Lêkolînek li ser Kurdên Yarsan wek pirtûk hat belavkirin

Lêkolîna Shahab Vali “Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)” di nav weşanên Avesta de derket. Xebat ji aliyê Sevda Orak Reşitoğlu ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin.

Nivîskar û lêkolîner Shahab Vali, di pêşgotina çapa kurmancî de dibeje: “Çavkaniyên ku bi piranî destxet in û nehatine çapkirin, bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala 1988an de li herêma Gûranê dest pê kir. Lêgerîn û berhevkirina van berheman heta sala 2008an berdewam kir.Shahab Vali herwiha dibêje: “Encama lêkolînên ku min li ser Kurdên Yarsan kirin, di sala 2011an de bi fransî wek pirtûk çap bû û ev çavkaniyên ku dikarin wek bingehek ji bo çanda Kurdan bêne hesibandin û heta wê demê nehatine zanîn, cara ewil wek xebateke akademîk ji bo têkildaran hat pêşkêşkirin.”Vali dide zanîn ku çapa kurdî ji ya fransî cudatir e, ji ber ku muxatabê pirtûkê bêtir xwendevanên kurd in û diyar dike: “Hin beş jê hatin derxistin û hin beşên nû li ser hatin zêdekirin.”

Shahab Vali di vê xebatê de Kurdên Yarsan, bîrûbaweriyeke nepenî ya Kurdistanê dide naskirin û dîrok, bawerî û mîtolojiya wan analiz dike.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply