Kurdistan û Şaristanî

Rastîyeke dîrokî: 
Şaristanî li seranserê dinyayê, ji axa bakûrê Mezopotamyayê, anku ji Kurdistanê belav bûye

XERZÎ XERZAN

“ Heya şêr dîroka xwe nenivsînin,
helbet nêçîrvan wê nivsandina dîroka xwe bidomînin…”

(Ji gotinên pêşîyên Afrîkî) 

Dîroka mirovahîyê çawa hatîye nivsandin? Bi gotineke din, metodên nivsandina dîrokê çi ne ? Gelo dîrokzan, dema dîrokê nivsandine, bi tenê rastiyan tomar kirine? An jî anegorî berjewendiyên desthilatdaran û ji bo gelên xwe, rastiyên dîrokî, bi zanebûn berovajî  nekirine? Ev tev pirs in û bersîvên van pirsan jî helbet hene. Wek tê zanîn, û her wiha rastiyeke dîrokî ye, a ku hertim tê gotin,  “ Dîrokê, ên serketî dinivsînin….” .  Û ên serketî , anku ên serdest, ji bo meşrûkirina desthilatdariyên xwe ên paşerojê, îro û pêşerojê, dîrokê serobino kirine, û qet mafê bersîvê û mixetebbûnê nedane ên bindest. Her tim serdest heqdar bûye, baş bûye, şervan bûye, wêrek bûye, her tim tiştên baş pêk aniye û xwedîyê eslî yê erd û axên dagirkirî bûye. Dema bindest xwestiye ku bersîvek bide û dîroka xwe binivsîne, astengiyan afirandiye û nehiştiye ku rastiyên dîrokî ronahî bibinîn, lewra ev yek , meşrûbûna wî û desthilatdariya wî û serdestiya wî betal kiriye û bûye sedema hişyarbuna ê bindest.

Gotineke pêşiyan a gelên afrîqî  heye û gelek li vê rewşa li jor hatye vegotin, tê. Gelên afrîkî, em dikarin bibêjin ku, gelên herî mezlûm ên dinyayê ne, ên ku bi zordestî, faşîsmî û zilma dagirkerên împeryalîst re rûbirû mane. Dibe ku ji ber vê yekê, vê gotina bi nav û deng di çanda xwe de tomar kiribin: “ Heya şêr dîroka xwe nenivsînin, helbet nêçîrvan wê nivsandina dîroka xwe bidomînin…”.  Ev pêşgotin, ji bo kesê ku haya wî ji lêpkirina dîrokê ji hêla dagirkerên serdest ve hebe, gotineke bi wate û giring e. Lewra, nêçîrvan dema çîrokên xwe qise dike, helbet şêr ne li ba wî ye. Anegorî dilê xwe  xweş dike, bi derew û fetlan dihûnîne û datîne li ber guhdaran. Ji ber ku şêr ne li wir e, û ger li wira be jî, encax bi serê xwe yê jêkirî an jî bi laşê xwe yê bi pembû  dagirtî ve li wira ye, an jî dibe ku di qefesekê de, bi şêweyeke hêsîrî li wira be. Anku nikare biaxive, nikare vebêje, nikare zilm û zordestiya ku lê hatiye kirin rave bike. Û nêçîrvan li gel derewên xwe, çi bibêje weke ku rastiyan dibêje, tê bawerkirin. Piştî salan, ev derew û fetlên nêçîrvanan, dibin çavkaniyên dîrokî û haya tu kesî ji şêrî namîne. Ne ji janên wî, ne ji dûrkirina wî a ji welatê xwe, ne jî , ji çîrokên wî ên xweş û watedar…..

Em dikarin vê pêşgotinê, bi rewşa mirovahiyê ve jî girê bidin. Ger mirovê reş ê afrîkî anku şêr, ger bikaribûya dîroka xwe a bi xemgîniyan ve tijebûyî binivsanda, ger niştecihê Amerîkayê anku şêr, bikarbûya komkûjîya ku lê hatiye kirin ji me re qise bikira, ger ciwanekî hîndîstanî, anku şêr bikarbûya talankirina welatê xwe rave bikira, ger keçeka Bexdayî bikarbûya destdirêjkirinên bê exlaq, ên ku li hemberî wê pêk hatine bigota, gelo nêçîrvan anku serdestê dagirker, dikaribû xwe wek kaşîf, wek belavkerê şaristaniyê û demokrasiyê û xwediyê ronakbûyînê nîşan bida..? Helbet na. Ev rewş ji bo hemû serdest û bindestan derbasdar e, û bê guman ji bo gelê kurd jî… Gelê kurd jî, ji ber şertên taybet ên dewlemendiya erdnîgariya xwe, di pêvajoyê dîrokê de, hertim bi dagir û talankirinan re rûbirû maye. Di van pêvçûn û şeran da, dem bi dem serketibe jî, bi giştî, hêza wî negihîştiye hêzên dagirkerên dijwartirîn û weke ku hertim kiriye, xwe li çiyayên xwe ên asê û bilind ve parastiye. Gelek mînakên vê rewşê hene û di hişê gelê kurd de, û di zargotina wî de, ev qewimîn heb bi heb tomarkirî ne. Lê ji ber bûyîna “ şêr “, û ji ber tomarnekirina dîroka nivîskî (helbet sedemên taybet ên vê yekê jî hene), hertim dîroka xwe ji nêçîrvanan guhdar kiriye û bi giştî jî, ji wan derewan û lêpkirin û berovajîkirinan jî bawer kiriye. Dezavantaja herî giring a vê rewşê jî ew e ku, di bîra wî de bi tenê “ kurdo xayino, kurdo hovo, kurdo nezano “ wek rastiyên dîrokî cihê xwe girtine, an jî bi gotineke rasttir, serdest wiha kiriye ku, ê kurd daye bawerkirinê.  Lê, li gel ronakbûnê û xwedîderketina dîrok û şaristanîya xwe, û bi têgihîştina berovajîkirinan ve, ev rewşa xerab diguhere, ciwanên kurdan bi hebûna xwe dihesin, dikolin, dinvîsin û rastiyên dîrokî heb bi heb dertêne qada mirovahiyê…. Gelek mînakên bêrovajîkirina dîroka gelê kurd hene û betalkirina van lêpî û çewtiyan jî, weke ku hene, dîsa gelek hêsan e. Lewra, her çiqas kurdan dîroka xwe bi nivîskî kêm tomar kiribin û ji ber bêderfetiyan gelek bûyêran tomar nekiribin jî, gelên cînar û qewmên ku bi kurdan ra di têkilî de bûne, di dîrokên xwe ên nivîskî de, berfirehî cih dane pêşîyên kurdan û qewimînên demê xwe, heb bi heb tomar kirine(1). Ya din, di belgeyên nehênî ên dewletên împeryalîst û dagirker de jî ev tomar peyda dibin. Ev yek, ji bo nifşên nû ên ronakbîr, şanseke bêhempa ye û her diçe, li gel lêkolînên nû, nivsandina dîrokê a rast a gelê kurd, roj bi roj pêş dikeve û pêş ve diçe.  Îcar, li vira, divê hin mînakên lêp û çewtkirinan, û her wiha, bi şêweyeke li dijî ehlaqi ya zanistê,  derketina ji qada rewşenbîrî û zanyariyê jî divê bên destnîşankirin.  Da ku, mirov bikaribe rastiyên dîrokî ji ber çahvan derbas bike, û bala xwe bide gotinan, ên ku ji devê şêran derdikevin.

Di pêşî de divê bê gotin  û em jî dikarin bi hêsanî bibêjin ku, dîroka mirovahîyê û şaristaniyê, ji axa Mezopotamyayê dest pê kiriye. Ev yek, bi encama gelek lêkolîn û lêgerînên zanistî ve peytandî ye. Ji ber vê yekê, Mezopotamya wek “ dergûşa şaristaniyê “  tê binavkirin û zanîn. Lê li vira, bi zanebûn hin tişt tên jibîrkirin. Wek tê zanîn, bi giştî navenda şaristaniya Mezopotamyayê, wek başûrê Mezopotamyayê tê destnîşankirin. Yek ji sedemên vê yekê jî peydakirina nivîsê ji hêla Sûmeran ve ye. Lê ev yek bi serê xwe  têrê nake. Dîroka şaristanî û mirovahiyê helbet bi peydakirina nivîsê dest pê nekiriye. Berê de, mirovên destpêkê, şaristanî û berhemên bêhempa afirandine û diyariya mirovahiyê kirine. Anegorî lêkolînên dawîn ên van 50 salan, hatiye piştrastkirin ku, şaristanî ji Bakûrê Mezopotamyayê, anku ji Mezopotamyaya jorîn li seranserê dinyayê belav bûye.  Bakûrê Mezopotamyayê anku beşek ji  Kurdistana îroyîn, weke ku hêja ye, mixabin nayê nirxandin. Lewra em baş dizanin ku, dîroka kevnar a erdnîgariya Kurdistanê û niştecihên wê, dighîje destpêka mirovahiye. Ji bo peytandina vê têzê, wek mînak em dikarin Şikefta mezin a Şanîdar a bi nav û deng destnîşan bikin. Ev şikefta kevnar, di dinyayê zanistê de wek keşfekê,  a ku ezberan serobino dike  tê zanîn. Û di cîhana zanistê de bi navê “ Shkaft Mazin Shanidar (Cave Big Shanidar) “ tê naskirin(2).

Şikefta Şanîdar

 Şikeft, di navenda Kurdistanê de, di herêma Bradost de, li quntara çiyayên Bradost cihê xwe digre. Taybetmendiya şikeftê, di  nav tebeqeyên xwe de, veşartina dîroka mirovahiyê û her wiha xerakirina ezberên dîrokî ye. Di  sala 1951-an da, zanyarê Amerîkî Ralph Solecki, di şikefta Şanîdarê de, dest bi lêkolînên xwe kirye û heta 1960-an bênavber lêgerînên xwe domandiye.   Di pêşiya keşfa Şanîdarê de, wiha dihat zanîn ku, çalakiyên çandî û şaristanî ên mirovahîyê berîya 52 hezar salan, ji hêla bavê însanê modern, anku “ Homo Sapîens Sapîens “ ve hatiye pêkanîn. Lê li gel destkeftîyên şikefta Şanîdarê, ev tez hate betalkirin û ev yek hate piştrastkirin ku, çalakîyên çandi û şaristanî, ji hêla “ însanê Neanderthal “ ve, berîya 60 hezar sal gihîştye pratîkê û heta vêga jî, şopên ji wê demê kevintir jî nehatne dîtin. Li şikeftê, dermanên nebatî û ji polênan çêkirî hatine dîtin, ên ku dema wan dighîje 60 hezar salî. Ev yek, yekem bikaranîna nebatan ji bo bijîşkîyê destnîşan dike.  K. E. Eduljee, ê ku gotara wî di çavkaniya 2-em de hatye destnîşankirin, pêwendiya vê çalakiyê bi Xwedayê Zerdeştî Homa ve girêdide, qala kevnariya vê kevneşopiyê  dike û ew wek pergala bijîşkiya antîk bi nav dike. Her wiha, dîsa hatiye dîtin ku, însanê Neanderthal, berovajî têzên kevin,  gelek jîr û biaqil bûye,  lewra ew miriyên xwe gorî dikirin û bi vê yekê jî ayînan pêk tanîn. Dîsa yek jî piştrastkirina vê têzê ew bûye ku, însanê Neanderthal rêzê ji mirîyên xwe re digirtin û gorên miriyên xwe, û bi taybetî gorên jînên xwe bi kulîlkan dixemlandin. Ji ber vê yekê, Solecki niştecihên Şanîdarê wek “The First Flower People –Yekem mirovên kulîlk “ bi nav kiriye.

Îlûstrasyona mirovên Şikefta Şanîdar

Dîsa, di gorekê de, a ku dema wê 56 hezar sal bûye, amûrên jiyanê û fosîlên kulîlk û nebatan  hatne dîtin û ev gor jî anegorî Solecki gora mezinahiyekî wan bûye. İnsanê Neanderthal, ji bo ku mirî di rehetîyê de razê, û di nav kulilk û nebatan de heta hetaniyê bimîne, rêzê ji miriyan re digirtin û gorên wan jî anegorî vê yekê amade dikirin. Û dîtineke din a  balkêş a Soleckî dîsa heye. Fosîlekê din, piştevanî, alîkarî û piştgiriya civakî a wê demê jî dipeytine. Lewra ew fosîl, fosîlekê zilamekî birindar e, ê ku hestiyên piyê wî şikestî, milekê wî jêkirî bûye û bi vê şêweyê bi salan jiyaye. Ev wateya piştevaniya civakî ye, anku mirovên din hay ji wî birîndarî mane. Ev destkeftiyên zanistî, bi tevahî dîroka mirovahîyê ya nivîskî serobino dike û destpêka şaristanî û çandî jî, bi erdnîgariya Kurdistanê ve girêdide. Piştî van agahiyên nû û destkeftiyên ku bi zanebûn tên veşartin, dikare bi hêsanî bê gotin ku çand û şaristaniyê mirovahiyê, yekem car ji axa Kurdistanê li seransarê dinyayê belav bûye, lewra di Şanîdarê da ev yek jî hatiye piştrastkirin ku Homo Sapiens Sapiens û însanê Neanderthal, ji bo demeke kin  bi hev re jiyîne û ev kevneşop û pratîkên Neanderthalan , gihiştye Homo Sapiens Sapiens û bi vê yekê, dîroka mirovahiyê dest pê kiriye. Ev yek bê guman e, lewra pratikên çandi û şaristanî ên mirovahiyê wek tê zanîn, ji hêla Homa Sapiens Sapiens  ve li dinyayê belav bûne û Şanîdar jî laboratûareke zindî ye, a ku pêkhatina wergirtina van hêjayiyên mirovahiyê ya Homo Sapîens Sapîensan, bi têkiliya Neanderthalan çêbûye, dipeytine. Lê mixabin giringî û taybetiya şikefta Şanîdarê, weke ku hêja ye nayê zanîn û bi zanebûn erdnîgarîya ku tê de cihê xwe digre, bi taybetî zêde nayê nirxandin. Em divê li vira xaleka giring jî destnîşan bikin. Şikefta Şanîdar, ji wan demên kevnar heta dema me a îroyîn, wek warekê jiyanê ji hêla mirovan ve hatiye bi kar anîn û niştecihên salên lêkolîna Solecki, kurdên Şêrwanî ên wê deverê bûne. Solecki di der barê jiyanê wan ê xwezayî de nêrîn û dîtinên xwe jî berfirehî rave kiriye(3).

Keşfeke din a dîroka mirovahiyê, dîsa di axa Kurdistanê de hatiye dîtin. Ev keşf jî, dîsa weke şikefta Şanîdarê ezberên dîrokî serobino dike û nêrîneke nû a dîroka mirovahiyê bi xwe re tîne. Navê vê keşfê jî “ Perestgeha Xerabreşk “ e. Lê mixabin, bi navê xwe ê eslî nayê zanîn û weke ku her tim hatiye kirin, dîsa navê vê hêjayiya Kurdistanê jî hatiye guhertin û di warê akademiyê de wek “ Gobeklî Tepe “ tê zanîn. Navê wê ê resen ê kurdî hatye guhertin û bi tirkî wek “ Gobeklî Tepe – Girê bi navok” hatiye binavkirin û 20 km. ber bi rojhilatê Rhayê ve dikeve. Xerabreşk, ji roja hatiye keşfkirin, heta îro li nav sinorên Rihayê bang li hemû mirovahiyê dike û dibêje “ destpêka şaristanî û rîtûelên olî li vira ye “.

PERESTGEHÊ XERABREŞK

Weke ku li jor hatibû nivsandin, piştî keşfên nû, ev yek tê pejirandin ku, Mezopotamyaya jorîn dergûşa şaristaniyan û cihê axên taybet û pîroz ê şaristaniyan e, a ku cara yekem mirovahî dest bi çalakiyên xwe yên çandî kiriye. Peyta herî giring a vê angaştê jî, Perestgehê Xerabreşk e, a ku ji hêla cotkarekî ve birasthatinî hatye dîtin. Lewra, perestgeha Xerabreşk, beriya demên neolîtîk, anku beriya kedîkirina heywanan û berîya niştecihiyê, hê beriya 12 hezar salan hatiye ava kirin. Ev tarîx bi analîzên zanistî, weke C14 Û hwd. hatiye peytandin. Bermayiyên avasaziyê, ên ku warên merasimên ji bo perêstinê ne; kêlan û kevirên çik, ên ku li ser rûyên wan resmên heywan û nebatan belkirî  hatne eşkere kirin ku kevnariyên wan digihije 12 hezar salan, gelek balkêş in.  Giringiya herême jî ev e ku, ev herêm xwediyê warê perestinê yê herî mezin e. Di wê demê de, minakeke wiha berfireh û eşkere tine ye. Dikare bê gotin ku, ev perestgeh yekem perestgeh e, ê ku ji hêla mirovên beriya dema kevirên siqalkirî ve hatye avakirin. Anegorî dîtin û lêkolînên ku heta îro hatne kirin, pispor difikirin ku mirovên dewra kevirê sîqalkirî nikaribûne ajalên hawirora xwe kedî bikin. Giringî û taybetîya Xerabreşk, a ku perestgeha berê wê dewrê ye, li vira dertê holê. Arkeologê Alman, Dr. Klaus Schmidt ê berpirsyarê vê lêkolînê, di sala 1995-an da dest bi lêgerînên xwe kiriye û nêrîneke nû û piştrastkirî ve, keşfeke bêhempa diyariya dîroka mirovahiyê kiriye. Di sala 2013-an da, pirtûkeka hêja û kêrhatî weşandiye û hemû xalên giring ên keşfa xwe heb bi heb, bi zanyarî nivsandiye (4).

Îlûstrasyona Xerabreşk

Xerabreşk wek bingeha hemû ol û bawerîyên civakan û wek warê destpêkirina rîtûelên olî tê nirxandin. Şaristaniya Mitanîyan jî em dizanin ku, hawirdora Xerabreşkê ava bûye. Her wiha nêzîkê Waşokanî ye, anku nêzîkê peytexta Mitaniyan dimîne. Tiştekê din ê balkêş ev e ku, ji demên nayên zanîn heta dema me a ku em tê de dijîn, ziyaretekê kevnar li ser wî girî anku Xerabreşkê heye û hê jî kurdên wê herêmê, her sal diçin diayên xwe dikin, rîtûelên xwe ên kevnare pêk tînin û sedema van  çalakîyên xwe jî, dema ji wan tê pirskirin nizanin. Li vira, tesbîteke balkêş heye û divê bê destnîşankirin. Anegorî qisekirinên kal û dapîran, pêşîyên wan jî bi heman şêweyê tevgeriyane û ew jî pêşîyên xwe şopandine û ev tevger, nifş bi nifş dewam kiriye. Dibe ku, ev e 12 hezar sal e ev rîtûel dewam dike. Ev îhtîmal zexm e, lewra niştecihên Xerabreşkê her sal dîsa vê rîtûelê pêk tînin û qet dest jê bernadin.  Lê, cihê mixabiniyê ye ku, Stonehenge-yê Brîtanyayê, a ku 5 hezar salî ye, li seranserê dinyayê deng daye û hemû zanyarên navdar di der barê wê de gotaran, hinek jî pirtûkan nivsandine. Lê Xerabreşka Rihayê,  mixabin bi hêjayî nehatye nirxandin, nehatye nivsandin û weke ku giring e, wiha nehatye naskirin û danasîn. Ger mirov dîmen û bermayîyên her du avahîyan bide hemberhev, pêdihese  ku Xerabreşk, him mezintir, him dewlemendtir, him jî xweşiktir hatiye avakirin. Ya din Xerabreşk kevnartir e, ji Stonehenge-ê 7 hezar sal kevintir e. Lê, mixabin navê Stohonege heye lê navê Xerabreşk tine ye. Hebe jî ne weke Xerabreşk, wek navekê çêkirî “ Gobeklî Tepe “ heye.  Klaus Schmidt di pirtûka xwe de, têzêke nû jî pêşkêşê xwendevanan û zanistê jî dike.  Schmidt destnîşan dike ku, taybetmendiyên avasaziya Xerabreşkê û hin taybetmendiyên avasaziya perestgehên yewnanîyên kevnar gelek dişibine hev du. Schmidt ji vê taybetmendiya balkêş, nerîneke nû pêşkêş dike û idîa dike ku, şaristaniya yewnanî, avasaziya Xerabreşkê ji bo xwe mînak girtiye. Û vê têza xwe jî, li gel dîtinên Xerabreşkê, weke  sitûnên bilind û fireh, weke hebûna odeyên ayînî ên navendî ve zexm dike. Xirbeyên Newala Jorê I û Newala Jorê II, ên ku di sala 1980-an de li Hîlwana Rihayê hatine keşfkirin  jî li vira divê neyên jibîrkirin. Destkeftîyên Newala Jorê, ji bo zexmkirina têza Schmidt hêja û kêrhatî ne. Dema mirov bala xwe dide gotinên Schmidt, gotinên Alî Şerîatî di şûn de tên bîra mirov. 

Alî Şerîatî

Alî Şerîatî jî, beriya keşfa Xerabreşkê û beriya vê têza balkêş, raman û nêrînên xwe wiha vegotibû:

“ Kurdistan dergûşa şaristaniyan e û destpêka şaristaniyên nûjen yên dinyaya îroyîn jî, ji kurdan dest pê dike. Şaristaniya rojava ya nûjen a îroyîn, ji şaristaniya yewnanî pêk hatiye, lê kesên ku şaristaniya yewnanî afirandine, ên kurd in û ev şaristanî jî, ji Mezopotamyayê ye, û ji herêma  navbera Tîjle û Feratê dest pê dikeŞaristaniya yewnanî, ew şaristanî ye ku, ji hêla kurdên  ji Kurdistanê koçî Yewnanîstanê kirine ve hatye damezrandin.  Li gel çûyîna kurdan ber bi Yewnanîstanê ve dest pê kiriye. Ji teva giringtir û eşkeretir , “ Şaristaniya nûjen a Amerîkayê “ ye. Gelek balkêş e, Rojava tu carî behsa herêma ku di navbera Tîjle û Feratê de dimîne nake, qala Behr’un- Nehreyn (navbera du rubaran anku Mezopotamyayê – X.Xerzan)nake, lewra eger behsa vê yekê bike, wê demê hemû têzên  ku ew afirandiye dê têk herin. Lê, berovajî vê yekê, pêvajoyeke  tevahî û domdarî heye. Weke ku me di berê de gotibû, kaniya şaristaniya yewnanî ji kurdan dest pê dike. Ên kurd, di navbera du rubaran (Tîjle û Ferat) de dijîn. Mezopotamya, navenda çand, şaristanî û felsefeyê dinyayê ye. Herêma ku zanistên riyazî (beşên matematîk) pêşketine, di navbera van her du rubaran de ye “ (5).

Piştî nirxandina nêrînên Alî Şerîatî û têza Schmidt, û tevî destkeftiyên Xerabreşkê û yên din, rastiyeke dîrokî dikare bê gotin. Ew jî ev e ku, weke li jor hatyiye nivsandin û êdî li gel van keşfên nû ên 50 salên dawîn û anegorî destkeftiyan, şaristani bê guman ji Kurdistanê li seranserê dinyayê belav bûye. Helbet ev her du keşfên nû û nêrînên zanyarê gewre Alî Şerîatî, gelek giring in û ji bo nivsandina dîroka mirovahîyê ji nû ve, têr dikin lê dîsa jî, ji bo mabest û angaşt baş bê têgihîştin, divê mirov keşfên din ên nû jî rave bike, da ku giringî û taybetiya Kurdistanê baş bê famkirin û zanîn.

Şikefta Şanîdarê û perestgeha Xerabreşkê, weke ku hatne vegotin, rêyên nû ji dîrokzan û lêkolîneran re vekirine. Û bala zanyarên dinyayê jî, li ser axa Kurdistanê ve kişandine. Ji ber vê yekê, lêkolîn û kolanên nû jî dest pê kirine û her roj keşfeke balkêştir, destkeftiyên giringtir dertêne meydanê. Dive hemû yek bi yek bêtin nîşandayîn, lewra mixabin li bakûrê Kurdistanê bendavên nû tên avakirin û ji ber wan bendavan, ev hêjayîyên mirovahîyê û Kurdistanê di xetereya wendabûna da ne. Divê di serî de bê gotin ku, ev keşfên dawî ên Mezopotamyaya jorîn, balkêş e ku li ser heman xetê hatine dîtin û helbet gelekên wan jî hê nehatne keşfkirin. Ew xet, bi cihên xwe ên kevnare û bi giringiya xwe ên dîrokî, divê wek “xeta şaristaniyê” bê binavkirin. Xeta ku tê behskirin, xeta qeraxên bakûrê Tîjleyê ye. Di keviyên bakûrê Tîjleyê de, di van demên dawîn de, gelek bermayiyên demên neolîtîk û antîk hatine dîtin. Ew xet, ji şaxên Tîjleyê yên bakûr pêk tê. Xet ji çemê Botan û şaxên wî  dest pê dike, dîsa li gel hin şaxên wan, bi çemê Bedlîsê (şaxên çemê Bedlîsê; ava Kêzêrê û ava Başûra), çemê Xerzan (şaxên çemê Xerzan ava Zokê û ava Norşên) , çemê Batmanê (şaxên çemê Batmanê; Ava Sasûnê û ava Biro) re, li gel rubara Tîjleyê dirêj dibe.  Û li havirdora van şaxên Tîjleyê, bi dehan warên dîrokî hatine dîtin û hinekên wan jî hatine kolan.

Heta vêga, tiştên ku hatine keşfkirin, ji bo peytandina navendbûyîna Kurdistanê ya şaristaniyê, têr dikin. Lê ger dewlemendiyên mayîn  jî bên fikirkirin, ên ku dê wenda bibin, wê demê mirov li ber wan dewlemendiyan dikeve. Mixabin ev hêjayîyên dîrokî, weke ku hêja ne nayên zanîn, û nayên nirxandin.  Û dîsa mixabin yên dîtî û nedîtî, bi tevahî dê bikevine binê avê û bi wan re, bê guman dîrok û şaristaniya mirovahiyê jî dê wenda bibe. Baş e ku, di van demên dawîn de, arkeolog û zanyarên hêja bi vê xetereyê hesiyane û dest bi xebatên xwe ên baş û hêja kirine. Di vê rewşê de, rola pêvajoya dawîn a ku di navbera  kurd û tirkan da dest pê kiriye jî heye. Şerê dûr û dirêj êdî dawî dibe, pêvajoya aştiyê di rojevê de ye û li gel vê yekê, rewş çiqas diçe, aramtir dibe û nêrîna dewleta tirk jî diguhere. Weke berê, astengî û zordestî li zanyaran nayê kirin û hêjayiyên Kurdistanê yek bi yek dertêne meydanê. Ev gavên kû tên avêtin, piştî zilm û zordestiyên salan, divê wek gavên erênî bên nirxandin. Lewra wek tê zanîn, gelek hêjayî bi destê dagirkerên Kurdistanê ve, bi zanebûn hatine hilweşandin, xerakirin û her wiha wendakirin. Lê tevî ve, dîsa jî hêjayiyên dîrokî ên veşartî mane û ji vê komkûjiya çandî filitîne gelek hene û hew çend zêde ne ku, bi tinekirinê jî xilas nabin. Pergal, ji bêgavî êdî derfet û destûr dide van lêkolînan û divê bê gotin ku, ev helwest ji bo parastina nirxên dîroka mirovahiyê pir erênî ye. Hêjayiyên Kurdistanê li benda lêkolîneran in, û roj bi roj ev hêjayî dertêne meydanê.

Yek ji wan hêjayiyan “  Çemê Hallan “ e, ê ku li rojavayê ava Sasûnê dimîne. Mixabin ev hêjayiya bêhempa, îro di bin bendava li ser ava Sasûnê hatye avakirin de maye. Taybetmendiya vî warî ew e ku, ” Çemê Hallan “  gundê herî kevnar ê dinyayê ye, ê ku heta îro hatiye keşf kirin. Li gel testên zanistî weke Karbon 14, hatiye peytandin ku dema Hallanê dighîje 11 hezar salan û ev dem, dema kevnartirîn a avakirina gundekî ye. Heta ku Hallan nehatibû dîtin, di dinyayê zanistê de, wiha dihat zanîn ku, gundê herî kevnar ê mirovahiyê, li herêma Levant-ê (derûdora Filêstîn û Lebnanê) hatiye damezrandin. Lê li gel keşfa Hallanê ev têz betal bû û Hallan wek yekem gundê demên neolîtîk hate pejrandin. Ya din wek tê zanîn, yekem lawirê  ku ji hêla mirovan ve hatiye kedîkirin beraz e. Û, anegorî destkeftiyên Hallanê, însanên vî gundî yekem car  beraz jî kedî kirine. Lêkolînên zanistî ên dinyayê jî vê yekê dipejrînin ku, beraz yekem car, li Kurdistanê hatiye kedîkirin (6).

Ev lêkolînên nû jî piştraskirina yekemgundbûna Hallanê ne. Xeynî Hallanê, Girê Kortik ê ku li qeraxa çemê Batmanê dimîne, xirbeyên gundê Gûsirê û Tilê ên Botan xirbeya Heskîfê, xirbeya Başûra ya Sêrtê, Dêrika Miqûrê ya Silîvan, xirbeya Hilarê ya Erxanî – Amedê û gelekên din ên hê nekeşfkirî  û yên di bin avê da mayî re, êdî tê pejrandin ku, şaristani li seranserê dinyayê,  ji Kurdistanê belav bûye (7). Lê ev pejrandin, bi dengekê nizm û hêdîka tê gotin. Sedema vê jî, weke ku Alî Şerîatî dibêje, “ tirsa hilweşîna têzên serdestan  “ e, ên ku bi salane ew derewan dubare kirine û di dawîn de, ew bixwe jî bawer kirine. Pejrandina vê yekê, wateya pejrandina derewên ku afirandine ye. Ji bo serdestên mezin ev yek derbasdar e, lê ji bo yên biçûk jî, pejrandina van rastiyan xetere ye. Lewra dîroka wan a fermî ya nivîskî, ger ev rastî bên pejrandin dê ji holê rabe û angaştên wan ên xwedîbûna erdên dagirkirî, di şûn de dê xera bibe. Lê dîrok şadê herî mezin û hêja ye. Her tiştî, her rastîyê di nav xwe de dihewîne û li gel nivsandina dîrokê ji hêla şêran ve, helbet rojek dê rastiyên dîrokê dê derkevine meydanê û hêdî hêdî jî mabe, bi hewlên lêkolîner û dîrokzanên dilsoz û rast ve, ev yek dikeve pratîkê.  Bi hêviya wê rojê, roja nivsandina dîrokê ji hêla şêran ve jî..….

ÇAVKANÎ

1-)
 (Zanyarê kurd Mehrdad Izady, di pirtûka xwe a bi nav û deng,  ÊN KURD – s.1992 “ de, bi berfirehî qala van tomarkirinan dike) . 

2-) Gotara K. E. Eduljee  ya ku di der barê pêwendiyên navbera Xerabreşk û Zerdeştî de ye:http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/cavedwellings/shanidar.htm

3-) Ralph Solecki lêgerînên xwe ên ku di der barê Şanîdarê de ne, di pirtûka xwe a navdar “ Shanidar:The First Flower People – Şanîdar: Yekem mirovên kulîlk – 1971 “ de tomar kiriye.

4-) “Göbekli Tepe (En Eski Tapınağı Yapanlar) – Xerabreşk ( Avakarên perestgeha herî kevnar), Klaus Schmidt – 2013

5-) Gotara Remzî Peşeng di malpera ilkehaber.com-ê de: http://www.ilkehaber.com/haber/ali-seriati-kurt-medeniyetinden,-yunan-ve-cagdas-amerikan-medeniyetine…-25567.htm , û gotara Îbrahîm Sedîyanî di ufkumuz.com-ê de:http://www.ufkumuz.com/yaseminler-gulumsuyordu-ellerimiz-kavustugunda-51-7676yy.htm .  Her wiha pirtûkên Alî Şerîatî ên bi navên “ Dîroka Şaristaniyê “ û “ Îslamzanîn “.

6-) Gotareka ku yekem car kedîkirina berazan li Kurdistanê dipeytîne:http://mbe.oxfordjournals.org/content/early/2012/11/22/molbev.mss261.abstract

7-) Gotarên Behcet Çîftçî ên li ser malpera Mezopotamya.eu: (Gundên pêşî ên dinyayê)http://www.mezopotamya.gen.tr/drok-tarih/dunyanin-ilk-koyleri-h1783.html 

Ev gotar ji mezopotamya.gen.tr hatiye girtin: http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/kurdistan-saristan-h2186.html

Nivîskar-Dirokvan: Xerzî Xerzan

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply