Şemî , Hezîran 23 2018
Malper / Forum / Ramanên We / Kurdî û bandora zimanê erebî

Kurdî û bandora zimanê erebî

Çand, wêje, ziman, folklor û hemû reng û dengên bi vîna azad a gelan û di nav herikîna dem û serdemên dirêj de ji rastiya jiyan û giyana wan afirine, nirx û rûmetên hevpar ên hemû mirovahiyê ne. Lomaye ku bi qasî dan û stendin û bibandorbûna wan ji hev jî, ewqasî normal, xwezayî û xweş e. Lewra dibe sedema germahî, wekhevî, aştî û lihevkombûnê.

 

Lê divê bê gotin ku ev hemî, di rewşeka azad de, bi vîna azad û di nav xwezaya xwe de pêkan in. Dijberî wê, dibe rêlibergirtina pêşkeftina azad û ew jî bi xwe re alozî û tevlîheviyan diafirînin û ji bilî xerabkirinê bi kêrî tu tiştekî din nayên.

 

Tişta bi serê me, çand, ziman, wêje, folklor, dîrok, çîrok û pêşkeftina me de hatiye ev e. Ji bilî vê çi bê gotin, niyet û armanc çi dibe bila bibe, manîpulekirina vê rastiyê ye û ew jî bi kêrî gelan nayê, lê pir bi hêsanî dikare bikeve xizmeta desthilatdar û dagirkeran.

 

Kin û kurmancî; bandora erebî ya li ser kurdî bi kêrî dewlemendiya zimanê kurdî nehatiye, dijberî wê, ji ber sedemên li jorê hatine ravekirin, rê li ber pêşkeftina azad a ziman girtiye û vê di bin navê olê de pêk aniye. Ango hest û baweriyên gel xerab hatine bikaranîn. Eger ne ola îslamê bûna dê bandora erebî jî li ser kurdî ewçendî nebûna û dê kurd jî, zimanê wan jî xwedî derfeteka pir baştir bûna. Jîyana kurdan dê xwedî derfetên pir mezintir ên pêşkeftina bi vîna azad bûna di her warên jiyanê de.

 

Îcar eger qala zimanê erebî û têkiliya wî bi bi taybet kurdî re bê kirin, divê beriya her tiştî zirara ku daye zimanê kurdî bê gotin. Lewra eger îroj gelek gotinên erebî ketibin nav zimanê kurdî, ev ne ji ber dewlemendiya zimanê erebî û lawaziya zimanê kurdî ye lê ji ber desthilatdarî û dagirkeriya welatên ereban û ola wan e. Lewra ev têkilî û dan û stendinên di warê ziman û hemû jiyanê de, ne bi vîna azad û ne di nav wekhevî û ahengeke xwezayî de bûne, lê bi serdestî, dagirkerî, zordestî, dek, dolap û bikaranîna hest û baweriyên gel bûne, loma jî navê vê nabe dewlemendiya zimanê erebî û dewlemendkirina zimanê kurdî, ev dereweke bê binî ye.

 

Ji bilî vê jî, erebî ji zimanê suryanî girtiye ku li gor hin suryanan, ji %40–50 gotinên di erebî de têne bikaranîn di koka xwe de bi suryanî ne. Çiqasî rast e ez nizanim, lê heftiya çûyî jî mamosteyeka suryan vê ji min re got û me li ser sohbeteka dirêj jî kir, gelek mînakên balkêş jî dan.

Her wiha erebî ji zimanên din jî gelek gotin girtiye û heta ji kurdî jî girtiye. Jixwe ne normal e ku negirtibe, lewra di xwezaya serdestî û dagirkeriyê de heye. Tenê, dema digire, êdî mîna hemû tiştên din dibe malê(!) serdest û dagirkeran û yekser lê xwedî derdikevin û wî mafî jî ji ber serdestî û desthilatdariya xwe, di xwe de bi hêsanî dibînin.

Hemû tiştên bêyî vîna azad hatibin girtin, stendin û dayîn, nikarin bibine dewlemendiya tu aliyekê û lawaziya aliyê din! Pesin û propogandaya vê kambaxiyê nikare bê dayîn û kirin. Eger durustî hebe li holê, divê rastî bê ziman û rastî li gor pêşkeftina vîna azad û ne azad dikare bê ravekirin û ziman. Wekî din ji çîrokên xapandinê pêştir tiştekî din nînin. Niyet çi dibe bila bibe, vê rastiyê naguhere.

 

Zimanê kurdî eger li ser axa xwe, bi vîn, giyan û jiyana azad bi pêş ketibûna; bi rêya ol û desthilatdariyê, rê li ber pêşkeftina wî nehatibûna girtin, îroj ji zimanê erebî pir dewlemendtir bû. Li destpêka şaristaniyê û rola gelan bi mêjiyekî azad, paqij, bêalî û ji hemû gemariyên quretiya nîjada serdest bi dûr û baş bikolin, dê ev rastî bê piştrastkirin.

 

2018-06-04

Mahabad Felat-Amîda Kurd

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan – 2

1.2. Mîtên li ser çêbûna nîjadê Anthony D. Smith di xebata xwe ya “Milli Kimlik” …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir