Kurdistan-Mihemed Elî şakir

Kurdistan ger tu nebî
Jîn û jiyan bo çiye
Mal û zêrê vê dinê
Ew bo min tiştek niye
Xabûr û dicle û ferat
çem û rûbarê tene
Efrîn û hewlêr û wan
Neqş û nîgarê tene
Li ser perda dilê xwe
Min neqşê te lê kirî
Di nav herdû çavên xwe
Min cihê te çê kirî
Kurdistan ger tû nebî
Jîn û jiyan bo çiye
Mal û zêrê vê dinê
Ew bo min tiştek niye
Ala tey rengînî geş
Ji ferhenga qazîye
Serhildana gelê te
Ji cenga berzanîye
Kurdistan dar û devî
Deşt û mêrg û kanî ye
petrol û kan û zevî
Ji bo kurdan hêvî ye
Kurdistan ger tû nebî
Jîn û jiyan bo çiye
Mal û zêrê vê dinê
Ew bo min tiştek niye
Hêlîna kewê gozel
Xezal û pez koviye
mîna dayk û bavê min
Ew ji bo min xwediye.
Mihemed Elî şakir 

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply