Kurdî Pere Nake!

Nivîskarên kurd ên dîasporayê dibêjin, dema ew pirtûkên bi kurdî dinivîsin tip ere qezenc nakin, lê dema ku bi îngilîzî an jî bi swêdî dinivîsin qezanca wan baş e.

Nivîskarê kurd Kurdo Baksî ji Rûdawê re diyar kir, dema ew pirtûkên xwe kurdî çar dike gelekî kêm tên firotin, lê demakû îngilîzî an jî swêdî çar dike pereyek baş qezenc dike.

Kurdo Baksî amaje kir ku li piraniya welatên Ewropayê, taybetî jî li Swêdê civaka kurdî qîmet nade pirtûkên bi kurdî tên nivîsandin û wiha got:

“Dema ez pirtûkek kurdî çap dikim hezar jî nayên firotin. Lê dema ez bi swêdî dinivîsim milyonek pirtûk tê çapkirin.”

Swêd welatê xwendevana ne

Nifûsa Swêdê 9 milyon û nîv e, lê carnan firotina pirtûkeke ji milyoneke derba dibe. Lê firotina ti pirtşkek kurdî 500î derbas nake ku 100 hezar kurd li Swêdê dijîn.

Nivîskarê kurd Erkan Esed heya niha 2 pirtûk bi swêdî nivîsandine û herwiha 6 xelatên wêjeyî jî standine.

Erkan Esed derbarê pirtûkên wî yên bo kurdî hatine wergerandin de wiha got: “Pirtûkên min bo kurdî hatine wergerandin, lê ti çapxane naxwaze çap bike, ji ber ku pirtûkên bi kurdî baş nayên firotin.

Rizgar Şêxanî ku 10 pirtûk nivîsandine, dibêje ji bo pirtûkek bê çap kirin herî kên 2 sal pêwîst e.

Li Swêdê pirtûk bo kurdî piranî ji aliyê Rizgar Şêxanî, Xebat Arif, Dana Maruf ve bêdestheq tên wergerandin.

Nimet Elî Muradî jî amaje kir, ereb û tirk ji kurdan zêdetir eleqeyê didin pirtûkan.

Berpirsê Pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê Newzad Hirorî jî da zanîn, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karsazên kurd alîkariyên xwe ji bo pirtûkxaneyê kêm kirine, dibe kû ew pirtûkxaneya kurdî were girtin.

Rudaw

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply