La Fontaine û Kelîle û Dimne

Gotina çîrokan, ji bo zarokan jî bi giştî ji bo mirovan jî ne tenê wekî kêf û dembihurînê hatiye qebûlkirin. Çîrok bi giştî metnên dîdaktîk in. Hem ji bo hînkirina zarokan, hem jî ji bo ya mezinan hatine bikaranîn. Çîrokên em nas dikin ji aliyê pisporan ve li kategoriyan hatine dabeşkirin û hema hema tevahiya çîrokên dinyayê di nava qalibên van kategoriyan de hatine bicihkirin. Sedema ew qasî baş bi kêr hatina kategoriyan ne jêhatîbûna zanyarên rojavayî ye*. Bileks, çîrokên ku wan li kategoriyan dabeş dikirin ji kaniyekê bûn û gava kanî yek be û ne gelek bin, giştîkirinên katalogwarî heta bi deverekê diçin serî. Yanî bi ya min qalib û kategoriyên çêkirî li çîrokan hatine ji ber ku wekî cureyê edebî yê mirovahiyê, kaniya wan heye.

Bi vê destpêka giştî ez ê behsa La Fontaine jî bikim û xasma jî behsa Kelîle û Dimne** bikim. Mesele li vir ne sinifandin û ne jî lêkolînên li ser çîrokan e. Ya ez ê serê xwe pê biêşînim, meseleya ka em di pencereyên kê re li wan dinihêrin! Jean de La Fontaine Fransî (1621-1695) yê di serdema Louis ê 14’an de – bi nivîskariya xwe derketibe pêş jî berhema wî ya ku hingê jî bi tesîr û îro jî pê tê nasîn, fablên wî ne. Yanî çîrokên bi heywanan in. Wî ev çîrok hem ji bo şîretan û hem jî ji bo rexneyên li desthilatê bi kar anîn.

Li vir ez ranabim û nabêjim, wisa fablên wî ji filan û bêvan çîroka ji filan deverê ne. Mesele çawa min gotî ne ev e. Jixwe ew jî xef nake ka fablên xwe ji ku girtine. Li vir mesele em kurd û xelkên ji Rojhilata Nêzîk û Navîn -ev binavkirin û nasname jî bi destê heman rojavayiyayan çêkirî ne- çawa lê dinihêrin. Gelo tê bîra me çi efsane hatine çêkirin, li ser anîn û wergerandina Kelîle û Dimne? Kelîle û Dimne ne çîrokên anonîm in. Nivîskarê wan heye û navê wî Beydaba ye. Di sedsalên 8 ta 11’an de ji zimanên kevin ên îraniya navîn û Sanskrîtî** tê wergerandinî erebî û farisî. Koka wê diçe heta Berî Mîladê sedsala 2’yê û belkî ji wê jî kevintir e. Xwe disipêre çîrokên dîdaktîk û wisa tê qebûlkirin ku ji bo perwerdekirina zarokên li qesrên mîr û şahan hatiye amadekirin. Di wergerekê de jî tê gotin, Beydaba ev şîretên hanê û rexne nivîsîne û bi kirasê heywanan ew gotine, da ku nekeve ber xezeba melikê qesra xwe. Yanî fabl ji bo xweparastinê bi kar anîne, lê bi wan dîsa jî gotina xwe kiriye.

Naxwe, ne tenê La Fontaine bi ser wê hizrê ve bûye ku şîret û rexneyên xwe yên li qesrê û li desthilatê bi rêya fablan bike, lê Beydaba jî bi Kelîle û Dimne ev kiriye, qet nebe wergêrên berî qederê hezar salî wisa hizirîne. Motîfên ji Kelîle û Dimne di gelek çîrokên îro kurmanciyê de jî hene. Lê ji ber ku kurmancî jixwe ji heman çanda ziman û baweriya hindo-arî ye, belkî bi vî rengî mabin, û belkî jî bi rêya kitêban ev motîf li çîrokên kurmanciyê zêde bûbin. Lê çîrokên kurmanciyê jî, çîrokên ewropî jî çawa dibe ku li qalibê heman sinifandinê bên? Ez ê bersivekê nedim, lê ez bibêjim, kaniya çîrokan, berî çêbûna komên etnîk ên ewropî xwe digihîne nav welatê hindo-ariyan yanî ji Kurdistanê heta bi Pencabê diçe. Gava ku sinifandineke berhemên vê kaniyê jî tê kirin, diyar e ev sinifandin li çîrokên kurdî jî li çîrokên her du almanên bira yên bi paşnavê Grimm jî tê.

Naxwe gava me metnên edebî yên wekî fablên La Fontaine jî û sinifandinên ilmî yên çîrokan ên wekî ATU’yê jî nas kirin, em bi qîmetê wan zanibin; lê ya rast wê ew be, em Kelîle û Dimne jî nas bikin û bi kaniya çîrokên xwe jî zanibin. Ne belesebeb e ku Şengê û Pengê ya me ya şîretan li zarokan dike û “bizin û 7 karikên wê” ya Grimm bi heman armancê û bi heman motîfan heta dawî diçin.    

Luqman Guldivê-Diyarname.com

* Mînak binirên li Îndeksa Aarne–Thompson–Uther (ATU). Ev sinifandina çîrokan a navneteweyî ji aliyê Antti Aarne hatiye damezrandin û ji aliyê Stith Thompson û Hans-Jorg Uther ve hatiye temamkirin û sererastkirin.

** Bi wergera Alî Karadeniz di kurmanciyê de jî heye, çapa dawî ji Weşanên Nûbihar sala 2011’an wekî 256 rûpel derçû.

*** Bi navê Pançatantra, bi maneya “pênc his/îlham”. Îro jî bi navê pêncketab li Afganistanê tê nasîn û kêm navê Kelîle û Dimne tê hildan.

13.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply