Malpera pirtûkfiroşîya ya binavê kurtcekitap.comê di Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de ji bo xwendina kurdî pêş de herê kampanyayek da dest pê kirin. Li gorî kordînatorê malperê Ekrem Malbat mabest û firehiya kampanyayê ev e;
Ekrem Malbat: “Wek kurtcekitap.comê me fikirî ku di roja zimanê zikmakî ya navneteweyî de ji bo şopînerên xwe tiştekî bikin da ku xwendina kurdî zedetir bibe û gihaştina pirtûkan hesantir û erzantir bibe. Bi hevalên xwe re em şêwirîn û me biryar da di 21ê sibatê roja zimanê zikmakî ya navneteweyî de kampanyayeke berfireh çêbikin. Û bi vê hawe me paketeke 150 pirtûkên ku gelekên wan bi kurdî ne amedekir û wek %50 erzanîyê da firotinê. “
Ji bo pelê fermî yê kampanyayê bitikînin…
Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî
Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî her sal di 21ê sibatê de tê pîrozkirin. Ev roj, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin û bi seremonîyekê hat ragihandin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê ev in:
- Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî.
- Bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî.
- Bilindkirina toleransan li hember mirovên cihêreng.
Çima 21ê Sibatê?
Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, Bangladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyaz kir.
Li Bangladeşê di 21ê sibata1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîsan 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatêwek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.
Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdû, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên têvel diyar dikirin.
Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî, urdû, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandanek li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.
Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di sala 1956an de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî de qonaxeka girîng e. Lewma UNESCOyê ev roj pejirand.
Kurd û 21ê Sibatê
Di van salên dawî de kurd jî hêdî hêdî vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser mafê kurdan yê perwerdeya zimanê zikmakî û perwerdeya bi zimanê zikmakî. TZPê (Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî di sala 2017an de bi biryarnameyeke di hikmê zagonê de hate girtin) bi daxuyaniyekê agahdarkir ku ewê bi awayekî berfireh vê rojê pîroz bikin.
Ji bo pelê fermî yê kampanyayê bitikînin…