Kurtefîlma kurdî “Landik” li Spanyayê bû yekemîn!

Kurtefîlma derhênerekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê di festîwala navdewletî ya “Salas” a Spanyayê de bû yekem. Fîlma derhênerekî din ê kurd jî derbasî qonaxa dawî ya festîwala “Oqyanûs” a Amerîkayê bû.

Li gorî malpera “kurdtoday.ir” , ku nûçe û agahiyên Sine belav dike, Kurtefîlma kurdî ya bi navê “Lank” (Landik), ku ji aliyê derhênerê kurd Zaniyar Lotfî ve hatiye çêkirin, di festîvala îsal a “Salas” a Spanyayê de xelata baştirîn kurtefîlm stand.

Festîvala Salal a Spanyayê, ji sala 1999ê ve tê lidarxistin. Festîvala îsal jî, roja 16ê vê mehê hat lidarxistin.

Fîlma han havîna par bi piştgiriya Navenda Hunerê ya Sina hatiye çêkirin.

Zaniyar Lotfî, xwendekarê qonaxa masterê ya sînemayê û berpirsê beşa hunerên dîtbarî ya Navenda Hunerê ya Sine ye. Lotfî, heta niha 4 kurtefîlm çêkiriye û di gellek fîlman de jî wek wênegir (kameraman) kar kiriye.

Ji aliyekî din, kurtefîlma bi navê “Mahî” (Masî) ya derhênerê kurd Saman Husênpûr jî karî derbasî qonaxa fînalê ya festîvala “Oqyanûs” li bajarê San Fransîsko yê Amerîkayê bibe.

“Mahî” dê bi fîlmên Meksîkî, Amerîkî, Proyî, Fransî, Malezî, Kanadî, Newzlandî, Îtalî, Îrlandî û Almanî re hevrikiyê bike.

Festîvala îsal a “Oqyanûsê” dê roja 10ê Adara îsal dest pê bike û roja 13ê wê mehê jî biqede.

Naveroka fîlma “Mahî”, li ser parastina jîngeh û ekolojiyê ye. 

Çavkanî: Rudaw

Derbar Rêvebir

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply