“Kusî-Kurd”ji bo çi hate ava kirin?

Li Enqereyê hin ciwanên kurd ji bo ku sînemager û televîzyongerên kurd bînin li bal hev û xebatên medyaya kurdî pêş ve bibin, bi navê Komeleya sînemager û Televîzyongerên Kurd (KUSÎ-KURD) komeleyek ava kirin.

Komele wê xebatkarên medyaya kurdî bîne bal hev û wê di qada medyaya kurdî de xebatan bike.

Serokê Komeleya Kusî-Kurdî Salîh Suleyman daxuyand ku ew ne girêdayî tu partiyên siyasî û saziyanin û wiha axivî:

 “Eleqeya me bi tu partiyan û saziyan re tune. Armanca me ew e ku em televîzyonger, sînemager, lîstikvan, derhêner û edîtorên kurd bînin li bal hev. Em dixwazin li komeleyê rewşeke çandî û hunerî pêk bê. Ji bo kesên kurdî nizanin, an yên ku dixwazin kurdiya xwe pêşve bibin em bêpere dersên kurmancî, zazakî û soranî didin. Ji bilî vê em ê di rojên pêş me de jî dersên pêşkeşvaniyê bidin.”

Suleymanî got ku wan ji bo navê komeleyê û logoya komeleyê ji xwe re kusî hilbijartin û Silêmanî sedema vê jî wiha anî zimên:

“Kusî heywaneke temendirêj e, zêde dijî. Bi xîret e. Qalikê wî hişk e û hêdî hêdî dimeş e. Wisa xwe bawer e ku bi kêvroşkê ve dikeve peşbaziyê. Ji ber vê slogana me ‘hindik û rindik’ e. Armanca me ew e ku em wek kusî hêdî hêdî ji bo armanca xwe di rêya xwe de bimeşin. Lê ev karên hindik wê demek şûn de zêde bibin û gelek kes teqez wê behsa me bikin. Em ê di pêşerojê de Şeva Xelatên Medyaya Kurdî, festivalên fîlman, perwerdeya medyayê û gelek karên din bikin înşallah.”

Suleymanî daxuyand ku komeleya wan li Kizilayê kuçeya Karanfîlê ye û Walîtiya Enqereyê destûr daye wan ku ew bi awayekî fermî komeleyê ava bikin. Silêmanî got ku kî bixwaze dikare bibe endamê komeleya wan û ew benda piştgiriya kurdan in.

Alîkara Serokê Komeleya Kusî-Kurdê Zelal Mevlutoglu jî daxuyand ku hê di rojên ewil de mirovan eleqeyeke mezin nîşanî komeleyê dane û ji bo dersên zimên kontenjanên wan tije bûne.

Mevlutogluya ku him ji yek avakera komeleyê ye û him jî di komeleyê de dersên zazakî dide wiha axivî:

“Dema em kurd tên li cem hev em bi tirkî diaxivin. Divê kurd bi kirmançkî, kurmancî û soranî baş bikaribin biaxivin. Di nav van de yekîtiyek hebe. Bi taybetî kirmançkî ber bi zimanên êdî li ser rûyê erdê nayê axaftin de diçe û divê ji bo vê xebat bên kirin. Li gor min xebatên komeleyê ji bo vê wê baş bin. Hê di rojên ewil de me dît ku fikra me ya avakirina vê komeleyê fikreke gelek baş e.”

Mevlutoglu got ku armanca wan ew e ku ew xwe bigîhînin mirovên di vê qadê de dixebitin û wiha axivî:

“Xebatên ku em ê bikin, festîvalên ku em ê li dar bixin û projeyên ku em ê pêk bînin ve bi ya min alîkariya me wê bigîhîje televîzyongerî û sînemageriya kurdî.”

Li komeleyê pirtûkxaneyek, du fêrgeh û odeyeke ku lê çay û qehwe tê vexwarin heye. Hefteyê carek filmên kurdî tên nîşandan. Bi zazakî, kurmancî û soranî dersên bêpere tên dayîn. Dema ders biqedin komele wê sertîfîkayekî bide kesên beşdarî qursên zimên bûne.

hawarnet.com

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply