Lêkolînek li ser destxeteka Mela Mehmûd Bayezîdî

Destnivîseka kurdî ji koleksiyonên August Kościesz Jabayî û giringiya wê bo etnografiya polonî
Wergera ji polonî
: Sidqî Hirorî

Kurdistan û berî her tiştî kultura kurdan; miletekê ku li wê derê dijît, babetek e, ne bes di literatura zanistî de lê herweha di literatura giştî ya polonî de kêm hatiye nasîn û kêm kar tê de hatiye kirin. Gelek xebatên lêkolînvanên biyanî û şehrezayên vê problemê, bi taybetî yên sedsala 19yê û herweha ji sedsala 20ê nehatibûn wergerandin bo ser zimanê polonî. Ji bilî pirtûka A. R. Qasimloyî (1) ya li vê dawiyê hatiye weşandin. Hejmara kêm ya xebatên xwemalî li ser van pirsgirêkan weha dide zanîn ku ev problemek e hema bêje bi yekcarî di nivîskariya me de nehatiye livandin. Lêkolîn û xebatên polonî yên yekemîn yên peywendîdar bi Kurdistanê bi navên Karol Brzozowski, Aleksander û Wladyslaw Jablonowski û August Kościesz Jabayî (2) ve tên grêdan. Kêmhejmara çavkaniyên polonî ji bo naskirina dîrok û kultura kurdan û herweha nebûna wergerên biyanî bûn egera hindê ku ev babet hêj li benda xebatên ciddî û berfereh be.

Yek ji sedemên ku rê daye naskirina vê pirsgirêkê bêguman destnivîsa nivîskarê kurd Mehmûd mela Bayezîdî ye, ya ku di sala 1963-yê de li Moskvayê hatiye weşandin, ku ji xirvekiriyên (koleksiyonên) rojhilatnasê polonî August Kościesz Jabayî ye (3). Ev destnivîs dokumenteka pir bihadar ya çavkaniyane ye, ku gelek zanyariyên balkêş li ser jiyana kurdan dide û ji bo vê jî ew hêjayî hindê ye ku bêtir li ser bêt rawestiyan. Herweha ew poloniyê ku bûye egera peydakirina vê desnivîsê û gelek salan mijûlî civandina materyalên li ser kurdan bû, hêjayî pîçek balkêşanê ye.

August Jaba (August Źaba) kurê Dominikî (xudanê pileya Husarî -pileyeka leşkerî ya bilind bû di leşkerê siwarçakên polonî yê ku di sedsala 17yê de hebû û bi Husaria dihat bi nav kirin. wergêr- û xudanê milkên Swierznoyê bû) û kurê Anna Holowiankayê ye, di sala 1801ê de li Kraslawê ji dayik bûbû (4). Ew ji malbateka polonî ya xanzade ji wîlayeta Polockê ye. Wî xwendina xwe ya bilind li unîversiteyê li Wilnayê, ku ji destpêka sedsala 19yê bingehekê hêzdar yê rojhilatnasiyê bû, dest pê kir. Tevgera rojhilatnasiyê li vî bajarî di destpêkê de girêdayî teologiyê bû. Pirsa dana dersên zimanên rojhilatî di beşa literaturê ya unîversiteyê de bo cara yekê di sala 1809ê de hat behis kirin. Her di eynî wextî de projeya damezrandina enstîtuyeka serbixwe ya zimanên rojhilatê li unîversiteyê, ku pêk bêt ji beşên mîna tirkî û farisî û erebî, hate pêş. Nebûna kadirên zanistî rê neda bicihanîna wan hizran, evca biryar hat dan ku kandîdan bo xwendina rojhilatnasiyê bişînin derveyî welatî. Herçend li Wilnayê bingeha xwendinên rojhilatnasiyê nikaribû bêt vekirin lê û her ji wê dorhêlê ew grupa gencan pêk hat, ya ku paşî desthiltirîn rojhilatnasên wek August Jabayî (5) jê peyda bûn.

Piştî prosesên filareskî, dema ku beşekê gencên Wilnayê neçarbûyî unîversiteyê bihêle û berê xwe bide xwendinê di kûratiyên Rûsyayê de, li Petersburgê, Moskvayê û Kazanê, hîngê û her ji sala 1824ê Jabayî xwe da ber xwendina zimanên rojhilatî di Enstîtuya Zimanên Rojhilatî ya ser bi Kolegiuma Pirsgirêkên Derveyî ya Departementa Asyayî li Petersburgê. Ew, ji sala 1828ê, dema ku bi karê leşkerî di konsulxaneyan di rojhilata naverast de radibû, di konsulxaneya rûsî li Jafayê û paşî li Salonîkê û Smîrnayê wergervan (dragoman / tercuman) bû. Wextê ew li Jafayê bû Grecznikayê şû bi wî kir û îhtimalen ew keça konsulê rûsî yê wê derê bû. Wî ji wê çend kur û keç hebûn. Yek ji kurên wî Teodor bû (efserê leşkerê rûsî bû û li ser şerên li Qefqasê hatibû xelat kirin. Duya ji keçên wî şû bi du kenkeneyan ji binemalên Levantînî yên navdar kir) ew jî Testa û d’Andria bûn ku ji wan di wê serdemê de beşekê mezin yê wergervan û konsulên ewropî li Tirkiyeyê (6) derketin.

Jaba di sala 1848ê de bû konsulê rûsî li Erzerûmê li rojhilata Tirkiyeyê û ew di vî karê xwe de heta sala 1866ê ma. Evca ew bi dirêjahiya gelek salan li wan cihan bû ku hîngê piraniya xwecihên wan kurd yan ermenî bûn û wî her di wan salan de xwe da ber vekolînên li ser kurdan. Piştî ku ew di sala 1866ê de teqawid bû, ew li Smîrnayê, dibe her li cem malbata jina xwe binecih bû û li 3-yê meha yek ji 1894ê li wê derê mir.

Hezkirinên August Jabayî yên rojhilatnasiyê û danûstandinên wî yên domdirêj bi xelkê kurd re rûgeha karên wî yên lêkolînavaniyê dest nîşan kir. Wî hemî hizra xwe da ser naskirina folklor û kultura vê grupa neteweyî. Lê bê şik divêt tiştekê din jî ku kartêkirina xwe li ser vê mijûlahiya wî hebû nehêt ji bîr kirin. Her di dema mana wî de li Erzerûmê jiyan kete nav tevgera kurdolojiyê li Rûsyayê. W. Dittel, yê ku li Rûsyayê kar dikir, di salên çilan de ji sedsala XIXyê û ne gelek wêvetir ji wî zanayê rûsî I. Berezinî dest bi vî karî kir. Wan berî her tiştî giringî da zimanê kurdî. Lê ew tekstên kurdî yên ku wan bi kar dianîn ne her tim timam bûn û ew gelek caran ne timam û rast nivîsandî bûn, ji ber ku piraniya wan ji zimanê nivîskî yê duristkirî, ne ji zimanê ku pê dihat axiftin bûn.Vê mijûlahiya ku ser hildayî Akademiya Rûsî ya Zanistan pal da ber mijûlbûnê bi pirsa xirvekirina tekstên kurdî. Wî çaxî, wan daxwaza hinartina materyalan ji wan rojhilatnasan yên ku li wan cihên kurdnişîn bûn û Rûsyayê nûnergehên xwe lê hebûn kir. Bi vî awayî B. Dornî, nûnerê Akademiyê li ser hindê li gel Jabayî li hev hat û wî dest pê kir tekstên kurdî ji Akademiyê re hinartin (7).

Tiştê din yê ku bi rengekî ji rengan heza kudolojiyê li nik Jabayî dariştî bêguman ew rastî bû ku ew bi xwe, wekî perwerdeyê dorhêla orientalîst ya polonî li Wilnayê û Petersburgê bi seqaya romantîzmê ve hatibû têr kirin. Hezkirin ji zimanê neteweyî û adetên wî di salên bindestiyê de weha kir ku polonî bi çarenivîsa neteweyên rojhilatê yên biçûk û bindest, yên ku xebat ji bo parastina kultura xwe û karektera xwe ya neteweyî kirî ve mijûl bibin. Ev daxwzên bi terzekî ji hev nêzîk, bala poloniyan xiste ser kêmaniyên neteweyî yên tepeserkirî yên li Tirkiyeya Osmanî dijiyan û ji wan kurdan(8).

A. Jabayî, tevî ku wî piraniya jiyana xwe li derveyî tuxîbên welatî û karguzariya rûsî de derbas kir, wî xwe her bi polonî didît. Wî di demê mana xwe de li Smîrnayê danûstandinên baş bi Polonyayê re hebûn, ji wan peywendiya wî bi E. Znatowiczê torevan yê ku niyasê wî bû. Lê ew poloniyên ku ji tirkan re kar dikir hez ji wî nedikir. Ev jêheznekirin ji hindê dihat, demê ku Jaba karmendê qeyserî bû li Erzerûmê, ew beşdar bû di operasiyonekê de ku armanc jê rahêlan û veguhastina wan poloniyan bû yên ku ji Rûsyayê hatibûn Tirkiyeyê û li benda şerî bûn di navbera herdu dewletan de. Li aliyê din A. Jaba, ji ber bizavên wî yên zanistî li Rûsyayê, bilind hat nirxandin. Wî herweha Nîşana Şerefê (yek ji mezintirîn xelatên fransî ku li sala 1802-yê hatibû dest pê kirin û ji bo xebatên sivîl û leşkerî dihat dan) û pileya Mecîdiyê û gelek xelatên rûsî wergirtin û ew herweha şêwirmendê dewletê bû.

A. Jaba bi xwe çi carekê li Kurdistanê nebû, lê ew û nemaze di dema nêzîkî bîst salên mana xwe de li Erzerûmê gelek rastî xelkê kurd hat. Wî xwe bi tenê da ber komkirina tekstên kurdî yên orijînal û di vî karî de zanayên herî baş yên kurd û herweha lêkolînên li ser zimanê kurdî jê re arîkar bûn. Wî, di hevkariya xwe de bi Akademiya Rûsî ya Zanistan re, li dawiya sala 1856-ê tekstên xwe yên komkirî yên yekê ji Akademiyê re hinartin. Wî, her ji wî wextî, bi awayekê sîstematîk, materyalên ku wî berhev dikirin ji Akademiyê re dişandin. Herweha di nav wan materyalan de şîir û pendên pêşînan yên tirkî yên wergerandî bo ser zimanê kurdî jî hebûn, herweha jî di nav wan de stiranên milî yên kurdî yên orijînal yan jî kurtiya berhema nivîskarên kurd yên dawiya sedsala XVI, xebatên Jabayî bi xwe yên wecdîtî ji materyalên kurdî yên eslî, ferhengokên li ser hinek eşîrên kurdî, komên çîrokan, note li ser gramer û bingehên zanistê zimanê kurdî (zarê kurmancî) hebûn. Komisyona Akademiyê bi pirbihadarî materyalên ji aliyê A. Jabayî ve gehiştibûnê hilsengandin, wê kêmtir biha da wergeran û li cem wê bêtir qîmeta xebatên orijînal yên ku ji aliyê wî ve hatibûn şandin hat berçav girtin. Wê herweha giringî da zanyariyên biografîk yên di warê helbestvanên kurd yên nenas de, agahdariyên têr li ser eşîran li gel transkrîpsiyona fonetîk ya tekstan li gor rênivîsa fransî û wergera wan bo ser zimanê fransî. ‘Qîmeta wan materyalan ji bo fîlolojî, etnografî, statîstîk û dîrokê bilind hat hilsengandin’(9). Ew tekstên ku ji aliyê Jabayî ve dihatin hinartin, ji aliyê P. Lerchî ve, Îranînasê ku li Rûsyayê kar dikir, dihatin edîte kirin.

A. Jabayî gelek xebat di warê babetgeriya kurdî de nivîsîn (10), lê tiştê ku ew di wan deman de bi navûdeng û pêş xistî ferhenga zimanê kurdî bû. Wî gelek salan li ser wê xebat kir, heta piştî ku bûbû muteqaid û xwe veguhastî Smîrnayê jî. Wî hîngê peywendiyên xwe bi Akademiyê re qut nekirin û berdewamî da karê xwe li ser tekstên kurdî yên li Erzerûmê hatibûn bidestxistin û herweha ew tekstên nû yên ku ji kurdên berbelav li seranserî Tirkiyeyê digehiştinê. Wî di sala 1867ê de destxeta ferhenga xwe ya kurdî-rûsî-fransî ku pêk hatibû ji 656 rûpelan pêşkêşî Akademiyê kir û paşî 721 rûpelên destxeta ferhenga fransî-rûsî-kurdî, li gel 100 diyalogên kurdî yên nivîsandî, tevî wergerên wan yên fransî bi rê kirin. Ev materyalên ku ji aliyê îranînasê elmanî Ferdinand Justiyî ve kar li ser hat kirin, bi navê Dictionnaire kurdefrançais par M. August Jaba, publiêe par M. Ferdinand Just li Petersburgê di sala 1879ê de hat weşandin (11).

Tevî ku ‘bala wî hatibû kişandin bo ser erkê nivîsandina bi polonî’ (12), A. Jabayî hemî xebat û materyalên xwe bi zimanê fransî nivîsandin. Lewma jî ew di nav civaka polonî de kêm naskirî ne. Rastiyeka din jî bû egera wê kêmnaskirina berhemên wî li Polonyayê, ew jî ew bû ku Jabayî ji Akademiya Rûsî ya Zanistan re kar dikir û destxetên xwe jî dihinartin cem wan û ew li wir çap kirin û weşandin. Piraniya berhemên wî li pirtûkxaneya polonî nahên dîtin. Em bi bîr tînin ku ew take kes e ku zanayê zimanê kurdî ye û danerê ferhenga fransî-kurdî ye (13). Wî komeka dewlemend ji destxet û materyalên kurdî hebûn. Wî bi rastî yek ji komên herî dewlemend ji wî terzê materyalî xirve kir. Wî hemî destxetên bihadar kirîn, wî bi kurdan bi xwe re kar kir, çi yên ku materyal jê re nivîsandîn û çi jî zanyariyên devkî danê, wî herweha ew xebatên li cem wî balkêş bûn ji zimanên farisî, tirkî û erebî wergerandin. Ew xudanê bi dehan destxetên kurdî bû ku pêk hatibûn ji tekstên ku ji aliyê çîrokbêjên (narratorên) kurd ve ji Jabayî re hatibûn nivîsandin, li gel wan destxetên kevin yên helbestvanên kurd yên sedsala şazdeyê û hejdeyê ku ji aliyê wî bi xwe ve hatibûn bi dest xistin.

Ji bo naskirina çawaniya komkiriyên A. Jabayî mirov dikare vegere ser dîtina Ignacy Holowinski, yê ku di sala 1839ê de çûbû serdana Jabayî li Smîrnayê (Izmîrê) û paşî li ser hindê nivîsî ku -ev ji J. Reychmanî hatiye wergirtin- ‘wî komeleyeka berhemên rojhilatê yên bijare û buhadar hene. Pirtûkxaneya wî ji bilî bergên çapkirî, ji 260 destnivîsên erebî, farisî û tirkî pêk hatiye’(14). Piştî sala 1868ê beşekê van materyalan hat veguhastin bo nav koleksiyonên Pirtûkxaneya Giştî li Petersburgê -ku niha dibêjinê pirtûkxaneya Saltykowa-Szczedrina li Leningradê, beşekê din ket nav hinek koleksiyonên din mîna koleksiyonên Museuma Brîtanî li Londonê, Destxetên Jabayî yên ku di pirtûkxaneya Leningradê de bûn, ji aliyê M. B. Rudienkoyê (15) ve kar li ser hat kirin.

Hemcar ev karê hind mezin yê A. K. Jabayî li Polonyayê kêm naskirî ye. Li vê dawiyê nivîsa J. Reychmanî ev valahiya di warê rojhilatnasiyê de heyî pir kir. Xwediyê vê nivîsê ji bilî agahdariyên biografîk, bi awayekê xwepirmandîkirî û bi çavekê bibliografîk çû ser behsê piraniya xebatên Jabayî, ew bi taybetî çû ser behsê wî wek pêşengê warekê nû yê rojhilatnasiya kurdolojiyê (16). Lê heta niha, ji aliyê etnografî ve, wek pêwîst, li ser kar û xebatên Jabayî yên nasandina kultur û jiyana kurdan nehatiye kar kirin û û ew wek pêwîst nehatine nirxandin. Ev kêmasiyeka mezin e ji ber ku zanista polonî pêwîstî bi jêder û xebatên girêdayî vî babetî heye. Bê guman xebata A. Jabayî bihayê xwe yê mezin ji bo dîroka etnografiya polonî di warê lêkolînên neewropî de heye.

Yek ji destxetên ku di nav komkiriyên Jabayî de bû, nivîsa M. Bayezîdî ye ya bi navê “Adat û risûmatnameê ekradiye”. Ev parçeyek e ji wan hemî berhemên ku ji aliyê Jabayî ve hatine xirve kirin, parçeyek e ku pir baş kultura kurdan bi me dide nasandin. Ev herweha jî bala me dikişîne ser bihayê etnografî yê mezin yê wan materyalên ku ji aliyê wî ve hatibûn civandin. Evca pir giring e ku em kêmtişt parçeyekê ji koleksiyonên wî binasin.

Xwediyê vê tekstê zana û heciyê kurd, Mehmûdê Bayezîdî ye, ku li Tirkiyeyê dijiya. Ew yek bû ji jêderên Jabayî yên zanyariyan û wî li ser daxwaza wî materyalên girêdayî kurdan nivîsîn. Ew li dorhêla sala 1797ê ji dayik bû, ew mirovekê xudan şiyaneka piralî bû, pir hişyar û têgehiştî bû. Ew baş di zimanê erebî, farisî û tirkiyê de zal bû û pir baş literatûra wan miletan nas dikir. Hewesa M. Bayezîdî bêtir ketibû ser literatûr û zimannasiyê. Wî gelek tekstên folklorî nivîsîn, gelek werger ji zimanê tirkî û farisî kirin, gramera zimanê kurdî berhev kir, çend xebat di warê wê gramerê de li gel çend pirtûkan bo xwendingehên kurdî nivîsandin. M. Bayezîdî bi dirêjahiya çend salan dostê A. Jabayî bû û arîkariya wî di civandina destxetên kurdî de kir. Ew wekî kesekê şehreza di adetên miletê xwe de, çavkaniyek û berdestkerekê baş yê zanyariyan bû (17).

Her wekî M. B. Rudienko me aghadar dike (18), destxeta M. Bayezîdî “Adat û risûmatnameê ekradiye” bi zimanekê sade, yê nêzîkî zimanê kurdî yê axiftinê yê nûjen hatiye nivîsandin. Du nisxeyên vê berhemê di nav komkiriyên Jabayî de hene. Yek bi destxeta M. Bayezîdî bi xwe hatiye nivîsandin, yan din jî kopiya orijînalê ye. M. B. Rudienko salên 1858-1859ê bi salên duristbûna orijînala destxetê dest nîşan dike û dibêje ku di navbera rêzan de û li ser margînala wê berhemê transkrîpsiyona latînî ya lêkerên infinitîf ku di tekstê de hene, li gel wergera fransî ya hinek peyv û terman hene. Di rûpelên aliyê rastê de teskta kurdî cî girtiye û di rûpelên aliyê çepê de transkrîpsiyona latînî ya tekstê cî girtiye. Ev hemî destxet bi hibrekê reş hatiye nivîsandin û bi bergekê kartonî yê şîn hatiye cilid kirin.

Kopiya destxetê, li gor M. B. Rudienkoyê di sala 1868-ê de li Smîrnayê durist bûye û ji bilî teksta kurdî ya orijînal wergera fransî ya A. K. Jabayî jî li gel pêşgotina bi zimanê fransî pê re ye. Teksta kurdî û transkrîpsiyona wê ya latînî li ser rûpelên destê rastî ne, ku li ser du kolumnan hatine dabeş kirin û li ser rûpelên destê çepê jî wergera fransî heye. Li margînalan, di bin teksta kurdî de û bi nivîseka erebî -qaşo bi destxetê A. Jabayî- lêkerên infinitîf yên di tekstê de heyî hatine dan. Hemî bi bergekê kesk yê ji kartonî hatiye cilid kirin. Di pêşgotina navbirî de behsê egerên hindê dike ka çima M. Bayezîdî paşnavê xwe çi caran li ser destxetên xwe nenivîsî. Egera hindê jî ew bû ku ew ditirsiya ku ew ji aliyê rûhaniyên misilman ve li ser agahdarkirina ‘kafiran’ bi detalyayan ji jiyan û adetên miletê xwe bêt gunehbar kirin. M. B. Rudienkoyê ev destxet li ser bingehê orijînalê ji çapê re amade kir. Ew di sala 1963yê de li Moskvayê hat weşandin û pêk hatiye ji wergera rûsî ya timam ya teksta orijînal li gel teskta kurdî. Bi wergera rûsî re zanyarî ji aliyê M. B. Rudienkoyê ve hatine dan û ew hatine wergirtin ji lêkolînên wê yên meydankî û ji çend jêderan û berî hemiyan xebatên O. L. Wilczewski, T. F. Aristowej, S. A. Egiazarowa, A. A. Arakelana û K. Chaczaturowa (19). Di wergerê de herweha zelalkirin û agahdariyên kurt hene ku ew hîn di nisxeya orijînal de ji bal A. Jabayî ve hatibûn kirin.

Materyalên di destxeta binavkirî  de ne, bi hemî ve li ser ‘urf û adetên kurdên herêma rojhilata Tirkiyeyê, li dormandorê gola Wanê heta digehe deverên Hekarî, Bitlîs, Mûş û Horasanê ne. Li gor M. B. Rudienkoyê adetên kurdên van deveran gelek nêzîkî û gelek caran jî eynî adetên kurdên Îran, Îraqê yan çi kurdên êzidî ne (20). Lê ev bi rengekî ji rengan ne hertim weha ye, ji ber ku gelek ferqên hûr hene ku ji egera kartêkirina miletên cida yên cîran yan dewrûbera geografî ya jêkcida peyda bûne. Bi taybetî kurdên êzidî, ji ber xusûsiyeta forma bîr û bawerên wan û hesta jêkcidahiyê û gelek formên kulturî yên jêkcida.

M. Bayezîdî di xebata xwe de behsê hinek elementan di meydana, berî her tiştî, peywendiyên civakî û zanîna gelêrî û baweriyên kurdan de dike û kultura materyal bi yekcarî li rexekî hiştiye. Em ji ya dawiyê hema bi tenê hinekê li ser xanîsaziya kurdî, sexbêriya heywanan, xwarinên xelkî û senetên destî û bazirganiyê distînin. Destxet bêtir agahdariyan li ser jiyana kurdan ya koçeriyê û çend formên kulturî yên girêdayî wê dide. M. Bayezîdî bi taybetî diçe ser pirsên girêdayî peywendiyên di navbera kurdên koçer û kurdên binecihbûyî. Lê cihê mezintir di destxetê de bûye cihê ‘urf û adetan. Nivîskar bi dirêjî li ser ‘urf û resmên ji dayikbûna zarokan, sinetkirin, nîşanî û dawet, serûberên dawetan radiweste, ji bilî van jî diçe ser behsê pirsên berdanê û adetên veşartina miriyan yên di nav kurdan de belav. Destxet herweha diçe ser behsê tradisyonên kevnar yên heta di serdemê nû de jî mayîn, wekî tolstandin yan ‘tola bi xwîn’ û zibareyan. Herweha agahdarî ji aliyê M. Bayezîdî ve li ser cihê jinê di civaka kurdî de û li ser maf û erkên wê hatine dan, herweha jî çûye ser behsê pirsa pêşhikmên zaldar yên xêvzankî, bi alîkariya tiştên cor bi cor û bûyer û qewimînên xwezayî, dermankirina nesaxan bi niviştî û bazbendan û xêvzankî. Ne bê behr e ji wesifkirina merasîmên cejnan, leyistik û yariyan li gel govend û stiranan. Sexletên taybet yên miletê kurd, wekî mêvandarî, egîdî, giravî, hurmeta pîr û desthilatdaran, lê herweha tolstandin (heyfhilanîn), neyarî û heza talanê.

Materyalên di destxetê de berçavkirî, bi rengekê gelek bê tertîb hatine dan. Gelek pirs tev li hev dibin, gelek caran hinek elementên kulturê yên ji hev cida di eynî berperê de tên berçav kirin, bê jêkvavêrkirin û dabeşkirina grafîkî. Wekî mînak di rûpela 20ê de zanyarî hene li ser parastina malûmilk û dewlemendiyê, zanistê nivîsandinê li cem keçan, rola jinên pîr, xirafat û pêşhikmî, dermankirin li cem hekîman, giriyan li ser ji destdana heywanan û girî li ser ji destdana kesekê nêzîk; di rûpela 27ê de zanyarî li ser ji dayikbûna zarokan, hejmara jinan û telaqdanê, mîratên ku digehin jinan, kincên miriyî, ahengên peywendîdar bi roja jidayikbûna pêxemberî, nîşanî û dawetan (21). Nivîskar behsê yek adetî di yek cihî de nake, lê ew gelek caran vedigere ser behskirina wî. Ji bo nimûne em behsê terîtbên dawetan di rûpelên 12, 19, 27-29, 59, 61ê û behsê tertîbên veşartina miriyan di rûpelên 17, 27, 50ê de dibînin (22). Di behskirineka berferh de li ser materyalên di destxeta M. Bayezîdî de pêwîst e bêt gotin ku ew rastiyên ji aliyê wî ve hatine civandin û behiskirin hemî wêneyên jiyana kurdan û yên pê ve girêdayî ji peywendiyên civakî, zanyariya gelêrî û baweriyên vê grupa etnîkî berçavî me nakin. Lê tevî wê jî ew dimînin wekî çavkanieyeka dewlemend ya zanyariyan, ku hindik jî be rê li ber naskirina me bo kultura kurdan xweş dike.

M. Bayezîdî, ku bi xwe kurdekê binecihbûyî bû, di gelek materyalên xwe de cihî dide jiyana xelkê kurd ya koçeriyê. Ev grupên koçer her wekî ji behsê M. Bayezîdî diyar dibe, ji bo bidestxistina çerwanan salê çend caran cihê vehewyana xwe diguhorî. Li buharê, tam li 20ê adarê, her wî demê koçeran ciyên xwe yên zivistanî dihêlan, wan reşmalên xwe her li nêzîk vedidan, di qelş û derzên kevirîn û li erdên derberdayî di demê zabûna berx û bizinan de. Ev cihê manê bi war-koz dihat bi nav kirin. Piştî bidawî hatina vî wextî wan xwe bo havînê vediguhaste çerên çiyayî yên bilind, ku bi zozanan dihatin bi nav kirin. Ji bo ku di demê payîzê de vegerin ve nav war-kozan. Her çend deh malan warê xwe hebû, û malbateka weha ya hevbeş bi zomê dihat bi nav kirin. Wekî prensîp kesê warê yê din nedigirt, ji ber ku karekê weha dê bibûya egera telihevî û arêşeyan di navbera eşîran de.

Di demê barkirinê de bo cihine din hemî tiştê heyî li hespan dihat bar kirin.Li serê karwanî çend çekdarên ku bi pêş-koçî dihatn bi nav kirin bi çekên xwe ve di haletê amadebûnê de bûn. Li pey wan jinên ku serên hespên barkirî dikêşan diçûn û li pişt wan jî kerên pezî û heywanên din. Di demê çûna karwanî de bi rojê û her weha bi şevê jî zelaman bi çekê xwe ve, ji tirsa bi serdegirtina eşîran, nobedarî dikir. Ji bo parastina reşmalên serokeşîrî û pîrê zomê, du nobedar ji her yekî re hebûn. Nobedaran di haletê xeteriyê de hemî xwecihên zomê hişyar dikirin û reşmal ji wê derê dibirin û xwe ji bo şerî amade dikir (23).

Encax di xweamadekirina barkirinê de bo cihên zivistanî, amadekariyên şerî li hember êrişan dihatin rawestandin. Lê ev nedihat maneya aştiyeka tam, ji ber ku di xweveguhastinê de bo cihên zivistanî kurdan reşmalên xwe li nêzîkî gundên xelkekê xwecihbûyî ku peywendiyên wan di pirî caran de pê re bi arêşe bûn vedidan. Her çend wan xwe wekî mêhvanên gundî didît, lê ew li ser kîstê gundiyan dijiyan. Eger li zivistanê hinek heywanên koçeran ji kerî û garanên wan veresiyabana, wan, demê ku ji wê derê bar dikir, hinek heywanên sax yên gundiyan dibirin û digot: ‘…heywanekê min li vê zivistanê li vî gundî ji dest min çû, vaye ez vî heywanî li cihê wî dibim (24). Evca weha peywendiyên di navbera kurdên koçer û kurdên akincî de ne baş bûn. Koçeran rûniştivanên akincî bi goranan bi nav dikirin. Wekî mînak pir kêm caran keçên ji grupên koçer didan şû bi rûniştivanên xwecihbûyî û berûvajî. Li gor koçeran goran xelkekê bê xêr û tirsinok in û zarokên wan tiral û tirsinok in û bi kêr çi nahên. Wan di şeran de çi caran kurdekê akincîbûyî ji xwe re nedikire hevpeyman, ji ber ku ew ji wê piştrast bûn ku ew dê zû ji qada şerî bireve. Bi dîtina wan jinên gundî qet bi kêrî wê nedihatin ku bibin jinên koçeran, ji ber ku ew ne rûxweş bûn, wan hez ji rehetiyê dikir û nedikarîn tehamula jiyana koçeriyê bikin. Gundiyan jî ji aliyê xwe ve koçer wekî diz û cerdevanên pozbilind didîtin. M. Bayezîdî dibêje di rastiyê de peywendî berê hêj xerabtir û dijminanetir bûn, Koçeran di demê mêhvandariya xwe de li nêzîkî gundan alîk ji bo dewarên xwe didizî û pez û berx û mirîşk vedikuştin û goreyên hiriyê û pareyên zêrî, di demê ji wê derê barkirinê de, bi xwe re wekî diyarî dibirin. Ew bi vî rengî ji gundekî diçûn gundekê din û wextê dibû demê durîna dexlî, wan gwînîkên xwe yên vala didan gundiyan û digot: ‘…bi dexl û danî tijî bikin. Wan viya û neviya diviyabûya wan ew gwînîk pirkiribûna, û koçeran ew dibirin. Eger gwînîk nehatibûna pir kirin wan hîngê heywan dibirin. Neheqî û tadariyên weha heta van salên dawiyê jî zal bûn’ (25).

Nivîskar di demê nivîsîna materyalên xwe de îtîraf dike ku tevî ketina gelek koçeran bo nav jiyana akincîbûnê û hilweşiyana hêza serokeşîran, hêj eşîrên koçer ji bo xelkên akincîbûyî xeter bûn. Rojane xanî û kadîn dihatin şewitandin, berdana garanan bo nav çer û bîstanên kurdên akincî, yên ji tirsa encaman bi nermî tehamula vê hemî tepeserkirinê kir (26).

Şêngista aboriya kurdan, wekî bo me ji wan materyalên, di vî warî de ne gelek in, yên M. Bayezîdî diyar dibe, bi awayekê serekî bixudankirina pezî bû. Ew di nav kurdan de gelek bihadar bûn, heta malbatên dewlemendtirîn jî pez ji bo goştî ji xwe re serjê nedikirin, bes di haletê nexweşketina heywanan yan hatina mêhvanekê qîmetbar de. Jidestdana pezî ji ber rewşên xerab yên seqayê dibû egera xemeka mezin. Carekê, her wekî M. Bayezîdî dinivîse, weha qewimî ku xudanê hezareha pezan, ew hemî pez di egera sermayeka qerimî de ji dest dan. Ev kesê ziyanpêketî bi giriyeka mezin çekê xwe li bejna xwe aland, xwe havêt ser hespî û bi xardan di navbera reşmalan, berê tivenga xwe da esmanî û gule berdanê û  û dest bi peyivên dijûniyê kir: ‘Xwedê, te pezêd min qir kirin, tu li ku yî? Were em bikine şer’. Di wê gavê de ew ji ser hespî ket û mir. Gelek adet û teqalîd girêdayî xwedîkirina pezan bûn. Şivanên şehreza, yên ku ji nav hezareha kehirkan dişiyan wan ji hev cida bikin û bê xeletî wan bidin gel dayikên wan, di piraniya caran de sexbêrî ji pezan dikir (27).

Mirov dikare li ser bingeha materyalên M. Bayezîdî bibêje ku herweha sexbêrîkirina hespan jî roleka mezin di aboriya kurdan de dîtiye. Wan bes hespên ji nifşên bijare xwedî dkirin û ew – wekî nivîskarê destnivîsê dinivîse – nifşê keêl, hed, seklawî û mîeng. Ev hemî nifiş yên baştirîn, gelek xwegir û bi hêz bûn. Şêxên kurd yên navdar hêştir jî hebûn. Her weha di nav kurdan de seyên ji nifşên bijare dihatin bilind nirxandin, ji ber ku ew nobedarên pir baş bûn bo pez û milk û malî. Ji bo seyekê baş 10-15 pez dihatin dan (28).

M. Bayezîdî dinivîse ku xwarina kurdan bi awayekê serekî li ser berhemên şîrî bû. Xwarina serekî ya rojane, berî her tiştî ya xelkê hejar, nanê cehî yan nanê garisî, dew, mast û jajî bûn. Goşt gelek kêm dihat xwarin. Nan bi tiştekê gelek pîroz dihat nas kirin, pir caran sond bi nanî dihat xwarin û dihat gotin ku ew kesê nanî nexwe, kesekê dûrî Xudê ye û hurmeta qanûnan nagire. Qenaeteka wesa jî belav bû ku nanê yekê yê ji tenûrê derxistî ne yê xwarinê ye, goya ku ew ji aliyê zelamekî bihata xwarin dê bibûya egera mirina jina wî.

Xwarina xelkê dewlemend bêtir texlît bû. Carna di nav hinek eşîran de adetek weha berbelav bû ku axayî hemî xelkê eşîra xwe gazî dikir ser xwarinê. Ji aliyekê din ve û bi minasebeta cejn û şehyanan gelek texlîtên xwarinan dihatin durist kirin, wekî pûxîn -rengekê nerim yê nanê şirîn yê duristkirî ji arê di nav gelek duhnî de qelandî (sor kirî), helîse -zadê duristkirî ji libên genimî, goştê mirîşkan li gel duhnê helandî, yan jî kade -kêka têkelkirî bi duhnî û şekirê. Tevî vê jî xwarinên bi giştî ji aliyê kurdan ve dihatin xwarin, ne pir bûn û heta di dawet û ahengên din de xwarina serekî birinc û goştê di nav gelek duhnî de li gel çêkiriyên şîrî bûn. Kurdan alkohol venedixwar (29).

Mirov dikare di warê kultura madî de gelek zanyariyan li ser mimariya kurdî  bibîne. Xelkê koçer di reşmalan de dijiya, ew reşmalên ku ji tevnê rîsî yê reş yê zivir û gelek di berêk re dihatin çê kirin, serbijêr û meyilbûyî û bi stûnên ji darî di erdî de qutayî radixistin. Reşmalên kurdî ji ber meziniya wan dihatin feriq kirin, ew jî dima girêdayî çendiya stûnan. Xelkê hejartir di reşmalên bi du yan sê stunan de dijiyan, dewlemend û serdarên eşîrê di yên bi deh stşnî de. Ev reşmal di nîvê de bi perdeyekê dihatin dabeş kirin li ser beşê jinan û yê mêran, beşê mêran pirî caran wekî cihê civînan, ku bi dîwanxane dihat bi nav kirin, dihat bi kar anîn. Jin bi mêrên xwe re di kwînên biçûktir de radiketin (30).

Bi awayekê marginal M. Bayezîdî diçe ser behsê rola tîcaretê û pareyî di nav kurdan de, ew qala rengên çekan dike û hinek agahdariyan li ser senetê û xemla jinên kurd dide (31).

Berferehtir di materyalên berçavkirî de behsê pirsgirêkên civakî têt kirin, nivîskarê destnivîsê di vê de balê bi taybetî dikêşe ser rola serdarên eşîrê û melayan û pîran di civaka kurdî de, ew herweha bi rengekî diyar dike ku cihê jinan di vî tevnê civakî de ferq e ji ya jinê di cîhana erebî de.

Serdarên eşîran li gor Bayezîdî di nav kurdan de hurmeteka mezin hebû. Desthilata wan bi mîrat bû. Guhdariya wan pir dihat kirin, bes ku wan bangek ji bo bicihanîna erkên qewm û eşîriyê kiriba, mîna arîkariya yên hejar di nav qewmî de û sexbêrîkirinê ji wan, da bibe egera hevrikanê li sera hindê. Mala şêxî li cem xelkî cihekê xwe yê taybet hebû, ji bo nimûne heger yekî destdirêjiyek kiriba û wî paşî xwe li mala şêxî veşartiba, ew ji rahêlana li dû xwe rizgar dibû. Şêx bi xwe ne kesekê destdirêjîlêkirinê bû, kesê bisteh nedikir çi tiştê wî bidize. Wî desthilata jêkvekirina eşîrên pevçûyî hebû û herweha wekî kurdan bawerî bi hindê dihat, saxkirina mirovên nexweş û bi taybetî xelkê dînbûyî. Lê Bayezîdî bi xwe îtîrafê bi hindê dike ku şêx di piraniyê de mirovên dilreş bûn, wan desthilat ji bo meremên xwe yên egoistî bi kar dianî (32).

Herwha peywendiya kurdan li gel melayan jî cihê qîmetdanê bû. Li her zomekê melayek hebû, ku xelk gazî dikir nivêjê û mehir dibirîn û di veşartina miriyan de beşdar dibû û di arêşeyan de gotina xwe hebû. Wî herweha zarok jî hîn dikirin. Mîna şêxî, wî jî desthilata jêkvekirina eşîrên pevçûyî hebû. Zekat, yanî dayîna ji aliyê Quranê ve destnîşankirî, wekî dexl û pereyî, ji zomê, li hmeber van karên melayî digehiştê. Kurdan hewil dida hemî awayên hurmetgirtinê nîşa melayan bidin. »Heger melayî li yekê xort xist yan lê kir qêrî ew di bersivê de destê xwe ranake û li dijî melayî ranaweste. Heger xortek melayî li ser rêya xwe bibîne, ew dê ji ser hespê xwe peyar bibe û dê destê wî maçî bike û paşî dê li hespê xwe siwar bibe da ku li ser wexera xwe berdewam bibe« (33). Herwha hem pîremêr û hem pîrejin li nik kurdan cihê hurmetgirtinê bûn. Wan li dor xwe xort kom dikirin, jê re qala serhatî û pirsên giring ji jiyana xwe dikir û şîretên pêwîst didan wan. Pîremêran kur hînî resm û tertîbên şeran dikirin û pîrejinan keç û bûk li ser karûbarên navmalan û ka divêt jin çawa tê de reftarê bike serwext dikirin. Pîran di pirsgirêkên mezin de şîret li xortan dikirin û xort ji gotinên wan der nedikeftin (34).

M. Bayezîdî gelek caran diçe ser behsê pozisyona jinê ya baş di civaka kurdî de, li gor wî ”Jinêd ekradan zehf ji mêran bi aqil û kemal û îdrak û bimirovahî ne. Zêde dilovan in, rehmê bi xerîb û biyaniyan dikin. Û zêde ehil qenat û xweyî îtaat in. Zêde di malan de sahib îxtiyar in, bê mêran didin û distînin. . .” 35. Mirov li gor materyalên Bayezîdî weha têdigehe ku piraniya berpirsiyariyan ketibûn ser milên jinan. Ew bi hemî karên navmalê radibûn tevî sexbêrîjîkirina hespên zelamên xwe jî. Wan nahlîk, lihêf û mehfûr çê dikirin, bi karê tîcaretê, tiraştina hiriya pezî, çandinê radibûn, ji ber ku ”Mêr bi xeyrî şerî tev şolekî qewî nakin”. Ew pir azad bûn, mîna zilaman di civînan de beşdar dibûn, wan îmkana axiftina vekirî li gel zilamên biyanî û têkiliya li gel xelkî hebû, bê ku navçavên xwe binixêvin. Herweha adeteka berbelav hebû, ew jî ew bû kû jinek çûbûya di navbera du eşîrên bişerketî de û dersoka xwe ji serê xwe kiriba û di navbera wan de raêxistiba, wê gavê herdu dijminan şerê xwe radiwestand. Rola jinê di şeran û bi taybetî di nav eşîrên koçeran de nebes ev tiştên edetî bûn. Ew bi awayekê çalak di şeran de beşdar dibûn. Demê şerî dest pê dikir jinan barên xwe li cihekî berhev dikirin û ew wek meterîs bi kar dianî û tê de zarok diparastin û wan bi xwe jî çek hildigitin û li benda encamên şerî dibûn. Eger encam ne di berjewendiya êla wan de bû, wan jî tevî mêran, berevanî ji cihê xwe dikir. Lewra jinên kurd cihê hurmetgirtin û qîmetdanê bûn.

”…jînêd ekradan (vê pitir peywendî bi koçeran heye – M. P.) bi rastî nadir el zeman in. Lewranî him jin û him xulam û him pawan û him di şerî de îqtiza bikitin, li derî malê yar û yoldaş eÎqtîza bikitin bi şev diçine cihê tirsê diçine şolan û şer peyda bitin jinêd ekradan şerî dikin yarîkariyê ji boyî mêrên xwe dikinÛ ku fecir dibitin jinêd ekradan ji cih radibin, hespan ditewilînin û dewar û rizqî bere garanê didin û malê û derî malê dimalin. Û meşkê dikên û şîrî gerim dikin û hêvîn dikin. Xulasa eger şewate / êzing / tunebitin diçin û şewatê berhev dikitin û tînitin û nanî û zadî dipêjin… Lê jin bi vî halê xwe razî û qanî ne” 36.

Keçên kurd jî wek kuran xwe li cem melayan hînî xwendin û nivîsandinê dikir. Jin jî xwediyên milk û malê xwe bûn, xudan milk û malê xwe yên taybet bûn. Ew tişt û malê wan yên ku ji mala dayikûbaban digehişte wan û digotinê şekêrt, wek pez, dewar û diravî. Piraniya jinan tiştê ku ji mîratî digehişte wan newerdigirt, lê ew pêşkêşî birayê xwe yan lêzimekê xwe yê nêr dikir. Ji ber ku dîtineka weha hebû ku şerm e jin mîratî bistîne û wergirtina mîratî ji wê re bextreşî ye.

M. Bayezîdî balê dikêşe ser azadiya jinê ya berfereh di civaka kurdî de. Lê bi tenê di haletê xiyanetê de jin û mêrê ku pê re xiyanet kirî dikuştin. Xiyaneta jinê şehmizariyeka mezin bû jê re û kuştina wê, herweha mêrî li pey xwe nedibû egera heyfhilanîn, xwînrijandinê yan paredana li cihê xwînê, heta nedibû egera peywendîbirînê; kesê piştî mirina wê xem nîşa nedida û tazî nedidana 37.

Bayezîdî herweha di destxeta xwe de behsê peywendiyên kurdan li gel kêmaniyên etnîkî yên li herêmên wan dijîn dike. Mebesta wî li vê derê bi awayekê serekî qereç û ermenî. Ji ber ku êzidî (ku gelek caran behsê wan di vî materyalî de têt kirin) bi xwe kurd in û fgerqiya wan ji kurdan – ku di piraniya xwe de misilman in – baweriya wan ya dînî ye. Nivîskarê destxetê behsê wan dike wek ”Êzidî ne. Rism û ayîn û erkanêd wan jî cê ne”. Lê M. B. Rudienko ne bi vê re ye û bi dîtina wê mubalexe di vê dîtina nivîskarî de heye 38.

Li gor Bayezîdî peywendiyên kurdan bi ermeniyan û qereçan re, yên ku di piraniyê de akincî bûn, baş bûn. Gelek caran diqewimî ku kurdên koçer di demê zivistanê de wek mêhvan li nêzîkî gundên ermeniyan diman. Mirov ji vê dikare fehim bike – eger mirov gotinên berî vê yên Bayezîdî yên li ser îstîxlalkirina xelkê xwecihbûyî ji aliyê koçeran ve li ber çavan bigire – ku mêhvandariya ermeniyan ji bêgaviyê bû, ew jî ji ber karakterê kurdan yê şerkeriyê. Gelek caran jî jinmêriya eremnî-kurdî çê dibû, ku keçên ermenî şû bi zelamên kurd yên koçer dikir 39.

Hejmara qereçan li gor vê destxetê li van herêman ne pir bû, di nav her êleka kurdî de çend malbatên qereçan – mutriban – hebûn. Peyva mutribwek ku Rudienko diyar dike, ji zimanê erebî têt û mebest jê muzîkvan e, ev jî girêdayî karê qereçan e – muzîkvanên rêving. Kurdan ew bi begzadebi nav dikirin. Li gor M. B. Rudienko binyatê vê peyvê (ku têt manaya pismêr) ne zelal e, dibe ku ev nasnavekê henekpêkirinê be. Ev xelkekê pir hejar bû û debara xwe bi muzîkvaniya di dawet û şehyanên din de dikir. Jinên wan di piraniyê de xaxazokî dikir. Kurdan hurmet li hebûna wan digirt, lê jinkirin û mêrkirina li gel wan ne cihê qebûlkirinê bû. Ew li gel kurdan bi kurdî diaxiftin, di nava xwe de jî bi zimanê xwe diaxiftin, ew zimanê ku Bayezîdî dibêje ku kesê ji bilî wan ew nedizanî 40.

Kurd di piraniya xwe de msilman in û ji mezhebê sinî ne. M. Bayezîdî diyar dike ku ew ”mislmanên baş bûn”, pir girêdayî şîretên di Quranê de ne. Yek ji rojên ku wan pîroz dikirin roja jidayikbûna pêxemberî bû ku bi ”Mewlûd”ê têt bi nav kirin. Kurdan herweha bawerî bi hêza ziyaretan hebû; tişt û cihên pîroz û diçûn seredana wan. Ziyaret dikaribûn dar yan ber bin û qurban jê re didan û ew li ber wan ziyaretan ser jê dikirin û şemal jê re hil dikirin û ev hemî ji bo tobet û daxwazkirina arîkariyê di rewşên pir tengav de dikir 41.

Destxeta Bayezîdî diçe ser hinek wesfa adet û urfên girêdayî bawerî û rojên pîroz yên xelkê kurd. Ev adetên cor bi cor bi her mirovekî re bûn, her ji roja bûnê heta mirinê û di jiyana rojane de dihatin bicih anîn. Nivîskarê materyalan diyar dike, ku ji bo hîsanîkirina zarobûnê li ber jinê, zelaman, dûrî deiyê wî xanî yan reşmala ew jina li ber zabûnê tê de bû, qêriyên bilind berdidan, bi wî awayî zû zaro dibû. Zarok, her piştî bûnê bi ava sar dihat şûştin, bi hizra ku ew bi wî rengî dê qaîmtir û mukimtir bin. Dîtineka berbelav di nav kurdan de hebû ku ew amrazê navika zarokî pê dihête birîn dê katêkirineka meizn li ser siberoja zarokî hebe: ”Mesela: Weko navika kuran bi şûrî bibirrin, ew kur şûrengîv û camêr dibî. Eger navika kuran bi qelemê bibirrin, ew kur paşê ehil qelem û mele û katib dibî. Û navika keçan jî eger bi zêr û imaretê zêran bibirrin, guya ew keçê dibite xanim û xatûn û xweyî cil û nîmet dibe. Eger nava keçan bi kil weseme ê bibirrin, guya zêde spehî û rind dibin” 42.

Her di warê sinetkirina zarokan de adetek hebû digotinê ”Krîvatî”, ev terma kirîvî, li gor wergera M. Rudienkoyê têt manaya; ew kesê ku zarokî di demê sinetkirinê de li ser çokên xwe hildigire. Li gor wesfa Bayezîdî mirov weha jê têdigehe ku ew babê dixwest zarokê xwe sinet bike, hespekê baş karkirî dihinart mala wî mirovê ku wî hilbijartî, li gel pêşniyaza ku ew bibe kirîvê wî. Kû wî mirovî hespê wî qebûl kir, wî jî ji aliyê xwe ve, li gel diyariyan, bersiveka dilxweşker dihinart. Yên dewlemend jî beranek bo kesê ku dê bibûya kirîvê wan dişand. Piştî sinetkirinê yê kirîv dibe niyasê herî nêzîk yê malbata yê sinetkirî. Babên wan yên ku dê bihatana sinet kirin dê mêvandariyekê amade bikin. Li destpêkê dê xwarinê pêşkêşî mêvanên dawetkirî bikin. Paşî dê sinetkirin dest pê bike, ku ”dellak” pê radibû. Kirîvî bexşîş dida dellakî. Rojê du caran û di demê sê rojan de xwarin ji bo zarokên sinetkiriî, di sêniyan de, ji mala kirîvî dihat anîn û demê zarok ji xewê radibû, kirîvî destekê kincan jê re dikir diyarî. Piştî çend rojan, babê zarokê sinetkirî kirîv û jina wî gazî dikirin mala xwe bo ser xwarinê û li gor pêçêbûna xwe diyarî didan wan. Gelek caran jî weha çêbûye, kû kesekê zengîn kurê xwe sinet kiriba, wî di eynî wextî de û li ser kîstê xwe zarokên malbatên hejar yan zarokên sêwî jî sinet dikirin 43.

Di nav kurdan de adetekê weha nebû ku qîz bikaribûya mêrê xwe dest nîşna bike. Biryara babê û birayî di vî warî de yekalîker bû û keç nikaribû li dijî rabiweste. Ji bo malbata keçê şerm û fihêtî bû eger keçê ew dezgirê babê û birayî jê re dest nîşan kirî red bikiraya. Herweha adeta zewicandina zarokên nûbûyî ku dibêjinê Bêşik-kertme pir belav bû. Poşmanî li ser nedibû û wextê zarok mezin dibûn daweta wan dihat kirin. Herweha adetek hebû digotinê Berdêlî; yanî jinûmêrkirina bi rêya pêguhorkanê. Wek ku yek xwîşka xwe dike jina yekî û ew bi xwe jî xwîşka wî kesê wek jin ji xwe re tîne, yan jî keça xwe wek jin dida kesekî û wî jî keça wî wek jin ji xwe re dianî.
Herweha jî jinûmêrkirina bi rêya revandinê jî çêbûye. Keç revandin li cem kurdan ne şerim bû, eger ew li ser daxwaza keçê rûda baya.

”Weko keç û kurî hevûdu hebandin û bav û da keçê nadine wî kurî, îcarî kur ewê keçê direvîne, dibine mala axayekî yan şêxekî û xweyiêd keçê be pêy dikevin, eger li rê rast hatî, keç û kurî herduyan jî dikujin, eger rast nehatî, selamet çûn êdî xweyî ê keçê qadirê tiştekî nabî. Îcarî ew axa û ya ew şêx ku keç û kur çûne malê dikevine mabeynê. Eger malê wî kurî jî tunebe ji kîsê xwe û yan jî cîranan miqdarekî mal û diraf berhev dikin û dibin diçine mala xweyî keçê û rica dikin. Elbette selaha wan dikin, û ewê keçê li wî kurî mar dikin û dijminahî radibe…” 44.

Pir hindik çêbûye ku keç bi xwe mêrê xwe hilbijêre, wextê zelamekî razîbûna dayûbabên keçê, ji bo anîna keça wan distand, wî hespê xwe ji wan re dikir diyarî. Piştî xazgîniyan, qelenê keçê dibirin û ew gelek bû û digehişte 500 pezan. Ji bilî wê jî, kû keçê bab û dayik yan bira hebûna, diviyabûya ji her kesî re diyarî bidana.

Eger yê ku bi dawetê radibû – wek Bayezîdî dinivîse – mirovekê dewlemendbûya, wî ji her kesê bo dawetê gazîkirî re qeleqindekê (keleşekirek) mezin dişand û ji xelkê hejar re keleşekirekê biçûktir dihinart. Her kesê gazî kirî yek heta deh pezan ji xwediyê dawetê re dikir diyarî. Bi vî awayî kesê ku keça wî şûkirî hind pez û diyarî xirve dikirin, ku heqê hemî mesrefa dawetê jê derdiket. Jinan jî ji aliyê xwe ve diyariyên mîna ber, çante yan jî goreyan pêşkêş dikirin.

Eger mala bûkê nêzîkbûya, du jinan ji mala zavayî û du jinên dibêjinêberbûk (yek ji mala zavayî û yek ji ya bûkê) destê bûkê digirt û ew hêdî dibir mala zavayî. Eger mala bûk û zavayî ji hev dûrbûna, bûk li hespekê xemilandî siwar dikir, çend siwar li pêşiyê û ew dibir mala zavayî. Zava û çend zelamên bê jin pare diavêtin ber pêyên bûka gehiştî ber derê mala zavayî û zarok û hejaran ew pare ji xwe re radikirin û piştî wê rêûresmên dawetê dest pê dikir.

Di dawetên kurdî de gele govend dikirin û stiran digotin. Kurdên pêçêbûyîtir di wextê dawetê de muzîkvanên taybetî dianîn û ew jî qereç bûn. Carna jî bes li ber dengê stiranên stiranbêjên gelêrî yên ku digotinêdengbêj govend dihatin kirin. Bi girtina destên hevûdu, hem mêran û hem jinan di merasîmeka ku paşî bûk û zava jî tevlî dibûn de dawet dikir. Yên gazîkirî di demê govendê de pez û dirav şabaş dikirin. Dusêka wan pez û pereyan dibûn behreya xwediyê dawetê û pişka sêyê jî digehişt mitriban (dengbêjan). Dawetê, li gor pêçbûna xwediyê dawetê, ji sê heta heft rojan dom dikir. Zadê ku bo mêhvanan dihat çêkirin birinc û goşt bû. Zad li erdî yan li ser tiştekê raxistî dihat deynan.

Di çend rojên dawetê de şeva yekê şeva bûkûzavaniyê bû ku digotinêgerdek, ku bûk û zavayî ew bi hev re di odeya bûk û zavaniyê de, ya ku di xaniyî yan di reşmalê de jê re dihat terxan kirin, derbas dikir.
Şayed eger zava girêdayî bitin gerdek nebitin ew lawêd dawatê ewî zavayî dibin dixinine çemî, ava sar lê dikin. Paşê tînin zavayî verêdikin nik bûkê gerdekê. Weko wê şevê ew zava gerdek nebitin qewî ayîb e. Û sibê li xelkê peyda dibitin ko ew bûk keç u bakîre nîne. Lewranî ewna aşikar nakin, maazallah eger bûk bakîre bidernekevitin qewî riswayî dibitin. Ewê bûkê verîdikin mala bavê û qelinê dayî distînin, ev xweyîêd jinê evê bûkê dikujin. Icarî dibite neyariyekî mezin, lakîn şayed eger îqtiza bikitin ku bûk keç nebitin elbette ew bi exwalê xwe dizanitin. Weku bûye tedarika dawetê, ew bûk bi xwe jariyê dixwitin û berê dawetê telef dibitin, êdî namînite wê rojê” 45.

Li gor Bayezîdî di nav kurdan de adetekê gelek berbelav hebû û ew jî ”girêdana mêraniyê” bû, ku ne hertim egera wê nekeçîniya bûkê bû. Ev hîngê diqewimî, demê xortekî hez ji keçekê kiriba, lê dayûbabê wê ew daba mêrekê din. Hîngê herdu xortên ji hevûdu hezkirî, bi arîkariya nivişt û bazbendan mêraniya zavayî girê dida, yê ku êdî nikaribû bi wê bûkê re bi gerdek bikeve. Carna weha dibû ku çareyek ji wê girêdanê re peyda dibû û carna jî weha dibû ku ew mêraniya wî zavayî dima girêdayî û weha ew li dawiyê neçar dima jina xwe berbide û jineka din bîne, ku mêraniya wî li gel nedima girêdayî. Jinberdan di nav kurdan de, bi awayekê giştî, pir kêm bû. Di piraniyê de kurd xwediyê yek jinê bû. Carna dibû ku şêxên pêçêbûyî xwediyên du yan sê jinan bûna. Herweha neqebûlbar bû ku bîjina xwedî zarok dîsan şûbikiraya 46.

Bayezîdî herweha bi awayekê berfereh behsa taziyan û adetên girêdayî wan dike. Kû yek ji malbatekê dimir hemî endamên malbatê lê diciviyan, jinan bi lorî û girî stiran bi qenciyên yê mirî digotin. Ev berî hertiştî demê mirî zelam bûya. Hemî malbatê reş dikir berxwe, jinê, keç û xwîşkên miriyî keziyên xwe dibirrîn. Mêrên xort diçûn goristanê û gor dikola, mela jî av gerim dikir û yê mirî dişûşt û kefin dikir. Bes jin û mirovên pêçêbûyî dixistin di sindirîkan de, zelamên hejar bi kifnî bi tenê diveşartin. Eger zelamê mirî xwediyê cil, şal û hespan bûya, ew li gel cenazeya wî dibirin ser qebrê wî. Xelk bi girî û lavjika li gel cenazeyê diçûn ser qebrî. Melayî li ser qebrî nivêj dikir, jinan jî keziyên xwe li ser kêliyên qebrî dihiştin. Paşî hemî, piştî veşartina miriyî diçûn mala yê mirî ji bo diledana malbata wî 47.

Di hundirê 15 rojan de ji roja veşartina miriyî kesûkar û cîranên miriyî spêde û êvaran diçûn ser qebrî, dua dikirin, digiriyan, sedeqe û xêr dikirin. Heta sê rojan xwarin li mala yê mirî nedihat çêkirin, cîranan xwarin ji malabat wî re dianîn. Bîst rojan piştî veşartina yê mirî mala wî helwe û zadî çê dikin û hemî xwecihên gundî dawet dikin. Tazî heta salekê jî vedikêşa û malbata wî di dawet û kêfxweşiyan de beşdar nedibû. Piştî timambûna taziyê xizmên miriyî ji bo her endamekê malbatê û li gor halê xwe tiştekî tîne û kincên reş ji ber wan dikin.

Li ser qebrên mirovên dewlemend xîvet dihatin vedan û melayî li hember tiştekî di hundirê mehekê de Quran û dua dixwendin. Xwarin jê re rojê du caran dihat anîn. Kulana qebrî, şûştina miriyî û anîna tabûtê bê bermaber dihat kirin, bê liberçavgirtina wê ka yê mirî hejar yan dewlemend e 48.

Herweha Bayezîdî gelek cihî dide cejnên cor bi cor, şahî, yarî û leyistikên di nav kurdan de belav. Ji cejnên herî li cem kurdan bi qîmet bûn roja jidayikbûna pêxemberî ”Mewlûd” bû. Herweha cejna Xidir Nebî jî dihat kirin. Xidir Nebî wek M. Rudienku dinivîse ku ew cejneka musulmanan e û di filatiyê de mîna wî qidîs Jerzy heye û cejna wî dikete buhareka zû de. Sê rojan berî cejnê keç û kurên kurdan rojî digirt, şeva çarê fitarê dikin û avê venaxwin û radizin. ”Eger xortek di xewnê de avê bide keçekê ew dibe jina wî û eger keçek jî di xewnê de avê bide xortekî ew dibe mêrê wê” 49. Nanekê şirîn û nerim bi navê Poxîn di cejna Xidir Nebî de dihat çêkirin û ew di şkevekê de di nîva malê de dihat deynan. Guya dewsa hespê Hz Xidir li ser wê poxînê peyda dibe û ew xêr û bereketê ji wê malê re tîne.

Çarşema dawiyê ji meha şibatê dibû cejna axirçarşenbê yan qereçarşenbê(çarşema dawiyê yan çarşema reş). Di wê rojê de zehif zad çêdikirin û gelek dawet û keyf dikirin. Cejn bi giştî li cem kurdan rojên leyistik û keyfê bûn, di wan rojan de yên jêk êciz bûn silih dikir, îdane; pare yan fêqî didan zarokan 50.

Kurd mirovên gelek keyfxweş bûn, pirî jiyan bûn, heza yarî, dawet û stirangotinê li cem wan hebû. Heta yên kal jî di leyistikan de beşdar dibûn û ev qet ne tiştekê xerîb bû. Gelek caran di demê zivistanê degerelawêj dihat kirin.

Gerelawêj ew e ku her çend merov di wê meclîsê de hazir heyîn, maqûl û mezin û piçûk hemû dê her yek bendekî stiranê labite / lazim e / bibêjitin. Ji serî meclîsê dest pê dikin, heta dûmahî a meclîsê. Şayed weki mêvanek di wê meclîsê de peyda bibitin, bêçar e dê elbette ew mêvan jî dê bendekî stiranê ji boy wan bibêjitin. Negotî elbette nabitin. Ew Ekrad ji vî benda stiranê re Gîsik dibêjin.” 51.

Xort êvaran li ber malan xirvedibûn û bi holê (top, gok) yan cirîdê dileyistin. Pîr û jinan li ber deriyên mal û reşmalan li wan temaşa dikir. Êvareka dereng diçûn ser şol û karên xwe, ji bo ku paşî dîsan bigehin hev û govendê bikin. Şevên zivistanê zelam li malên şêxan diciviyan û guhdariya çîrokên dirêj li ser şerên kevnar û bûyerên derbasbûyî dikir. Xortan li aliyê din di şevên zivistanî de yixinnaxî dikir, ku dengbêj û sazvan dawet dikirin. Hemî şevê govend dikir û dileyistin 52.

Herweha di nav kurdan de leyistika şûr û mertalan jî belav bû. Piraniya lawên kurdan  di demê çend mehan de meşqa vê leyistikê dikir heta hînî bikaranîna şûrî û lêxistina bi mertalan dibûn. Herweha leyistika şetrencê, dame û gustîlkê  jî dihate kirin. Ev leyistika dawiyê weha dihat kirin ku yek ji odeyê derdiket û wî çaxî di bin perdaxekê serjêrkirî de gustîlkek dihat veşartin. Ew kesê derketî paşî vedigere nav odeyê û divêt bizane ka gustîlk di bin kîj perdaxî de ye. Ev leyistik bi şertên malûm yan bê şert dihatin leyistin û ev şertanê hîngê bi dilxwaz dihat binav kirin. Diviyabûya ew kesê di vê şertanê de sernedikeft şertê kesê leyistik birrî bicih bîne 53.

Herwek mirov ji materyalên Bayezîdî têdigehe zanîna kurdan bi zanîneka lawaz ya nivîsîn û xwendinê ve snûrdar bû û ne hemî kurdan ev çende jî dizanî. Xwe nivîskarê destxetê gelek neketiye nav vî babetî. Lê ew gelek zanyariyan li ser zanîna gelêrî dide û em li vê derê gelek wesfên ji dermankariya gelêrî dibînin. Hejmara dellakan, yên ku bi karê dermankariyê jî radibûn ne pirr bûn. Lê li gor Bayezîdî ew (cerrahên baş) û nijdar bûn. Lê bi awayekê giştî dermanvanî ji karê şêx û hekîman bû. Ji bilî vê jî bawerî bi hêza dermankirina bi rêya nivişt û bazbendan hebû.

Weko nexwaş û dîn û harêd wan Eqradan dibin, ewan tînine malêd şêxên ocaxî. Û pez û dewaran qurban ji bo ocaxî tînin. Û ewî alîlî du sê rojan mala şêxî guya li ocaxî dîhêlin. Û ew şêx, bi daran ewî alîlî dikutin û benan ji boy wî alîlî girê didin. Guya şifa dibînin. Eger miqedder bû ye ew mirovî alîl fewt bû xilas dibe û diçîte şewla xwe. Û îlla eger ecel nehatiye û ji wî îlletî xilas dibitin. Edî ew merov guya çiraxî wî şêxî ye. Û li ber benê wî ocaxî ye.” 54.

Herweha di nav şêxan de kesine hebûn bi cindar dihatin nas kirin û karê wan dûrxistina cinan bû ji kesên ku pê dînbûne. Ew bi xwe di pirraniyê de di wextê nesaxbûnê de diçûn cem hekîman, ku pîrejin bûn. Wan nesaxî bi arîkariya nan û xwê û gotina hinek peyvan bi amadebûna nexweşî dihavêt. Paşî nan û xwê didan seyan. Eger seyî ew xwarin û ew nexweş ket ew têt wê manayî ku mirovê nexweş saxlem bûye 55.
Herweha nesaxî bi rêya bikaranîna nivîştî û bazbendan û hinek gotin û duayan diahtin derman kirin.

weko merovekî ciwan, ezîzê wan weko nexwaş dibitin û nexwaşiya wî zêde şedîd dikitin, yanê di dereca mirinê dibitin û ji xwe bê xeber dibitin ko her kes guya hêviya jiyînê ji wî merovî dibirrin. Mesela eger jîn û yaxûd xweh û keçekê wî mirovî ciwan heye û yaxûd da heye ev jinê ko xweh û keç da û jin bêtin yek ji wan ko zêde mêla wê nexwaşî heye, îcarî ew jin radibitin di nîva wê meclîsê de sê caran lî dora wî nexwaşî diziviritin û dibêjitin ko min canê xwe fedayi vê filan kesî kir, hon şahîd bin ko bilanê Xwedê teala hayatê bidite vî nexwaşî. Her çî qeda û bela ya wî heye bilanê bête mîn. Eger emrê min heye bilanê ew mirg bête min. Ew jinik sê caran li dorê wî nexwaşî dizivire, weha dibêjitin. Carînan tesaduf dikitin ko bi emrê Xwedê teala ew merovî nexwaş ecel nehatiye paşê şifaê dibînitin û ew jinik ko weha ev ahd a kiriye bi emrê Xwedê nexwaş dikevitin û fewt dibitin. Lakîn ev adeta mexsûs e bi jinan ko der heqê mêr û bra û kurêd xwedanî dikin.” 56.

Wextekî, mirovî ji bo saxbûna niyasekê herî nêzîk nîva milkê xwe pêşkêş dikir, yan keça xwe bê qelen dida şû, rojî digirtin, nivêj dikirin û Quran xetim dikir. Kû yê nesax saxlem dibû ew soz dihatin bi cih anîn. Lê, Xudê bi tenê bi duxtorê herî baş dihat dîtin, hurmet li duxtorên rastî nedihat girtin ji ber ku ”eger bi rastî hekîm e, bilanê berenê çare î li xwe

bikitin ko ew nexwaş nebitin. Merezî Xwedê teala didite şafî û hekîm mûtlaq Xwedê teala ye.” 57.

Mirov ji materyalên M. Bayezîdî digehe baweriyekê ku kurd miletek bû bawerî bi xêvzankî, fal û tiştine ji wî terzî mîna bûyerên xerab û yên baş hebû û ew li gor xwe şirove dikirin û ew bi nîşan dizanin ka dê piştî wan çi qewime. Hevrûbûna li gel heywanekê pencedar dihat manaya başiyê, lê dîtina kevrûşk, rûvî yan kûze tiştekê xerab bû. Herweha malaştina malan, berêxwedana di qodîkê de êvariyan bi tiştekê xerab dihat dîtin. Herweha diviyabûya mirov neçûbaya seferê eger di demê derketinê de ji malê mirov pêrgî jinekê bûya ku setleka vala pê re bûya 58.

Kurdan gelek qîmet dida xêvzank û pîldaran. Pîldar kesine bûn qaşo ji zaoktiyê ew pêçêbûn pê re bû. Eger jineka hamîl bixwesta zaroyê wê bibe pîldar dê karikek biserjêkira û jê bi tenê pîl bihişta. Temet serê çiçkî kun di wî pîlî de çê dikir û bes di wê kunê de şîr dida zaroyî heta ew ji çiçikan dihat birrîn. Piştî wê, rojê du caran ew pîl ji zaroyî re dihat anîn ji bo ku lê temaşe bike. Weha heta ew zarok digehişt kamlana xwe. Baweriyeka weha hebû ku demê ew zarok li wî pîlî dinihêre ew “her çî mirad û hewadis li dinyayê peyda bibin ew merov li vî pîlî de dibîne û neql dikitin”. Pîldar di nav kurdan de cihê hurmetlêgirtin û baweriyeka mezin bûn 59.

Ji sîfetên ku karaktera kurdan berçav dike, Bayezîdî wek yekemîn nave şervanî û meyla wan ya berdewam ya şerî tîne, talankirin û herweha ji adeteka gelek Kevin ku wek erkê her kurdekî dihat dîtin û digotinê “xwînvekirin” jî. Ev jî di egera bûyerekê de çê dibe, di pirraniyê de ji ber kuştina kesekê pir nêzîk, kerb û xwîndarî di navebra herdu malbatan de ji pîr û kalan derbasî nifşê piştî wan dibû. Du kesên dijminên hev bela xwe ji yekûdu nedikir heta yek ji wan dihat kuştin. Paşî yekî ji malbata kesê kuştî tola xwe vedikir. Kurdan tiştên weha jibîr nedikirin û tê de bi înad û req bûn. Bes di haletekî de lêborîn çê dibû û dev ji tolstandinê dihat berdan, ew jî, eger ew kesê armanca tolê bû, şîrê xwe bi stûyê xwe ve hilawîstiba û qimaşê kefenê xwe jî xistiba binkefşê xwe û çûba mala tolhilînerî û bigotayê: “Ew e şûr û, ew e kefen, yan min bikuje yan min aza bike.” Xwediyê xwînê di rewşeka weha de ew xwîndar aza dikir 60.

Kurdan gelek meyla şer, hevrikanê û heta talankirinê hebû û ji ber wê jî kurd kêm bi ecelê xwe dimirin. Ev hevrikanê ne bes dikeft di navbera du eşîr yan du malbatan de, lê ew herweha di navbera du kurdan de jî, yên di gopîtka dijminatiyê de bûn dibû. Ji bilî vê jî kurd pir bi talankariyê, bi êrişên xwe bo ser karwan û rêvingan navdar bûn. Çekê wan hertim di amadekariyê de bû. Her kurdekê siwar yê şerî xwediyê cotek debançe di qeborê de û cotek jî li ber piştê û tiveng bû. Wî herweha li ber tenga hespî jî rim û şûr hebûn. Wan bi xwe barûd û fîşek ji xwe re amade dikirin. Ew xwedî karakterekê pirr netirs û çeleng bûn û qet ne di xema wê çendê de bûn ka karekê wan yê weha dê bibe encama çi. Ew di şerî de gelek êrişker, hişyar û zîrek bûn 61.

Yek ji sexletên ku karaktera kurdan berçav dike û Bayezîdî gelek behsa wê dike mîhvandariya wan bû. Ew amade bûn ji bo mêhvanî her tiştî bikin – berx û pezî jê re ser jê dikin, mezintirîn reşmalî jê re vala bikin yan jî cihê herî xweş jê re di reşmala hevbeş de berdest bikin. Li nik wan mêvan nehêwirandin û ji deriyê malê vegerandin qewî şerm û eybek mezin bû. Wan gelek hurmeta mêhvanan digirt 62. Kurdan xwarina xwe ne bes bi mêhvanan re parve dikir, lê herweha bi hemî hemşeriyên xwe yên belengaz re jî. Baweriyek weha li cem kurdan hebû, ku kesek li kurdekê ku xwarinê dixwe temaşa bike û ew wê xwarina xwe pê re parve neke, dê riha wî kesî bi şevê bête ber xewa wî kurdê qels û dê wî bitirsîne. Û wextê yekî kesek dawetî xwarinê kir nabe ew kes wê dawetê qebûl neke. Di nava yek eşîrê de erkê dewlemendên eşîrê bû ku zadî bo hejaran bişînin. Kesê mihtac dikaribû bi hêsanî daxwaza arîkariyê ji eşîrê bike û wê hertim daxwaza wî bicih dianî 63.

Ev materyalên etnografî yên di destxeta Bayezîdî de bê şik çavkaniyeka balkêş in ji bo naskirina kultura grupa etnîk ya kurdan ya li cem me kêm naskirî. Pêdivî ye mirov bala xwe bide rastiyên di vê çavkaniyê de û buhadariya wê, herweha li ser wê rabiweste ka çi ji wan formên kulturî yên sedsala XIXyê di roja me ya îro de mane. Destxeta Bayezîdî vegêrana şahidekî ye, lê ne yê beşdar di wan bûyeran de yên ew behsa wan dike. Ji ber ku nivîskar mirovekê zana bû, li navendeka mezin ya bajarvaniyê kar dikir, ew di behiskirina jiyan û adetên kurdan de yên li wan cihên ew lêbû, wek ku ji aliyekî lê temaşa dikir û bi perspektîveka taybet ew dinirxandin û hinek qewimînên kulturî wek yên giştî berçav dikirin. Ji bilî vê, rastî jî ew e ku ew bi xwe ji grupa kurdên xwecihbûyî dihat û wî bêtir behsa kurdên koçer kiriye, yên ku wî dîtineka negatîf li ser hebû. Diyar dibe ku nivîskarî hewildaye di behiskirina xwe de objektîf be, ji bilî çend balkêşanên durist, wî bi zelalî behsa wan formên kulturî yên haya wî jê heye kiriye.

Ev destxeta Bayezîdî ji aliyê A. Jabayê jî, yê ku baş kultura kurdan nas dikir hat xwendin. Jabayî ev dokument hilbijart ji ber ku bi dîtina wî ew berçavkirineka rast e bo rewşa li wî demê heyî. Evca, ev desxeta me behsê wî kirî, bê şik çavkaniyeka cihê baweriyê ye ku rastiyan ji jiyana kurdan berçav dike. Ev rengê jêderan bi awayekê mezin dibin egera wergirtina zanîneka zelal li ser miletan û ew, jiyan û kultura wan berçav dikin.

Bê şik rast e ku di hundirê wî wextî de, ji demê nivîsandina vê destxetê heta roja me ya îro gelek guhortin di jiyan û adetên kurdan de çêbûne. Hinek ji formên kulturî berdewam mane û hinek jî wunda bûne, lê ji encama îzolasyoneka taybet, ya ji egerên mîna dorhêla geografî ya xweristî – bi taybetî di warê kurdan de li Îraqê – çêbûye, gelek ji elementên kulturî bi rengekê dî man e. Bê şik xebata kurdan ya berdewam sexmeratî autonomiyê û parastina taybetmendiya xwe ya kulturî bûye fakterekê mezin di parastina kultura tradisyonal de. Xebatên wan ji bo serxwebûnê (tevî nakokiyên di navbera eşîran de) dibin egera xwepeydakirinê û bicihkirina têgehên giştî. Tevî guhortina di rewşa siyasî ya kurdan de û kartêkirinên derve li ser wan – bilindbûna qîmeta zanînê, peydabûna teknîka nû li cem wan, devberdan ji jiyana koçeriyê ji bal hejmareka mezin ya koçeran û dest bi jiyana xwecihbûyî û dest bi karkirinê di seneta neftê de – nivîsarên nû yên di babetê kurdan de gelek caran di behiskirina rewşa kurdan de îşaretê didin elementine kevin ji kultura kurdên berê û adet û tîtalên wan yên berê.

Destxeta Bayezîdî, ya ku bi xêra August K. Jabayî çêbûye şahidekê berbiçav e li ser xebatên wî yên di warê lêkolînên li ser kultura miletên neewropî de. Buhaya giran ya vî rengê çavkaniyan dibe balkêşanek bo etnografan bo ku ew pitir bala xwe bidin gerokname û xebatên sedsala XIXyê yên poloniyan, yên berbelav li cihên cuda yên dunyayê. Berhem û destxetên August Jabayî di egera bizava wî de çêbûne, di encama wê baweriya wî de ku materyaline ji vî rengî dikarin di warê çavkanî û naverokê de bibin babetên giring bo entografiya polonî û cîhanî.

Jêder û zelalkirin:
1. A. R Ghassemlou, Kurdystan i Kurdowie, Warszawa 1969.
2. Binêre li A. Jabłonowski, Pisma, t. 6, Warszawa 1912; W. Jabłonowski, Pamięntniki z lat 1851/1893, J. Fijalek, Wrocław-Warszawa-Kraków 1967; K. Brzozowski, Wspomnienia z Kurdystanu / Bîrhatin ji Kurdistanê, “Gazeta Lwowska”, 1899, nr. 211-219.
3. M. Bajazidi, Nrawy i obyczaj Kurdow, Moskwa 1963.
4. 1801 wek sala jidayikbûna wî hatiye dan ji aliyê S. Zielinski, Mały słownik pionierów polskich kolonialnych i morskich, Warszawa 193, rûpel 640; J. Jaster, Polacy na szlakach świata, „Poznaj świat”, hejmar 12: 1959, 33; oraz Wielka ilustrowana encyklopedia powszechna, cild 18, Kraków 1932, rûpel 312; lê J. Reychman di nivîsara xwe de – Z nieznanych kart orientalistyki polskiej XIX wieku; Polscy badacze języka i folkloru Kurdów, “Przegląd Orientalistyczny”, hejmar 1(69): 1969, rûpel 50, sala 1800ê wek sala jidayikbûna Jabayî dide.
5. J. Reychman, Zainteresowanie orientalistyczne w środowisku mickiewiczowskim, Szkice z dziejow polskiej orientalistyki, Warszawa 1957, rûpel 72, 82.
6. J. Reychman Z nieznanych kart…, rûpel 56.
7.  J. Reychman, wek ya jorîn, rûpel 50.
8. Di literatura grêdayî vî babetî de gelek caran behsê serhatiyên wek hev yên miletê kurd û polonî têt kirin. Ji yên behsê vê kiriye K. Brzozowski, Itinéraire de Souleimanieh à Amadieh, “Bulletin de la Société de Gégraphie”, Paris 1892; binêre herweha li Ghassemlou, rûpel 5.
9. J. Reychman Z nieznanych kart…, rûpel 54.
10. Ji xebatên herî buhadar yên A. Jabayî yên ku divêt behsê wan bêt kirin: Recueil des notices et récits kòurdes servant à la connaissance de la langue, de la littérature et des tribus du kourdistan, réunis et tradits en francais par M. Aleksander Jaba, consul de Russie à Erzerum, weşandî li Petersburgê di 1860ê de, û Ballade Kurde recueillie et tradite par A. Jaba et communiquée par M. De Tchihatcheff, belavkirî di “Journal Asiatique” de, 5 xelek, cild 14: 1859, rûpel 153-166, û hinek xebatên din mîna – Exercises de langue Kurde par Mella Mistefa tradits par Auguste Jaba; Dialogues entre deux Kurdes recueillis et traduits par A. Jaba; Vocabulaire Kurde des dialectes de Hekiari et Revendi par A. Jaba. August Jaba gelek caran bi şaşî bi Aleksander hatiye bi nav kirin.
11. Ji bo zanyariyan li ser xebatên Jabayî û weşandinên wan berê xwe bide J. Reychman Z nieznanych kart…, rûpel 50-56; herweha bi rûsî Bibiografia po kurdowiedieniju, Moskwa 1963, rûpel 133, poz. 293, rûpel 139, poz. 2383, herweha rûpel 154, poz. 2678.
12. J. St. Bystroń, Polacy w Ziemi Swiętej, Syrii I Egipcie, Kraków 1930, rûpel 244.
13. W. Zajączkowski, Dorobek Polskich uczonych w zakresie badań Wschodu Muzułmańskiego w I połowie XX wieku, “Zycie Nauki”, cild 7, hejmar 40/42: 1949, rûpel 447.
14. J. Reychman Z nieznanych kart…, rûpel 56, herweha berê xwe bide Bystroń, jêdera jorîn, rûpel 244.
15. M. Rudienko, Kollekcja A. D. Zaba (kurdskije rukopisy), Trudy Gosudarstwiennoj Publicznoj Biblioteki im. M. E. Sałtykowa-Szczedrina, Leningrad 1957, cild2, rûpel 165-184.
16. J. Reychman Z nieznanych kart…, rûpel 49-59.
17. Bayezîdî, pêşgotina M. B. Rudienko, rûpel 3-5.
18. Hemî zanyariyên li ser herdu nisxeyên destxetê – M. B. Rudienko, pêşgotina bo Bayezîdî, rûpel 7-8.
19. O. L. Wilczewskij, Mukrinskije Kurdy, Pieriednieazjatskij etnograficzeskij sbornik, cild 1, Moskwa 1958; T. F. Aristowa, Oczerk kultury i byta kurdiskich kriesian Irana, herweha; S. A. Egiazarow, Kratkij etnograficzeskij oczerk Kurdow Eriwanskoj gubiernii, [W:] Zapiski Kawkazkawo otdielenija Imp. Russkawo Etnograficzeskawo Obszczestwa, Tiflis 1891, kn. 13, wyp. 2; A. A. Arakeljan, Kurdy w Persji, Izwiestija Kawkazkawo otdielenija Imp. Russkawo Etnograficzeskawo Obszczestwa, Tiflis 1904, cild 17; K. Chaczaturow, Kurdy, Cztery ich charaktiera i byta, Sbornik po opisaniju miestnostiej i plemien Kawkaza, Tiflis 1894, wyp. 20.
20. Bayezîdî, pêşgotina M. B. Rudienko, rûpel 6.
21. Bayezîdî, jêdera jorîn, rûpel 26 û 27.
22. Bayezîdî, wek ya jorîn.
23. “Şayed weko tirsek hebî îcarî ew êl hemû berhev çiya û deştekî dibin û li ser hevûdu nêzûkî yekûdu konan hêşî li hêşîyê wek ordiyan vedigirin Weko şayed tirsa wan ji kenarekî de heye ji çar kenaran riya yek saetî yek çend siwaran qerewal datînin. Û bi xwe jî şev ranazin. Hespêd wan hazir lixabkirî û bi xwe jî çekgirêdayî guhdar in. Heman ji kenarekî deng û pêjnek peyda bûyî hemî sîwar dibin û b vî kenarî de diçin. Eger yeqîna dijminan kirin, def a wanî hewarê heye, bi şev û bi roj çi wextî dibe ewî def a hewarê li cihekî bilînd didine qutan ko deng bigehê hemû Zomeyan. Weko dengê defê peyda bûyî êdî mimkûn nîne kes bi şuva namîne sîwar û peya bi kenarê defê de tên.” Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 13-14.
24. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 52.
25. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 53
26.” Lakîn dîsanê carînan bi sûretine dinê dîsanê ji zalima Rîayan xalî nabin. Bi dizî jî boy xerez, lodêd wan dişewitînin û yaxûd agirî bi xef davêjine malêd wan û yaxûd bi şev zevî û mêrg û ziyanêd wan diçêrînin û agirî davêne bêderêd wan. Xûlasa bi her wechî Rîayî ji boy van nefretan ji Eqradan ditirsin û xofê dikin. Çarneçar mureata xatirêd wan dikin. Û eger şayed Eqrad bêne dizî a malêd xweciha û xweyî malê jî pê hişyar bibitin, dîsanê ji tirsan derba mirinê li wan dizan nadin û nakujin. Bila ko medara û mudafayî yê dikin. Lewranê ji dumayîkê ditirsin. Eger xwecihî lê bidin û mîrovekî Eqradan bikujin êdî heta qiyametê şer û şeltexêd Eqradan xilas nabin, daîm bi xef û aşkare daw’a wî xwînî dikîn û elbette yekûdu li wî tollî î / tol, gumane ko heyf be / dîstînin.”, Bayezîdî, ya jorîn, rûpel 53.
27. Bayezîdî wek ya jorîn, rûpel 26, 36, 43-44.
28. Bayezîdî wek ya jorîn, rûpel 24, 36.
29. Bayezîdî wek ya jorîn.
30. Bayezîdî wek ya jorîn.
31. Bayezîdî wek ya jorîn.

32. Bayezîdî wek ya jorîn.
33. Bayezîdî wek ya jorîn, rûpel 31; herweha rûpel 17, 44, 59-60.
34. Bayezîdî wek ya jorîn, rûpel 23-24.
35. Bayezîdî wek ya jorîn, rûpel 38.
36. Bayezîdî wek ya jorîn, rûpel 54-55.
37. “Ta’îfeyêd Eqradan kumreş û bedguman /bidogman / nînîn û zîna û xirabî zû bi zûyî bi bal jinêd xwe ve nabn. Eger jinêd wan digel biyaniyan mesela xeber bidin û bikenin û bilîzin û yaxûd îqtiza bikitin ko jinêd wan li malêd biyaniyan û aynî di nîva malan de jî razin û rabin dîsanê mêrêd wan kumreşî nakin û bidogmaniyê der heq wandanî nakin. Eger çi jinêd Eqradan perdenişîn nînîn. Lakîn xirab jî tê de kêm heyîn. Ew jî ji tirsan e. Lewranî wekî maazallah jinekî xirabî kir, elbette warisêd wê ewê jinê dikujin, esla îmkana xwaşiyê nîne, îlle xirabiyê wê kuştine. Eger ew jina xirab û ew mêrê ko digel wê bûye bi cihekî bî hev re dîtin, mêrî û jinê herdukan jî dikujin û xwîna wan tu nînin û kesek li qehban nabîte xweyî. Li nik wan xweyî biderketina li qehban qewî zêde ayîb e.”. Bayezîdî, wek ya jorîn.
38. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 64; herweha zanyariyên di vê nivîsarê de berçavkirî, rûpel 9.
39. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 52.
40. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 8, 64.
41. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 34, herweha rûpel 27, 56-57, 6.
42. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 45, herweha rûpel 27.
43. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 29-30, 58.
44. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 19.
45. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûepl 62.
46. Bayezîdî, wek ya jorîn – materyalên girêdayî jinkirin û mêrkirinê.
47. “…serê we xweş bibe û êd malê xwaş bibin, emrê Xwedê ye, mirin ji boy me hemuyane, bê mirin benîadem nabitin. Hinde nebî û padîşah hatine dinya ê hemu jî fewt buyîne. Tu xeman meke. Bi gîrin û xizinî êdî ew mirî aydet nakin.” Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 51.
48. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 17-18, 26-27, 50-51.
49. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 33.
50. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 27, 32-33, 34, 43.
51. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 60.
52. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 34, 51-52, 60, 61.
53. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 40, 41, 60.
54. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 46.
55. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 26, 62, 64.
56. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 47.
57. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 50, herweha 20, 1, 35, 47.
58. Û hêj “…Weko têrek bête derî ê malê û bike gazî, ew dizanin ko dê ji misafirî û xeber û cewab bêtin. Weko kitik (pisîng) bi destê xwe rûyê xwe bimalin ew dizanin ko dê mêvan bêtin. Weko parî di destan bifiritin û yaxûd ji hevîrê weko jin dibirrin kerîk bifire ew dizanin ko dê mêvan bêtin. Eger li dora şemalê (mûm) pîrik peyda bibin ew dizanin ko dê ji bo wan ji der ve kaxez bêtin. Eger solêd wan yekûdu sîwar bibin guya sefer waq’ia dibî. Eger nîva destê rastê bixure guya ji boy wan ji cihekî diraf têtin. Eger nîva destê çepê bixure elbette dê şerek peyda bibe û ji boy şerî hazir dibin. Eger qapaxa çavê rastê bavêje ji boy wan guya mizgîn têtin û şa dibin. Eger qapaxa çavê çepê bavêje bela nazil dibî û mexzûn dibin. Xulasa ji boy hereketa temarêd bedenê hemuyan her yek tecrubeyek li nik wan heye. Eger Keskesor li kenarekî peyda bibî, guya li wî kenarî dibitin erzanî u eger êvarê û sibê şewqekî sor li damana ezmanan peyda bibitin, guya li wî kenarî şer û ceng peyda dibitin. Eger navê yekî bi xeletî bi mirinê biderkeve guya ew merov paşê dijî”. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 23, herweha rûpel 22, 26, 32, 44.
59. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 63.
60. Bayezîdî, wek ya jorîn.
61. “Ekserî camêriya wan bi fesal û bi hîle ye, ji dûr ve dinêrin ew merovê camêr û ehlê şerî nas dikin. Eger derk / seh / kirin ko ew dijmina, cesûr û ehîl herb e, îcarî hîleyî digel wî dikin. Mesela: Li ser rê peya dibin, oldaşêd wî jî xwe li newalekî dixine heşarê, ewî merovî ko li ser rê peya buye gunra dikin. Weko îcarî rêwî û sûwar dibînin ko belê sidwarek li ser rê peya buye ji wî hezer nakin / jê natirsin / Û tên nik wî suwarî. îcarî ew siwar dibêje wan, “qelûnê ji bo min têkin, titûna min xilas buye.” Ew mirov jî rehmê bi wî dikin û qeûna wî tijî dikin. îcarî agirî jî ji wan sûwaran dixwazitin. Yek ji rêwiyan ji boy wî agirî dijinitin û ew kurmanc jî guya serê hespê digiritin. Êdî li navî oldaşêd dizî jî ji heşarê biderdikevin v têne nik wan û b. vî hîleyî ewan dişilînin. Weko Eqrad rêbirî dikin, du merovan qerewel datînine serêd cihêd bilind ko ew herdu qerewel li reyan nezer dikin. Eger mimkûne, şilandina wan rêwiya, îcarî ew qerewel ji dûr ve îşaretekî mesela aba û destmalekî dihejînin u ew sûwarana jî ji heşarê biderdikevin û bî rêdayî dibin û ewan rêwiyan dişilînin. Weko şilandin çavêd wan girê didin û dibine newalekî bê avahî. Îcarî li wê derê dest û piyêd wan jî girê didin, heta dibite şev, ew diz jî li wî newalî dimînin. Weko buye şev îcarî ew siwarêd dizan, malê dibin û diçin. … Yanê daîm qismê Eqrad bi îxtiyad dibin û hezerê ji dijminan dikin. Bilanê dijmin hindik û ew zehfî bibin jî”. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 55-56.
62. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 16, 31, 36-37, 58.
63. Bayezîdî, wek ya jorîn, rûpel 32, 57, 58.

Têbînî: Min ev nivîsa Maria Paradowskayê ji kovara Etnografia Polska (Rękopis kurdyjski ze zbiorów Augusta Kościeszy Żaby i jego znaczenie dla etnografii polskiej. Etnografia Polska 15/2 (1971) s. 225 – 250), bergê XV, deftera 2 ya sala 1971ê wegirtiye û ji polonî kiriye kurdî. Profesor Maria Paradowska (1932 – 2011) bispor bû di warê etnologiyê de, mamosteya unîverîsteyê û birêvebera muzexaneya Bambrów Poznańskich li bajarê Poznanê bû. Ew xwediya gelek berhem û lêkolînan e. Mînak ji destxeta Bayezîdî yên çapa 1963yê ne ku Delîlo Îzolî anîbû ser alfabêya latînî û di 1979ê de li Hollandayê çap kiribû (Sidqî Hirorî)

Derbar candame

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply