“ Kurd – Merivên Royê“

Miletê bindest berê zimanê xwe, dûra çand û hunera xwe, bi demê ra jî hemû kevneşopîyên xwe wenda dike.

Bi dûrketina ji zimanê xwe va, hiş û hişmendîya xwe…

Bi dûrketina ji çand û hunera xwe va, netewîtîya xwe…

Bi guhartina cil û bergên xwe va jî kesayetîya xwe wenda dike.

Îro Kurd ne tenê di warê ziman da, di her xalên jîyanê da jî hatine pişavtin û dibin.

Wek mînak:

Di demên berê da jina Kurd, bi kofî û kitanê xwe…

Qîzên xama, bi bisk û gulîyên xwe…

Xortên ezeb jî bi tûncik û temelîyên xwe dihatin nasîn.

Di şahîyan da diketin destên hev û wek cergûbez govend digerandin, bi hev ra distiran, dilîstin û dikenîyan.

Her qîzek xama xwedî kofîyek bû. Qîza ku biba bûk û kofîya wê tunebûya, ew bûkanî ji mala bavê wê dernedixistin.

Bisk û gulî, kofî û kitan xemla qîz û jinan bûn.

Derdora kofiyê bi hebên zêran, morî û mircanan dihat xemilandin. Kofîyên li serê qîzên xama, bi rengînîya xwe, wek nîşaneya xeml û bedewiyê bal dikişand. Piştî zewacê jî kitanek sipî davêtin ser kofîya xwe û heta roja mirinê ji serê xwe dernedixistin.

Mixabin ev kevneşopî jî wenda bûye. Îro ne ku li bajaran li gundan jî jinek bi kofî û kitan nayê dîtin. Bisk û gulî hebin jî, êdî tu kes wan nabîne…

Hûnê bibêjin, „ji me kêm kofî û kitan, bisk û gulî bûn, te jî di destpêka vê salê da kirîye mijar û danîye ber me…“

Rast e, xwezila kêmasîyên me tenê ev bana. Lêbelê her kêmasîyek bi yeka din va girêdayî ye.

Bingeh ziman e.

Dema ku ziman ber bi mirinê biçe, tiştên bi xwe va giradayî jî bi xwe ra dikuje.

Di dawîya salê da pirtûka Torinê Torinî, „Kurd – Merivên Royê (Bîr-bawerî, rê-rizm, xemil-timtêl, sîmvolên bi siruşta Kurdistanê morkirî)” ji min ra wek dîyarî hatibû.

Pirtûkeka zirav, lê bi navê xwe yê kin û dirêj bala merîya dikişîne.

Wek ji navê pirtûkê jî tê famkirin, nivîskar di pirtûkê da qala bîr û baweri, rê û rizm, xemil û timtêlên Kurdan yên bere dike. Wan wek sembolên bi siruşta Kurdistanê va morkirî bi nav dike û di derbarê wan da agahîyên ku hatine jibîrkirin û îro êdî nayên zanîn, dide.

Ew sembolên bi siruşta Kurdistanê morkirî gelo çi ne û ji alî Kurdan va çiqas tên zanîn, ya jî di jîyana Kurdan ya îroyîn da çiqas cîh digrin?

Divê berî her tiştî mirov ji wan sembolan hayîdar be û dûra jî bi rewşa îroyîn va muqayese bike.

Di pirtûkê da tiştên ku bala min kişandin, ji wan yek jî bisk û gulîyên jinan û wate ya hêjmara wan bû.

Nivîskar di derbarê bisk û gulîyên jinan da wuha dinivîsîne; „Anegorî bîr û bawerîyên Kurdên Roparêz, Royê merivên Kurd ji nûr û tirêncên xwe çêkirîyê. Xwezma gulîyên jinê wek ta û gulîyên dara, ku ber dide, şax vedidin û dibin usa jî sembolên bext û mirazên xweyî û xudanên wê yên ji tîrêncên Royê çêbûyî. Hêjmara gulîyên jinê weke hêjmara bav, ap, bira û kurapan bûye. Sembola mêrê jinê jî biskên jinê bûne. Li herêma Serhedê jinan gulîyên sembola xweyî û xudanan li ser meytên wana, lê bisk li ser meytê mêrê xwe kem kirine û pêra spartine. Heger mêrê jinê kurapê wê bûye, jinê xêncî biskê xwe gulîkê xwe jî li ser birîye.“

Gor agahîya ku nîvîskar dide, bisk û gulî ne tenê xemla qîz û jinê, her yek xwedî sembolek bûne.

Bi derbasbûna ser ola Îslamê va, ev kevnoşopî hatibe guhartinê jî, wek zargotinek çandî, îro jî di şîn û kilamên li ser mêrxasîyê da cîh digrin.

Nivîskar ev zargotina wek, „dayê dêranê, porkirê, gulîbirê“ ku di kilamên mêranîyê da derbas dibin, bingeha wan bi vê yekê va girê dide…

Nivîskar di pirtûkê da qala gelek sembolên din jî dike. Sembolên olî, dîrokî û hwd…

Wek mînak:

Sûmeran nivîsîne, ku welatê wan ê pîroz Kurdistana kevnar e. Mêr û Xwedawend li ser çîyayên Kurdistanê li cem hev berav bûne, cema xwe pêk anîne. Şaristanî ji wir ber bi der pêl daye û belav bûye…

Bêguman tê da şik hebe jî, mirov bi agahîyên ji dîroka xwe ya kevnar dilşad dibe. Lê rûyê xwe ji dîrokê vegerîne û li roja îro temaşe bike, wê gavê jî xemgîn dibe û xwe histuxwar dihesibîne.

Jiber ku welat bindest…

Ziman li ber mirinê…

Kevneşopî jî ji binî va wenda bûne.

 

İkram Oğuz

12.01.2021

(Ev nivîs ji malpera navkurd.netê hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply