Kurdistan

Rojek ji rojên bihara rengînbûn. Wek her car hişê min li zozan, gelî, newal û çiyayê bilindbû. Her çiqas bedena min ji hev hatibê felişandin û di zivistaneke dijwar de bê jî, dil û hişê min hê bihara xwe dijiya. Di sibehe ke biharê de ez ji nav livînan derketim. Min dît ku taştêyeke xumalî hatîye amadekirin. Her tiştê ku ez ji xwarina wê hezdikim li ser sênîye amadebû. Behna gûl û sosina ji nav bexçe bi behnekê taybet belavdibû. Roj bi awayekî dî hatibû hilat. Dengê çûkan ji hemû stranên xweş, xweştir dihat guhê min.

Min dît ku zar û zêcê min kêfxweş, dilşa ne. Ê ez di dîtim digot ‘sibha te bi xêr bê.’ Bi dilşadîye min berê xwe da derve. Li derve min dît di destê zarokan de alên Kurdistanê û ber bi meydanê ve bazdidin. Şaş bûm. Hem çawa şaşbûn. Duvre min dî jin û mer, kal û pîr bi cilên xweyî xemilandî bi ber meydanê ve dimeşin. Di destê wan de desmalkê reng û reng. Di devê wa de ‘bijî azadî, bijî kurdistan.’ Min xwe di nav mirovên xwe de xerîb dît. Min jî xwe berda ber bi meydanê ve. Her çiqas nezîkî meydanê dibûm dengekî xweş û zelal di nava mejîye min de cîhdigirt. Dema ez hatim meydanê min dît ku her kes ji kêfa serxweşbûye. Stranên azadîyê bi dengekî bilind belav dibê. Kal û pîr ketina govenda milanî. Tep tepa pîyê wa li gor ahênga strana çavê mirovan bi bal xwe ve dikşandin. Min ji mirovê li ba xwe pirsî ‘xêre keko, ev çiye?’ Ji min re got ‘ma hê tu pênehisiyaye? Welat azadbû, Kurdistan rizgarbû.’ Dema min ev gotin bihîstin hiş di serê min nema. Ji dilşadî û kêfxweşîye dîn û har bûm.

Dema ku hişê min hat serê min, min xwe di nav govenda milanî de dît. Bi vê şahîyê min berê xwe da bajêr. Min dît hemû dever reng bi reng hatîye xemilandin. Dengê dahol û zirnê dile min dilerizand. Ji wir min berê xwe da Amedê. Amed serbajar hatibû pêjirandin. Bi milyonan kurd li ber bircên Amedê kom bûbûn. Ji hemû dewletên dinyê nûçegihanê rojname, kovar, radyo, televîzyon û malparê înternetê li meydana şahîye kom bûbûn. Mirov ji kêfa digirîn. Hestir li ber bayê biharê diherikîn xwarê. Bi merasîmekê heja bi Ey Raqîp ala kesk û sor û zer û spi li ber bayê biharê wek bûkanîyekê li bejna darê alê hildikeşîya asîmanê azad. Dengê tilîlîya û Ey Raqîp tevlîhevdibû. Di meydanê de tev serok û zana û rewşenbîr û seyda û rêvebirên her deverên Kurdistanê û ê her rêxistin û ê her sazî û komên kurdî kom bûbûn. Li hember bilindbûna ala Kurdisanê bi awayeki rêzgirtî rawestîyabûn. Nûnerên televizyonan bi awayeki weşanên zindî bilindbûna ala Kurdistanê, pêşkeşî temaşevanên xwe dikirin. Hêzên leşkeri yên Kurdistanê ewlekarîya gel diperastin. Li asîmana balafirên ku li ser wan ala Kurdistanê neqişkirî bi ser gel de gûl û nergîz û nesrîn dibarandin. Di nav vê rewşa azad de min alek ji destî yekî girt û bi ber bircan ve meşîyam. Gav bi gav hilkişîyam ser banê bircan. Ala di deste xwe de bi awayekî ku tola hezar salan bistênim li ser birca Amedê çikand.

Pêşkeşvanê merasîma azadîye ez wexwendim pêşberî mirovan. Nizanim çawa çêbû tiştê ku min dît mikrafon di destê min de ye û herkes li benda axaftina min e. Bi coş û heyecaneke mezin min dest bi axaftina xwe kir:

– Bi navê Xweda yê ku ev roja azad nîşanî me kir. Slav gelen ku li ser axa Kurdistanê dijîn gelên cîhanê.

Ey mirovên ku dibine şahide vê roja dîrokî. Azadî ji her tiştî bi rûmetir e. Jiyan bi xwe jî ku azad bê hêjayî jiyandine ye. Gelên ku li ser axa Kurdistanê dijîn bi tekîlîya axê tev birane. Bira alîgir û piştêvanê biraye. Ji îro pêve li ser vê axê dijminatî bi tevahî û bi her cûrê xwe hatîye binpêkirin. Ji ana pêve tev rêxistin, kom, sazî dibin ala Kurdistanê de ji bo pêşketin û bilindkirina Kurdistanê û ji bo peşketina cîhanê dibe bixebitin. Kar û xebata mezin ji nû destpêdike. Dibe azadîya me, mirovên me sist û teral nekê. Ji bo ku em bighijine dewlet û netewên pêşketî dibe em şev û roj bixebitin. Dibe em hêvîyên xwe mezin bigrin. Heta îro bêhêvîtî em nezan û xizan hiştin. Lê belê ji ana pêve her mirovekî me dibe di karêkî de bixebite. Îro perda nezanîye û xizanîye weçiraye. Ronahî wek roje eşkere ye. Disa her mirovekî me dibe bixwenê. Ji hêla zanistê ve herî kêm dibe em di asta dewletên dî de bin. Kurdistan çiqas welatê kurdan bê wulqasî welatên netewên dî ye jî. Kesên ku xwe avête bextê Kurdistanê dibe mevanê Kurdistanê. Li welatê me perwerde, tendûristî û dadî bêpere ye. Mirov ji vana bi awayekî hesan û bi awayekî mirovanê dikare sudwerbigre. Her mirovekî me çi jin çi mêr di roja giran de leşker e. Di rojên aşîtîye de leşkeri bi dilxwazî ye.

Xwişk û birayên delal û hêja! Îro her cûre koletîye miriye. Koletîya ji mezin û serokan re jî mirîye. Her mirov wek roja ji dayîka xwe bû ye azad û bêguneh e. Ji bîr nekin serok û pêşengên welatekî tenê xizmetkarê gelen xwe ne. Siyaseta li Kurdistanê li ser bingeha avadanîye ye. Dibe gundeki ku rêya wî nebê nemênê. Gundê bê av û bê kehrîba nemênê. Li her deverê li çiya, li zozana, li deşta dibe dibistan werin vekirin. Dibe zana, serok, rewşenbîr, seyda û mamosteye me ji bo perwerdeya gel bixebitin.

Îro zimanê her netewî hatiye parastin. Îro her cûre dîn û bawerîye dibin sîya mirovahîye de hatîye parastin. Ji îro pê ve mirov bê tirs dikarin xwe bênin ziman. Mafên mirovahîye tev hatine parastin. Dibe em bi dadîya xwe, bi zanista xwe, bi pêşketina xwe, bi mirovahîya xwe ji dinyaye re bibin mînak. Sînorên me ne bi sînorên erdnîgarî ve giredayîne. Dinya tev ya me ye. Ne tenê kurdî hemû zimanên cihanê ê me ne. Ji bilî pîrozîyen dînî tiştekî pîroz nine ku em mirovên xwe ji bo wê feda bikin. Dewleta me ji bo me ye. Ne ku em ji bo dewletê ne. Tu mirov ji bo dewletê nayê fedakirin.

Îro can û mal û namus û dîn û nifşên mirovahîye dibin ewlakarîye de ne. Meznahî tene bi xebat û ehlaqê baş e. Kesê/a baş yê ku gelekî xizmetê ji mirovan re dike ye. Başî û nebaşî ji hev hatine cûdakirin. Kî çi bikê ew berpirsyare. Her kes ji kesên ku li ber deste wî dixebitîn re berpirsyar e.

Mirovên hêja! Azadî, azadî…

Di nav vê hewaya azad de di carekê de dengê mela bi ser ê hemû kesî ket. Hemû mirov di carekê de bêdengbûn. Guhê xwe dana dengê mela. Mela ‘Ellahû Ekber… Ellaaahû Ekber…’ Kal û pîre ku ev çend sale di bin zilmê de hatibûn pelçiqandin ana ji rewşa azadî li ber banga mela digirîn. Di jiyana xwe de cara yekem bu ku dengê mela bi min gelekî xweş û zelal û wek behna gûla dihat guhê min. Amed bê deng bûbû, Kurdistan tev bi saya weşana zindî a televizyonan bêdeng bûbû. Mirovên Mehabad, Sîne, Hewler, Silemanî, Qamişlo, Efrin ji kefa azadîye hêstir dibarandin. Piştî hezar salan axa Kurdan bûbû yek. Sînorên bêbext ji navbera Kurdan û ji navbera bextê Kurda rabûbûn. Dengê mela her kelî bilindtir dibû. Her der mîna bexçê gûla bûbû Gûlistan. Mela ji minara mizgefta Mezin ‘Ellahû Ekber… Ellahû Ekber… La îlahe îlallah.’ Bang dikir. Bi dawîya bangdanê ez dinav xwehdanêke ku tev laşe min girtîbû ji xewa şerîn şiyarbûm.

26.04.2008

Ev nivîs di kovara Nûbiharê de di hejmera 129. de hatiye weşandin.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply