Kutan (Vaksîn/Aşi)

Di laşê mirov de bi du riya bergiriya destketî ya çalak peyda dibe. Riya yekem nexweşketin, a duyem jî kutan e. Gava mirov cara pêşîn rastê nexweşiyêk were, an hokara nexweşiyê têkdişkîne û sax dibe, an jî dibe ku hokara nexweşiyê laşê mirov dagir bike û bibe sedema mirina mirov. Heke hokara nexweşîyê piçek lawaz be, saxbûn jî hê hêsantir dibe. Dema mirov ji nexweşiyek sax dibe di laşê mirov de derheqê wî nexweşiyê de hin agahî dimîne. Heke heman hokara nexweşiyê cara duyemîn tûşî laş bibe, îcar laş hê zûtir û hêsantir xwe ji nexweşiyê diparêze. Anko, cara pêşîn hokara nexweşiyê ya lawaz tûşî mirov bibe, mirov zû baş dibe û bergirî ava dike, lê hokara nexweşiyê bihêz be, dibe ku saxbûna mirov jî dijwar be.

Gelo derfet heye ku mirov cara pêşîn tûşî hokara nexweşiyê ya lawaz bibe? Bê guman, îro bi kutankirinê ev derfet heye.
Kutan, perpûn an jî vaksîn navê heman madeyê ye. Di zimanê latînî de ji boy çêlekan navê vacca tê bikaranîn, ji peyva vacca, vaccinus çê bû ye. Vaccinus jî wekî vaccine derbasî îngilîzî bû ye. Cara pêşîn ji çêlekên bi nexweşiya xurik ketiyê, ev kutanê bi dest xistine û ji boy laşê mirov bi xuriyê nekeve, wekî madeyek ji boy alîkariya dabînkirina bergiriyê bi kar anî ne. Lê îro çavkaniya kutanê ne tenê ji çêlekên xurikî ye. Li gel perçeyên hokarên nexweşiyê ku li ser wî dijepeydaker heye, hokarên nexweşiyê yên mirî an jî yên hatine lawazkirî jî wekî kutan tê bikaranîn.Hin cureyên kutan jî ji jehra hokarên nexweşiyê(bakterî) tê bi destxistin.

Ji boy nexweşiya hîna tûşî laş nebûye, lê di pêşerojê de egera tûşbûna wî heye, kutan tê bikaranîn. Anko bi vaksînlêdane(kutanê), laş bi awayêk kontrolkirî bi hokarên nexweşiyê ve rû bi rû dimîne. Ji ber ku hokarên nexweşiyên nav vaksînê lawaz in, bergiriya laş li dij van hokaran beravaniyê ava dike û bi hesanî van hokarên mirî an jî lawazkirî têkdişkîne. Di heman dema beravaniyê de hin xaneyên bîrker ên xaneyên B û T jî tên dirûstkirin. Bi kutankirinê, bersîvdana bergiriya yekemîn a laş çalak dibe. Xaneyên bîrker di nav laş de ji boy egera tûşbûna heman hokara nexweşiyê bo demek dûr û dirêj dijîn. Heke hokara nexweşiyê cara duyemîn tûşî laş bibe, vê gavê xaneyên bîrker li dij wî, di demek kurt de berevanî ava dikin. Ev beravanî wekî bersîvdana bergiriya duyemîn bi nav dibe. Anko, kutan li dij hokara nexweşiyê ya diyarkirî, bergiriya taybet peyda dike.

Hemû welatên dinyayê,li gor şîreta Rêxistina Tenduristiya Cîhanê(WHO) , hemwelatiyên xwe kutan dikin. Mirov bi derzîkirinê tê kutankirin an jî hin caran kutan wekî dilopêk avê di devê mirov de tê dilopkirin. Bi gelemperî vaksînkirin gava dergûş hîn du mehî ye dest pê dike hetanê 10-12 saliya zarok didome.

Dergûş li dij nexweşiyên wekî sorik, binguhk, xurî, zerika B, êşa zirav(tuberkuloz), soreta û hwd tên kutankirin. Ji bo xurtkirina bergiriyê dibe ku ji boy her hokara nexweşiyê ne carek, lê çendan car kutankirin were dubare kirin. Dibe ku şeva piştî vaksînlêdanê ta were laşê zarok. Lê ev ta ne tayek xeter e, ta nîşana çalakbûna bergiriya laş a li dij vaksînê ye. Mirov ne tenê dema zaroktiyê tê kutankirin. Hin caran mirovên têgihîştî jî neçar dibin ku bên vaksînkirin. Wekî mînak heke kuçik, pisîk an jî ajalek kûvî mirov bîrîndar bike, ji ber egera nexweşiya hariyê, mirov tê kutankirin.

*Ev xebat li ser rûpela wîkîpediya kurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kutan

Çavkanî: Rûpela Biyolojiya bi Kurdî

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply