Kurd dikarin di warê enerjiyê de serbixwe bin

Alternatîfa herî baş jî wek enerjiya rojê û enerjiya bayê tên qebûl kirin.

Kurdistan ji bo bikaranîna di enerjiyên alternatîf qadeke guncaw e. Wekî mînak Amed di salê de 320 roj tav dibîne. Bi vê awayê çavkaniyên enerjiyê yên ku xwe nû dike ji Amed û tevahiya Kurdistanê divê çavkaniya sereke be.

Bi hilberîna enerjiyê tengbûna qadan û bi awayekî bikaranina enerji hovane bi xwe re felakat û qirêjiya derdorê derdixe hole. Hem ji enerjiya tavê hem ji enerjiya bayê hem jî, ji enerjiya jeotermalê divê mirov bikarbîne û jê sûd bigre. Pêwistê di pêşerojê de bikaribin ji nifşên xwe re behs bikin.”

Qadên santralên hîdroelektrîkê ku li ser enerjî tê bikaranîn gelek cîh di bin avê de dihêle û xwezayê bi felakêta derdor re rû bi rû dihêle. Ev santralên hîdroelektrîk tiştên zindî tev winda dike. Di santralên termîk de jî bi sotemeniyên fosîl elektrîk tê bikaranîn. Fosîl jî ji ber hewayê gelek qirêj dike, dibe sedemê baranên asît û gaza serayê di atmosferê de belav dibe. Bi vê awayî ev jî dibe sedema felaketa xwezayê. Santralên nûkleerê jî bi piranî li cem behran ava dikin. Ji ber vê yekê ev enerjîyên nûkleer gelek zindiyên behrê winda dike. Gava ku em her sê qadan jî mêzedikin divê van cûreyên enerjiyan neyê bikaranîn. Divê em bi perspektîfa ekolojiyê nêze xwezayê bibin.

Ji bo pêkanîna enerjiya alternatîf pêşkeve divê hikumeta başûrê Kurdistanê û şaredariyên bakurê Kurdistanê zêdetir hewl bidin. Ger Kurd di warê enerjiya rojê û bayê de pêşkevin wê Kurdistan karibe enerjiya xwe ya pêwîst bixwe hilberîne û bi vê awahî jî wê di warê enerjiyê de karibin serbixwe bin û muhtacê elektrîkê dewleta Tirk û dewletên din jî nebin.

HAWARNET

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply