Kurd kî ne?

Kî ne kurd, ji kû tên? Dîroknas bi awayekî giștî li ser vê hemfikir in, ku Kurd ji milê îranî yên malbata mezin a gelên hîndo-ewrûpî ne. Di demên kevnar de, qiraliyetên bi navê Mîttanî, Kasît, Hûrî li ser erda çiyayî ya di navbera deșta Îranê û hewza jorîn a çemê Feratê de hikûm kirine. Di sedsala VIIan a berî zayînê (B.Z.) de jî, Mediyên ku wekî pêșiyên Kurdan tên hesibîn, îparatoriyek avakirin û di sala 612an ya B.Z. de împeratoriya hêzdar a asûrî dagîr kirin, ji îran ta Anatolyaya navîn milkekî berfireh xistin bin desthilata xwe. Ji bo vê jî, tarîxa 612an ji aliyê neteweperwerên kurd ve weke destpêka teqwîma kurdî tê qebûl kirin.

Desthilatdariya siyasî ya Medan di sedsaliya VIan a B.Z. de bi dawî tê, lê dînê wan û șaristaniyeta wan heta dema Îskenderê Mezin li Îranê hikum dike. Ji vê tarîxê bi șûn de û heta hatina îslamê, qedera Kurdan, ku erdnîgar û dîroknasên yûnanî wan weke karduxî bi nav dikin, dê bi ya gelên din ên imperatorîyên li pey wan, li ser sahneya îranî tên; Selûkî, Partî û Sasaniyan ve girêdayî bimîne.

Pîștî berxwedaneke bêhempa ya li dijî dagîrkeriya Ereb û misilmanan, Kurd naçar dimînin ku îslamê qebûl bikin, lê weke pir gelên din erebîtiyê qebûl nakin. Vê berxwedana kurdan ji sed salî bêtir dewam kiriye. Eșîrên Kurdan, ji sedemên dînî bêtir, ji ber yên civakî li hemberî eșîrên Ereban di ber xwe dan. Ji bo ku Kurdan bixapînin û wan bikin misilman, Ereban hemî awa û metodên, heta stratejiya zewacê jî bi kar anîne. Weke mînak, dayika xelîfeyê dawîn ê Emewiyan, Merwan Hakim jî kurd bû.

Bi saya lawazbûna desthilata xelîfeyan, Kurdên ku ji berî de di warê hûnerî, dîrokî û felsefê de roleke serekî dilîstin, di nîveka sedsala IXan de, dest pê kirin hêza xwe ya siyasî bidin pêș. Di 837an de, mîrekî kurd bi navê Rojegît li delavê gola Wanê, bajarê Xelatê ava dike û dike paytextê mîrektiya xwe ya ku bi nav girêdayî xelîfe bû, lê di rastiyê de serbixwe bû.

Di nîvê duwemin ê sedsala Xan de, Kurdistan di navbera çar dewletên kurd de hatibû par vekirin. Li bakur, Ședadî (951-1174), li rojhilat, Hesenwehîdî (959-1015) û Banû Annazî (990-1116) û li rojava Merwaniyên (990-1096) Meyafarqîn û Diyarbekirê hikum dikirin. Heke pêvajoya dîrokê bi dagîrkirinên girseyî yên gelên ji stepên Asyaya navîn derçûyî serûbin nebûna, heye ku yekê ji van xanedanan wê karibûya, di nav salan de desthilatdariya xwe li ser yên din ferz bikira û dewleteke ku hemî Kurdistan bigirta nav xwe ava bikira. Piștî dagîrkirina Îranê û ferzkirina nîrê xwe li ser xelîfeyê Bexdayê, Tirkên selçûkî yeko yeko ev mîrektiyên kurdî bi xwe ve girê dan. Ber bi salên 1150yî ve, Sultan Sancar, desthilatdarê dawîn ê mezin ê selçûkî, eyaleteke bi navê Kurdistanê xiste bin desthilata xwe.

Heta wê demê jî, welatê Kurdan ji aliyê erdnîgarên yûnanî ve bi navê Mediya, ji aliyê Ereban ve jî bi navê “Cebel” ku bi erebî tê maneya çiya dihate nasîn. Di encamê de siltanekî tirk bû, ku ji bo rêzgirtina welatê Kurdan wî bi xwe, navê Kurdistanê lê kir. Eyaleta Kurdistanê ya ku ji aliyê Sancar ve hate ava kirin paytexta wê jî bajarê Bahar bû, ku nêzîkî Ekbatanê, paytexta Medan bû. Vê eyaletê bajarên Sincarê û Șehrezorê yên li rojavayê rêzeçiyayên Zagrosê û yên Hemedan, Dinyewer û Kermanșahê ku li rojhilatê van rêzeçiyayan diketin, digirte nav xwe. Lê dîsa jî vî navî bi tenê teqabulî beșekî bașûrê Kurdistana etnîk dikir. Șaristaniyeteke xwecîh a ronahîdar li derûdora bajarê Dinyewerê – îro hilweșiyaye – ku 75 kîlometr li bakurêrojhilat ê Kermanșahê dimîne û hinekî di pey re ciyê xwe daye Sineyê, ku ew jî ji 90 kîlometr bêtir li bakur dikeve.

Qasî duwazdeh salan piștî mirina selçûkiyê mezin, xanedaniya kurd ya Eyûbiyan (1169-1250) bi pêșengiya Selehedînê mezin derkete pêș û nêzîkî sedsalî serokayetiya cîhana misilman girte ser xwe, ta îstilaya Tirkên moxol ya sedsala XIIIan li herêmê hikum kir. Sîmaya rêzdar a Selehedîn û mêrxasiya wî ya li hemberî xaçperestan, li Ewropayê têra xwe tê nasîn. Imperatoriya wî çi bigre tevayiya Kurdistanê, hemî Suriye, Misir û Yemen jî girte nav xwe. Ev imperatorî hinekî jî weke Imperatoriya roma-germanî bû, ku dixwest hemî gel, qiraliyet û mîrektiyên Ewropa katolîk li dor xwe kom bike. Dem, dema xaçperestî û serdestiya dînî ya li ser siyaset û netewetiyê bû. Di wê serdema olî de ne sultan Selehedîn kurdîtiya xwe dida pêș, ne jî Saint Louis ê qatolîk fransiziya xwe.

Derketina holê ya navê Kurdistanê weke konsepteke erdnîgariyê ya naskirî, serdestiya xanedaneke kurd li ser cîhana misilman, gulvedana wêjeyeke girîng a nivîskî bi zimanê kurdî, nîșan didin ku sedsala XIIan serdemeke dewlemend a tevgerên dîroka kurdî bû. Herwiha di pêvajoya vê sedsalê de, navenda serekî ya dêra nestûrî jî li Kurdistanê bû û demeke geșûgur dibuhart. Û misyonerên wê li hemî Asyayê, heta Tîbet, Sîn Kîangê Çînê, Moxolîstan û Sumatrayê belav bûbûn. Serketina herî balkêș a misyonerên vê dêrê ew bû, ku di 1248an de xanê mezin ê moxolî Gûyûk jî anîbûn ser dînê xwe. Herwiha di 1253yan de, Saint Louis, Guillaume de Rubrouck șandibû ba wî, ku rolekî girîng di “seferên xaçperest ên Moxolî” yên li ser Bexdayê de lîstibû. Di 1258an de, dema ku Hûlagûyê moxol ê ku ketibû bin bandora van misyoneran, Bexdayê digire, xelîfe dide kuștin, lê dixwaze ku ji katolîkosê nestûrî re qesrekê ava bike. Di dawiya sedsala XIIIan de, îslam li nav Moxolan jî belav bû û komkujiya Nestûriyan dest pê kir. Navenda patrîkiya wan bi dirêjiya sedsalan cî diguhere, lê her li Kurdistanê dimîne.

Di nîvê duwemîn ê sedsala XVan de, welatê Kurdan di encamê de ji dagîrkeriya Tirkên moxol rizgar dibe û cûre otonomiyekê bi dest dixe, bi ziman, çand û șaristaniya xwe dibe yek, lê ji aliyê siyasî ve perçe dibe û gelek mirekî pêk tên. Belê dîsa jî bîrûbaweriya ku welatê wan yekpare ye di nav Kurdan, bi kêmanî yên xwende de zindî dimîne. Șairekî sedsala XVIan, ji mîrektiya Botan, Melayê Cizîrî, ku weke Ronsardê kurd tê hisêb vê baweriyê bi van ristên li jêr tîne zimên:

Gula baxê îremê Botan im

Șebçiraxê șevên Kurdistan im

Di destpêka sedsala XVIan de welatê Kurdan dibe qada șer û dijminahiya di navbera imperatoriyên osmanî û farisî de. Șahê nû yê faris ê ku șiîtiyê weke dînê dewletê li ser gelên Îranê ferz dike, dixwaze wê li welatên cîran jî belav bike. Osmaniyan jî ji aliyê xwe de, ji bo ewlehiya sînorên xwe yên bi Îranê re misoger bikin, da ku karibin dest bi fetha welatên ereban bikin, xwestin rê li ber armanca dagîrker a șah bigrin. Welatê Kurdan ê ku di nav pencên her du hêzên mezin de ma û ji aliyê siyasî ve perçe bû, șansê xwe yê ku desthilateke serbixwe pêk bîne nedît. Di 1514an de, siltanê tirk Yavuz Selîm, șahê ecem Îsmail bi dijwarî têk bir. Ji bo ku serketina wî berdewam be jî, li riya misogerkirina ewlehiya vî sînorê çiyayî yê dijwar ê bi Îranê re geriya. Di vê navê de, șêwirmendê wî yê ku herî bêtir guhdariya wî dikir, zanayê kurd Îdrîsê Bitlîsî, fikra naskirina hemî maf û îmtiyazên berê yên mîrên Kurdan li hemberî ku ew bixwe parastina vî sînorî misoger bikin û di nakokiyên Îran û Osmaniyan de di gel Osmaniyan bin pêșkêș kir. Siltanê tirk Selîmê Iê plana șêwirmendê xwe yê kurd qebul kir, ew jî çû li nav mîr û begên kurdan bigere ku wan ji bo peymaneke di navbera Kurd û Osmaniyan de îqna bike.

Du rê li ber mîr û mîrekiyên Kurdan dixuyan: bihêlin ku rojekê Șahê ecem were welatê wan dagîr bike û hikmê wan bîne dawî an jî serdestiya sultanê osmanî li hemberî xweseriyeke berfireh a mîrîtiyên xwe qebûl bikin. Îcar wan serdestiya Osmaniyan qebûl kir. Bi vî awayî, bi riya dîplomasiyê Kurdistan an jî bi rastî kele û mîrektiyên wê yên bê hejmar ketin hembêza Osmaniyan. Karê Idrîsê Bidlîsî ne pir dijwar bû, ji ber ku zanayekî naskirî û rêzdar bû û bi taybetî jî ji ber navûdengê mezin ê bavê wî, Șêx Husamedîn ku rêberekî sofî yê pir bi nifûz bû. Bidlîsî herwiha jî nivîskarê yekem ê dîroka giștî ya Imperatoriya osmanî ya bi navê “Heșt Beheșt”ê bû, ku dîroka hikmê heșt siltanên osmanî yên pêșîn e.

Vê statuya taybetî ya Kurdistanê, sê sed sal aștî anî welêt. Osmaniyan hin leșkergehên stratejîk ên li ser axa Kurdan kontrol dikirin, lê deverên mayî yên welêt ji aliyê mîr û begên kurd ve dihate îdare kirin. Ji bilî hin begîtiyên mutewazî yên werasetî, li Kurdistanê 17 mîrektî û hikûmetên ku xwedî otonomiyeke berfireh bûn hebûn. Hin ji van mîrektî û desthilatên ku çi bigre serbixwe bûn ev bûn; Erdelan, Hisnkeyf, Botan û Rewandûz. Wan li ser navê xwe pere derdixistin û xutbe didan xwendin.

Tevî ku hin caran desthilata navendî midaxele jî dikir, vê statuya taybetî bê astengeke mezin, bi vî awayî bi rizamendiya Kurd û Osmaniyan heta destpêka sedsala XIXan dom kir. Osmaniyan, bi vî awayî sînorên xwe yên bi Îranê re bi saya hêza Kurdan a xurt diparastin û dikaribûn leșkerên xwe li cebheyên din bi kar bînin. Ji aliyê din ve Kurd jî, di rêveberiya karên xwe yên navxweyî de serbest bûn. Helbet têkiliya wan bi cîranê wan re zêde nemabû û welatê wan jî bi mîrektiyan perçe bûbû. Lê di wê demê de Elmanya jî bûbû 350 dewletên otonom û Îtalya jî ji Kurdistanê xerabtir perçekirî bû. Her qesreke kurdî bûbû navendeke girîng a jiyaneke edebî û hinerî. Bi awayekî giștî û tevî perçebûna siyasî jî, ji bo Kurdan ev dewran bûbû demeke zêrîn a afirandina edebî, muzîkî, dîrokî û felsefî. Di 1596an de, mîr Șeref Xanê Bedlîsî șahesera xwe ya bi navê Șerefnameya li ser dîroka Kurdan nivîsand. Medreseyên li Cizîr û Zaxoyê bala hemî xwendayên misilmanan dikșandin, bajarê Xelatê xwedî observatûareke naskirî ya hînkirina zanistên xwezayî bû. Rêberên sofîtiyê yên weke Gulșenî û Îsmaîl Çelebî bi nifûza xwe ya rûhanî û hinerê xwe yê mûsiqiyê li her derî heta Stembolê dihatin hebandin. Hin Kurdên xwedî marîfet weke șaîr Nabî û Nefî, ji bo bikevin rewaca Sultan bi tirkî dinivîsîn.

Ji xeynî çend aqilmendên pêșbîn yên weke șairê mezin ê klasîk ê sedsala XVIIan Ehmedê Xanî, xwende û mîrên kurd xuya ye bawer dikirin ku rewșa wan a heyî dê herwiha dom bike û qet bîra guhertina vê rewșê jî nedibirin. Di 1675an de, ji sedsalî bêtir berî șoreșa fransizî ya ku fikra netewe û dewleta neteweyî li Rojava belav kir, Xaniyê șair di destana xwe ya menzûm “Mem û Zîn”ê de, bang li Kurdan dikir ku bibin yek û dewleta xwe ya yekbûyî ava bikin. Lê mixabin ne mîr û began, ne jî xelkê guhdariya wî kir. Ji ber ku li cîhana îslamê, di heman demê de di nav xiristiyanan de jî, șiûra dînî bi awayekî giștî ji ya netewî bêtir pere dikir. Her mîr bi berjewendiyên xanedaniya xwe û hêza malbat, eșîr an xanedaniya xwe ya ku gelek caran ji bo wî berî her tiștî dihat mijûl dibû. Jimara xanedanên kurd ên ku li ser gelên nekurd hikum dikirin jî ne kêm bû. Weke mînak, di sedsala XIan de, Farisistan eyaleta dergûșa gelê farisî ji aliyê xanedaneke kurd ve dihate îdare kirin; li eyaleta îranî ya bakurê rojhilat, li Xoresanê jî, ji 1242yan heta 1378an xanedaniyeke kurd hikum kir, dîsa ji 1747an heta 1859an rewșa Belûcîstana dûr a ku îro bûye beșek ji Pakîstanê jî wiha bû. Herwiha ji bo kesên wê demê ne ecêb bû ku hin herêmên kurdî ji aliyê xanedanên biyanî ve bên îdare kirin.

Fikra dewleta neteweyî û neteweperweriyê îcadeke șoreșa Fransiz a 1789an e. Ev fikir, bi taybetî jî li du welatên dabeșbûyî û heta radeyekê jî bindestbûyî; Elmanya û Îtalyayê ji ber ku fêda wan tê hebû zû belav bû. Bîrewerên elmanî yên weke Goerres, Brentano û Grimm bûn ku encam ji vê fikrê derxistin û li gor bîrûbaweriya wan diviya sînorên siyasî, coxrafî û zimanî li hev bihata, hevdu bigirta. Wan Elmanyayeke ku di bin banê dewletekê de hemî mîrektiyên otonom kom bike xeyal dikirin. Fikra pangermanizmê di pey re, ji hin tevgerên neteweperest ên weke pan-slavîzm û pan-turkîzmê re jî bû referans. Ev fikir hinekî biderengî be jî, ber bi salên 1830î ve dê bigihîștana Kurdistanê jî û Mîrê Rewandûzê, Mîr Mihemed, ji 1830î heta 1839an ji bo vê armancê têkoșî, xwest ku Kurdistaneke serbixwe ava bike.

Bi rastî, hete gava ku îmtiyazên wan neketibû xeterê, mîrên kurd bi îdareya herêma xwe razî bûn û rêza siltan-xelîfeyê dûr ê Stembolê jî digirtin. Bi awayekî giștî, wan dê serî ranenekira û nexwesta Kurdistaneke yekbûyî ava bikin heta ku, di destpêka sedsala XIXan de, Imperatoriya osmanî destê xwe nexist nav karê wan û biryar da ku “hikûmetên kurdî ji navê bibe.

Șerên ji bo yekîtî û serxwebûna Kurdistanê, mohra xwe li nîvê yekê yê sedsala XIXan xistin. Di 1847an de, mîrektiya kurd a serbixwe ya dawîn, Botan jî hilweșiya. Vê carê jî, hêzên osmanî, di șerê xwe yê li hemberî Kurdan de, alîkarî û șêwirmendiya hêzên ewropî sûd wergirtin. Weke mînak, em dibînin ku Helmut von Moltkeyê elman ê navdar ku wê demê serliq û șêwirmendekî leșkerî yê ciwan bû, di nav sefên osmaniyan de cîh digre.

Ji 1847an heta 1881ê, em dibînin serîhildanên nû, pirîcar bi pêșengiya rêberên dînî pêk tên, û dixwazin dewleteke kurdî ava bikin. Van rêze serîhildanên herêmî yên belav li hemberî desthilata navendî ta destpêka Șerê cîhanî yê yekê dom kirin, lê hemî jî bi dijwarî hatin têk birin.
Sedemên biserneketina van tevgeran gelek in: perçebûna otoriteyê, belavbûna eșîrî, pevçûnên di navbera mîr û begên kurd ên li ser desthilatdariyê û piștgiriya dewletên ewrûpî ji bo Osmaniyan.

Piștî ku mîrektiyen kurd yek bi yek ew bi xwe ve girêdan, desthilata osmanî xanedanzadeyên kurd bi belavkirina mewkî, meqam û nîșanan bi xwe ve girêda û ji bo zarokên wan jî dibistanên eșîretî vekirin da ku ew jî weke Osmaniyên sadiqê siltan bên perwerde kirin. Ev helwesta entegrekirinê ya wek a Louis XIVan li Fransayê heta radeyekê bi ser ket. Lê vê yekê rê li ber peydabûna elîteka kurdî ya nûjen jî vekir. Bi saya vê elîtê, li Stembolê, serdemeke nûjen a tevgera siyasî ya kurdî dest pê kir. Gelek komele, saziyên xêrxwaz û welatparêz vebûn û xwestin fikra rêxistinî û tevgereke biserûber di nav gelê kurd de pêșve bibin.

Divê em vê jî bêjin ku, di dawiya sedsala XIXan de, Imperatoriya osmanî bi sancoyên neteweperestiyê diêșiya, dikeliya, her gelekî dixwest dewleta xwe ya neteweyî ava bike û ji împeratoriyê veqete. Piștî hewlên pûç ên parastina yekîtiya imperatoriyê bi îdeolojiya panosmanîtî, pașê jî panîslamîzmê, elîtên tirk riya pantirkîzmê dan ber xwe û xwastin împeratoriyeke nû ya tirk ji Balkanan heta Asya Navîn ava bikin.

Civata kurdî bi awayekî jihevdeketî, bêser, bêprojeyeke hevbeș a ji bo pêșeroja xwe kete nav șerê cîhanî yê yekê. Lê, di 1915an de, peymana Sykes-Picot ya di navbera Fransa û Brîtanya mezin de welatê wan dabeș kir. Tevî vê Kurdan bixwe jî li ser pêșeroja miletê xwe li hev nedikirin. Hin ji wan, ji îdeolojiya “panîslamîst” a siltan-xelîfe re vekirî bûn, selametiya gelê kurd di statuyeke otonomiya îdarî û çandî ya di çarçoveya imperatoriya osmanî de didîtin. Hinekan jî, doza bicîhanîna prensîbê miliyetan, îdealên șoreșa fransizî dikirin û prensîbên serekê Amerîkayê Wîlson dixwestin û ji bo serxwebûna temamî ya Kurdistanê șer dikirin.

Piștî têkçûna Osmaniyan, di 1918an de, li hemberî Hêzên Hevpeyman, ev nakokî û berberî girantir bûn. Alîgirên serxwebûnê heyetek șandin Konferansa Versayê (Versailles) ku “daxwazên miletê kurd” lê pêșkêș bike.

Bi saya xebata wan Civata navneteweyî bi doza neteweyî ya kurdî hisiya û hesabê wê kir. Lewra, Peymana Navneteweyî ya Sevrê (Sèveres), di 10ê tebaxa 1920î de, di navbera Hêzên Hevpeyman, ku ji Fransa, Birîtanya-Mezin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayî û  Imperatoriya Oamanî pêk dihat de hate îmze kirin û di beșê IIIyan (mad. 62-64) de, avakirina dewleteke kurdî li ser beșekî ji axa Kurdistanê qebûl dikir. Lê ev peyman dê mirî li ser kaxizê bimana, ji ber ku teraziya hêzên navçeyê rê nedida cîbicîkirina wê.

Baskê kevneșopî yê tevgera kurdî jî, ku bi taybetî di bin bandora  rêberên dînî de bû û di nav civata kurdî de baș bi cîh bûbû, ji aliyê xwe ve, dixwest xwe ji “xetera xiristiyanan li Rojhilat û Rojava” biparêze û li ser erdê misilman ê azadkirî “Dewleta Tirk û Kurdan” ava bike. Ev fikreke camêr û birayane bû. Peymanek di navbera serekê neteweperestê tirk Mistefa Kemal de, ku hatibû Kurdistanê û alîkarî ji rêberên Kurdan ji bo azadkirina Anatolyaya dagîrkirî û “sultan-xelîfeyê ku ji desthilat ketibû û bûbû girtiyê xiristiyanan” dixwast pêk hat. Hêzên destpêkê yên șerê serxwebûna Tirkiyê, di rastiyê de ji navçeyên Kurdan, ji Kurdan hatin berhev kirin

Heta serketina wî ya bitevayî ya li hember Yûnaniyan di 1922yan de, Mistefa Kemal dev ji qewlê xwe yê avakirina dewleteke misilman a Tirk û Kurdan berneda. Yekîtiya Sovyetî jî bi awayekî eșkere piștgiriya wî kir, û Fransiz û Îtaliyên ku ji dilbijokiya bêpîvan a kolonyalîzma Ingilîzan li herêmê nerazî bûn jî, bêtir bi nehînî alîkariya wî kirin. Piștî serketinê, li Konferansa aștiyê ya Lozanê, delegeyên tirk piștrast kirin ku li ser navê cot-neteweyên kurd û tirk xeber didin. Di 24ê Tïrmeha 1923yan de, peymaneke nû di vî warî de di navbera hikûmeta kemalîst a Enqereyê û dewletên havalbend de hate îmze kirin. Vê peymanê ya Sevrê pûç kir û bê tu garantiyeka rêzgirtina mafên Kurdan beșeka mezin a Kurdistanê bi ser dewleta tirk a nû ve berda. Ji xwe ji berê de, bi lihevkirina Fransiz û Tirkan, di 20ê çiriya pêșîn a 1921ê de, Fransa, herêma Cizîr û Çiyayê Kurmênc bi ser Suriyeya di bin hîmaya xwe de berdabû. Rojhilatê Kurdistanê yê ku piraniya wê di bin kontrola rêberê kurd Simko de bû, çi bigire ji bin desthilata navendî ya Farisan derketibû

Lê çarenivîsa wilayeta kurd a Musilê ku ji aliyê petrolê ve pir dewlemend bû hîn ne diyar bû. Tirk û Ingilîzan ew ji xwe re dixwestin, lê 7 ji 8ê nișteciyên wê, di rapirsiyeke ji aliyê Koma Neteweyan ve hatibû çêkirin de dewleteke kurdî ya serbixwe dixwestin. Di encamê de, Brîtanya-Mezin a ku têgihîștibû dewleteke Îraqî dê nikaribe bêyî dewlemendiya ziraet û nefta wîlayeta Mûsilê bijî, di 16ê çileya pêșîn a 1925an de, bi biryara Konseya Koma Neteweyan ew herêma Kurdan jî, bi Îraqa di bin mandaya xwe ve girêda. Lê dîsa jî soza avakirina desthilateke kurdî ya otonom da, belê ev soz ne ji aliyê Ingilîzan ve û ne jî ji aliyê rejima îraqî ya ku di 1932yan de șûna Ingilîzan girt ve, tu carî nehate cîh.

Bi vî awayî, di dawiya 1925an de, welatê Kurdan ê ku ji sedsala XIIan ve bi navê “Kurdistan”ê dihate nas kirin, di navbera 4 dewletan: Tirkiye, Îran, Îraq û Suriyê de hate par vekirin. Û bi dirêjiya dîroka xwe ya kevnar, Kurdistan dê cara pêșîn heta ji otonomiya xwe ya çandî jî bêpar bimana.

Bi rastî jî, dagîrker û imperatoriyên navborî qîma xwe bi hin avantaj û îmtiyazên aborî, siyasî û eskerî dianîn. Yekê ji wan jî nexwast rê li ber raderbirîna çandî û rûhanî ya gelê Kurdistanê bigre. Yekê ji wan jî nexwastibû kesayetiya kurdî têk bide û gelê kurd bi giștî ji çanda wî ya bi hezar salan bêpar bihêle.

Lê nijadperestên tirk xwastin Tirkiyeya, ku bi tevayî pirçandî, piretnîkî û pirneteweyî bû bikin welatekî yek netewe û yek dewlet; pașê Îraq û Îranê jî da ser șopa wan. Weke Nehrû jî dibêje mirov șaș dimîne bê “çawa neteweperweriyeke li ser bingeha xweparêziyê kare bibe neteweperestiyeke êrîșkar, û têkoșîneke ji bo azadiyê kare bibe têkoșîna li ser yên din serdestî kirinê?” Cangoriyê coxrafya, dîrok û bêguman bê basîretiya rêberên xwe, gelê kurd di pêvajoya ji nû ve çêkirina nexșeya Rojhilata Nêzîk de bihayê herî giran da.

Kendal Nezan-institutkurde.org

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply