Li parêzgeha Bakurê Xorasanê Bucnûrdê li Îranê ku lê gelek kurdên kurmancîaxêv hene, roja înê panelek li ser helbestên kurmancî hat lidarxistin. Mamoste Elîriza Sipahî Layîn û nivîskar û weşanger Yehya Elewîferd wekî panelîst tevlî panelê bûn.
Panel li ser wezn û melodiya helbestên kurmancî bû. Panela ku ji alî Hesen Roşan û Howzeya Hunerî ve hatî birêkxistin kirin bi du danan hate birêvebirin.
Danê sibehê Mamoste Elîriza Sipahî Layîn li ser ziman û pê re têkildar helbestê sekinî. Danê evarê jî nivîskar û weşanger Yehya Elewîferd li ser wezn û melodiya helbestên kurmancî gotarek pêşkeş kir.
Di dawiya bernameyê de, hin şairan helbestên xwe xwendin û helbestên wan ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.
Hêjayî gotinê ye di van salên dawî de xebatên çandî û hunerî yên turdên li Xorasanê zêde bûne.
Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin