Lawij, bi Kurtasî nivîsarên eşqa Xwedanî ye. Jin û evîniya cîhanî têde nîne.
Li gor herêman wateya wê tê guhartin Kurdên Badînan (Colemerg, Akre, Duhok, Amediye, Laleşh) dibêjin Lawje û Laje tê wateya Stranan (Klam).
Li gor çend ferhengên tirkî Lawij bi Kurdî ye. Çend wateyên lawijê jî didin nîşan. Dia, Lorîn, şîret û stran hwd. Li gor wîkîferhengê ava, dia, daxwazên ku mirov ji Xwedê dike ye. (bi taybetî stranên olî, neşide, îlahî) Ez dikarim bibêjim peyva “Lawij” ji lawik’an tê. Lawik jî tên wateya stranan, lawik ji aliyê dengbêjan ve tên gotin. Yan jî dibe ku lawik ji peyva lawijê were.
Çend riwayêtên vê çîroka vê lawijê cûr bi cûr hene… sal 1939 an de di kovara ” El Mecele-î El Betrîrqiye El Sûryaniyye” hêjmara rêbandan û rêşemî yanê ya şeşan de behsa Lawij, Dîroka Lawijê dike. Celadet Elî Bedirxan wergera Lawijê ji zimanê Fransî dike û di Kovara Hewarê de hêjmara 25 an de diweşîne. Û dibêje behsa vê mijarê di hêjmara werê de jî dê bêkirin lê mixabin di hêjmara 26 an de behsê nake. Di hêjmara 29 an de Celadet di Kovara Hawarê de wisa parve dike;
Basîliyos Şemûnê duyem, wekîlê Turabîdin( Torê) bû. Mirovekî zehf bi ol û xwedî teqwa bû. Li Midyadê li gundê Bamînmînê li cem Evdal Axa xizmetkarekî Sûryanî hebû. Wî xizmetkarî dixwest bi dotmama xwe re ( li gor hin riwayêtan bi bavê xwe yî vaftîz re ) bizewice. Lê li gor şertê Mesîhî ev ne caîz bû ji ber vê Mafiryan ( wekîlê Patrîk ) nikarîbû mehrê bibire. Xizmetkar xwe sparta Xanima Axê , Xanimê jî ev mijar ji Axê re vekir. Axa çiqas hewar û gazind kir jî, Mafiryan mehr nebirî. Li ser vê meseletê axa li Mafiryan hat xezebê û ji bo werê kuştin xeber şiyand cem Mîrê Cizîrê Mihemed Beg re. Mafiryan çû cizîrê ber hizûra Mîr. Bi emrê Mîr tasikek jehr danê, Mafiryan jî bi destê xwe li dora tasikê xaçek xêz kir û jehr vexwar; Lê tu tişt ji Mafiryan nehat. Mîr bi vê rewşê şaş û mat ma, gazî xizmetkarê xwe kir û got ma di tasikê de jehr nebû. Xizmetkar jî got heye, li ser vê xeberê avek li tasikê werdan û dane Xizmetkar û got de vexwe. Xizmetkar vexwar hema ceh de mir.
Mîr careke din bangî Mafiryan kir, ji bo ceribandinê, got stranan bibêje û pê re bireqise. Mafiryan nereqisî, û ev Lawija navdar bi zimanê Kurmancî got de Mîr lê bihesîne. Mîr û kesên li dora wî zehf ji Lawijê hez kirin.
(Di Lawijê de behsa roja mehşerê, ezab û cezayê kişandina minafiqan dike. )
Li gor riwayêteka din jî, Mîrê Botanê zanîbû ku rojiya perhîzê ye, xwarina bi tewaş danîye ber Mafiryan, Mafiryan jî li ser xwarinê xaçekî çêdike û ew xwarin vediguhêre xwarinên bêtewaş û bi zebze.
Mafiryan di Lawijê de bi irtîcalî(jixweberî) dibêje. ” Xwedêyo li cem te Mîr, feqîr û bêkes hemû yek in” Mîrê Botan hestyar dibe digirî û hurmetê ji Mafiryan re dike.
Li ser vê Lawijê Mîr, bi xelatî, ( diyarî pere hwd.) Xweşik û xweşî wî dişîne gundê wî. Lê dîsa Evdal Axa lê nayê rehmê Mafiryan di sala 1740 î de dikûje.
Lawij berfirehî wisa ye;
L A W I J
Lo ew çi deng e, ew çi heydan e, ew çi gurgur e li azmana
Dengê nefîr û zirne û borîzan a
Hin dibêjin qiyamet a û hin dibêjin axirzeman a
1.
Bu ne sestir hey, bu ne feryad, bu ne gök gürültüsü
Sur sesi, zurna sesi, borazan sesidir
Kimisi kıyamet der, ahirzaman der kimisi
Lo, ma dengê stiruh û boqilnefir ji azmana hatiya?
Erd û azman hejihan û deng keta guhê miriya
Û rih ketin bedena. Xunava qiyametê bi ser wan de bariya
Û hêşin bûna weke geyayê ku buhar bi ser de hatiya
2.
Üfürülmüş borunun sesidir oy, göklerden gelen
Sarstı yeri ve göğü, can verdi ölü bedenlere
Ve canlandı bedenler, kıyamet sağanağı yağdı üzerlerine
Ve yeşerdiler üzerine bahar gelmiş bitkiler gibi
3.
Lo merovo, nezano! berê xwe bide azmana çiqas hêşîn a
Û seyr bike li gerê di vê felekê. Hemû stêrikê di rengîn a
Û sibhan bike ji xudanê keremê re,
yê ku ew li hewa êxistin û danîne.
Belê heyf û xabîneta min tê li husn û cemala di wan
Yê ku paşîkê bikevin halê ko em pê ketîne
3.
Ey cahil insan, dön de bak göklere ne kadar da mavi,
Nasıl da geziyorlar bak, feleğin çarkında yıldızlar, rengarenk
Kerem sahibi Allah’ı tesbih et
Ki bunları göklere yerleştirendir o
Ah ne yazık, o hüsnü cemale ki sonunda
o da düşecek bizim düştüğümüz hale
4.
Lo, wî dibêjin axirzeman a,
erd û azman bi hev ketina
û dolabê di felekê sist bûna
û stêrik hêjihan û tidarikê xwe li ketinê kirina
Belê heyf û xabîneta min tê li heşînan
Li rihan û gulçîçek û pelên beybûn û sosinan
Yê ko xemlê xwe avêhtin, weka masiyê li bejê hişk bûna û mirina
4.
Ahirzamandır derler oy,
birbirine düşmüş yerle gök,
gevşemiş feleğin çarkı
Ve sarsılmış yıldızlar, düşmeye hazırlanıyorlar
Ah ne yazık, yeşil reyhana, gül ve çiçeklere, bu papatyalara, bu zambaklara
Atmışlar üstlerinden süslerini, tıpkı sudan uzak düşmüş ve ölmüş balıklar gibi
5.
Lo wextê ko Barî Teala li dinê pevebînê deftera xêr û gunehê me bînê
Û li ber alemê û dinyayê û milyaketa bixwîne, wey bêmefero!
Wekê min bikişînin hizûrê ezê çi ciwabê ruhê xwa bidim?
Lo tu mêran û Xudê dihebînê
5.
Hey, Bari Teala, dünyadaki amel defterimi getireceği zaman
Bütün alemin ve meleklerin önünde okuyacak, vay benim bahtsız başıma!
Eğer huzurunda beni hesaba çekerse nasıl veririm canımın hesabını?
Oy sen yiğitleri ve Yaradanını seversin.
6.
Lo dengekî bilind ji azmana dahatiya.
Go: Bilezînin û mizgîniyê ji miriya ra bibin;
Bila ji tirba rabin û xemlên xwa wergirin, weke kulîlkê di rengîn
Lê bihara qiyametê hatiya pê ve herin
Lê milyaketê di xwa kirine qasidê di we.
6.
Gökten yüksek bir seda geldi oy!
Der ki: Tez varın ulaştırın müjdeyi ölülere
Kalksınlar mezarlarından, kuşansınlar süslerinizi, rengarenkçiçekler gibi
Kıyameti kopmuş baharın
Acele edip gidin, meleklerini elçi yapmış sizin için.
7.
Lo dengekî xafil ji azmana hatiya û me hay jê nîna
Go: Mirîno ji tirba rabin, li qiyameta heqelyeqîn a
Xwe ji ax û ji ritamê daweşînin, û xeml belgihê di qiyametê wergirin
Û serê xwe hilînin weka zîlika gihayê heşîn.
7.
Gökten aniden bir ses geldi de biz habersizsiz ondan
Kalkın mezarlarınızdan ey ölüler dedi, kıyamet hakkelyakindir
Tozdan topraktan silkinin de kıyametin giysileriyle süslerinizi giyinin
Kaldırın başınızı, filizlenmiş bitki gibi sallayın
8.
Lo dengê nefîr hat ji ezmanan û ji heybetê felek hejiha û stêrik rijihan
Yeqîn weqatê di wan e ko çiyayên bilind bihelihin
Û berr û behr bibin meydan, û heşir-û-mehşûr bên ko heft pê li pêkî bikevin.
Yeqîn ko hakim nêta wî ko bike dîwana.
8.
Hey, surun sesi geldi göklerden, felekler titredi heybetinden
Görün işte kaydı yıldızlar, eridi yüce dağlar
Ovalar, denizler mahşer meydanına döndü, ayaklar birbirine dolandı
Hakim divanları yok etmek niyetinde
- Lo, ma wekê qiyamet bê Barî Teala hakim bê û Mikaîl gilehçî bê
Û Cebraîl şehde bê Ezraîl dehwaçî bê û alem bê hizûrê,
Wey li min gunehkaro! Bi wê saetê bêmefero!
Gelo halê min wê çi bê?
9.
Hey, sanki kıyamet vaktidir de Allah Teala hakim ve Mikail şikayetçidir
Cebrail şahid ve Azrail davacıdır, alem gelir huzura
Kıyamet vaktinde vay benim gibi günahkar ve bahtsıza!
Acep nice olacak benim halim?
10.
Lo, ez hawara xwe ji Xweda ra dişînim
Ko dojeha xopan bê û bihedimê, ko ez bi çava nebînim.
Lê ne bes e derdê dinê û xema mirina ko ez her dibînim
Lê tirsa jana dojehê ez dilê xwe pê dikewînim.
10.
Hey, Allah’a yalvarıyor ve imdad diliyorum,
Yıkılıp viran olsun cehennem, şayet görmezse gözlerim
Ah, yetmez mi her daim dünya derdiyle ölüm gamını çektiğim
Cehennem acısının korkusuyla tatmin ediyorum kalbimi, oy!
11.
Lo, weylek li serê min bê, wekê min bi xezeb li hizûrê
bikşînin û defterê di xêr û gunehê min bînin,
wê li ber civatê bixwênin min destbidest
bikin û bal dojehê va bişînin…
Xwezî ez nebuwama, min ew saet nedîtaya
Ku min dahilînin zêrzemîna dojehê de.
11.
Hey, gazaba gelip huzura alacaklar beni
amel defterimi getirecekler önüme
Herkesin önünde okuyacaklar,
beni elden ele verip gönderecekler cehenneme…
Keşke hiç olmayaydım ve o anı gözlerimle görmeyeydim
Beni zemherir cehenneminde asacakları zamanı
12.
Lo, stêrka sibehê helatî û qewî dilezîne
Û destê xwa liba dikê û lev dixê û dengê xwe hiltînê.
Go: Lo merovo birev û tobe bike, lê milyaketê bixezeb li we dikudînê;
ko heçî tobe nekir û xêr ji keda xwe nekir wê Xwedê îmanê jê pey bistînê.
12.
Hey, sabah yıldızi yükseldi ve hızla geliyor
Ellerini sallayıp çırpıyor ve yüksek sesle çağırıyor,
Der, ey insanoğlu tez git ve yap tövbeni, gazap melekleri ardınızdan aceleyle geliyor
Der, kim ki tövbe etmeyip Allah’tan hayır görmezse, Allah ondan alır imanını
Lo mervo! Bes van şerr û gunehan bike, biqere û rûna
Lê dingedinga azmana tê û dergehê di wan vebûna
Û Barî Teala bi milyaketê xwe ve dahatiya
Çiqas mirî hena ji tirba rabûna
Û em gunehkar in û me tobe nekir.
Qewî li me bisû ne.
13.
Hey insan, yeter işlediğin bunca şer ile günah, bırak ve uslan
Sesler göklerde perde perde, açılmış göklerin kapısı
Allah Teala melekleriyle inmiş, bütün ölüler mezarlarından kalkmış
Yazık biz günahkarlara, tövbe etmedik.
Halimiz çok çetin olacaktır.
14.
Lo, pa erd şehde ne, û azman gilehçî na
Û Barî Teala hakim a û milyaketê wî dawaçî na
Lo heka ew rahmê ji ba xwe nekê, me azap nekê
me mefer bi tu kesî dî ve nîna
14.
Hey, yer bize şahittir, gökse şikayetçidir
Allah Teala hakimdir ve melaikeler davacıdır
Eğer bize merhamet etmeyip azap ederse
Bizim hiçbir koruyucumuz yoktur
15.
Lo pa ez çi bikim sefil im û sergerdan im
rûreş im, gunehkar im
Lo dikrê mirinê ne yê xêrê bê ko ez xafil girtim
Û nehişt ko ez tobedar bibim
15.
Hey, ben ne edeyim sefil ve başıboşum
yüzü karayım ve günahkarım
Ölüm engellenemez, beni gafil avladı
Ve tövbekar olmama izin vermedi
16.
Lo, dilê min bi kerba qewî dinale.
Go: Ne xwezî bi vê dinê ne bi vî îş û vî halî
Ko mirin li pey ma digere roj bi roj û sal bi salî
Weke bazê li pey wardekê li pey ma dizûrî û dikalî
16.
Gönlüm büyük kızgınlıkla inliyor
Der, keşke olmasaydı o dünya, o iş, o hal
Ölüm arkamızda dolanıyordu gün gün, yıl yıl
Ördeğin peşindeki şahin gibi çığlık atıp inliyordu
17.
Lo dilê min qewî diêşê û dinalê,
bi birîna û hemû kerba hêsir
ji çava dibarin weka peşkê di xwîna.
Hemû ji xema mirinê
Û zêde ji ezabê dojeha ku daîm tehlî na û keseran şîna û gîrîna
17.
Aman gönlüm çok dolu ve inliyor
Yaralı ve öfkeden gözyaşları
Gözlerimden kan damlaları gibi yağıyor
Bütünüyle ölüm gamındandır bu
Ve cehennem azabının korkusundan daima bağrından iniltiler ve ağlayışlar
18.
Lo, xwezî ez teyrek buwama ji teyrên li ber bayî, ko ez biçûwama keviya bahra mazin
Û min xwa pê nihaya ko min xwa ji derdê dinê û ji gunehan xelas bikiraya.
Û zêde tirsa min mirina ko ez xafil bim û li serê min ji bihataya.
18.
Keşke kuşlardan bir kuş olsaydım rüzgara kapılıp deniz kenarına gitseydim
Kendimi sakınıp bu dünyanın dertlerinden günahından kurtulsaydım
Benim asıl korkum ansızın çıkıp gelecek olan ölümdür
19.
Lo, hilû rabe, da em tobe bikin malxerabo!
Û serê xwe hilîna û ji xewa raba
Lê dinê bi hev ketiye û em rakilandin pey gunehan, şuxlê me xirab e.
Lo xwezî me ev dunya nedîtaya û ronahiya wê nebînaya
Paşî esseh wê me bikê ber dehwa û hesaba
19.
Ey evi viran olasıca gel de tövbe et
Başını kaldır ve uykudan uyan
Dünya bizi günahlarla ve boş işlerle yaraladı, halimiz haraptır bizim
Keşke bu dünyayı görmeseydik ve ışığını almasaydık
Çaresiz bizi sorgulayıp hesaba çekecek
20.
Lo malxerabo! Serê xwe hilîne û ji xewê raba, lê dunya li hev ketiya
Lo wî dibêjin axirzaman a û va heyama qiyametê hatiya
Dê em tobedar bin û tedarîka axîretê bikin
Lê emê di xafil hew te dî ko mirinê bi tihna me girtiya.
20.
Ey evi yıkılasıca! Başını kaldır uyan uykudan
Görmez misin dünya birbirine karışmış
Derler ki ahir zamandır ve işte kıyamet yaklaşıyor
Tövbe edip, ahirete hazırlanalım
Biz gafilce öldük susuz yakaladı bizi
21.
Lê mirinê tu qewî bi lez bi ciwanî pey me dikudênî,
Tu daîm siwar î û li ser me pê ve tînî,
tu nahêlî ko em pîr bibin
hetta Barî Teala bi sebr emanetê xwe ji me bistînê
21.
Ey ölüm, erken davranıp genç yaşımızda çağırıyorsun
Atına binmiş etrafımızda dolanıyorsun
İzin versin yaşlanmamıza
Allah sabırla bizden emanetini alıncaya kadar
Lê, dinê te nehişt em tedarîkê di mirinê bikin
Te em serberdayî berdana sahrayê.
Te go sefayê bikin bi dilê xwa lê mirin dûr e, û niho nayê.
Te em xapandin û mirinê em xafil girtin
Lê dinê te nehişt em têr sefayê bikin li vê dunyayê
22.
Dünyada ölüm için hazırlanmamıza izin vermedin
Bizi çöle bırakıp gönlünüzce eğlenin dedin
Ölüm uzak, şimdi olmaz ve sen bizi aldattın gafil aldattın
İzin vermedin bu gönlüme gönlümce eğlenmeye
23.
Lê dinê, tu ewil nîşane me didî rehetî, sefa û xweşiyan
û paşê tu dilê me tijî dikî, ji jan û derd û tehliyê.
Zêde zikrê mirinê ne ê xêrê be ko daim siwar a
Û li serê me pê ve tînê
Û me tişt û malê di pir şemirand û me dest ji ber ruhê xwe kiriya.
- Ey dünya önce bize rahatlık, güzellik ve eğlenceyi gösteriyorsun
Sonra kalbimizi dertle, acı ve sızıyla dolduruyorsun
Ölümün yadedilişi hayra alamet değildir ki
Başımızda atından inmeyen bir süvari gibi dolaşıyor
Biz de malımızı, varlığımızı terk ettik can derdine düştük
24.
Lê mirinê tu pêşkarê me bûyî zivistan û havîna, û te mehbûbê dila ji me standin
Xudanê hesp û rext û zîn e. Lê zikrê te ne ê xêrê be ko
ji dêla xemlê di nadir û serpêçanê di nazik te serê me bestin bi kevnikê di reş û şala.
Le ba ez çi bikim min mecal bi te nîna me tu sipartî hukmê Barî Teala
24.
Ey ölüm kış ve yazda sevdiğimizi, dilberimizi aldın bizden
At, silah ve üzengi sahibisin, senin yadın hayr olmasın
Emsalsiz ve nazik güzelin yerine başımızı siyah çaputlarla bağlasaydın
Neyleyim sana gücüm yetmiyor, seni Allah’a havale ediyorum
25.
Lê dinê te nehişt em têr sefayê bikin li vê dinyaya betal.
Te axa ji me birin û te ji me re hiştin pîr û kor, kevn û kal.
Lê dikrê te ne yê xêrê bê, ko te ji xema û kesera te serê me bestin bi kevnikê di reş û şalan.
Lê pa em çi bikin me mical bi te nîne, me tu spartî hikmê Barî Teala
25.
Ey dünya, bırakmadın gönlümüzce eğlenelim bu boş diyarda
Götürdün beyleri bizden, bıraktın bize yaşlı, kör, eski ve kötürümleri.
Hey, encamın hayır olmasın ki gam ve sızılarla kuşattın bizi
Başımızı bağladın kara bez ve şallarla.
Neyleyim sana gücüm yetmiyor, seni Allah’a havale ediyorum
26.
Lo mal xerabo! Serê xwa helîna lê em derz kirin vê mirinê
Ji koma û ji civata ji me nehişt yek bi tenê
Lo de em ji xemma û derde mirinê balgihê abdala wergirin û tayih bibin bi wê dinê
Le heyf û xebîneta min tê ko emê bi wê wê kesara biçin û bikevin gorinê
26.
Ey evi yıkılasıca başını kaldır ölüm bizi parçaladı
Sohbetimizden ve yaşumuzdan hiç kimseyi bırakmadı
Ölüm ve gam derdinden abdal yastığı edinelim ve terk edelim bu dünyayı
Hey,hayıflanıyor ve üzülüyorum ki ben bu gam ve kederle mezara gideceğim.
27.
Lê dinê te ez kirim evdalekî şeqî, te ez berdama pey guneha ji şîrê hetta pîrê
Lê mirin qonaxçî ya, cihê min kir nav agirê dojehê û ba û pezrûk û zemherîra
27.
Ey dünya! Beni şaki bir kula çevirdin.
Küçüklüğümden yaşlılığıma kadar günahlara saldın beni
Ama ölüm hancıdır, cehennemde yer verdi bana
Beni bana rüzgara, zemine ve yere teslim etti
28.
Lê dinê te ez ji guneha bar kirim û te destê min ji xêrata biriya
Biz ez zanim ko paşî ya poşmanî ya û keser şîn a û girîn a
Xwezî ez bi miraya ra ji tirbê ranebuwama
Ko min dojeh nedîtaya lê min taqata ezabê wî nîna
28.
Ey dünya bana günah yükledin, hayırdan mahrum bıraktın
Ve biliyorum ki sonu pişmanlık, hasret, yas ve gözyaşıdır
Keşke ölülerle beraber mezardan kalkmasaydım
Ve cehennemi görmeseydim azabını çekecek takâtım yok
29.
Lo malxerabo! Serê xwe hilîne û çavê xwe veke û xew rabe
Lê mirinê em derz kirin em sêwî hiştin ji dêwbava
Û felekê em tazî hiştin li ber barana û li ber tava
29.
Ey evi yıkılasıca! Kaldır başını, aç gözünü, uyan uykudan
Ölüm bizi parçaladı hey! Ayırdı bizi anneden ve babadan.
Çıplak bıraktı felek bizi yağmurla güneş altında
30.
Lo oxira li felekê ne ya xêrê bê
ko ji tişt û malê di pirr em xizan kirin
û em xistin ber van mital û ber van hisaba.
30.
Feleğin bahtı hayr olmasın
bizi bunca variık ve bolluktan yoksun bıraktı
Bu sorgu ve suallere mahkum etti bizi,
31.
Lo berê xwe nedin wê dinyayê lê xayin û derewîna geh tahl û geh şîrîn a
Û geh şahî ya û geh şîn a û geh ken a û geh girîn a
Tahqîq ko tu destgirya min buwaya minê tu bi yekî bidaya
Lê pa ez çi bikim tu maka min î û min mecal bi te nîna
31.
Bu dünyaya ilgi göstermeyin hain ve yalancıdır bazen acı bazen de tatlıdır
Bazen mutluluk bazen yastır, bazen sevinç bazen gözyaşıdır
Şüphesiz sevgilim olsaydın, seni başkasına verirdim.
Ama neyleyim sen anamsın ve sana gücüm yetmez
32.
Lê dinê tu xayin î û bê rayî te ez berdam peyê guneha serberdayî
Tehqîq wekî tu dergistiya min buwayî ko min tu bi yekî dî bidayî
Lê pa ez çi bikim tu maka min î û min mecal bi te nîna Û tu bi min dikarî
32.
Ey dünya sen hainsin, beni boş yere günahlara saldın
Özgür bırakırdım eğer sevgilim olsaydın, seni başkasına verirdim
Ama neyleyim sen anamsın ve sana gücüm yetmez
Senin bana gücün yeter
- Lê dinê xwezî ez nebuwama û min xêr û mekseba te nedîtaya
Û ko te ez berdame pey guneha û te ez men kirim ji hifza qewlên Xuda û Nebiya
Tehqîq wekî tu keçik bi kezî buwayî ko min tu bi yekî bidaya
Lê ez çi bikim tu maka min î û min te sipartî Xwedê û mîrê weliya
33.
Ey dünya keşke olmasaydım, ne hayrını ne kazancını görmeseydim
Beni günahlara saldın, Allah ile nebilerin sözünden uzaklaştırdın
Şüphesiz saçı örgülü bir kız olsaydın seni başkasına verirdim
Ama neyleyim sen anamsın ve sana gücüm yetmez, seni
Allah’a velilerin mirine havale ettim
34.
Lo qulingo tu pirr bilind dibî û tu dinyayê dibîne çi mîna ya
Go: Lo, çi hewce ye hûn pirsa dinê ji min bikin dunyayê, wê li dari çava ya
Îro şahî ya û benda wê şîn a. Wesfê wê ne hêja ye.
Heke hûn ji min yeqîn in, dojeh ew bi xwe ya
Xwezî em nebuwana û me nedîtaya
34.
Ey turna yükseklerden uçuyorsun ve görüyorsun gökyüzünün maviliğini
Ne gerek var dünyayla ilgili soruları bana soruyorsunuz , işte gözler önündedir
Bugün eğlencedir ve sonrası yastır , sefası ise daim değildir .
Bana inanıyorsanız , cehennemin ta kendisidir .
Olmasaydık keşke , onu görmeseydik
35.
Lo ev dunya mîna ye zivistana ko darê di terr û hişk û merhovê di çê û xerab yek awa na .
Û sibha qiyametê mîna ye meha Nîsane ko darê di terr û mer hove di çê wê xemlê xwe wergirin
Fahm bike û qenc bizana ku darê di hişk , merhovê di xerab wê
ji agirê dojehê ra bibin xwirde û nan.
35.
Aman , dünya kış mevsimi gibidir , ağacın kurusu yaşı , insanın iyisi kötüsü aynı görünür.
Kıyamet sabahı Nisan ayı gibi gibi yaş ağaçlarla iyi insanlar yeşerip süslerini kuşanacaklar
Kulak ver iyi dinle beni , kuru ağaçlarla kötü insanlar cehen nem ateşine gida ile ekmek olacaklar
Lo qulingo ! Tu bi ser me gazî dikî û dixwînî.
Go : Lo bêhna dojehê ji vê dinê dibihim û ez
hawara xwe ji Xwedê ra dişînim ko laşê min te nemîne
Xwezî bi wî merhovê ku jê birevê û xêr û xêrata bikê û pêşiya xwe bişînê
36.
Ey turna üstümüzden uçarsın , seslenip çağırırsın
Hey , dünyadan cehennem kokusu alıyorum , Allah’a yakarıyorum
Bedenlerimiz kalmayacak , ne benim ne senin , ondan kaçabi lene ne mutlu
Hayırlar işleyip önden gönderenlere
37 .
Lo qulingo , sergirdano ! Ko tu qewî hawar dikî û dilezênî
Go : Lo , ez direvim ko dengê guregura agirê dojehê dibihim
û dilê xwe pê dikewînim , ku nexwezî bi cihê heramxwiran û selefxwiran
Ko cihê wan ezabekî dijwar a . Xwedê tu medî kes nebînê.
37.
Ey turna , başı dönmüş halde durmadan figan edip gidersin
Hey , nereye kaçıyorsam , cehennem ateşinin uğultusunu duyuyorum
Gönlümü onunla dağlıyorum , haramyiyicilerin faizcilerin yerinde olmak istemem
Ki yerleri azap dolu feci bir yerdir . Ya Rab sen yetiş imdadımıza
38.
Lo qulingo ! Ez dibêjim tu xayin î bi cihê xwe ra,
Her zivistan tu pişta xwe didî çiyan û berfan û Sîpana
û berê xwe didî deşt û berriya û safa dikî her awana
û dîsa ko bû germ û havîna tu berê xwe didî çiyayê bilind û hinkayiya zozana
38.
Ey turna , hayınsın kışları terkedersin yerini
Sırt çevirirsin dağlara , karlara o Sipanlara
Havalar isınınca dönersin ovalara gönlünce keyif çatarsın
Yazlar gelince tekrar dönersin yüzünü yüce dağlara , yayların serinliğine
39.
Go : Lo ez ne xayin im , lê dinê xayin a û ez ji ber direvim û dilezînim
Nahêlê li derekê biqêrim ko ez bi ‘ emrê xwe bi rahetî biqedîn im
Ez her bi ser wa gazî dikim û dengê xwe hiltînim
Ko hûn jê birevin ji dinyayê Lê xayîn a ez her ‘ ecêbê xayintiya wê dibînim
39.
Dedi : Aman , hayınlık bende değil dünyadır hayın olan , acele edip kaçarım ondan
Bırakmaz bir yerde durayım , ta ki huzur içinde bitireyim ömrümü
Durmadan ona seslenirim ve sesimi ona duyurmaya gayret ediyorum
Aman siz de kaçın , hayındır o , şaşkınlıkla hayınlıklarını görüyorum
40 .
Lo qulingo , em nizanin tu bihay í an tu nivistî yî ?
Tu xwe bişidîne û bi hewa xwe hilîna , lê tu qewî sist î .
Ko da em pirsa dojehê ji te bikin , lê me dengê wê ji mê ve bihîstiye .
Go : Lo de ez saloxa we qenc bidim hewe , bele jê birevin weka merhove margestî .
40 .
Ey turna , bilmem duyuyor musun , uykuda mısın , kalk hazırlan
Şöyle yücelere havalan , uyuşuk görünüyorsun ,
cehennem ateşini soralım senden Aman ,
haylidir sesini duyamıyoruz .
Dedi , halinizden bir bir haber vereyim , kaçın ondan yılan sokmuş adam gibi
41 .
Lo dojeh alîkî jê behrek agir a û kibrît zift û qîr a
û bihneke dijwar jê têt , û reş û tarî û hawîr a
Lo zikrê wê ne ê xêrê bê ko aliyek jê behrek serma ya û ba û pizrûk û zemherîr a
41 .
Aman , cehennem bir ateş denizi , kibrit ve ziftir
Bir koku yayar ki , simsiyah imdat aman
İsmi anmak hayır değildir !
Diğer yandan soğuk bir deniz , rüzgar , fırtına ve zemheridir
42 .
Lê felekê , zalimê ! Ev çi zulm a ko te bi serê me de aniye ?
Ko ji dêl xweşiyê te dilê me ji xema û kesera dagirtiya
Wekê ji me dihat xêrata bikin , te nehiştiya
û niha jî tişt û malê di pirr te em xizan kirin te me anîn parsekiyê
42 .
Ey felek zalimsin , nedir başımıza getirdiğin bu kadar zulüm
Mutluluk ve sefadan daha fazla acı ve gamla doldurdun gönlümüzü
Gönlümüzce hayır ve iyilik işlememize engel oluyorsun
Şimdiyse mal ve mülkten yoksun bırakıp dilenciye çevirdin bizi
43.
Lo qulingo , tu qewî bi hewa dikevî û tu çenga dihejînî û tu berê xwe didî ezmana
Û tu erş û kursî dibînî da em pirsa bihuştê ji te bikin lê tu Xwedê û mêra dihebînî
Ko em hê ciwan tu mizgîniya buhuştê ji me ra bînî
43 .
Ey turnam iyice yükselirsin kollarını sallar göklere yönelirsin
Arşı ile kürsüyü görürsün biz de senden cennet haberlerini alalım diye
Fakat Allah ve insanlarını seversen cennetten müjd getir bize
44 .
Lo wesfê bihuştê miqate ye û bajarekî bi qeder û mazin e û
bilind e û bê sûr e
Û jê difûrê û diherikê bêhneke xweş û behrek nûr
Hin sipî ya û hin jî heşîn a û hin kesk û sohr a
Lo behra me tê nebê xwezî em nebuwana
Ko janeke mezin a û derdekî kûr a
44 .
Cennetin anlatmak çok zordur , suru olmayan yüce büyük bir şehirdir
Güzel kokular yayılır ve akar ondan nurlu bir denizdir
Bazen beyaz bazen mavi bazen yeşil ve kırmızıdır
Orada bir hissemiz yoksa yazık bize keşke olmasaydık , büyük ve derin bir kayıp olur
45 .
Lo zikrê bihuştê ê xêrê bê , ‘ wesfê wê raserê me ya
Tiştê ku ne çava diya û ne guha bihîstiya
Û ne bi ser fikra dila ketiya
Lo heke hûn ji min yeqîn in mexelitin ko buhuşt dîne
Barî Teala ew bi xwe ya
45 .
Cennetten hoşça bahsetmiş olalım , sefası başımıza olsun
Gözlerin görmediği kulakların duymadığı şeydir
Ne de gönüllere düşen bir düşüncedir
Eğer bana inanıyorsanız yanlışa düşmeyin
Ki cennet Allah’ı görmenin ta kendisidir
46 .
Lo bihuşt welatekî bêqeder fereh e û wetanekî şêrîn a
û buhareke bêhed xweş a û her daîm hêşîn a
Da em dia ji Barî Teala bikin ku me jê mehrûm nekê
Lê dilê me ji guneha şikestiya û bi kul û birîn a
Lê dojeh miqabil e, ma taqeta ezabê wê nîna
46 .
Cennet uçsuz bucaksızdır, şirin bir vatan , güzel bir bahardır
Her zaman yeşildir, Yüce Allah’a yakarın bizi ondan mahrum etmesin
Yazık ki gönlümüz günahlardan kırıktır
İşte yara bere içindeki gönlümüzün karşılığı cehennem azabı olmasın
47 .
Lo pa em çi bikin, ezman bilind e , û erd qewîn e
Û em nizanin çi rayekê bikin bi va guneha bi va kula û wa birîna .
Mirin hatiya û me mecal bi rihê xwe nîna
Lê heke Barî Teala bi rahma xwe me eza nekê
Heke na, me mecal û mefer bi tu kesê dî nîna
47 .
Oy , neyleyelim gök yüksektir ve yer sağlamdır
Ve bilmiyoruz bunca günaha , kedere ve yaraya nasıl bir çare bulalım
İşte ölüm geldi ve ruhumuzun mecali kalmadı
Eğer rahmetiyle bizi affetmezse Bari Teala
Yoktur başka kimseden umud ve beklentimiz
48 .
Lo merovo, berî mirinê rayekê bike,
û hilo raba, lê Barî Teala adil e ne rûmetî li balê heya
û ne mehebeta mîr û feqîr û xenî û xizan li ba wî yek hîsab a
û her yek fiîlê wî dike mîzana û cezayê wî didêyê .
Heke safa û rehetî ya , heke cefa ya û ezab a .
48 .
Ey insan ölümden önce bir yol bul, fırla kalk
Allah adaletlidir katında ayrıcalık yoktur
Sultan ile geda , zengin ile yoksul Onun yanında hepsinin hesabı birdir
Herkesin amelini tartacak ve karşılığını verecek
İster sefa ve rahatlık ister cefa ve azab olsun
49 .
Lo merovo ! Hila rabe , dê em tobe bikin lê talihine dijwar li ber me hena
Sissêna wa li ber me veketî na . Eseh emê bi ser wan kevin , daîm li derê rê na
Yek jê mirin a yek jê hizûr a ê din dojeh a . Ko jan û kul e û derdê me na û bi jan a .
Lê pa em çi bikin ko xelasiya me ji wa nîna ,
Û her sê cezayê me na û hukmê Xweda na
49 .
Ey insan tövbe edelim diye korkutucu birçok sebep var göz lerinizin önünde
Üç kişi önünüzde uzanmış yatıyor muhakkak bir yol ağzında onlarla karşılaşacağız
Biri ölüm , biri huzur diğeri cehennemdir ki canımız onlardan yara bere içindedir
Ne yapalım kurtuluşumuz yok onlardan
Bizim cezamız ve kısasımızdır Allah’ın ise hükmüdür
50 .
Lo qawlê kitêba em gêj kirin û me guhdariya wan nekiriya
Ko dibêjin wê qiyamet bê û wê mirî ji tirba rabin û bihuştî û dojehî .
50 .
Kitabın hükümleri serseme çevirdi bizi yine de onları dinlemedik
Ki kıyamet kopacak derler , ölüler kabirlerinden kalkacaktır
Cennetlik ve cehennemlikler .
51 .
Lo rabe em ji Barî Teala re tobe bikin û
bixwînin fatîhaya ko : Ya Reb ! Tu bi ‘ izz û celalê di xwe kî heke
em nehêjane bihuştê tu me nekî dojehê , girê hesretê besî me ya
51 .
Oy , kalkın da Bari Teala’ya tövbe edelim
Ve okuyalım dualarla fatihayi
Ya Rabbi ! Diyelim , izzetin ve celalin hakkı için
bize cennetini ver cehenneminden esirge , her ne kadar layık değilsek te
Çektiğimiz hasret azap olarak yeter
52 .
Lo ez weke quling hawar dikim bi ser dunyayê .
Û dengê xwe dihiltînim weke kewê ribat li sahrayê
We ez bi hezarî dixwînim û her yek navê wî dihiltînim ,
û ji hezarî yek li pey dengê min nayê
Yên ez ji te re dixwînim qewlê di pîr in tu buha pê nayê
Lê pa ez çi bikim ji derdê dinê û kulê di axretê hedana min nayê
52.
Ey , turna gibi figan ediyorum bu dünyada
Ve keklikler gibi çığlık atıyorum bu çöllerde
Ve binlerce dilde okuyorum , yükseltiyorum adını
Yazık binde bir bana uyup sesime gelmiyor
Hiç kimsenin değer vermediği bu sözlerden birini söyle mezsem
Ama neyleyeyim , mecalim yok dünya derdinden ve ahiret azabından
53 .
Lo çi buhareke bixêr hatiya bi me ra û ez gerandim bi va mêrga û va diyara
û li ber çeman min jê çinî baqek rêhan û gul çiçek ji civata nadira
û rehmet li dê û bavê ko qewl gotin û dê û bavê hazir û guhdêra .
53 .
Oy , ne hayırlı bir bahadır üzerimize gelen
Gezdirdi bizi bu çayırlarda ve bu ovalarda
Topladım bir deste gül ile reyhan bu emsalsiz bahçeden
Atalara rahmetler olsun ne güzel söz söylemişler
Ve hazırda bize kulak verip dinleyenlere
Azad Kerboran
Nîşe: ku fersendê bibînim ez ê wek vîdeoyekî li ser vir parve bikim https://youtube.com/c/KurdologBeg
Çavkanî:
- Turabidinden Beriye – Altan tan
- https://twitter.com/BarsBenistani/status/1350129100225187841?s=20
- Azad Kerboran
- wikiferheng lawij
- Uluslararası Midyat Sempozyumu- Intemational Midyat Symposium
Süryani Dilsel İş etlerle azılmış Kürtçe(Kurmancî) İlahiler (Lawijler uni) Kürt Mesihilet, ya Da Midyatlı Kürtçe Konuşan Mesihiler; Süryani Dilsel şare li Kürtçe(Kurmancî) ki İlahinin Teolojik ve Dilbilimsel çeriği ( Tenê wêne hatiye girtin)