Kurd û Dîwarên Bilind

Vê sibê bi telefonê ez bi diya xwe re axivîm û Mmin ji diya xwe pirsî; yadê, kurd ne diz in, ne bênamûs in, ûvmerd in jî. Naxwe çima dîwarên hewşên xwe ew qasî bilind dikin.? Bise ez ê meseleyeke berê qewimiye ji te re bibêjim tê fêhm bike…

Gundê xalê min li nêzîkî sînor bû. Mala xalê min jî debara xwe bi pez dikirin wê çaxê. Îja her serê medekê erebên binya xetê dihatin talanê. Ji ber vê yekê gundiyan malê xwe bi dev hev ve çêdikirin û banê wan pir nêzîkî hev bûn, te di karî bû xwe ji ser banekî biavêje ser banê din. Di dîwarên hewşên xwe re jî qûl çêkiribûn ji bo dema ereb hatin talanê ew karibin xwe li hev bidin hev û hevdû biparêzin. Gund biçûk bû, ku ne wilo bûya nikarîbûn bi wan ereban re derkevine serî..

Şevekê dîse ereb hatin talanê, yekî tevir di dest de û dîwarê kerpîçî qûlêr dikir ji bo ku tê re derbas bibe û bike hûndir û pez bidizin. Gundiyan ew dîtibûn dema dîwarê kerpîçî ji pişt ve qûl dikir. Ew jî ji hûndir ve li bendê bûn ku wî bikin xefkê. Dema dîwar qûl kir û serê xwe di qûlê re xist hûndir hema xalê min jî bêr li serê wî xist û serî lê kire delav. Xwînê di serê wî re avêt û bi çembilê wî girtin û ew kişandin hûndir. Nas û masên wî yên ku pê re hatibûn jî ji tirsa hemû reviyan û di tariya şevê de wenda bûn çûn. Ew ereboşkê reşqemirî giran birîndar bûbû û lêvên wî ziwa bûbûn û hema dawa avê dikir û digo mayê û mayê.. Xalê min ne xwestibû wî bikî vî halî, lê hingî diziya pezê wî kiribûn ew ji wan pir aciz bûbû. Li yê ereb nerî, ereb kazkaz dikir û hîn jî digo mayê mayê mayê.. Yanî av.. Xalê min bi hêr got; mayê û kerafîîî..!!! Yê ereb talî di nav lepê wan de mir.. Erebên ku zû nehatibûn bi birîndarê xwe ve piştî bihîstin zilamê wan miriye îja sonda tolhildanê xwarin û dane pey heyfa zilamê xwe. Her roj bi qerebalixî êrîş dikirin ser gundê xalê min, lê derba wan li xalê min ne dihat ku wî bikujin. Rojekê bi tifingan hatin û xalê min di nav pez de bi tenê dîtin û li ser danîn û kuştin û heyfa xwe hilanîn. Êdî bû lîle lîl û qîre qîrê jin zaro û mêrê wan û ber bi binya xetê de dîse çûn..

Îja te fêhm kir lawo.. Ev bilindkirina dîwaran ne adetên mebûn. Berê ji tirsê talan û diziya ereban bû, îja di nav me de bûn adet.

Ereb xerab bûn, dema tu diketî bela wan de heta heyfa xwe nedihilanîn wan bela xwe venedikirin. Sed sal jî şûnde derbas bibûna wan dev ji heyfê bernedidan..

Ronî Aram

Derbar Rêvebir

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply