Kurte Nivîsa Siyabend û Xecê

 

 

SIYAMEND(SIYA EHMED) Û XECÊ

 Hey hebû hey tune bû, ji malbeteke koçeran keçeke wan hebû navê wê Xecê bû. Xecê di mala babê xwe de kemilî hate çaxê mêran, ciwanekî  Farqînî hebû navê wî jî Siya Ehmed bû. Demek hat Siya Ehmed û Xecê yekûdu dîtin, dema ku yekûdu dîtin, hejêkirina jin û mêranî dilê wan kete hev, Xecê kecekê malbatekê zordar bû, heft birayên wê hebûn, dazdeh pismamê wê hebûn. Lê Siya Ehmed newêra ku biçe Xecê ji malbata wê bixwazit, çimkî ew qas vêyanê wê, heskiriyê wê û talibê wê gelek hebûn. Eger bixwestaba jî ne dabana wî.

 

Xecê go:

Siyamendo, çare ji bom e nîn e. rabe destê min bigire û birevîne. Biavêje li ser çiyayê Sîpanê Xelatê hindavê Behra Wanê, çiya girtiye mij û moranê.

 

Siyamend jî rabû, gotina Xecê kir, destê wê de girt, çend û çend rojan di rê de çûn, dawiyê gihaştin  çiyayê Sîpanê Xelatê, ew çend roj bûn rê de çûyîbûn ber vê çendê pir westiya bûn, binê berekê runiştî bûn, êşekê avête li serê Siyamend

 

Siyamend go:

Herê Xecê qase(bihnekê) çûka xwe dane, ez ê serê li ser danim, heta ku ez li xewê rabim belkî Rebbê Alemê hasil bike, miraza me herduwan.

 

Wextê Xecê çûka xwe danandê, Siyamend jî serê xwe li ser çûka Xecê danand û kete xewa girane, bihnekê mayiye, Xecê berê xwe dayê, birek kûviyan jorda hane xarê, kûviyek şaxek û çavekê pêşiya temamê kelekûviyan standiye, Xecê berê xwe dayê, hizra mala babê xwe û ya Siyamend jê kiriye.

 

Xecê go:

Ez xwişka heft bira bûm, dotmama dazdeh pismaman bûm, Siyamendî ez ji xwe re revandime anîme çiyayê Sîpanê Xelatê.

 

Dilê wê pir şewitiye, ew hêdî hêdî xwe re girî ye. rondikên çavên wê, ketiye li ser rûyê Siyamendî, Siyamen ji xewa giran hişyar bûye, dêna xwe detê, Xecê hêdî hêdî rondikê xwe dibarîn e.

 

Siyamend go:

Xecê, eger tu pişmanî ez destûr didim tu li ser mala babê de rêkem,

 

Xecê go:

Herê Siyamendo, tu dizanî ez li ser te har û dîn im, ez ne pîşman im. Bêhneke pêşiya nihe birekê kelekûviyan vê derê de hatin borîn, kelekê bi şaxekê û çavekê pêşiya tamamê kelan standibû, min hizra xwe ya te û malbata xwe ji wan kelan dikir.

 

Siyamendî go:Ez ê herim nêçira wan kûviyan,

 

Siyamend berê xwe dayê, kûviyek li ser serê zinarekê sekiniye, Siyamend destê xwe avête tîrkevanê xwe, tîrik avête wê heywana kûvî, lê da êxist. Siyamend çû ku wê heywanê ser jê ket, wextê ku wî ew ser jê kiriba, wê heywanê şaxê xwe hejand, şaxek li ber singê Siyamend da, Siyamend veheja li zinarê de çû xar, demeke dirêj Xecê li benda Siyamendî ma, rabû li wan çolan ket, qet dengê Siyamendê sehnekir,  nêzîkî li serê zinarê bû, nale nalê Siyamendî li binê zinarê sehkir.

 

 

Xecê gazî kir:

Siyamendo çi bûyê li te?

 

 

Siyamend gazî kir:

Xecê tu here, werîsê heft gundan bîne, jorda dayêxe bila bê binê vê zinarê, ka tu min vê ezabê naderîni.

 

Xecê go:

Herê kelo, kelê piçûko, şax mezino, serî neynîko, te çawan jê vekirin zava û bûko.

 

Siyamend go:

Herê kelo kelê mezino, şax mezino, serî hesino, te çewa jê vekirin mêr û jino.

 

Xecê go:

Herê Siyamendo, bese bike gote gote, te cergê mink er kir mêlaka min sote. Herê siyamendo min çavê xwe girêda ez hatim bote.

 

EW BÛN BÛK Û ZAVAYÊ AXIRETÊ, XWEDA ME Û WAN TEV DE BIBE CENNETÊ

VEGOTİN: MELE EHMEDÊ ŞAXÎ

GUHDAR Û NIVÎS: Bedreddînê WANî

kurtdiliedebiyati.com

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply