Kurtenêrînek: ”Dîroknasî” an xençera bi jahr li ser pişta gelê kurd?

Zewatê bi navê Bahoz Şavata li ser navê kurdan û bi zanebûn dîroka kurd serûbinê hev dike. Ne tesaduf e ku ev pirtûka xizmeta dagirkerên kurd dike ji aliyê Weqfa Beşîkçî ve hatiye çapkirin

Antropolog, arkeolog û nivîskarê amerîkî Andrew Colins, ji bo pirtûka xwe ya bi nave “Ji xweliya ferişteyan – Zarokên ji nîjadeka gunehkar / FROM THE ASHES OF ANGELS – The Forbidden Legacy Of A Fallen Race” bikaribe binivîse, diçe heya Erître, Etyopya û Anadolê. Bi, bi sedan kesî re hevdîtin dike. Bi hevalekî xwe yê professor re lêkolînan dike û bi hev re bi sedan pirtûk dixwînin. Li Anadolê diçe bajarê Nevşehîr-Urgupê û li ser “Kulekên Periyan/Perî Bacalari” Lêkolînan dike. Di encama xebata deh salan de, pirtûka navborî dinivîse û di destpêka pirtûkê de wiha dibêje: “Ez vê pirtûkê diyarî avakarên şaristaniya mirovahiyê gelê Kurdistanê dikim. Ez hêvîdar im bigihêjin azadiya ku mafê wan e.”

 

Collins bi belge û îsbatan dide zanîn ku kurdan çewa reng dane şaristaniya Sumeran û di avakirina wê şaristaniyê de çi rolên grîng lîstine. Collins dîsa bi belge îsbat dike ku kurd ji Zagrosan hatine xwar û belav bûne. Di çandinî, huner, zeneet û afirîneriyê de pir pêşketî bûne û li ser bingeha vê zanyariyê bajaran ava kirine. Kîjan in ew bajar, çewa hatine avakirin, hemi jî hene di pirtûkê de.

 

Ev zewatê bi nave Bahoz Şavata ku diyar e nav jî ne rast e, li mala xwe rûniştiye, piştî xwendina çend pirtûkan li ser dîwanên germ û nerm, li ser dîroka kurd, bi zimanê dagirkeran pirtûk dinivîse û îdîa dike ku kurd ne ji Mezopotamyayê ne, ew qewmên sêyemîn in ku hatine û ji aliyê Asur û Urartuyan ve bi zorê weke kole ew anîne herêmê. Yanê, li gor vî kesî ku navê dîrokzaniyê li xwe dike, kurd ji xwe ji berê ve kole bûne û weke kole hatine ser vî axî. Bi gotineka din koletî qedera me ye, divê em li dijî vê qederê tênekoşin, lewra feyda xwe tune. Di vê îdîayê de, niyet çi dibe bila bibe, hewldana avakirina têgihiştineke wisa heye û ev ne di xizmeta berjewendiyên gelê kurd de ye, lê li dij e.

 

Ya din, li gor min ne pêwîst e mirov ji bo rastiya vê pirtûkê bibîne wê bixwîne, lewra navê pirtûkê ji xwe pirtûkê aşkere dike ku bi armanca serobinkirina rastiyan hatiye nivîsîn. Bahoz Şavata, bi navê pirtûkê bi xwe jî, kurdan ji rastiya wan bi dûr dixe û dîroka wan dike malê xelqê. Navê pirtûkê ev e: “Ön Asya / Med Pers Part Sasani Ermeni Makedon Roma Galad Kürd Fars Arami Yahudi Arap Gürcü Halklari ile Kürdlerin Dil-Din-Kultur-Sosyal-Siyasal Tarihi II / Asyaya Pêşîn Med Pers, Part, Sasanî, Ermen, Makedon, Roma, Galad, Kurd, Fars Aramî, Yahûdî Gurcî û têkiliya wan a dîrokî ya ziman, ol, çand, civakî û siyasî.”

 

Hema çi dîtiye kiriye nav û kiriye keratî. Navên hin gelên ku ji xwe mîna hev in du carî nivîsiye weke du gelên cuda bin û kurdan jî du caran nivîsiye. Ango têkiliya kurdan a bi kurdna re. Tiştekî sosret e û ev weke pirtûkeka dîrokî dikare ji nav weşanên Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî bê çapkirin.

 

Tişta ev kes dike nikare bi tenê bi nezaniya wî bê ravekirin! Lê çi jî be, di dawî de encam diyar e; ne di xizmeta berjewendiyên gelê kurd de ye, dûrî rastiya dîrokî ya gelê kurd û ya herêmê ye û destê dijmin û dagirkerên kurd xurt dike, kurdan li “qeder”a wan re razî dike. “Kole hatine dê kole bimînin”

 

Malkambaxiya mezintir ku navê Bahoz li xwe kiriye, xwe wekî kesekî welatparêz bi nav dike û li sazî û dezgehên kurd ji xwe re ciyek jî çêkiriye. Kesên wiha li gel “berhemên xwe” dive bêne deşîfrekirin û li ser sergoyan jî cî nebînin û hew!

 

Mahabad Felat

Çavkanî: Kurtenêrînek Dîroknasî an xençera bi jahr li ser pişta gelê kurd – Amîda Kurd

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply