KURD Û MÎTOLOJÎ

“Min vê nivîsê 26 sal berê, di sala 1994an de nivîsiye. Min nivîsê di nav dîsketek kevn de dît. Ji bo nivîs gotarek nirxandinê û danasîna pirtûkeke, herdem dikare were xwendin. Lewre jî ez wê pêşkêşê xwendevanên malpera
Çandnameyê dikim.” Lokman Polat

 

Destpêka Mîtolojîyê ji dîroka antîk a kevnare, ji dema Barbarîyê/hovîtiyê dest pê dike. Wek têt zanîn di dema Barbarîyê/hovîtiyê (dema kevnare- dema qedîm) de nivîs nîvsandin tûnebû. Gelên wê demê tiştên ku di serê wan de derbas dibû—ku ew dem dema  tarîtîyê, dema tirs û xofê bû– nesil bi nesil ji hev re bi gotin qal dikirin. Bûyerên mîtolojîk bi vê tewirî hat taa dema ku hendî medenîyet pêşve çû û xwendin û nivîsandin derket holê. Bi pêşveçûna şarîstanîyê ve bûyerên Mîtolojîk ku bi gotin dihatin zanîn, hatin nivîsandin.

 

Di hêla Mîtolojîyê de mirov dikare bibêje ku gelê Kurd û gelê Grek, yên herî dewlemend in. Hinek mîtolojîyên Kurdan—ne hemû— ji alîyê Firdevsî ve di pirtûka wî ya bi navê “Şahname” de hatîye nivîsandin. Firdevsî Îranî ye. Nivîskarê Kurd Şerefxan jî hinek mîtolojîyên Kurdan ku di pirtûka xwe “Şerefname” de qal dike, têt gotin ku ji ber pirtûka Firdevsî girtîye.

 

Firdevsî, hinek mîtolojîyên Kurdan kirîye malên gelên din, kirîye malê Ereban an jî malê Farisan. Firdevsî di “Şahname”ya xwe de weha dibêje: «Di çolê de egîtêk hebû. Mirovêk bi qedr û qîmet bû. Adîl bû, di hêla alîkarîyê de mezin û bi rûmet bû. Navê wî Merdas bû…. Ew mirov Padîşah bû… Xwedanê bi hezaran heywanên çar ling yên ku şîr ji wan dihatin doşandin bû. Yên ku hewcedarîya wan bi şîr hebû, wî di cîde vê daxwazîya wan dihanîyan cîh…. Li wê derê hespên rewan yên ku pirr baş baz didin, dibezin, hespên Ereban hebû.»

Ev cîhên ku Firdevsî qal dike Zagros in. Firdevsî, her wek ku ew der Arabîstan e û Merdas jî Ereb e, qal dike. Têt zanîn ku hespên Ereban bi hezar salan e ku di destê Kurd, Faris û Asurîyan de jî hebûne. Firdewsî, weha dom dike:«Ev mirovê ola wî pak, kurê kî wî hebûye. Wî ji kurê xwe pirr hez dikir. Navê kurê wî Dehak bû. Zarokek ku wxîyê wî pirr pis bû…. Rojêk şeytan xwe kir şiklê mirovêk baş û hat cem Dehak…. Gotinên Şeytên bi Dehak xweş hat. Şeytan wexta dît ku wî Dehak bi xwe ve girê daye, pirr keyfa Şeytên hat…. Şeytan ji Dehak xwest ku bavê xwe bikûjê û di şuna wî de ew bibe padîşah…. Şeytan jêre got; ger tu gohdarîya gotinên min bikî tuwê li gerdunê(cîhanê) bibî padîşah…. Paşê Dehak wek şeytên kir û bi şeytan re bavê xwe kuşt û taca padîşahîyê a Ereban kir serê xwe.»

 

Firdevsî, Dehak wek padîşahên Ereban dide danasînê. Divirde baş têt xwîyakirin ku, di wê demê de di nav Îranê û Ereban de nakokî hebû. Ew li dijê hev û du bûn. Loma jî Firdevsî, Dehakê zalim dike Ereb. Cemşîd jî dike Faris. Yanî Dehak Ereb e û yên ku li dijî wî derketine Îranî ne. Lê, li gor dîrokê Cemşîd kralê–an padîşahê– Farîsan nebûye, kralê Gutî’yan bûye. Gutî jî pêşîyên, an jî bapîrên Kurdan bûn e.

Çîroka mîtolojîya Dehak dirêj e, ez livir naxwazim hemû qal bikim. Lê, ez bi kurtî vîya bêjim; henîk nivîskarên berê, yên kevnare, mîtolojîyên gelêk–xelq êk– ji gelêkî din re kirine mal. Mijara vê nivîsa min ne ew e ku ez rexneyêk dûr û dirêj li pirtûka Firdevsî bigirim. Ez dixwazim pirtûka “Mîtolojîyên Mezopotamya”yê bi xwendevanan bidim danasînê û binirxînim.

 

Ev pirtûk, pirtûkêk pirr muhîm/girîng û bi qîmet e. Mîtolojîyên ku di pirtûkê de ne, ji nivîsa nameya bizmarî hatin e wergerandin. Wek têt zanîn, medenîyeta cîhanê ji Mezopotamya yê dest pê dike. Gelên din nivîsa bizmarî ji Sumer’an fêr bûn e. Destpêka îlmên girîng—wekî Matematîk, Geometrî, Medicin(TIP) û Astronomî di Mezopotamya’yê de hatîyê danîn.

 

Ji bo zanîna li ser Mîtolojîyên Mezopotamya yê, divê ev pirtûk miheqeq bê xwendin. Pirtûk 88 rûpel e. Têde şeş(6) wêneyên Mîtolojîk yên dema qedîm heye. Nivîskarê pirtûkê Edward PETÎŞKA Bulgarî ye. Nivîskar û wergervan ên Kurd Cemal BATUN pirtûkê ji zimanê Bulgarî wergerandîye. Pirtûk di nav weşanên APEC de li Stockholmê/Swêdê hatîye weşandin. Cemal Batun bi wergera vê pirtûkê karekî hêja kirîye.

 

Di pirtûkê de, nivîskarê pirtûkê Edwar Petîşka heft(7) rûpel wek pêşgotin li ser Mezopotamya’yê nivîsandîye. Pêşgotinek pirr balkêş e. Ev pêşgotin di kovara NÛDEM hejmara yekem de hatibû weşandin. Cemal Batun jî pêşgotin ek sê(3) rûpel nivîsandîye. Cemal di pêşgotina xwe de weha dibêje:

«… Mezopotamya û îro Kurdistan. Ev Mîtolojî ji Mezopotamya digihîştin roja me û di nav nîjadên li vir jîyayî, tenê Kurd îro wekî neteweyekî ji hezarên, salên dîrokê ve, xwe digihandin roja me. Ji bo bibin xwedîyê mîrasê Mezopotamya’yê.»

 

Di pirtûkê de çar(4) Mîtolojî hene.

Mîtolojîya yekem; “a ku tê de tê gotin, ku çawa cîhan/dunya ji laşê xwedayekê/a hatîye çêkirin û însan jî, ji xwîna vê xwedayê ne.”

Mîtolojîya duyem;“a ku tê de tê gotin, ku çawa xwedayê/a Mezopotamya Îştar peyayê Cîhana din bûye.”

Mîtolojîya sêyem; “a ku tê de tê gotin, bê çawa Mîrê bajarê Kîş ê Mezopotomî–Etana, bilindî ezmanan bûye.”

Mîtolojîya çarem; “a ku tê de tê gotin çawa Mîrê Mezopotamya– Gilgameş li nemirîbûnê gerîya ye.”

Livir, tiştê balkêş ev e. Grekî jî li hersî Mîtolojîyên dawî xweyî derdikevin. Navê Îştar û Etana di nav Mîtolojîyên Grekîyan de pirr derbas dibe. Grekî li wan xwedî derdikevin, wan dikin yên xwe. Navê paytextê wan Athen, ji kralîçeya mîtolojîk Etana yê  tê. Grekî li Mîtolojîya Gilgameş jî xweyî derdikevin û dikin yên xwe. Kurd jî li Mîtolojîya Gilgameş xwedî derdikevin. Navê Gilgameş bixwe navekî Kurdî ye. Gilgameş, bi mana Gameşê mezin e.

 

Wek min di pêş vê nivîsê de jî nivîsandibû; Ev pirtûk, pirtûkek bi qîmet e, xweş e û pirr balkêş e. Di hêla dîroka Mîtolojîyê de pirtûkêk dewlemend e. Divê bê xwendin!. Ez nivîsa xwe bi gotinên nivîskarê pirtûkê ve girêdidim û dawî lê tînim.

 

«Ew kesê ku bixwazê li ser dîroka kevnare agahdar bibe, bûyerên wê dema herî kevn bizanibe, berê vê pirtûkê veke û bixwîne.»

 

Adar- 1994

 

Têbinî/Jêrenot – Min vê nivîsê 26 sal berê, di sala 1994an de nivîsiye. Min nivîsê di nav dîsketek kevn de dît. Ji bo nivîs gotarek nirxandinê û danasîna pirtûkeke, herdem dikare were xwendin. Lewre jî ez wê pêşkêşê xwendevanên malpera
Çandnameyê dikim.

Lokman Polat

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply