Kurdên li Stenbolê komeleya çand û zimanê Kurdî vekirin

Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di çarçoveya Rewşa Awarte de hate girtin, Kurdên li Stenbolê bi awayekî xwebexş, komeleyeke zimanê Kurdî vekirin.

Kurdên li Stenbolê komeleya çand û zimanê Kurdî vekirin ile ilgili görsel sonucuBi ragihandina Rewşa Awarte re li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tevahiya sazî û dezgehên çand, kultûr û zimanê Kurdî hatin girtin. Li Stenbolê jî heman rewş araste bû û saziya sereke ya ziman û lêkolînên Kurdî ango Enstutiya Kurdî jî hate girtin. Piştî vê rewşa tund li Stenbolê komeleyek hate vekirin û ew bi fedakariyeke xwebexşane hewla wê yekê dide ku valahiya Enstutiya Kurdî tije bike.

Serokê Enstîtuya Kurdî Samî Tan ji Rûdawê re ragihand: “Helbet rewşa enstîtuyê cuda bû. Xebatên wê cuda bûn, saziyeke rûniştî bû. Bi salan xebat dikir. Sîstemek û pergalek hebû. Piştî ku sazî hat girtin ew pergal belav bû. Ji nû ve komek hevalên me hatin ba hev û ev komele vekirin. Ji ber ku rewşa awarte heye tirs jî heye. Şik û guman jî heye û ji ber wê hejmar jî kêm bûye. Dema enstîtuyê 300 kes dihat, lê niha derdora 100 kesî têne kursan.

Kursiyerê bi navê Nazmî Tumerdem diyar kir: “Ez bijîşk im. Lê ne ku di warê kar de pêdivî bi kurdî heye ez tême vir. Lê ev 30 sal e ez li Stenbolê me û min Kurdiya heyî jî ji bîr kir. Ji bo ku ez ji nû ve fêrî zimanê xwe bibim ez tême kursê. Hesteke gelekî baş e ku ez fêrî kurdî dibim. Înşallah emê careke din li gel hev bi Kurdî biaxivin.”

Komeleya ku piştî ragihandina Rewşa Awarte hatiye damezrandin, di cihekî ne guncaw û biçûk de hewla bihêzkirina zaravayên Kurdî didomîne. Lê nebûna derfetan, dike ku ew tenê karibin kursên ferbûna zimên berdewam bikin. Tevî hemû atmosfera tund eleqeya xelkê ji derfetên komeleyê zêdetir e.

Mamosteya kursa zaravayê Kurmancî Ozlem Kurt destnîşan kir: “Ji ber ku pêvajoya siyasî nebaş çû gelek komele hatin girtin û ya me jî di nav de. Enstîtu jî hat girtin. Lê di demeke kurt de me komeleyeke nû vekir û xebatên me têk neçûn. Me xebatên xwe berdewam kir.

Di bin bana komeleyê de li ser her sê zaravayên Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî, Kirdkî, Dimilî) û Soranî perwerde tê dayîn. Eleqe bêhtir li Kurmancî ye. Lê komek Kurmanc jî berê xwe dane zaravayê Kirmanckî.

Mamosteyê Kursa Kirmanckî Hecî Sayin ji Rûdawê re aşkere kir: “Rewşa kursên me yên Kirmanckî ji ya Kurmancî kêmtir e. Ji ber ku di nava Kurdan de Kirmanc, ji kurmancan kêmtir in. Li Stenbolê jî rêjeya kirmancan kêmtir e, lê dîsa jî eleqeyeke ne xirab heye û kesên ku tên jî kêm zêde fêrî zaravayê Kirmanckî dibin.”

Görüntünün olası içeriği: 5 kişi, oturan insanlar ve iç mekan

Ji ber ku saziya ku li ser zimanê kurdan xebatê dike niha tenê ew komele ye û pêdiviyên wê jî mezin in, rêveber û kursiyer banga piştgiriya sazî û Kurdên li Stenbolê dikin. Li aliyê din ew komele jî di bin gefa Rewşa Awarte de ye û ne diyar e ku pêşhata wê jî dê bigihîje ku derê. Lê li Stenbolê, deriyê her sê zaravayên Kurdî tevî her tiştî bi saya komeleyê vekirî ye.

Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply