Lêkerên alîkar ew cure lêker in ku ji bo pêkanîna demên lêkeran, anku di hin rewşan de kişandina wan, alîkarîyê dikin. Ew her wisa kanin bi serê xwe jî wek lêker bên bikaranîn û heta kanin di heman kişandinê de hem wek lêkera hîmî û hem jî wek lêkera alîkar kar bikin.
Di zimanê Kurdî de lêkerên alîkar ên sereke û belav ev in: bûn, hatin (werîn/werîyan), dan, kirin, kanîn (karîn), vîn (vîyan)
Ji wan a herî belav û pir-fonksîyon lêkera ‘bûn’ e. Her weha du formên wê hene. Ji lew re wê çêtir be ku em mînakên her du awayên kişandina lêkera ‘bûn’ li vir bidin, da ku dema ku wek lêkera alîkar tê bikaranîn bihê naskirin.
BÛN
- a) Ji bo ku rewşekê dîyar bike b) Ji bo ku guherîn/veguherînekê dîyar bike
Ez im/me/bim/bûm dibim/dibûm/bûm/bibim
Tu î/yî/bî/bûyî dibî/dibûyî/bûyî/bibî
Ew e/ye/be/bû dibe/dibû/bû/bibe
Em in/ne/bin/bûn dibin/dibûn/bûn/bibin
Hun in/ne/bin/bûn dibin/dibûn/bûn/bibin
Ew in/ne/bin/bûn dibî/dibûn/bûn/bibin
Ew mamoste ye. Ew dibe mamoste.
Heke tu karmend bî. Heke tu yê bibî karmend.
Av sar e. Av ê sar bibe.
Ez karker bûm. Ez bûm karker û hwd.
Mînakên BÛN wek lêkera alîkar a kişandina lêkeran:
Ez diçim malê. Tu çima radibî? Ew naçin. Tu pir dimeşî.
Ez çûbûm malê. Hun ê ketibin xwarê. Heke ez hatibim. Em razane.
BÛN dikane di heman kişandinê de hem wek lêkera alîkar û hem jî wek lêkera serekî jî kar bike:
Heke hun bûbin mamoste (‘bû’ lêkera eslî, ‘bin’ lêkera alîkar; herdu jî ji ‘bûn’ê).
Dema ku ew bûbûn mamoste. (‘bû’ lêkera eslî, ‘bûn’ lêkera alîkar; herdu jî ji ‘bûn’ê).
Ew ê bûbe mamoste. (‘bû’ lêkera eslî, ‘be’ lêkera alîkar; herdu jî ji ‘bûn’ê).
HATIN Û REWŞA TEBATÎ (PASÎV)
Ji bo vê rewşê lêkera ‘hatin’ wek lêkera alîkar kar dike. Di vê rewşê de lêkera eslî her wek xwe dimîne û li gora dem û rewşan lêkera ‘hatin’ tê kişandin.
Li gel ‘hatin’ê lêkera ‘werîn/werîyan’ jî ji bo Tebatî/ Pasîv tê bikaranîn. Ji ber ku ev her du lêker her tên kişandin û lêkera eslî wek xwe dimîne, dê çêtir be ku meriv berê li kişandin û di şûna hev de bikaranîna van lêkeran binêre, ji kerema xwe li vê nivîsê binêrin: hatin û werîn/werîyan
Mînak:
Ez ji bo civînê hatime vexwendin.
Ew ê werin bêzarkirin.
Hun tên/dihên şêlandin.
Heke em bên xapandin û hwd.
DAN KIRIN (CAUSATIVE, ETTIRGEN)
Dema ku meriv kirinekê, kiryarekê bi kesekî yan tiştekî dide kirin. Bi Îngilîzî, to have/get/make someone do something.
Ji bo vê rewşê lêkera dan wek lêkera alîkar tê bikaranîn. Lêkera eslî her wek xwe dimîne, lêkera ‘dan’ li gora dem û rewşê tê tewandin. Mînak:
Wan ew bi cahşekî dan kuştin.
Ji kerema xwe, van kincan bide şuştin.
Kî yê gundan bi kê bide avakirin?
Me berx bi qesêb dabû serjêkirin.
Ez ê deynê te bi bavê te bidim dayin (her du lêker jî ‘dan’) û hwd.
LÊKERA ‘KIRIN’ Û DEMA BÊ YA NÊZÎK (NEAR FUTURE TENSE, JUST ABOUT TO DO SOMETHING)
Lêkera ‘kirin’ ji bo dema bihêka (bê/bihê/pêşî) nêzîk wek lêkera alîkar tê bikaranîn. Ew jî û lêkera eslî jî li gora dem û rewşê tên tewandin. Mînak:
Ez dikim herim postexanê.
Ew dike şîvê bixwe.
Em dikin telefon bikin.
Ew dikir/dikira bihatina.
We dikir/dikira çi bikira? û hwd.
BIKARANÎNA LÊKERA ‘KANÎN’ (KARÎN) WEK LÊKERA ALÎKAR
Lêkera ‘kanîn’ jî kane wek lêkera alîkar bê bikaranîn. Wek bi Îngilîzî ‘can, able to’, bi Tirkî ‘-ebilmek’. Anku rewşa ku hêz, zanîn, jîrektî û hwd a mirov têra kirina tiştekî bike.
Ji bo bi firehî şîroveya li ser ‘kanîn, karîn’ ji kerema xwe li vê nivîsê binêrin: Têkilîya Lêkerên KANÎN, KARÎN û ZANÎN
Ew jî û lêkera eslî jî li gora dem û rewşê tên kişandin. Mînak:
Ez kanim/karim wî bibînim.
Ew kane/kare bireve.
Em kanin pirsgirêkê çareser bikin.
Hun kanin balafiran bi hewa bixin?
Me kanîbû ew bifirandina.
Te karîbû jê re bigota û hwd.
BIKARANÎNA LÊKERA ‘VÎN/VÎYAN’ WEK LÊKERA ALÎKAR
Lêkera vîn an vîyan (bivî, bivê) kane bi wateya pêwîst bûn, pêwîstî pê hebûn û hwd wek lêkera alîkar kar bike. Ew jî û lêkera eslî jî li gora dem û rewşê tên kişandin. Mînak:
Divê ez vê nivîsê biqedînim.
Wî divê ew qet qala wê mijarê neke.
Divê hun ji wan re bibêjin.
Divya (divîya) we jê re bigota.
Divya wê wanî nekira.
Divyabû em neçûna/neçûbûna û hwd.
Ji lêkerên alîkar ên sereke yên ku belav tên bikaranîn ev in. Hêvî dikim ku ji bo têgîhaştina mijarê alîkarîyê bike û mijarê çenekî zelal bike.
Nivîskar: Baran RIZGAR
Jêgirtin: https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc
DI ZIMANê KURDî DE KANîN TûNEYE,Lê BELê KARIN HEYE…LEWRA KESEK NABêJE EZê BIçIM KAN.Lê HER KES DIBêJE EZê BIçIM KAR??DI ZIMANê EREBî INGILîZî TûRKî û SWêDî DE KANIN TûNEYE HEW KARIN HEYE.KANIN TENHA LI DêRIKA çIYAYê MAZî û DERDORê Wê TêT GOTIN.WEKî GOTINA MûFTE LI DêRIKê DIBêJIN NIFTE.