KURTEROMANEK NÛJEN ”HANDA”

Hinek xwendevan dema kurteromanek, romanek ji sed rûpelan kêmtir dibînin, ji wan re ecêp tê. Di serê wan de roman weke tuxla divê qalind be, bi kêmanî sê sed, çarsed rûpel be.

Gelek roman hene ku sed rûpel in yan jî ji sed rûpelan hindiktir in.  Bi taybetî jî romanên nûjen yên nivîskarên Ewropiyan di nabeyna heştê û sedûbîst rûpelan de ne. Romanên klasîk gelek qalind in. Romanên Tolstoy, Hugo, Balzac, Zola, Dostoyevskî, heryek çarsed, pênçsed rûpel in. Dema mirov romanên pirrûpel wek pîvan bigre, romanên sedrûpel di çavên mirov de nabin roman. Lêbelê ew jî roman in. Ji vê şêwe romanan re kurteroman dibêjin,  Min ji bo pirtûka Birêz Sîdar Jîr a bi nave ”Duwanzdeh Çîrk” gotibû; ”Di pirtûkê de ziman, honak, tevn û amûrên ku hatine bikaranîn yên kurteromanê ne.”  Ev pirtûka wî ”Handa” jî heman tişt e, yane kurteroman e.

Kurteroman ji çîrok û romanê cuda ye. Cudabûnên kurteromanê di gelek waran de heye. Cudabûna bingehîn teknîka nivîsînê ye. Teknîka nivîsîna kurteromanê ne wek çîrokê û ne wek romanê ye. Teknîkekî bi serê xwe ye, orîjînal e. Ev teknîk teknîkeke modern e. Di edebiyatê de, di nivîsîna berhemên edebî de, teknîka herî dawî a nûjen e. Nivîskarên hevdem vê teknîkê bikar tînin. Yên ku vê teknîkê bikar tînin, piranî nivîskarên Ewropî ne û hinek nivîskarên Latîn Amerîkî, Japonî û Rusî ne. Di nav nivîskarên kurdan de yên ku vê teknîkê bikar anîne, Bavê Nazê, Sîdar Jîr, Varoj Têlo, Gulîstan Çoban, Mehmet Adar, Hesenê Metê û ez –Lokman Polat- û hinek nivîskarên kurd ên din in.

Nivîskarê navdar Gabrîel Garcîa Marquez gelek romanên mezin nivîsiye û weşandiye. Lê, wî ji bo berhemeke xwe gotiye ”ev kurteroman e.” Yanî wî berhema xwe wek roman na, lê wek kurteroman bi nav kiriye. Ev jî dide xuyakirin ku, divê mirov ferqîyetek têxe nav roman û kurteromanê.

Gelek nivîskarên Latîn Amerîkî û Ewropî kurteroman nivîsîne. Bi taybetî jî kurteromanên nivîskarên îtalî navûdeng dane û li gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Wek mînak; Romana nivîskarê îtalî Alessandro Baricco “Hevrîşim” (bi tirkî ”Îpek”) kurteromanek gelek xweş e. Ev kurteroman, kurteromana lêgerîna bextiyariyê ye.

Mînakek din a kurteromanê jî kurteromana nivîskarê Latînamerîkî –Kolombîyayî- Gabriel Garcia Marquez “Erêndira Dilpak” e. Nivîskar vê kurteromana xwe li gor şêweya Surrealîzmê nivîsiye. Kurteroman 68 rûpel e. Di vê kurteromanê de serpêhatiya Erêndira dilpak û Dapîra wê ya bêînsaf heye. Nivîskar di kesayetîya leheng û fîgurên kurteromanê de kesayetiya safîtî û xirabiyê, evîn û nefretê anîye zimên.

Û herweha herdu berhemên birêz Sîdar Jîr ku ji sed rûpelan hindiktirin, herdu jî kurteroman in. Pîvana romanê di rûpelên wê de nîn in. Divê rexnegir û xwendevanên kurd romanan li gor rûpelan nenirxînin. Li gor pîvanên hunera romanê wê binirxînin.

Nivîskar berhema xwe wek rêzeçîrok afirandiye, ev jî şêweyeke nivîsîn û afirîneriyê ye. Di nav hivdeh çîrokan de pevgirêdanek heye.

Handa bi beşa sernavê ”Heyv û (rû)” dest pê dike. Vebêj taswîra menzelê/odeyê û taswîra bedewbûna Handa`yê dike.

” Bedena narîn a Handayê… Porê wê yî dirêj… birûyên qeytanqemerî…. çavên wê yên xweşik û lêvên wê yên lerizokî…. Sîng û berê wê mîna pêlên çêman bi aheng bûn… bejna wê ya zirav ku mîna tayeke rihanê bû,…….” Vebêj bi van gotinan spehîbûna wê tîne zimên.

Lehenga /qehremana berhemê navê wê Handa ye. Ew di ciheke neyênî de dimîne. Cihê ku ew lê dimîne nêzîkê çemek e. Li cihê mayina wê şibak heye. Ev şibak weke sembol e. Sembola azadiya wê ya bi derve re ye. Ew li wir dirame û xeyal dike, di xeyalên xwe de dice demên pêşeroj û paşerojê.

Di bîranîn, serborî û serpêhatiyên Handa de diyar dibe ku derûniya wê nebaş e. Di heşê wê de tirsek heye. Di odeyê de sindoqeq heye. Di sindoqê de çi heye? Jiyan sindoqeke devgirtî ye, tu kes nizane bi çi tijî ye û çima devgirtî ye.

Di odeya ku Handa tê de ye, neynikek heye. Neynik weke neynikek efsûnî, weke bi sihir be. Handa rind e, spehî ye, bedew e, lê gelo kesayetiyek çawa ye? Li pey lêgerîna çi ye? Gelo çima derûniya wê nebaş e? Bersîva van pirsan bila wek meraq bimîne. Min berê jî nivîsîbû, gotibû û niha jî dibêjim ”Yek ji armanca min a nirxandin,şîrove û danasîna pirtûkên kurdî ev e ku; ez xwendevanan di nav meraqê de bihêlim û wan teşwîq bikim ku herine pirtûkê bikirin û bixwînin.”

Kurteromana Sîdar Jîr ”Handa” kurteromaneke monoton e, monologî ye, lêbelê kurteromanek di çapa romanên nûjen ên Ewropî de ye. Monotoniya wê tê de tevger/hareket, bûyerên kelecanî, bi heyecan tune. Handa wek Oblomov di menzelê/odeyê de li ser text e. Monologiya wê jî tiştên hundirîn bi şêweyeke herka hiş, ji bin hiş dide der.

Vebêjê ku hertiştê Handa dizane û rave dike, serboriyên wê dixe bîra wê. Handa di odeya xwe de tiştek nake, hew dirame, difikire, serpêhatî û serboriyên xwe bi bîr tîne.

Nivîskar Sîdar Jîr naveroka pirtûkê bi çîrokek folklorîk a gelêrî ku di nav gel de bi gelek varyantên cuda têne qal kirin, çîroka jinik û marî qal dike. Tê de herweha çîrokek folklorîk a din jî “Pepûk“ e. Ev çîroka gelêrî jî di nav rûpelên pirtûkê de tê rave kirin. Wî bi van çîrokên gelêrî/ folklorîk naveroka berhema xwe a edebî dewlemend kiriye. Di pirtûkê de felsefa pêxemberê kurd Zerduş Spîtama û pîrozkirina cejna newrozê jî hene. ” Hemû kes ên ku li vê xakê dijîn, sibehê ji bo wan cejn e. Bi sedan, bi hezaran salan ev cejn wê li hemû deverên ku ji perestgehên rojê ronahîya çirûska pêşîn a rojê xwe gihandiyê were pîrozkirin. Sibehê destpêka rojên xweş, geş û ronî ye. Ev agirê ku li hemû deşt û çîyan hatiye dadan ew ê qet netefe û ronahîya wê jî qet kêm nabe.”

Di kurteromanê de digel sembol û motîfên cuda, diyalogên monologî ên xwe bi xwe ên hundirîn, ango monologên balkêş hene. Handa, berhemeke ji hêla taswîran ve serketî ye. Hunandina wê bi hunerî ye. Zimanê wê li gor gramera/rastnivîsîna kurdî ye.

Beşa sernavê wê “Ew, av û êvar“ bi şêweya herkahiş hatiye hunandin. Di romanê de stîlên cure yên ekolên navnetewî hene. Tê de nexşên herkahiş, surrealîzm, realîzma efsûnî, modernîzm û post/modernîzm hene.

Belê, Handa herdem di menzela/odeya xwe de ye û ji xwe re dirame, difikire, di hiş û mejiyê xwe de xeyal pêk tîne. Pêşeroja xwe/dema bê difikire, serboriyên xwe bi bîr tîne û serpêhatiyên xwe rave dike. Helbet ê ku serborî û serpêhatiyên wê qal dike vebêj e. Li gor rave kirina vebêj xwendevan gelek tiştên ku berê hatine serê Handa`yê, xewn û xeyalên wê û lêgerîna wê fêr dibe.

Li gor bîr û raya min, berhema edebî a birêz Sîdar Jîr kêmê berhemên Ewropiyan nîn e. Berhemên ewropiyan ên nûjen/modern û post/modern qalind nînin, zirav in, bi stîlên nû hatine nivîsîn. Handa jî weha ye.

Handa li ciheke di nav çar dîwaran de ye. Lêbelê hizr û ramanên wê, xeyalên wê azad in. Bi gelemperî di naveroka pirtûka Sîdar Jîr ”Handa” de ruhek jinitiyê, herwekî ruhê jina ku li azadiyê bigere heye. Bi destê mêrekî ruhiyeta û derûniya jinek nivîsîn balkêş e. Di kurteromanê de bi giranî kalib û şêweyên nûjen û postmodernîzmê têne xuya kirin.

Di berhemê de kêmanî (digel ku bi ruhê jinê hatiye nivîsîn jî) tunebûna rave kirina têkiliyên zayendî, tunebûna sahneyên erotîk, tunebûna pevşabunên şadimaniyê û hîsên daxwaza seks û xeyalên seksê tunene. Lewre jî bûye wek germiya bê xwey, bê tehm maye. Heger ew hebana dê tehm û lezet jî hebana, dê bi zewq bana. Xwendevanan dê bi coş û xweşî bixwendana.

Lokman POLAT

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply