Kurdekî Hezarfen Mela Mehmûdê Bazîdî

Destpêk
Xebatên li ser dîroka wêjeya kurdî kêm in û yên heyî jî hê virnî ne. Ya rastî ji ber gelek egerên ji hevdu cihê -her wiha bi hevdu ve girêdayî- çavkaniyên sereke yên edebiyata kurdî baş derneketine ber ronahiyê.[1] Ji ber vê yekê divê berhemên kurdî yên nivîskî û qedîm yên heyî û li ber destan, wekî zêrê zerîn bên dîtin û wisa li wan were xwedîderketin. Lewma emê di vê nivîsê de qala Mela Mehmûdê Bazîdî yê ku ji bo berhevkirin, nivîsandin û wergerandina çavkaniyên ziman, etnografya, civaknasî û folklora kurdî kedeke mezin daye û hezarfenekî kurdan e, bikin.

Jiyana Bazîdî
Derheqê jiyana Mela Mehmûdê Bazîdî de mixabin çavkaniyên zêde tunene. Yên heyî jî yan agahiyên ku Jaba di destpêka xebatên bi hevkariya Mela Mehmûd kirine nivîsîne û yan jî ji nameyên wî yên ji rojhilatnasên mîna Lerch û Justi re şandine pêk tên.[2] Ji ber vê yekê di derheqê hûrgiliyên jiyana Mela Mehmûd de çavkanî tunene. Li gor agahiyên berdest -ew jî nameya A. Jaba ye ku di 10/22 îlona 1857an[3] de ji P. Lerch re şandiye û tê de dibêje Mela Mehmûd kurd e, 60 salî ye, lê hê li ser xwe ye. Vêca dema ku ev name di sala 1857an de hatiye nivîsîn ew jî nîşan dide ku di sala 1797[4] de li Bazîdê -Bazîd wê demê di pergala rêveberiya Osmanî de navenda sancaxê bû- ji dayik bûye.[5] Lê li gor pênc belgeyên ku Mehmet Gültekin ji arşîva Osmanî derxist –ji wan du heb nameyên Bazîdî bi xwe ne- Mela Mehmûd ji bo meaşekî bidine wî serî li hikûmetê dixe. Li gor nameyan Bazîdî di dawiya temenê xwe de, gava emrê wî ji 70 salî mezintir e, ji ber desttengiyê tevî kurê xwe yê 12 salî diçe paytextê dewleta Osmanî Stenbolê û daxwaznameyan dide rayedaran da ku meaşekî bidinê. Lê tarîxên van nameyan di nav sala 1860î de ne û Mela Mehmûd di herdu nameyên xwe de jî dibêje emrê min ji 70yî derbas bûye. Vêca heke wisa be divê Mela Mehmûd ji beriya 1790î hatibe dinyayê. Lê mixabin em nikarin tesbît bikin ka kîjan salê bûye û tenê mirov dikare texmînî wextekî nîşan bide. Jixwe mijara sala bûyîna piraniya kurdan li gor hesabên demsalê û heyamê tên zanîn û bi teqezî diyar nînin, li vir jî ew rewş derdikeve holê.[6]
Mîna bûyîna Mela Mehmûd derheqê wefata wî de jî agahiyên vebir tunene û salên 1858[7], 1860[8], 1863[9] û 1967[10] wekî dîroka wefata wî tên diyarkirin. Bo mînak Pîrbal dema qala pirtûka Mela Mehmûd ya rêzimanê Risaleyî Tuhfe en-Nehlan fî ez-Zimanî Kurdandike dibêje ev berhem di sala 1866an de nivîsiye.[11] Vêca heya wê hingê Bazîdî sax bûye, lêbelê ji hêla din ve ev agahiya ji bo Pîrbal dibe sedema nakokiyê. Lewra li gor wî Bazîdî di navbera salên 1799-1860an de jiyaye û navê pirtûka xwe jî wisa daniye.[12] Ango naverok û navê pirtûka wî li hevdu nakin û nakokiyeke mezin derdikeve holê.[13] Wekî encam em dibînin ku li gor qenaetê berbelav Mela Mehmûdê Bazîdî di sala 1797an[14] de bûye û di sala 1867an de 70 û çend salî wefat kiriye. Li gor agahiyên berdest em jî vê qebûl dikin.

Bazîdî an Bayezîdî
Mijareke ku mirov dide fikirandin jî nîsbeta Mela Mehmûd e. Lewra di hin berheman de wekî Bazîdî û di hinekan de jî wekî Bayezîdî, Beyazîdî, Bayazidli û bilêvkirinên wê yên din tên dîtin. Gelo ji van herduyan kîjan rast e. Di xebata Rudenkoyê, Qanatê Kurdo, Jan Dost, Şukriye Resûl, Ferhad Pîrbal û Reşîd Findî de wekî Bayezîdî hatiye bikaranîn, di ya Delîlo Îzolî de Beyazîdî û di ya Seîd Dêreşî û Ziya Avcî de wekî Bazîdî hatiye nivîsîn. Gelo ji van kîjan rast e û ji bo biryardayinê pîvana me yê çi be?
Ji bo diyarkirina vê meseleyê çend rê hene:
1.Mirovê navê fermî yê di belge û çavkaniyan de qebûl bike. Ji bo vê heke em Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî jêder qebûl bikin divê “Bayezîd” be. Lewra di wesîqeyên Osmanî û Îranî de jî wisa ye.[15]
2.Di pirtûk û berhemên wî bi xwe de çi peyv çawa hatibe bikaranîn, mirov wê qebûl bike. Wê hingê gava mirov li pirtûka wî ‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye dinihêre derdikeve holê ku Mela Mehmûd ev peyv wekî “Bazîd” bi kar aniye.[16]
3.Ya sisyan jî dibe ku mirov navê gelê herêmê wekî rastî qebûl bike. Wê çaxê jî wekî Mela Mehmûd xelkê Bazîdê/Bayîzdê ye, bi xwe forma Bazîdê bi kar tîne û îro gelê bajêr dîsa heman şêweyî dixebitîne.[17]
Di encamê de bi baweriya me divê forma Mela Mehmûd di pirtûka xwe de bi kar aniye rast were qebûlkirin û navê wî wekî Mela Mehmûdê Bazîdî bê nivîsandin. Ji bilî vê gelek nasnavên Mela Mehmûd yên din jî hene û evna ji wan in: Mehmûd Efendî, Feqîr Mehmûd Efendî, Xoce Mehmûd, Hecî Mehmûd, Hacî Mehmûd û hwd.[18]

Perwerdeya Bazîdî
Mela Mehmûd li navenda Bazîdê mezîn dibe û rihat e, ne êlat e, ango ne koçer e û dema berefehmî xwe dibe dest bi perwerdeya xwe dike. Li gor edetên dema xwe li medreseyên Kurdistanê bi Qur’anê dest bi xwendina xwe dike û peyra diçe Tebrizê, di nav gencîneya edebiyata serdest ya farisî û erebî de xwendina xwe diqedîne. Li gel vê welatê xwe ji ber ku zimanê dewleta Osmanî ye fêrî tirkî jî dibe. Ango Mela Mehmûd ji bilî zimanê xwe kurdiya kurmancî; erebî, farisî û tirkî dizanibû.
Mela Mehmûd wekî ji navê wî jî tê fehmkirin, di perwerdeya xwe de derketiye asta herî bilind û loma wekî mela hatiye nasîn, lê ew ne tenê melayê şerîetê ye ango ew melayên heya astekê li medreseyê dixwînin, lê di warê erebî de nabine pispor da ku bikaribin li medreseyê seydatiyê bikin. Berevajî wan Mela Mehmûd hemû pirtûkên rêzê yên medreseyê kuta kirine ku ji dersên Qur’an, Serf, Nehw, Şerî‘et, Hedîs, Belaxat, Mentiq, Kelam, Cebir û hwd. pêk tên.[19] Piştî ku perwerdeya xwe qedandiye li welatê xwe Bazîdê heya sala 1854an li ser rêça Ehmedê Xanî li medreseya xwe dersdayîna xwe domandiye.
Li gelek bajar û herêmên wekî Tebriz, Hekarî, Botan, Mûş, Wan, Erzirom, Amediye û Stenbolê xwendiye, geriyaye, hatiye hepiskirin, sirgûnkirin an jî ji bo kar û barê xwe lê maye. Ji hêla din ve wekî em ji nasnavê wî derdixin Mela Mehmûd çûye hec jî. Lewra jê re Hecî Mehmûd jî hatiye gotin.[20] Jixwe ji bo bikaribe bibe hecî divê here Mekke û Medîneyê û her wiha wê heyama ku Mela Mehmûd li heyatê bûye, mirov bi heywanan an jî peyatî diçûn hecê. Ji bo wê jî li ser riya xwe gelek bajar û herêmên erdnîgariya Îslamê didîtin. Ji wan Şam û Qudis, herêm û bajarên herî girîng in. Ji vê jî derdikeve holê Mela Mehmûd him bi xwendina xwe û him jî bi ger û seyahetên xwe xwedî ilmekî kûr bûye.

Cihê Bazîdî yê di Civakê de
Mela Mehmûd di vê heyamê de li Bazîdê seydayekî naskirî û pêştahatî ye. Lewra him di nav gel de tê naskirin û him jî li cem rayedarên dewletê kesekî girîng e. Li gor ku rojhilatnasê polonî Felician Martin von Zaremba (1794-1874) qala gera xwe ya Bazîdê ya sala 1830an dike, rûsên ku wê demê bajar zeft kirine xwarinekê didin alim û pêştahatiyên herêmê yên ji kurd, ermenî û tirkan pêk tên. A di nav wan kesên vexwendî de Mela Mehmûd jî heye û him jî wekî alimekî deryabîr tê zanîn. Loma ew bi xwe jî paşê çend caran Mela Mehmûd re dikeve têkiliyê û dema qala wî dike dibêje melayê kurd, alimê mezin, seydayê esilzade Hecî Mehmûd. Her wiha dema diçe dîtina serokê eşîra Zîlan Silêman Axa nameya Mela Mehmûd bi xwe re dibe. Zaremba misyonerekî protestan e û du salan li Bazîd, Qers û Erziromê digere û ji bo dînê xwe teblîx bike bi gel û giregirên wan re dikeve nav têkiliyê. Heta carekê diçe dîtina Mela Mehmûd piştî sohbeteke dirêj seba Qur’ana Pîroz baş nas bike jê dixwaze ku ji bo wî 42 sûretên wê wergerîne tirkî.[21] Ev agahiyana jî cihê Mela Mehmûd yê di nav civakê de nîşanî me dide. Lê dema ku rêveberiya Bazîdê ji destê kurdan derdikeve, Behlûl Paşa têk diçe Mela Mehmûd Bazîdê diterikîne. Lewra di şerê Qirimê yê di navbera Osmanî û Rûsan (1853-1856) de birayê wî tê kuştin û ji pey wê re karê bazirganiyê yê lawê wî jî nameşe -birayê wî di karûbarê ticarete de alîkariya kurê Mela Mehmûd dikir-[22] û ji ber vê aboriya malbata wî xerab dibe[23], Mela Mehmûd wê hingê diçe Erziromê û li wir wergêrî û seydatiyê dike.
Li gor ku Yêvgêniya Vasilyêva dibêje, Mela Mehmûd tenê bi muderrisiyê nemaye, têkiliya wî bi serhildanên kurdên Botan û Hekariyê re hebûye, lewma dewleta Osmanî wî digrin diavêjine zindana Wanê, lê piştî 15 rojan berdidin.[24] Lê li gor rojnameya Kurdistanê Siltan Mecîd Mela Mehmûd sirgunî Wanê kiriye:
“Sultan Mecîd, Mele Mehmûdê Beyazîdî ji Stenbolê hinart Cezîrê nik Bedir-xan Bek, da ku pê re li ser rawestandina serhildanê bipeyive û wî bîne Stenbolê. Mele efendî û Bedir-xan Bek ji mêj ve bi hev re nas bûn. Dema ew gihişt Cezîrê, ji Fermandarê Leşkerên Osmanî Osman Paşa re got: ‘Ez diçim ba Bedir-xan Bek Hunkar (wiha di teksta rûsî de, hatiye) ez hinartime, da ku ew agirê serhildanê li Kurdistanê vemirîne. Tu êrîşê nebî ser Cezîrê, heya ez bersivekê ji Bedir-xan Bek ji te re neyînim.’ Vêga wî fermana Sadir-Alazem Reşîd Paşa, şanî Osman Paşa kir. Li ser vî tiştî, di kitêba fermanên saltanatê de heye. Osman Paşa dixwest bi Bedir-xan têkeve cengê û serkewtinek mezin bi êrîşa xwe li ser Cezîrê li pey xwe xîne. Destpêkê wî nehişt Mele efendî here nik Bedir-xan Bek ew gîro kir. Lê belê dure ew berda. Beyî ku bersiveke ji Bedir-xan Bek bigire, Osman Paşa êrîş bir ser Cezîrê. Û katê leşkerên wî pergî berxwedanek bi ser û ber, ji rex kurdên serhildayî hat wî biryarda ku Mele efendî nehênî amadekirina êrîşê ji wan re xwiya kiriye. Mele efendî bersiv ji Bedir-xan Bek anî û ji ber êrîşa li ser Cezîrê, nerazîbûna xwe ji Osman Paşa re diyar kir. Êdî Osman Paşa ew girt û di bin qeyd û merbetê de ew şand Stenbolê. Di nama ku ji hunkar re şandibû, Osman Paşa nivisandibû: ‘Ev merov hevalbendê Bedirxan Bek e û xayinê dewletê ye.’ Xunkar, Mele efendî sergunê Wanê kir.”[25]
Wekî ji vê neqlê jî tê fehmkirin Mela Mehmûd kesekî bi nav û deng e, him li Kurdistanê di nav gel û mîrên kurdan de tê nasîn û him jî dewleta Osmanî wî nas dike. Dema dewleta Osmanî Xan Mehmûdê birayê Bedirxan gazî dikin tînin Erziromê Mela Mehmûd wergêrî û şêwirmendiya wî dike, lewra wî ji bilî kurdî zimanekî din nizanibû. Ji hêla din ve Mela Mehmûd çend caran di navbera dewleta Osmanî û Bedirxan Begê ku di sala 1848an de li Botanê serî hildabû û her wiha Nurullah Begê mezinê kurdên Hekariyê de navçîtî kiribû, ji bo sulhê hewl dabû, lê dewletê ew bi hevkariya îsyanê tewambar kiribû, avêtibû hepsê û sirgûn kiribû.[26] Ji ber van egeran Mela Mehmûd êdî xwe ji wan dûr girt. Lewra ji ber van karûbarên xwe yê qenc hatibû tewambarkirin. Ewî jî têkiliya xwe ji wan birîbû û bi ilim re mijûl bibû.
Gava mirov bala xwe dide jiyan û berhemên wî tê fehmkirin Mela Mehmûd merivekî xwendî û dinyadîtî bû. Ji bilî zimanê kurdî, erebî, farisî û tirkî jî baş dizanibû û bi vî awayî bi hêsanî tevdigeriya. Her wiha di jiyana xwe ya rojane de merivekî çalak bûye, bi karê bazirganiyê re jî mijûl bûye. Lewma li gelek deveran geriyaye, civaka xwe gelekî baş nas kiriye, çavkaniyên edet, folklor û baweriyên kurdan qenc zanibûye. Em vê yekê di “‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye” de bi awayekî eşkere dibîninÇawa ku me li jor jî qala wê kir Mela Mehmûd merivekî çalak bû, loma li cem dewleta Osmanî jî merivekî serpêsekinî bû. Di serhildana Mîr Bedirxan de ji hêla dewleta Osmanî ve ji bo navbeynkariyê bike hatibû wezîfedarkirin. Wekî din meriv gava “‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye”yê dixwîne pê derdixe ku navbera wî û Siltan Ebdilmecîd xweş e. Lewra jê re dua dike û dibêje edaleta wî berdewam bike:
“Lakin di eyyamê xilafeta Siltan ‘Ebdulmecîd Xan dame ‘edluhû wekû îcada ‘Esakirî Ni?amiye bûyî êdî roj bi rojê ekrad ber?eref bûyn û ?ilm û te‘daya wan zayil bûyî.”[27]
Ji vê jî tê xuyanê Mela Mehmûd kesekî çavgirtî nîne. Ji ber zulma axayên ekradan bêzar e, rexneya li wan dike û ji ber ku Siltan Ebdulmecîd (1823-1861) di sala 1834an de artêşa bi navê Esakîrî Nizamiye[28] damezirandiye -ev ji leşkerên bi meaş û rêkûpêk bûn-, loma êdî kurdên koçer mîna berê nikaribû neheqiyê li xwecih û kesên bêhêz bikin. Mela Mehmûd jî seba berdewamkirina vê rewşê dua dike. Her wiha di dawiya temenê xwe de gava emrê wî ji 70 salî mezintir e, ji ber desttengiyê tevî kurê xwe yê 12 salî diçe paytext Stenbolê û daxwaznameyan dide da ku meaşekî bidinê. Ji naveroka nameyên wî meriv têkiliya wî ya bi dewletê re dibîne û ji bersivên nameyan jî tê dîtin ku rêveberiya dewletê jî wî nas dike û ji bo daxwaza wî pêk bînin fermanê dide rayedarên herêmî.[29]
Ji hêla din ve hin kes ji ber vê tevgera wî û zimanê wî yê li hember dewleta Osmanî û siltan bi kar aniye wî rexne dikin. Lêbelê ji bo nirxandinên rast û bi bingeh divê şert û mercên demê rind bên zanîn û li gor wê rexne bên kirin da ku şaşiyên anakronîk neyên kirin.

Xebatên Mela Mehmûdê Bazîdî yên li Erziromê
Mela Mehmûdê Bazîdî di sala 1854an de tê Erziromê û piştî ku karûbarê wî bi dilê wî nameşin dixwaze di wê heyamê de mala xwe ji wir bar bike vegera Bazîdê. A di wê heyamê de August Jaba (1801-1894) û Bazîdî hevdu nas dikin. Bazîdî dibe mamosteyê taybet yê Jaba. Jixwe wê heyamê Bazîdî li wir di nav gel de wekî seydayekî bi navûdeng tê zanîn. Çar zimanên li herêmê di rewacê de ne kurdî, erebî, farisî û tirkî di asta herî bilind de dizane. Dikare bi wan zimanan binivîse, wergerê bike û berhevkariyê bike. Gava A. Jaba ji Mela Mehmûdê Bazîdî fêrî kurdî dibe, berêka dibe çavnasê wêjeya kurdî jî. Loma seba berhevkirina berhemên kurdî helanan dide Bazîdî, ji hêla aboriyê de jî alîkariya wî dike û di encama vê têkiliyê de gelek berhemên ku îro bingeha klasîkên wêjeya kurdî pêk tînin ji windabûnê xelas bûne û gihîştine navendên kurdolojiyê. Îro kê di warê kurdolojiyê de xebatekê bike, miheqeq dê pêrgî wan berheman bê û ji wan sûd werbigire.
Heke karê Mela Mehmûd û A. Jaba bi hevkarî kirine xal bi xal bên diyarkirin ev wêne derdikeve pêş:
a-Jinûve nivîsandin
Mela Mehmûd ji bo Jaba hinek berhemên berê yên kêm peyda dibin ji nû ve nivîsandine. Bo nimûne rêzimana Teremaxî, alfabeya kurdî ya zarokan Sefheyê Sibyan, Mewlûda Şerîf, gotinên pêşiyan.
b-Nivîsîn
Mela Mehmûd li ser pêşniyaza Jaba hinek berhem bi xwe nivîsîne. Bo nimûne ‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê EkradiyeÇîroka Mem û ZînCami‘eyê Risaleyan û Hikayetan. Bazîdî ev bi destxeta xwe wekî berhemên serbixwe nivîsîne.
c-Werger
Mela Mehmûd karê wergerê jî kiriye. Ji vê ya herî sereke wergera Şerefnameyê ye ku ji farisî wergerandiye kurmancî û navê Tewarîxî Qedîmî Kurdistan lê kiriye. Her wiha beşeke Îskendernameya Nizamiyê Gencewî ya ji 87 malikan pêk tê wergerandiye kurmancî. Ji bilî van li gor gotinan Gulistana Se‘diyê Şîrazî û 84 çîrokên farisî jî wergerandine kurdî.[30] Ji hêla ve dema Jaba metnek werdigerande fransî an rûsî Mela Mehmûd alîkariya wî dikir. Her wiha di karê amadekirina ferhengan de jî ev hevkariya wan çêbûye.[31]

Berhemên Bazîdî
Di encama vê hevkarî û hevgeliyê de Mela Mehmûdê Bazîdî Mem û Zîna Ehmedê Xanî ya bi nav û deng, Yûsif û Zuleyxaya Selîmê Silêman (1586-?), Leyla û Mecnûna Harisê Bedlîsî, Şêxê Senanê ya Feqiyê Teyran (1590-1660), Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş ji nûve bi çîrokî nivîsandine.[32] Hevkarê wî A. Jabayê ku ji gulana sala 1848an heya sala 1866an li Erziromê Konsolosiya Rûsyayê kiriye, ew berhemana derbasî alfabeya latinî kirine, wergerandine Fransî, pêşgotinek ji wan re nivîsandiye û ew ji Akademiya Zanistî ya Petersburgê re şandine.[33]
Ji xêncî van Mela Mehmûd ji pey xwe re gelek xebatên din jî hîştine û lewma îro jî kurd minetdarê wî ne. Ya rastî Mela Mehmûd zanayekî piralî ye û di warê ziman, zargotin, tarîx, bawerî û edebiyatê de gelek xebat kirine. Ew bi piralîbûna xwe ve derdikeve pêş. Loma ji bo Mela Mehmûd mirov dikare bibêje ji bo kurdan civaknasê pêşîn e, lewra bi pirtûka xwe ‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye ve ew vî nasnavî heq dike. Heke mirov ji aliyê teşeyê nivîsê ve binirxîne peşxannivîsê pêşîn û her wiha çîroknivîsê pêşîn e jî. Lewra bi xwe ji bûyerên dîrokî çîrok pêk anîne û berhev kirine. Mesnewî wekî pexşan jinûve vesazkirine, bo mînak Mem û Zîn. Dîroknasê ewil e ku bi kurmancî Tewarîxî Cedîdî Kurdistan nivîsiye û wergerê pêşîn e, wergera Şerefnameyê Tewarî Qedîmî Kurdistan amade kiriye. Bi kurtasî alimekî deryabîr û hezarfen e. Ji hêla din ve ev berhemên wî ji bo gelek qadên lêkolîn û disiplînan çavkanî ne û hinek ji wan ji bo çend qadên lêkolînê dibine çavkanî. Bo mînak Cami‘eyê Risaleyan û Hikayetan him ji bo wêjeyê çavkanî ye û him jî ji ber naveroka çîrokan, mijarên xwe dibe çavkaniyeke dîrokî, her wiha bi şîrove û tehlîlên nivîskar ji bo tesbîtkirina kodên civaka kurdan berhemeke qîmetdar e. Heke berhemên wî bên dabeşkirin bi gelemperî ev sernavên sereke derdikevin pêş:
a-Dîrok; Tewarîxî Cedîdî Kurdistan, Tewarîxî Qedîmî Kurdistan (wergera Şerefnameyê).
b-Ferheng; Ferhengê din ên li gel Jaba. Ferhenga Kurdî-Fransî (Dictionnaire Kurde Francais), Ferhenga Rûsî-Fransî-Kurdî û Kurdî-Rûsî-Fransî, Ferhenga Kurdî ya Devoka Hekarî-Rewendî.
c-Rêziman; Rêzimana Teremaxî, Rêzimana Erebî bi Zimanê Kurdî, Risaleyî Tuhfe en-Nehlan fî ez-Zimanî Kurdan.
d-Wêje; Çîroka Mem û Zîn, Yûsif û Zuleyxa, Çîroka Leyla û Mecnûn, Hikayeta Şêxê Sen‘an, Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş, Kela Dimdim, Çîroka Siyamend û Şemsê, Îskendernameya Gencewî (ji farisî werger).
e-Folklor; Berhevoka Şîret û Gotinên Pêşiyan, Berîte, Lawij û Kilamên Kurmancî.
f-Civaknasî; ‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye, Cami‘eyê Risaleyan û Hikayetan.
Li vir divê meseleyek bê eşkerekirin. Mela Mehmûd dema li gel Jaba vî karê nivîsandin, berhevkirin, wergerandin û edîtoryal dike naxwaze navê xwe yê rastî û tam li ser van xebatan binivîse. Loma li ser piraniya xebatên wî navê wî tuneye yan jî nasnavên wî hene û nasnavên Mela Mehmûd ev in: Mehmûd Efendî, Feqîr Mehmûd Efendî, Xoce Mehmûd, Hecî Mehmûd, Hacî Mehmûd û hwd.[34] Ev yeka jî dibe sedema tevliheviya, lewra gava em qala xebatên wî û Jaba dikin meriv ji hinek berheman bi awayekî vebir nikare bibêje ev ji binî ve ya Bazîdî ye û eva din jî ya Jaba ye. Ji ber vê hindê hinek xebat li ser navê herduyan jî tên hesabkirin û ev jî xwe dispêre vê helwesta Mela Mehmûd.
Li gor baweriya tê qebûlkirin Mela Mehmûd ji ber berteka gel nexwestiye navê xwe li ser van xebatan qeyd bike da ku dernekeve holê seydayekî li medreseyan muderrisî kiriye alîkariya merivekî nemisliman dike. Jixwe Jaba bi xwe jî di pêşgotina xwe ya fransî ya ji bo “‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye” nivîsiye de egera vê helwesta Mela Mehmûd bi vê fikarê rawe dike, ji vê şûnda jî kesên wekî Musaeliyan, Rudenko û hwd. jî ev wisa qebûl kirine. Lê bi baweriya min ev bi tena serê xwe nabe bersiva vê yekê. Lewra dema mirov bala xwe dide jiyana Mela Mehmûd, têkiliya wî ya bi kesên biyanî re hê ji dema Bazîdê vir ve heye[35] û navçîtiya wî di navbera serhildêrên kurd û dewleta Osmanî de tê dîtin ku hêzên serdest ew bi sîxurî û piştgiriya serhildêran tewanbar kirine. Li gor vê îhtimaleke mezin Mela Mehmûd ji ber vê rewşa heyî nexwestiye têkeve bin zext û zora dewletê. Jixwe Mela Mehmûd bi hin nasnavên din mora xwe li hinek xebatan xistiye.

Murat Celalî- Nubihar.com


[1] Lê gava em vê dibêjin ev tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye. Lewra li Başûr êdî sazî û dezgeh dibine muesseseyên bi bingeh û zexm. Lewma di ciyê xwe diedilin û bi periyod weşanên xwe dikin.

[2] Alakom, “Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba”, r. 53, 49, 55; Mehmet Gültekin, “Di arşîvên Rojava û Osmanî de derheqê Mela Mehmûdê Bazîdî de agahiyên nû”, Nûbihar, j. 129, Stenbol, 2014, r. 5, 8; Mehmet Gültekin, “Di arşîva Osmanî de Mela Mehmûd Bazîdî”, Nûbihar, j. 130, Stenbol, 2015, r. 9, 12.

[3] Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, ç. 2., Lêkolîn: Jan Dost, Nûbihar, Stenbol, 2012, r. 255.

[4] Pîrbal di berhema xwe ya bi navê Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd de sala jidayikbûnî Mela Mehmûd wekî 1799 û sala wefata wî jî wekî 1860 dinivîse, lê ji bo vê jî tu delîlî nîşan nade. Bnr. Pîrbal, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd, Weşanên Aras, Arbil, 2000.

[5] A. D. Jaba, Racueil de notices et rêcits kourdes, St. Petersburg, 1860, r. 8, 9.

[6] Mehmet Gültekin, “Di arşîva Osmanî de Mela Mehmûd Bazîdî”, Nûbihar, j. 130, Stenbol, 2015, r. 9, 12.

[7] Firat Cewerî, Antolojiya Çîrokên Kurdî, ç. 1., Nûdem, c. 1, Stenbol, 2003, r. 41.

[8] Pîrbal, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd, Weşanên Aras, Arbil, 2000; Evin Bilge, Ji Hêla Naverokê ve Dahûrîna Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî, Teza Lîsansa Bilind a Çapnebûyî, Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Mêrdîn, 2013.

[9] Feqî Huseyn Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurd, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2002, r. 443.

[10] Mela Mehmûdê Bazîdî, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye, amd. Ziya Avci, Lîs, Diyarbekir, 2010; Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Lêkolîn: Jan Dost, Nûbihar, Stenbol, 2010.

[11] Pîrbal, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd, r. 6. Şaşiyeke bi vî rengî di xebata Evin Bilgeyê de jî heye. Ew jî dema jiyana Bazîdî (1799-1860) nîşan dide, lê çaxê qala tarîxa destxetekê dike dibêje Bazîdî ev di sala 1867an de nivîsiye. Bnr. Bilge, Ji Hêla Naverokê ve Dahûrîna Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî, Mêrdîn, 2013, r. 24.

[12] H. b, r. 1.

[13] Di derheq navê pirtûka Pîrbal de tiştekî balkêş jî ew e ku Ziya Avci jî di xebatên xwe de navê pirtûka Pîrbal bi vî awayî “Mele Mehmûdê Bayezîdî 1799-1867” şaş neqil dike, bnr. Bazîdî, Cami’eya Risaleyan û Hikayetan, r. 42; Bazîdî, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye, r. 42; dîsa ji bo heman şaşiyê bnr. Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, ç. 2., Nûbihar, Stenbol, 2014, r. 340, 341.

[14] Baba Merdoxê Rûhanî, Tarîxê Meşahîrê Kurd, c. 2, Tehran, 1986, r. 1.

[15] Şerefxan Bedlisî, Şerefname, wer. M. S. Cuma, Spîrêz, Duhok, 2006 r. 141; Şerefhan Bitlisî, Şerefname, wer. Abdullah Yegin, Nûbihar, İstanbul, 2013, r. 138.

[16] Mela Mehmûd Bayezîdî, Puavy i Obyaj Kurdov, wer. M. B. Rudenko, Moskova, 1963, r. 100, 148, 153, (beşa bi tîpên erebî).

[17] Murad Celalî, “Adat û Rusûmatnameê Ekradiye û Çend Gotin”, r. 53.

[18] Pîrbal, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd, r. 3.

[19] Zeynelabidîn Zinar, Xwendina Medreseyê, Pêncinar, Stockholm, 1993, r. 63, 100; Şakir Epözdemir, Medreseyên Kurdistanê, Nûbihar, Stenbol, 2015, r. 33, 35.

[20] Felician Martin von Zaremba, Reise des Missionars Zaremba in die Russisch-türkische Provinzen am Euphrat, vom April bis Juli 1830; Magazin für die neueste Geschichte der evangelischen Mission – und Bibel, r. 432, 460, vgz. Mehmet Gültekin, “Derheqê Mela Mehmûd de agahiyên nû”, r. 5, 8.

[21] H. g, r. 8.

[22] Ji nameya A. Jaba ya ji P. Lerch re ya di 10/22 îlona 1857an de şandiye, bnr. Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, r. 255.

[23] Mela Mehmûdê Bazîdî, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye, amd. Ziya Avci, Lîs, Diyarbekir, 2010, r. 11.

[24] Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, r. 201, 202.

[25] Rojnameya Kurdistan, 1898, j. 13, r. 3-4, vgz. K. K. Kurdo û J. S. Musaeliyan, Xebat û Jiyana Mela Mehmûdê Beyazîdî, wer. Bavê Nazê, Kurdistan Press, j. 54, 26 Çile, 1989, r. 9.

[26] Celîlê Celîl, XIX. Yüzyıl Osmanlı İmparatorluğu’nda Kürtler, ji rûsî wer. Mehmet Demir, Weşanên Özge, Enqere, 1992, r. 145, 146.

[27] Bayezîdî, Puavy i Obyaj Kurdov, r. 102

[28] Abdülkadir Özcan, “Asâkir-i Mansûre-i Muhammediye”, Türkiye Diyanet Vakfı İslam Ansiklopedisi, c. III, İstanbul, 1991, r. 457, 458.

[29] Gültekin, “Di arşîva Osmanî de Mela Mehmûd Bazîdî”, r. 9, 12.

[30] Bazîdî, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye, r. 22.

[31] Pîrbal, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd, r. 4.

[32] Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, r. 342.

[33] Ziya Avci, Mele Mehmûdê Bazidî, http://www.kovarabir.com/mele-mehmude-bazidi-1799-1867 (10.05.2013)

[34] Pîrbal, Mela Mehmûdî Bayezîdî (1799-1860) Yekemîn Çîroknûs û Pexşannûsî Kurd, r. 3.

[35] Gültekin, “Derheqê Mela Mehmûd de agahiyên nû”, r. 5-8.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply