Dêrsim (çandname) – Kurtefîlma “Barê Giran” ku ji aliyê derhêner Yilmaz Ozdilî ve hatibû kişandin, êdî dê li ser platforma dijîtal a BluTVyê jî were weşandin.
Derhêner Yilmaz Ozdilî derheqê fîlma xwe ya ku êdî dê li ser BluTVyê jî were weşandin, li ser hesaba xwe ya Instagramê peyameke wiha belav kir; “Dost û hevalên hêja, heke we heta niha Barê Giran temaşe nekiribe û hûn bixwazin lê binêrin, fîlma me ji îro pê ve li ser Blutvyê ye.”
Herwiha kurtefîlma “Barê Giran” heta niha beşdarî bi dehan festîvalên sînemayê yê navneteweyî bûye û nêzî 10 xelatan jî wergirtiye.
Beşek ji wan xelatan jî ev in:
- Di 31emîn Festîvala Navnetewî ya Enqere de, xelata “Baştirîn Kurtefîlma Tirkiyeyê”
- Di Festîvala Xweser a Stenbolê de, xelata “Baştirîn Kurtefîlma Navneteweyî”
- Di 17mîn Festîvala Kurtefîlma Behra Spî Tanger (Fas) de, xelata “Le Grand Pirx du Festival”
- Di 19mîn Festîvala Kurtefîlmên Ewropî ya Nice de, xelata “Baştirîn Senaryo”
- Di 6emîn Festîvala Gollut (Girone/Spanya) de, xelata “Baştirîn Kurtefîlm”
- Di Festîvala Navnetewî ya Kurtefîlman ya Newcastleê (Avustralya) de, xelata “Baştirîn Kurtefîlm”
- Di 6emîn Festîvala Fîlman ya Meridayê (Meksîka) de, xelata “Baştirîn Aktor (Adil Abdurrahman)”
- Di 20emîn Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Cine Lebuyê (Şîlî) de, xelata “Baştirîn Kurtefîlma Navneteweyî”
Çavkanî: Hesabên medyaya civakî yê Yilmaz Ozdilî.