‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim piştî ragihandina Meşrûtiyeta II. gelek komele ava bûn. Yek ji wan komeleyan jî “Kürt Teavün ve Terakkî Cemiyeti” ye ku di 19’ê Îlona 1908an de ji hêla rewşenbîr û derûdorên wekî Seyîd Evdilqadir, Babanzade Îsmaîl Hakki, Seîdê Kurdî, Mewlanzade Rifat, Emîn Elî Bedirxan û hwd. ve hatiye damezirandin. Bi hilkefta salvegera damezirandina vê komelê, Mamoste Malmîsanij, li ser girîngî û xebatên vê komeleyê û rojnameya wê, pirsên me bi dilgermî bersivandin.

Girîngiya rojnameya Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti çi ye, tu dikarî behsa komeleya Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ku ev rojname derxistiye bikî?

Ev komele di sala 1908an de ava bûye. Di vê salê de Meşrûtiyeta 2. hate ragihandin. Ew kesên ku ev komele damezirandin di nav bizava Îttîhad û Terakkî de bûn ku Meşrûtiyet bi muxalefeta wan ku dixwestin hêza Evdilhemîdê despot kêm bikin hat ragihandin. Seyîd Evdilqadir, Babanzade Îsmaîl Hakki, Seîdê Kurdî, Cemîl Asena, Mewlanzade Rifat, Emîn Elî Bedirxan û hwd. ku damezirînerên vê komeleyê bûn di nav Îttîhat û Terakkiyê de bûn. Hin ji wan beriya ragihandina Meşrûtiyetê di sirgûnê de bûn. Bedirxanî, li Lîbyayê (Trablûsgarb), Seyîd Evdilqadir û Mewlanzade Rifat li Erebîstanê bûn. Piştî Meşrûtiyetê efûyek derket û ew jî vegeriyan Stenbolê. Di sala 1908an de wexta ku Meşrûtiyet hat ragihandin gelek komele hatin damezirandin. Herî pêşî komeleyên kurd û arnawûtan hatin damezirandin. Ev jî yek ji wan komeleyan bû.

Armanca vê komeleyê û xebatên wê çi bûn?

Wê demê di Împaratoriya Osmanî de parastina makezagona ku jê re digotin Qanûnê Esasî girîng bû. Ev komele jî da ku li hemberî Siltanî Meşrûtiyetê biparêzin, danasîna wê ji kurdan re bikin, propagandaya wê bikin hat damezirandin. Ji ber ku pergala otokrasiyê kêfî ye, zagon, haq hiqûq tune, ne tenê bo kurdan ji bo her kesî girîng bû. Îttîhad û Terakkî paşê guherî lê di wê demê de hemû miletên bindest birayên hev in û mafên wan dê hebin. Di nîzamnameyên wan de digotin miletên bindest dê bi zimanên xwe bixwînin. Daxwazên komele jî parastina Qanûnî Esasî û di qadên wekî perwerdehî, danûstandin, sanayî û ziraet de pêşveçûna civakê bû. Her wiha di belavokeke vê komeleyê ku di rojnameya wan de hatiye weşandin de dibêje tu milet ji mileteke din serdest nîne. Lê divê bê zanîn ku daxwazên wan di çerçoveya Dewleta Osmanî de ye, daxwaza welatekî serbixwe hîn vê demê tune. Dibêjin em girêdayî Xelîfe ne, bes ji bo Kurdistanê daxwazên maqûl ên wekî mafên mirovan, daxwazên ji bo pêşveçûna civakê hebûn. Îttîhad û Terakkî jî berî ku were îqtidarê tiştên wisa diparastin. Bo nimûne di sala 1909an de li Diyarbekirê Ziya Gokalp wana kovareke bi navê Peymanê derdixistin, di vê kovarê de axaftina Yuzbaşiyekî ku Ziya Gokalp bixwe nivîsandibû hatibû weşandin, bi kurmancî bû û digot kurd êdî bi zimanê xwe bixwînin, dê dibistanên we hebe, êdî dewra zilmê çû, êdî azadî heye filan. Wê demê piçekî azadî hebû lê zêde neajot. Programa vê komeleyê jî bi hûrgilî nîne, hinekî muxlaq e, bo nimûne dibêjin armanc bextewariya kurdan e, lê ev çi ye? Netewerweriyeke çandî ye, nerm e lê girîngiya wê rêxistinbûn e, çimkî heta wê demê bi wateyeke modern rêxistina kurdan tune bû. Kurdekî ji Silêmanî, yekî ji Behdînanê, yekî ji Şemzînanê, ji Diyarbekirê tên ba hev, bo kurdîtiyê komeleyekê ava dikin. Rêxistinbûn dest pê dike û legal e. Berî vê jî hin hewldan hene lê ev komele rêxistineke legal e û rojnameyeke wê heye. Cara pêşî rêxistineke kurd rojnameyeke derdixe. Berî wê jî çend rojname hebûn bes ew çend kesan derdixistin, takekesî bûn. Ev, gaveke pêşîn e, her çi qas daxwazên wan sivik bin jî em dibînin ew kesên ku di vê komeleyê de xebitîne, piştre di tevgerên kurd ên welatperwer de rolên girîng lîstine. Ango em dikarin bêjin ev rêxistinbûn dewam kiriye û teşeyeke din girtiye. Wek jêderkekê ye. Her wiha li Stenbolê kongreya xwe li dar xistine, 500 kes tevlî bûye, ev tiştekî girîng e. Her wiha di cihekî de bahsa bankayekê dikin, ev fikreke resen e. Di programa wan de fikra vekirina dibistanan hebû. Li ser rêziman û edebiyatê sekinîne, bo nimûne da ku xwendina bi kurdî hêsan bibe behsa rêzimanekê û bi gotina wan ‘ferhengeke mukemmel’ kirine. Tiştekî balkêş heye dibêje ê ku bikaribe bibe endamê lijneya rêvebirinê divê bikaribe bi kurdî û tirkî bixwîne û binivîse, heke kurdî nizanibe divê zimanekî biyanî bizanibe. Îro jî di partiyên kurdan de ev yek tune. Gelek tiştên ku di programa vê komeleyê de hatine nîqaşkirin hîn aktuel in. Gramer, ferheng, dibistan, banka… Wê demê Şêx Evdilrehîm Extepî bi kurdî dîrokek nivîsandiye, aniha ev dîrok bidestxistî nîne lê di vê rojnameyê de behsa wê hatiye kirin. Xelîl Xeyalî jî yek ji nivîskarên vê rojnameyê ye. Piştî ku Îttîhad û Terakkiyî bûn nasyonalîst û Turanîst miletên bindest jê dûr ketin. Hemû kesayetên di vê komeleyê de dixebitîn giş jê veqetiyan. Lê Seîdê Kurdî jê veneqetiya. Bo nimûne Îsmaîl Hakki Babanzade ku berî îttîhad û Terakkiyê de bû û bûbû wezîrê Maarîfê, hin nivîsên wî ên balkêş hene li ser ziman ku dibêje Evdilhemîdî gelek tade li miletên din kir lê a kurdan ne tenê zilm bû, zimanê me jî jêkirin. Lewre di sala 1906an de pirtûkên kurdî cara pêşî qedexe bûn, berovajî kesên ku dibêjin di dewra osmaniyan de kurdî serbest bû, di dema cuhmuriyetê de qedexe bû. Her wiha rojnameya Kurdistanê qedexe kiribû.

Cara pêşî belavokek digel rêxistinên din ên fermî ên wekî Osmanlı Îttîhad ve Terakkî Cemiyeti, Osmanlı Ahrar Fırkası, Ermeni Taşnaksutyun, Rum Cemiyeti hwd. ev tê vê wateya ku ev komele fermî ye, cidî ye. Ev cara pêşîn e. Di destûrnameya wan de dibêjin em dixwazin bi ermenî û nastûriyan re têkiliyên xwe baş bikin. Lewre beriya jenosîda 1915an zêrandina li ser ermenan destpê kiriye, çaxê ku ewropiyan ji Evdilhemîdî hesaba vê dipirsî wan jî kurd sûcdar dikirin digotin kurd ermenan dikujin. Lewma Seyîd Evdilqadir li ser ermenan raporek nivîsand. Meseleya têkiliya kurd û ermenan ku beriya vê rojnameyê di rojnameya Kurdistanê de jî berê kurdan didan aştî û aramiya di navbera kurd û ermenan de. Bo nimûne belavokeke Evdirehman Bedirxan a rasterast li ser vê mijarê heye. Navê belavokê “Kürdistan Kıyamı” ango Serhildana Kurdistanê ye ku hemû li ser meseleya ermenan e. Ji ber ku li ser zêrandina ermenan kurd hatine sûcdarkirin rewşenbîran jî gel hişyar dikirin û hewldana valaderxistina vê sûcê didan. Lewre dewletê ew tişt organîze dikirin û kurd tehrîk dikirin. Têkiliya Evdirehman Bedirxanî bi ermenan re hebû lewre rewşenbîrinên ermenan di nav Îttihad û Terakkî de bûn.

Çalakî û xebatên wan ên li Kurdistanê çi bûn, lewre gelek şaxên wan li Kurdistanê hebûn. Bo nimûne li gor zanîna hêyî li şaxa Bedlîsê 80 hezar edamên wan hebûn. Ji Mûşê bigire heta Bexdayê şaxên wan hebûne. Ev yek sînerjiyeke çawa çêkiribû?

Li ser meseleya hejmara endaman de dikarim bibêjim ku wê demê bandora eşîrtiyê hîn zêdetir bû, kurd digel eşîrên xwe tevdigeriyan. Bi ya min ev beşdarbûna zêde jî ji ber vê ye. Ne ku bi yeko yeko xelk bûne endam. Bo nimûne serokê şaxa Diyarbekir ê vê komeleya ku jê re digotin “kürt kulübü” Suphî Efendî ye, miftiyê Diyarbekirê ye, di cîhana Îslamê de hem wek şair hem jî wek alimekî îslamî bû ku jê re digotin “allame” ango kesê ku her tiştî dizane. Kesên din ên bibandor jî hebûn û li hin deran hejmara endamên Îttihad û Terakkî pir hindik e bes a vê komeleyê gelekî zêde ye. Piştî ku Îttîhad û Terakkiyiyan ev komele digirin gelek kurdan mecbûr dikin ku bibin endamê wan. Lê cara pêşî li Kurdistanê kulub/komeleyeke kurdî vedibe ev gelekî girîng e. Bavê Şêx Mehmûd Berzincî ku navê wî Şêx Seîd e li Mûsilê tê kuştin, rojname li ser vê disekine û xwedî derdikeve. Li Xinisê, li Erzoromê, li Wanê şax hatine vekirin. Wê demê jî di nav kurdan de parçebûnên bîrdoziyê tune bû. yekîtiyek heye. Hîn cihêtî çênebûye. Di dema KürdistanTealî Cemiyeti de(sala 1920an)cihêtî çêdibe. Ev jî ji ber sedemên maqûl. hinekan fikra dewleteke serbixwe diparast hinekan otonomî dixwestin. Lê wê demê ji ber ku destpêk bû, bi hev re tevdigerandin û ji ber vê jî xurt bûn. Avantaja hebûna şaxan jî ev e ku rojnameyên wan belav bûne. Li ser rojnameya Kurdistanê  jî dibêjin “me 2 hezar rojname şandine” û “me belaş dişand ji wilayetan re”. Pir balkêşe ku rojnameya Kurdistanê li Kahîreyê derdikeve, walîtiya Bedlîse xeber dişîne ji Stenbolê re dibêje wexta hecî ji Mekkeyê vedigerin tên Misrê, vê rojnameya Kurdistanê bi xwe re tînin û dewletê tedbîra wê digire. Jê diyar dibe ku rojname bandor li civakê dikin. Di rojnameya Kurdistanê de xwendekar name dişînin dibêjin rojname hat, em lê civiyan, me hemûyan bi hev re xwend, me maç kir û danî ser serê xwe, wexta me digirin li me dixin, rojnameya me ji me distînin. Her wiha di wan salan de mesela rojnameyek tê navçeyekê, 20 kesan ew dixwîne. Lewma bandora wan çêbûye. Bo nimûne ji Midyadê, ji miftîtiya Sêrtê, ji serokatiya şaredariya hin deran name ji wan re tên şandin. Ev têkiliya bi gel re bi rojnameyê girîng e.

Ji bilî alîgirên Meşrûtiyetê, kesayetên dijberiya Meşrûtiyetê jî dikirin hebûn an?

Dengê muxalifên meşrûtiyetê nagihîje ji be ku nivîsên wan tune meriv bes ji hin tiştan derdixe. Bo nimûne Îbrahîm Paşayê Mîllî ku serokê alayên Hemîdiyeyê bû, paşa bû, eşîra Millî jî pir xurt e, bi hezaran çêkdarên wan hene. Wî li hemberî meşrûtiyetê derdiket lewre alîgirê Evdilhemîd bû. Her wiha ji ber ku meşrûtiyet tam li gorî şerîetê nîn bû, hin oldaran digot hurriyet bêdînî ye û hin feodal ji ber berjewendiyên xwe yên herêmî li dijî Meşrûtiyetê bûn. Lê dengê wan aliyan zêde dernediket lewre organîzeyî nîn bûn.

Mamoste; daxwaza wan a bo xurtkirina rêveberiyên herêmî tê çi wateyê?

Ev jî yek ji tiştên girîng e. Ew tiştê ku wê demê jê re digotin ‘Adem-i Merkeziyet’ ango tunebûna navendîbûnê wek ekolek hebû, Pirens Selehedîn pêşengyê vî tiştî dikir û Abdulah Cevdetî jî ev diparast û birêxistinî bû, partiyeke wê hebû. Piraniya kurdan jî piştgiriya wê dikir, ji ber ku heke rêvebirinê navendî bibe her tişt ji navendê dihatin rêvebirin û hêza herêmî namîne. Le heke bibe herêmî xelkê wê derê ew bixwe xwe bi rê ve bibirin. Tenê Seîdê Kurdî li hemberî wê derdiket. Adem- Merkeziyet wê demê teqabulê nîsbeten bidestxistina mafên gelên bindest dikir.

Evîndar Tekîn BasNews

Derbar Rêvebir

Check Also

Şîroveya Helbesta Ehmedê Xanî

“Ez naçim hezreta çu mîran    Ez nabim bendeyê esîran” Ehmedê Xanî Li vî dinyaye …

Leave a Reply