Beyar Robarî: Kurd û daxwaza serxwebûnê

Bêgûman ji mafê gelî Kurd e, wek hemû gelan, daxwaza mafê serxwebûna xwe bike, û ev jî yek mafên wî ye. Mafê çarenûsiya gelan di zagonên navnetewî de hatî çespandin, û ji hêla hemû saziyên navdewletî ve û hatî pejrandin. Li ser vê bingehê rapirsîna Başûrî Kurdistanê gavek rawa bû û yasayî bû. Û ji bilî wê destûra Êraqê ya bingehîn, bixwe va mafî dide kurdan.

Jiber wê, kesên dibêjinî rapirsîn Başûrî Kurdistanê, gavek nezagonî bû, û li dijî destûra Êraqê bû, ne diruste û ji binî de derewe.

Paşê Kurd ji hezar salan de daxwaza‘’ serxwebûna Kurdistanê’’ dikin û ticaran ev armac û daxwaza veneşartinî. Lê ta roja hîro biserneketin, jiber pir sedeman û em kanin wan bi dubeş kin.

1- Sedemên navxweyî:

Li gor bîr û baweriya min, yek ji girîngitîn sedemên navxweyî an hundirî, dabeşiya kurdan û neyekbûna wane. Ji dîroka kurdan xuya dike, ticar rêberên wan hevdû negirtinî, û herdem nekokî di navbera wan de hebû ye, û dijmin ew nekokî xurtirû kûrtirkirinî û wisa ew jihevdû cûda kirinî, û wisa lawazkirinî û paşê hemû di bin pêyên xwe de pelixandinî.

Û sedema duyemîn, kû hîştinî Kurd hevdû negirin û nebin hêzek mezin, û kanibin li hember dijminan bisekinin, ev e: Berpirsyarên kurdan û rêberên wan (axe, mele, malbet, serok partî), hertim berjewendiyên xweyên kesîtî û malbetî danî pêş berjewendiya gelê xwe û doza wî. Jiber wê hawqas berxwedan, şoreş, serhildan têkçûn.

Ev malxerabûna li Başûrî Kurdistanê pêkhatî, piştî rapirsîna 25 meha kewçêrê 2017, baştirîn numune ye, kû çawa rêberên kurdan herdem, doza gelê Kurd kirinî qurana berjewendiyên xweyên kesîtî

U malbetî wekmmalbeta Talbanî û Berzanî. Ger ne wisa bûya, Kerkûk, Şengal, Mexmûr, Zimar, Şêxan û Mendelî wisa bi erzanî ji dest me nediçûn. Û ta her layek û hêzek Kurd, bi dijim û dagirkerekî Kurdistanê ve girêdayî ye, ew ticar nikanin bi yekbin û bixwedî hêzin. Û dema tu bêhêz bî, kesek li va cîhanê hesabê te nake û rêza te nagire , û te bi bişêwak cedî nabin.

Û gotina Kurd bê dost in, û cîhan tevde dijminê wane, ev derewek mezin e û ne rast e. Helbest her dewletek li berjewendiya xwe digire û Amrîka yek ji wan e. Eva tiştek normal e û rawa ye. Rast e Amrîka pir caran Kurd xapandin û pişta xwe da wan. Lê di pirsa rapirsînê de, helwesta wan aşkere û ron bû, û go tem dijî vê gavê ne bi kêmasî di vê demê de.

Rêberiya Başûrî Kurdistanê (M. Berzanî), nikanî helwesta dewletên herêmê û cîhanê û bi taybetî Ewrupa û Amrîka, baş bixwenda û jixwe armanca Meshûd ji va rapirsîna bilezûbez, mayîna xwe di posta serokatiya herêmê de, bidomîne û rawayîkê siyasî pêde, û berjewendiyên malbeta xwe biparêze.

2- Sedemên dervayî:

Sedemên dervayî gelekin, lê girîngirtî ji wan dudu ne, û ev jî ev in:

ATêkeliyên hêzin Kurdî bi dewletên dagirkere:

Wek em zanin hêzên kurdî serekî, her yek ji wan bi dewletek ji dewletên dagirker ve girêdayî ye. Û dagirkeran herdem ew hêzane

Li dijî hêz û partiyên kurdên din bikaranîne. Û wisa ew têkdibirin û têkdibin û me ev tişta bi çavên berî çend rojan li Başûrî Kurdistanê

dît, çawa pêkthat û Îranê beşek ji malbeta Talbanî li dijî malbeta Berzanî bikaranî û bi vê şêweyê doza Kurd bi sed salan bişonxistin.

Dîroka kurdan bi van têkeliyên çewt û ne dirust, gelekî dewlemede

Wek numîne, têkeliyên PDK`ê bi dijminê Tirk re, û berî wê bi Şahê Îranê re. Herwisa têkeliya PUK bi Îranê re û rêjîma Sûriyê re, dema Hafêz Esed li ser hukim. Û em jibîrnekin têkeliyên PKK bi rêjîma Esedî re.

B- Rawestîna derva dij avakirina dewlet Kurd.

Em baş zanin, avakirina Kurdistanek serbixwe li Rojhilata Navîn, ne di berjewendiya dewletên dagirker û dewletên mezin wek Amrîka, Rusiya û Ewrupî de ye. Jiber wê hergav li dijî avakirina Kurdistanê disekinîn û helwesta wana dawîn ji rapirsîne Başûrî Kurdistanê va yekê baş dide xuyakirin.

Kurdên hene dipirsin û dibêjin:

Gelo ma ne ji mafî kurda ye serbixwe û azad bijîn? Û çima

hemû netewên cîhanê çûk û mezin, kanin xwedî dewlet bin û bitenê Kurd NA??!!

Ev pirsane pir di cî de ne û rawane, lê em baş dizanin siyaseta navdewletî, ne li gor nirxên mirovahî û zagonî dimeşe û kardike.

Siyaseta cîhanî tenê berjewendiya nasdike û vêre dideûdistîne.

Her yek zane kêşeya gelê Kurd kêşak rawa û dadmende. Kengî Kurd va rastiyê baş têgihîştin û dost û dijminên xwe ji hevderkirin, û berjewendiyên netewî dan pêş berjewendiyên malbetî û kesîtî,

û kanîbûn berjewendiyên dewletên mezin bi berjewendiyên xwe ve girêdin, hîngê kanin biserkevin û armanca xwe bicî hûnin.

Xwendevanên hêja, kesê nava mala xwe paqijk neke û nekokiyan ji nava civatê raneke, û yekbûna xwe avaneke, ticar nikane welatekî serbixwe avabike.

Heger rêberiyên herêma Başûrî Kurdistanê bîstûpênc salin nikanî zimanê kurdî, hêzên pêşmerge, asayêş, bûdçeta hukimetê biyekira

Ma çawa wê kanibe welatekî SERBIXWE avabike??? Kesê tenê bi berjewediyên xwe kesîtî û malbetî û êlî bifikre, û bi zorê di hukim de bimîne, ticar ew nikane kozikekê avabike û ew derewan li milet dikin.

Li dawiyê ez dixwazim vê bibêjim, bê zanebûn tune pêşdeçûn. Û bê azadiya mirov tune serbestî û serxwebûn.

Beyar Robarî

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply