Kurdî Ne Ku Ne Têr E, Em Kêmmayî Ne!

Rojek me li hewşa xanîya xwe ligel merivên me bi zimanê Erebî gotûbêjek xweş lidarxistibûn. Hingê min ji wan re qala xebatên xwe yên bi Kurdî dikir. Ji nîşka ve xalê min gotina min birî û wiha got; ‘’Ma bi Kurdî meriv dikare qala wêje bike! Niha ev cîranên me dikarin bi Kurdî fêrî dersên erdnîgarîyê, dîrokê, matematîkê bibin!’’ Min jî bê şik bersîva “erê,” da. Ew jî bi şêwazak hişkayî, bi Tirkî, weha pirsa xwe ya dûyemîn kir: “De ka bila yekî ji wan vê peyva min wergerîne:  “Neteweyên yekbûyî ji bo çareserkirina pirsgirêka birçîtîyê ya efrîqayê civînek awarte lidar xistin.”  Min jî jê re bi şêwazek nerm, lê bi ken: “Ka tu berê vê peyva xwe bi Erebîya me wergerîne?”  Sekinî, serê wî serobîno bû. Xuya bû ji pirsa xwe ya dûyemîn bendewarîya serkeftinek bû. Xwe li vir de wir de zîvirand û bi hevoka ku nîvê wê bi têgehên Tirkî û ya mayî jî bi Erebîyek şikestî wergerand. Min go, “Te çima van peyvan bi Tirkî got? Ya mayî jî çewtbûn xalê min.”  Ji ber ku perwerdeya me ne bi zimanê dayika me bû, me têgehên mîna “Neteweyên yekbûyî, pirsgirêk, civîn, awarte”  nizanîbû. Piştre min gotina xwe dewam kir. Min ew hevoka wî bi Erebîya nivîskî, ku wî jê qet fêm nekiribû, wergerand. Ez dîzanîbûm wê hevokê bi Erebîya nivîskî an zanistî wergerînim; lewre bi keda xwe ya taybet ez fêrî zimanê dayika xwe yê Erebî bûbûm. Merivên ku derdora  me rûniştibûn, kenîyan û kêfxweşîya xwe anîn ziman. Min ji xalê xwe: “Tu nikarî wergerînê; lê ev ne kêmasîya Erebî bû, kêmasîya te û ya me gişa ye ku me bi zimanê xwe perwerde neditîye. Ji loma têgehên me nînin. Xelkên ku zimanê wan Erebî û Kurdî bin, ne paşdamayî ne; berovajî pergala perwerdahîyê li paş e û hişt ku em fêrî zimanê xwe nebin.’’

Ew tiştê ku di navbera min û xalê min de qewimî bû, ne mînayek awarte bû. Di jîyana min de gelek ji wê minakan henin. Ji ber ku kêfa min ji çanda gelan re tê, çi olek, zimanek, çandek cihêrengî hebe, dizwazim hînî taybetmendîyên wan bibim. Ji loma di weqta gerê de qasî ku ji destên min tê rêya xwe li gûndan dixim û bi mirovên temendirêj re dikevim bi kûrahîya guftûgoyan. Rojek ez çûm gûndê Çerkezan. Zilamek di bexçeya xwe de dixebitî. Nêzî wî bûm. Darên wî tije fêkî bûn. Bi rastî gûndek di nava daristanan de bû ku ji dûrî gund xuya ne bû. Gava karê wî xelas bû, ji bo vexwarina çayê ez mala xwe vexwandim. Hewşa mala wî hebû û hewş jî tije fêkî û her cûre gul û çîçek bû. Merivên wî jî li hewşê bûn. Me hinek qala welatê xwe kir. Ji ber ku rojevê tije bi mijara şerê bi Kurdan re bû, pirsên wan ji ya min zêdetir bû. Ji ber ku min dizanî bû agahîyên wan derbarê welatê min kêm e, wê tenê çend pirsên wan hebe. Min bi rehetî bersîvan wan dida. Gava min qala Kurdî kir, û min got divê bibe zimanê perwerdehîyê, birayê xwedî malê got, “Ma hama wê çi bikin bi zimanê Kurdî? Va Tirkî heye! Ma hêjaye ew qasî xwîn birêje!”

Min fam kir ku nîqaş ne pêkan e, lewre zanayîya wî tune bû û haya wî jî ji nezantîya xwe tune bû. Carna nezantîya mirovan wekî helwestek bi zanayî teşe digire û ew kes tu bersîv jî napejirîne. Loma bersîvdayîn jî dê ji nezanitî be. Carna hinek jî bi her awayî û di her rewşê de bersîva xwe didin ku ew jî di rastîyê de bi armanca zanabûna xwe nîşanî derdora xwe bikin e. Li kêlaka xwedîyê malê pîrekek temendirêj rûniştibû. Li me gûhdar dikir. Xuya bû fêm nedikir û dixwest ji lawê xwe re bipirse. Birayê xwedîyê malê ji dewsa wî bersîv da û bi Çerkezî axivî. Nivê axavtina wî Tirkî bû. Ez aciz bûm û min jê re pirsî: ‘’dayika te bi Tirkî nizane?” Ew jî vê bersîvê da: “Mixabin,na!”  Min jî got, “Çima mixabin,bira! Bi zimanê xwe diaxive û mafê wê heye ku bi zimanê xwe fêm bike. Em hemû mirovên vî welatî ne. Çi zerarê zimanên me li dewletê heye!” Tiştek ne got, lê heq dida min. Serê xwe kiribû ber xwe. Weqta ku pirsa xwe ji min re kiribû, min heman bersîv bidabaya, teqez ne diket serê wî. Lê rewşek gelek guncav pek hat ku bersîva min bi bindor têkeve serê wî. Min piştre ji dayika xwedê malê re çend peyvên Çerkezî pirsî. Bi xweşî bersîvên min dida. Bi rastî zimanek zehmet bû. Heta jiber bikim, min gelek hewl da. Fonatika wî xweş dihat gûhê min.

Xalê min jî û ew zilamê Çerkez jî çima di serî de ew çend bi xwe bawer û hinek jî bi tinazî pirsa xwe ya ku nîşaneya nezantîya wan bû, dikin û piştre dikevin nava çewtîyan? Ev pêşdarazîyên me yên çêkirî bûbûn sedema nebextewarîya me. Mixabin, çîrokên me giş wek hev in. Bela ku êşên me jî wek hev in, lê em çima ew çend ji hev dur in û em nagihêjin têgihiştinek hevpar. Di rastîyê de ji bo vê têgihiştinê, bingeha çandê ya jîyana me gelek guncav e. Eger jîyana me hevpar be, çima têgihiştinek hevpar dernakeve. Ev nakokîyek mezin e ku aqlê mirov dibire. Bîya min sedema vî tiştî, pergala pişaftinê ye ku dihêle mirov li hemberî rasteqinîya xwe bîyanî be. Sad carî heyfa zimanan!

Azad Selem

 

Derbar Azad Selem

Check Also

Di Dema Erdhêjê De Çend Rêbaz

Dema ku erdhej çêdibe, divê teşqele neye kirin û divê bi aramî bê tevgerîn. Dema …

Leave a Reply