Kurdekî Silêmaniyê ferhenga bijîşkî ya Kurdî amade kir

Li gor zanyariyên berdest, Dr. Fereydûn Qeftan ku ji bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê ye ferhengeke bijîşkî ya Kurdî amade kiriye.

Ferhenga bijîşkî ku ji aliyê Dr. Fereydûn Qeftan ve hat amadekirin niha li Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Silêmaniyê tê xwendin.

Fereydûn Qeftan di axaftina xwe de ragihandin ku ev cara yekem e li Zanîngeha Silêmanî yê Herêma Kurdistanê peyv û hevokên bijîşkî dibin derseke sereke û ji bo xwendevanan tê xwendin.

Sazkarê ferhenga bijîşkî Qeftan girîngiyeke zêde dide peyv û hevokên Kurdî û dibêje: “Armanca me ev e ku pêwendiyê di navbera nexweş û bijîşkan xweştir bikin da ku bikarin herdu ji hev fêhm bikin.”

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply