇEWTÎ DIBÊJIN ”ÎRANÎYA NAVÎN” an ”PEHLEWΔ. Lê ez bi xwe zazakî wekî mîraseke çandî (kulturî) ya kevnare dibînim.

Divê lêkolîn li ser Zimanê Partî (Pehlewî) were kirin. Çi heyf, zmanê Pehlewî (partî, Îranîya navîn) ber bi mirinê ve çûye, lê koka zazakî û goranî heye. Zazakî di nav zmanî Aryanî de nêzîkî mazandaranî, Goranî (hewramî), gilakî û zmanên din ên kaspîkî ye. Zazakî ARYANÎYA NAVÎN (Îranîya navîn, Pehlewî) bi xwe ye. Farisan pehlewî an Îranîya navîn kirine malê xwe. Ev dîtinekî siyasî ye. Divê Mastura Ardalanî weke nivîskara Goranî bihête navandin û pejirandin. Goranî yanî Hewramanî nêzikî zazakî ye û wekî zazakî xwediyê mîraseke kevnare.

Em çawan rastîya “Zazakî Zimanekî Serbixwe” yan jî, “Zaravayekî kurdî” ye, têdigihîjin, hingê, divê em li “ontolojîyê” mêze bikin. Em di derbara mijara (babet) Zazakî de, em çawan dikarin bizanibin “Zazakî Zimanekî Serbixwe” yan jî “Zaravayekî kurdî” ye, ji bo fêrbûna rastîyê, divê em li epistomolojîyê mêze bikin. Ji ber ku gelekî rastî hene, tiştê ku ji bo kesekî/ê rast be, dibe ku ji bo kesên din çewt be.

Lêkolînên li ser Alfabeya Latînî bi naveroka xwe cûda ne, lê Alfabeya Latînî weke pêvajoyekê ye ( Benjamin, 1991; Naveh, Joseph. 1979; Coulmas, Florian. 1996; Sass).

Pêvajoya (prosesa) Alfabeyê

Peyva Alfabeyê ji du peyvan pêk hatîye. Ji peyvên “alfa” “û beta” alfaba yûnanî çêbûye. Bi zmanê semîtî “alfa” tê maneya boxê û “beta” xanîyekî (Alvar û Arne,1992; Bernal, Martin,1990; Florian Coulmas, 1985; Hans Jensen, 1970; Miller, D. Gary, 1994; Naveh, Joseph, 1979; Naveh, Joseph. 1982; Sampson, Geoffrey, 1985; Sass, Benjamin, 1991).

1.Wênenivîs Mezopotamî sal BZ 45000-3000 (BZ 4500 – 3200).
2.Heroglîftên Misirî sal 3000 BZ
3.Nivîsa Sînayîtî 1600 sal BZ
4.Nivîsa fînîsî 1100 sal BZ
5.Nivîsa fînîsî 1300 sal BZ
6.Nivîsa yûnanî sal 350 BZ
7.Nivîsa romanî sal 200 BZ
8.Nivîsa Karolîngîsî sal 700 PZ
9.Alfabeya Pehlewî (Pahlawi), 200-650( 224-651) PZ de hebûye.
10. Alfabeya Masi Soratî jî, alfabeyeke kevnare ye. Ev alfabe ji 37 tîpan pêk dihat.

BZ 3000 (4500-3200) peydabûn û vedîtina nivîsê ji aliyê Sumerîyan ve, destpêka dîroka BZ 2000 di nivîsarên sumerî de navê welatê kurdan” Karda-Kardu” tê nivîsîn û xuyankirin. Bi alîkariya vê nivîsa Sumerî kurd welatê xwe nas dikin. BZ 5000-2000 di navbera Dicle û Firatê de tê xuyankirin û împeratorîya xwe ya mezintirîn di sala 2225an de li dar dixin û Dicle û Firatê xwe dixin bin destê xwe. Ev dewlet li başurê Mezopotamyayë hatibû çêkirin. BZ 3000 (3200 BZ) vedîtina wênenivîsê ji alîyê Sumerîyan ve û destpêkirina dîrokê.

Alfabeya Pehlewî bi alîkarîya alfabeya Aramî pêşketibû û bû alfabeyekî serbixwe. Di rastîya xwe de alfabeya Sasanîyan (Zazayan) ye, lê ji ber ku zaza têkçûn, her tişt, ji farisan re ma û bû malê wan. Kî çi dibêje bila bibêje, dewleta Sasanî; dewleta Zazayî an Goranî bû. Alfabeya Pehlewî (partî) di derûdora sala 200 BZ de za. Nivîsên dawî yên Pehlewî di sala 292an, PZ de tê dîtin . Zmanê Pehlewî (Pahlavi): Alfabeya Pehlewî li ser bingeha Aramî avabû bû alfabeya fermî împeratorîya Sasanî. Ev alfabe di navbera salên 224- 650 PZ de hatiye bikarhanîn. Ziman wekî darekî, diguhire, nimûne: Berê Farisan ji welatê xwe re digotin Eran, niha dibêjin Îran.

Dengdêrên farisîya nû: a, i, u
Dengdêrên dirêj yên farîsî: ä, i, u, e

Sê pêvajoya zimanê kurdî

Zmanê îranî di nav xwe de parve dibe ser sê serdeman: îranîya kevn, îranîya navîn û îranîya nûh. Bi hawayekî cografîkî ev hersê serdem parve bike ser sê grupan, ew jî ev in: Îranîya kevnar, Îranîya rojhilatî û Îranîya rojavayî.

Zimanê kurdî, ji zimanên Hindî-Ewrûpî ye û gelekî nêzikî Farisî ye. Di vî warî de zimannas û zimanzan bûne du beş; beşekê dibêje, zimanê kurdî, zimanekî kevnare ye û ji zimanê farisî jî, ji kevnaretir e. Lê beşa duhemîn, zimanê kurdî zaravayekî ji zimanê farisî ye û bere-bere cuda bûye û serbixwe maye. îranîya navîn zazakî û goranîya îro ye û dayîka zmanê kurdî ye. Zazakî û Goranî di bandora fonetîka zimanê farisî de mane. Li gorî dîtinekê, Kurdî ji du grupan pêktê: 1) kurmancî/Bahdînî an kurdîya bakurî û Soranî, 2) zazakî (dimilî) digel goranî dayîka zmanê kurdî ye. Zmanê împeratorîya Sasanî(zaza) pehlewî bû û ew Pehlewî Zazakî û goranîya îroyîn e. Zazakî nêzikê Pehlewî(Partî, îranîya navîn)
e.
Ji salên 1920î ve kurdên Iraqê dikarine bi soranî(kurmancîya xwarê) binivîsîn. Zmannasên kurd ên Başurê Kurdistanê bi salan li ser pirsên rêzmanî, rastnivîsîna kurdî(soranî) xebitîne û niha sazî û dezgehên wan yên dewletê jî dixetbitin. Ji lewre rewşa wan ji ya kurdên Bakur, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê baştir e.

Profesor Qanatê Kurdo, Osman Sebr

Di kovara Roja Nû, hejmar 16an de wisan hatiye nivîsandin: “Ereb Şemo û Î. Marolov tevayî, bi serokatiya H.H. Orbeli, di sala 1929an de alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî hazir kirin.”

Prof, Qanadê Kurdo, Osman Sebrî û çend kesên dî, ji bo dengên “ ç, k, p, r, t” tîpên serbixwe diparêzin û li gorî wan alfabeya me ji 37-38 tîpan pêktê. Ev deng di zmanê me wekî cotdeng tên binavkirin, lê ew kurdnasên jorîn van tîpên hanê wekî tîpên serbixwe dibînin. Osman Sebrî di sala 1982an de alfabeyeke kurdî bi navê “Elîfbêya Tikûz dabû çapê. Alfabeya wî ji 37 tîpan pêktê. Di vê alfabeyê de tîpên h’ û x’ ku tîpên erebî ne, wekî tîpên kurdî hatine pejirandin. Hin nivîskarên kurd hene, ku di bin hîkarîya alfabeya erebî de mane û ji ber vê yekê jî, ew nivîskar x, di navbera h û î de, ê di navbera î û i de, q di navera k û l de dinivîsînin. Dengnas û zmannasên ku 2800 sal berê niha alfabeya latînî çêkirine, jê re pergalekê jî danîne, ji nûh ve çêkirina vê pergalê, xerabkirina wê ye. Alfabeya Celadet Bedirxanî, ev e: a, b, c, ç, d, e, ê, f, g, h, i, î, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, ş, t, u, û, v, w, x, y, z. Reşîtê Kurd (Reşî kurd), Kemal badilî, Kamuran Bedirxan û hin kesên din jî, alfabeyên kurdî-latînî nıvîsîne, lê cîhê xwe negirtin.

Roja nû û Kanatê Kurdo

Gava ku Roja Nû rêzmana Profesor Qanadê Kurdo wergerand û weşand, ew rêzmana Qanatê Kurdo bû tiştekî din. Roja nû bi pirtûka Qanadê Kurdo leyîstîye, ji alfaba Qanatê Kurdo, alfabeyeke din çêkir, lê li gorî xwe çêkirîye û bi hawayî prensîpên wergerandinê daye bin pîyan. Qanatê Kurdo zmannasekî mezin e, lê Roja nû, mala wî xerab kir, bi kar û xebatên wî yên salan bi avê ve bire. Li vir, ez dixwazim bibêjim, gava mirov li pirtûka Kanatê kurdo ya wergerandî mêze dike, hingê mirov pirtûkeke din dibîne, alfabeyeke din, rêzmaneke din. Kanatê Kurdo di sala 1978an de li Moskovê pirtûka xwe çap kirîye û paşê belav kirîye. Roja Nû xwestîye alfaba Kanatê kurdo, nêzîkî ya tirkî bike.

Sebrî, Osman (1982) bervedêrî dike (îdîa dike) ku alfaba kurdî ji 37 tîpan pêktê. Sebrî wisan dinivîsîne: Wê gavê Celadet li min vegerand u got: “
-rast e, ev tîpên han di zaravayê kurdmanjî de hene, lê em dikarin herwekî me bi tîpên erebî dinivîsînin ji tîpên nêzîkî wan destkewtî bibin. Ne maze alfabeyên Awropî di navbera 29-31 tîpên dde ne, Eva alfaba me bûye 33 tîp…”Celadet Bedirxan, di demê de “’ h, û ‘x wekî serniçik (sembolên sertîp) bikardihanî. Ji jewre Sebrî, Osman (1982) wisan dinivîse: “Ma ne Reşîd Kurd jî tîpên “’h, ‘x” ku di alfaba Celadetî de hebûn, nexistin rêzmana xwe.”
Profesor Qanatê Kurdo, di nivîsareke xwe ya bi navê “Li babet, nivîskar, zman û alfaba pirtûkên Ezîdîyan” de, belgeyên berbiçav nîşan dide, ku alfaba pirtûkên ola ezîdîyan pê hatîye nivîsandin, alfaba kurdî hebûye, ew alfaba, alfabeyekî kurdî serbixwe û neweteweyî bûye, lê çi heyf ev alfaba kurdî di bin hîkarî (bandor, tesîr) sîstema erebî de pêk hatibû. Nivîsara Kanatê Kurdo rastîyekî dîrokî şirove dike da ku zanyarên kurd bizanibin û jê sûd werbigirin.

Li gorî Profesor Kanatê Kurdo (?) “Kitêbê Cilwe” bi zaravayê Soranî hatibû nivîsandin. Disan gelên cîran ên wekî ermenî û asurîyan jî pirtûk û nivîsarên kurdî bi alfabeyên xwe çap kirine û heta niha parastin.

Baba Tahrirê Ekbatanî (Baba Tahirê Uyranî) edebiyata kurdî nivîsîye û mohra xwe li dîrokê xistîye. Baba Tahîr Ekbatanî (935-1010) helwesvanê Lurî û goranî bû. Goranî nêzîkê zazakî ye. Li hêrema Mûsil û Kerkukê Goranî zmanê wêjeyî yê Ehlî Heq bûye. Zazakî çargûşe belav bûye, di navbera Zara (derûdora Siwasê) û ji alîyê bakurê rojava, Erzinganê, Motkî û Gergenê(herêma Pîran) ve.
Sebrî, Osman, Elîfbêya Tikûz, Şam, 1982.

Ekola Hawarê, Mîr Celadet Bedirxanî

Di alfabeya Mîr Celadet Bedirxanî ( de 31 tîp hene û alfabeya wî wekî alfabeya polonî yek ji dirêjtirîn alfabeyên latînî ye. Heta di destpêkê de alfaba Celadet Bedirxan ji 36 tîpên latînî pêk dihat. Bedirxan û nivîskarên Hawarê şeş tîpan ji alfaba kurdî havêtin. Rewş çi dibe, bila bibe, alfabeya Bedirxanî, alfabeyeke latînî ye û kêm-zêde xwedî pergalekê ye. Em dê alfabeya Bedirxanî bingeh bipejirînin û sîstemên latînî yên Mac Carus, Tewfiq û kesên din jî, sûd werbigirin. Li gorî dewleta tirk, kesê ku, pesnê Mustafa Kemal bide, neteweyê tirk bi ser hemû neteweyên din re bibîne, ew mirovekî rewşenbîr û mezin e.

Alfabeya Masi Soratî jî, alfabeyeke kevnare ye. Ev alfabe ji 37 tîpan pêk dihat. Ibn wenşîye Albabeya Alfabeya Masi Soratî di berhemên xwe de bikardihanî.

Dr.Celîlê Celîl(1985) di pirtûka xwe de dibêje: “ Abdurrehman Bedirxan û Xelîl Xeyalî berîya Celadet li ser tîpên kurdî xebitîne û roleke mezin leyîstine ji bo vekirina dibistanên kurdî li Îstenbulê û li Kurdistanê. Dr.Celîlê Celîl(1985) di pirtûka xwe de dibêje: “Wextê li Îstanbûl dibistan tê vekirin Abdurrehman Bedirxan 30 lîreyê tirk yarmetîyê dike û vî qewlî jî, dide ku her meh bi hawayekî berdewam alîkarîya wê dibistanê bike. Ew dibistan li taxa Diwam Yolu û li kuça Hace Paşa hatibû vekirin. Roleke wê ya mezin di jîyana çandî ya kurdên Îstenbulê de hebû.”
Dr. Celîlê Celîl (1985: 87, 88), Jîyana Rewşenbîrî û siyasî ya kurdan, Jina Nû: Stockholm,
Celadet Bedirxan (1942/1945). Ronahi. Jina nû Förlaget: Uppsala

Tîpên Kurdî- Latînî Q, W, X

Bi rastî tîpên Q, W û X di alfaba tirkî de tune ne. Ji bilî tîpên q, w, x ên kurdî, alfaba Celadet Bedirxanî wekî ya tirkî ye. Em alfaba Celadetî ya kevn de çend dîftongên wekî “kw” û “kh” dibînin, paşê Celadet Bedirxan dev ji van diftongên xwe ber dide. Dîftonga “xw” niha tê bikarhanîn, lê di rastîya xwe de, divê em dev ji wê jî, ber bidin, ji ber ku tîpa “x”bi têne hêsantir e. Pêşnîyaza min ev e ku em ”x” di şûna “xw” de bikarbînin, wek: ez nanê xe bi xe dipêjim, di şûna ez nanê xwe bi xwe dipêjim). Ji alîyê pedajojîyê ve jî, hêsantir e, jixwe di zmanê me de tîp deng e. Ev herdu tîp dengekî derdixin. Sê pêvajo (proseses) di alfaba Celadet Bedirxanî de hebûn, ew jî ev bûn:

1.Rasterast li ser bingeha alfaba latînî avakirina alfaba kurdî. Yanî ji 26 tîpên latînî avakirina alfaba kurdî.
2.Ji 26 tîpên latînî derdixe 36 tîpên kurdî-latînî. Wî ji alfaba Yûnanî û Rûsî sûd werdigirt, ji lewre jî 10 tîpên nûh lê zêde kir.
3.Tîpên serbiniçik “h’ û X’ ku di alfabeya Celadet Bedirxanî de hebûn, tên pejirandin.
4.Tîpên serbiniçik “h’ û X’ ku di alfabeya Celadet Bedirxanî de hebûn, jê tên havêtin. Alfaba nûh ji 31 tîpan pêktê. Dev ji tîpên Yûnanî û Rûsî berdan û diftongên kevn ji alfaba xwe havête. Tenê diftonga “xw” wekî xwe dimîne. Tîpên serbiniçik “h’ û X’ ku di alfabeya Celadet Bedirxanî de hebûn, jê tên havêtin. Alfaba nûh ji 31 tîpan latînî pêktê. Lê Celadet dikeve bin bandor û hîkarîya Alfabeya Tirkî.

Alfabeya Latînî

Alfabeya Latînî bingeha xwe ji alfabeya etruskî werdigire. Yanî alfabeya latînî, alfebeya Îtalî ya kevn e ku paşê ji nav alfabeya yûnanî ya “euboisakî” derketîye. Alfabeya Latînî ji 26 tîpan pêk tê. Lê di alfabeya latînî ya romanî de 28 tîp tên bikarhanîn, ew jî ev in:

A, a; Ă, ă; Â, â; B, b; C, c; D, d; E, e; F, f; G, g; H, h; I, i; Î, î; J, j; K, k; L, l; M, m; N, n; O, o; P, p; R, r; S, s; Ș, ș; T, t; Ț, ț; U, u; V, v; X, x; och Z, z.
Ji bilî 28 tîpên bingehîn, tîpên ku ji alfabeyên dî hatine deyn kirine, ev in: Q, W û Y. Lê ev hersê tîpên ku hatin deynkirin wekî tîpên alfabeya romanî nayê pejirandin.

Erebê Şemo û Îsahak Marogulov avakarên Alfabeya lanînî-Kurdî ne. Wan hê di 1929an de “Alfabeya Lanînî Kurdî” çapkirin û li cîhana kurd belav kirin. Lê Celadet Bedirxan, di sala 1932an, piştî wan, Alfabeyeke nû bi tîpên kurdî-Latînî akade dike û Kovara Hawarê de weşîne.

Di sala 1000î de, zmanzan Kaşgarli Mahmud bi zmanê osmanî pirtûkek nivîsî. Navê wê pirtûkê Divanî Lûgatît-Tirk bû. Di sala 1928an de alfabeya tirk-latînî kete şûna alfaba erebî. Di zmanê tirkî de tîpên dengdêr ev in: a, e, ı, i, o, ö, u, ü. Di vê afabeyê de difttong tune ne, tenê tîpên bingehîn hene. Her tîpekek dengekî derdixe. Celadet Bedirxan ji van tîpên tirkî yên dengdêr û ji hin tîpên binniçik ç, ş sûd wergirtîye û ji lewre jî, alfabeya xwe nêzikî alfabeya tirkî kirîye. Alfabeya polonî ji 32 tîpan û bi alîkarîya dîyakrîtîka tîpên polonî û kombinasiyonên tîpan pêktê. Tîpên Q, V û X di alfabeya polonî de nayê pejirandin. Ji ber ku ev hersê tîp hatine deynkirin. Alfabeya polonî ya Latînî ji van dengan pêk tê:

Aa, Ąą, Bb, Cc, Ćć, Dd Ee, Ę ę, Ff, Gg, Hh, Ii, Jj, Kk, Ll, Łł, Mm, Nn, Ńń, Oo, Óó, Pp, Rr, Ss, Śś, Tt, Uu, Ww, Yy, Zz, Źź, Żż
Tîpên dengdêr: a, ą, e, ę, i, o, u, ó, y

Zmannas û teologê Ermenî Mesrop Masjtots di navbera salên 360-405an PZ de jîyaye û di wê demê de alfabeyeke ermenî nivîsîye (James Clackson, 2007). Ev alfabe wekî tîpên Latînî ji alîyê çepê ve ber bi alîyê rastê ve dihat nivîsîn. Wî Încîlê wergerand. Zmannasên dinyayê hevbîr in ku wî alfabeyekî geogîkî û qafkaskî nivîsîye. Lê ev yeka hanê ji alîyê Tirkan ve tên înkarkirin.
Gava mirov li kompîtura navneteweyî dinêre tîpên å, ä, ö, û ango ê bi problem in. Ev tîp wekî aa, ae, oe, ue tên wergerandin û tîpa ê jî, şûna xwe dide e.

Tîpên swêdî, danmerkî û norvejî

Tîpên å, ä û ö li gorî zmanê swêdî hatine çêkirin. Ew hersê tîp di alfabeya latînî de tune ne.

Di zmanê almanî de ä wekî varîyonekî ji a û ö ku tîpa ö jî varîyonekî ji o ye. Di zmanê danmerkî û norvejî de jî wisan tên bicîhkirin û rêzkirin æ(ä) ø(ö) å. Ev tîpên ku hatine çêkirin û di warê teknîka “postmodern” ya kompîturê de problem çêdikin. Daxwaz ew e ku em jî, bi hêsanî ji kompîturê îstîfade bikin û jê sûd werbigirin. Di warê teknîka înformasîyonê de problemek heye, ji ber ku tîpên taybetmendî hene, nimûnek di zmanê swêdî de å, ä û ö
Alfabeya swêdî ji 29 tîpan pêktê, ew tîp jî ev in:

A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z Å Ä Ö
Tîpên “”ı”(i)”, “î”

Alfabeya Kurdî-Latînî bi Celadet Bedirxan dest pê ne kirîye, lê Erebê Şemo û Îsahak Marogulov wekî avakarên Alfabeya Latînî-l-Kurdî ne.
Bi dîtina min, ji alfabeya kurdî havêtina tîpa”ı” ya tirkî dê baş bibe. Ji xwe di zmanê farsî/îranî de dengê “ı” tune ye. Zmanê kurdî, zmanekî îranî ye. Ev dengê “ı” ya tirkî ji kûderê hatiye û ketîye nav alfabeya me? Çimkû ev deng di zimanê kurdî/ soranî de jî tune ye û herwisan di Alfabeya Erebî de jî tîpa” ı” tune ye. Yanî dengê “ı” di zmanê erebî nayê nivîsîn. Gava ku rewş wisan be, hingê problema me jî “ tîpa” ı” ye. Gava ku em “ı” ji alfabeya xwe bavêjin, hingê problema me nemîne. Em dê bikaribin tîpa i-ya latînî di şûna “î”-yê de bixebitînin. Em dikarin bibêjin“i” ya me jî dê bibe wekî “i” ya latînî. Ji alfabeyê havêtina hin tîpan, teştekî tercîhê ye. Heger em tercîha xwe li ser kîjan îşaretê angu tîpê bidin, em dê bikaribin wê bavêjin an hilbijêrin. Di alfabeya kurdî de bikarhanîna tîpên tirkî û erebî ne tiştekî rast e. Derdê min, bikarhanîna kumika “î” li ser tîpa “i” ye. Nuxte û kumik tu zerarek nadin zimanê me, lê ji pedagojîyê kurdên Rojhilat, Başur û yên dî, dereng hînê tipa” ” ı” dibin. Ev tişt ji bo tîpa “û” jî derbas dibe. “Û” di zmanê farisî de tune ye. Divê ev tîp ji alfabeya kurdî bête derxistin. Pirs bi tevayî bi teknîka kompîturê ve girêdayî ye. Ji me kurdan re alfabeyeke hêsan pêwîst e, ku em kurd bi lez û bez zmanê xwe yê şêrîn fêr bibin. Pêşnîyaza min ev e, bila ” ı” (i) ji alfabeyê bê havêtin, “î” jî bibe “i” latînî ya normal.

Pêşnîyaz ji bo tîpên “ê, î, û”

Ez bi xwe, ji alfabeya kurdî, havêtina tîpên bi kûmik ê, î, û diparêzim, ji ber ku ev hersê tîp, di warê teknîka kompîturê de probleman çêdikin. Di zmanê îranî de tîpa”ı” tune ye. Heta di zmanê kurdî / SORANÎ de jî, dengê “ı” tune ye, tenê i”(î”) ya latînî heye. Em dikarin di şûna “î” ya bi kûmik de “i” ya normal bi karbihînin. Tîpa “ı” wekî tîpa “e”, dengekî kurt e. Li gorî Immanuel Kant’î (1724-1804), em rastîyê bi berçavka boyaxkirî dibînin. Berçavka me, wêneyek subjektîv dide me û em nikarin di derbara tiştekî de, tiştekî bizanibin, tenê em dikarin şirove bikin. Hegel şopdarê Kant e û ew dibêje, pêşveçûn bi şemayekî logîk gengaz e, li wir nakokî û ne nakokî digihîjin hevûdu yanî tez û antîtez dibin sentezekî.

Çawan ku di alfabeya Erebî de tîpa” ı”-yê tune ye û di vî warî de problem dernakeve. Bi dîtina min, divê ku em kumik li ser” ê”-yê jî rabikin û şûna wê de apostrofê “é” bikarbînin. Wisan em dê bikarin kumikê ser”û”-yê jî rabikin “û” di şûna û-yê de “ó”bikarbînin. Di alfabeya latînî de bi du hawayan nivîsîna”î” û “i”-yê problem e û divê ev problem ji holê bê rakirin. Ez di vê bawerêyê de me ku bikaranîna herdu tîpên tirkî yên bi navên “i” û “ı” dê xesarekê bidin zmanê kurdî. Hin nivîskar qala bilindeka Celadetî ya tîpa “î” dikin. Lê Celadet Bedirxan ji bo bilindekê kumik bikarnehanî. Em di nivîsên wî de rastî peyva bilindekê nayên.

Ji bo sê tîpên dengdêrên dirêj “ê”, “î” û “û” kumik hatîye bikaranîn. Celadet Bedirxan ne ji ber dirêjbûn an kurtbûna “ı” û “î” – ya kurdî bi kumik û bi nuqte bikarhanî. Problem bi tevayî teknîkî bû. Ji ber ku klarvîya ku Celadet Bederxan bikar dihanî ya zmanê fransî bû û di zmanê fransî de “ı”ya tirkî tune bû. Havêtina kumik û bikaranîna “i” ya latînî dê alfabeya me hêsantir û xweştir bike. Hin kesên dengnas jî, ji alfabeya kurdî havêtina tîpên bi kumik û bi niçik diparêzin. Di bingeha dîtinên wan de jî, bi hêsanî ji kompîturê îstîfadekirîn heye. Heger em wekî van kesan bikin, dê hin tîpên bingehîn ji alfaba me bavêjin. Li gorî dîtinên wan, ch”û di cîyê ç-yê de “ch”, di şûna “ê”-yê de cot “e”(ee), di cîyê “î” de cot “i”(ii), û di şûna “û”-yê de cot “u”(uu) di şûna”ş”-yê de”sh yên îngilîsî dikarin bên bikarhanîn. Ev dîtin çewt e. Ji ber ku alfaba kurdî fonetîk e. Lewre her dengekî tîpek e.

Li gorî teknîka nû, pêşnîyaz ji bo alfabeya kurdî

A, B, C, Ć, D, E, È, F, G, H, Î, J, K, L, M, N, O, P, Q, R, S, Ś, T, U, V , W, X, Y, Z

Divê em tiştekî bi ked, cefa û di şertên dijwar de avakirî, heta ku ji me bê, em jê xwedî derbikevin, ava bikin… Lê di warê zanistî de jî, ev daxwaz ne rast e û zirarê dide zmanê kurdî. Tîpa “ı”, tenê di zmanê tirkî de heye û dengekî tirkî dide. Ji i alîyê praktîkê de ve, Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bikaranîna “ı “ hêsantir e, ji lewre ev tîp di alfabeya tirkî de heye. Lê, li vir gotineke Kant heye, însan bi berçavka boyaxkirî li mijaran mêze dike. Ji lewre em kurdên perçeyên din û yên dinyayê ji bîr dikin. Em bi berçavka boyaxkirî li mîjaran mêze dikin. Em kurd 50- 60 mîlyon in. Em li Rojhilatê Kurdistanê, Rojava û Başurê Kurdistanê dijîn, ji bilî Kurdistanê jî, em kurd li Ermenistanê, Hindistan, Pakistan û li Ewrûpa û welatên dî dijîn. Zman ne sîyaset e û çi kurdê/kurda ku bi zmanê xwe dipeyîve jî, sîyasî, ne siyasî ye. Di siyaseta kurdî de tenê ew kesên sîyasî hevpar (ortax) in. Lê zman ne wekî siyaset e, zman malê hemû kurdan e. Wekî gola Wanê, kûr û berfirh e. Divê kurdên hemû perçeyên cuda yên Kurdistanê û derveyê welatî, xwe di alfaba zimanê kurdî de bibînin. Alfabe ne bi tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye…

Alfabeya Osmanî

Di Alfabeya Osmanî de sê tîpên cuda yên dengdêrên dirêj (“ā”,” ū” û “ī) hebûn. Alfabeya Latînî ji alîyê 100 zmanên cuda ve tê bikarhanîn. Ji bilî 26 tîpên bingehîn her neteweyek li gorî pêwîstîyên xwe tîpên latînî çêkirine. Ev çêkirin wekî sembolên piçûk ên bintîp (binniçik) û sertîp (serniçik); nimûneya yekemîn ya sertîp’ê:

Å, Ä, Á, Â, Ã, Ā, Ă, Ć (polonî), Ń, Ó, Û, Ż
Nimûneya duyemîn ya bintîp’ê: Ą, Ç, Ę, Ş…
Nimûneya sêhemîn ya xêztîp(-): Ø, Ł, Ŧ Æ, Œ…

Ferdinand de Saussure

Di derbera tîpên alfabeyekê de dîtinên Ferdinand de Saussure
Saussure digot zman ne ji kîsê Xwedê ye, ji bilî wî bi danûstandina bihevre çêbûye. Prof.Claude Lévi-Strauss, antropolog, zmannas û sosyalantropolog e. Ew di sala 1908ê de ji dayîka xwe bûye û di bin tesîra Ferdinand de Saussureyî de maye. Li gorî ditîna wî, ziman sîstemek ji sembolan e. Her sembolek maneya xwe heye. Zmannasê mezin Ferdinand de Saussure di navbera salên 1985-1913an de jiyaye. Ew Swîçreyî bû. Li gorî dîtina wî, tu alfabeyek nikare hemû dengên zimanekî hembêz bike. Heger em kurd ji bo her dengek ku di zmanê me de heye, tîpekê bikarbihînin, hingê, dê alfabeya me ji 60 tîpan derbas bibe. Ev yeka hanê, dê gelş û problemên alfabeya kurdî zêdetir bike. Ez bawerim, em bi alfabeya latînî dileyîzin. Ji ber ku alfabeya latînî ji 26 tîpan pêk hatîye. Alfabeya Îngilîsî ku li ser vê bingehê ava bûye, ji 26 tîpên latînî çêbûye.

DÛMAHIK HEYE
kopiyakirin qedexe ye
(Kêmasîyên teknîkî têde hene, ez dê hêdî-hêdî rast bikim).
2007, Stockholm
Maruf Yilmaz

Koyakirin qedexe ye
………………………………………………………………………………………………………………………

Dara ziman jiber /kopiya hatiye wergirtin ü malê min nî ne. Di facebboka Claudin Vakim´ê de heye.

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply