‘Kurd bi qasî bi siyasetê re mijûl dibin, bila bi zimanê xwe re jî mijûl bibin’

Li Bakurê Kurdistanê daxwazên mafê perwerdehiya zimanê Kurdî, tayînkirina mamosteyên ziman û hilbijartina dersên Kurdî bo dibistanan di rojevê de ye. Lê belê yek ji pirsgirêka bingehîn a kurdan jî tevî zêdebûna weşanxane û berhemên Kurdî kêmxwendina bi zimanê dayikê ye.

Li ser mijara ziman, xwendin, nivîsandin û rewşa weşanxaneyên Kurdî me çend pirs ji berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Birêz Suleyman Çevîk kirin.

Çevîk dibêje; “Xwendevanên Kurdî yên ku bîrewer in, di her rewşê de li Kurdî xwedî derdikevin. Lê hejmara wan kêm e. Hinek jê jî wextê ku hewa nerm be, lê xwedî derdikevin. Tişta ku li dinyayê navê netewan belav dike, “Ziman” e. Ziman jî bi nivîsandin û xwendinê belav dibe. Tişta ku ez ji Kurdan re bêjim ev e: Bi qasî bi siyasetê ve mijûl dibin, bila bi zimanê xwe ve jî mijûl bibin. Herî kêm salê pirtûkekê yan jî diduyan bixwînin.”

 

Fikra avakirina weşanxaneya Nûbiharê çawa derkete hole û we kengî weşanxane ava kir?

Weşanxaneya Nûbiharê di Adara 1992yan de hatiye avakirin. Jixwe piştî 12ê Êlûnê zimanê Kurdî bi qanûnê hatibû qedexekirin. Piştî ku di sala 91ê de qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabûn, me jî di wê demê de Weşanxaneya Nûbiharê ava kir. Weke ku tê zanîn di dema komarê de li ser Kurdî gelek zext û zor hebûn û dixwestin ku Kurdî asîmîle bikin. Ji ber vê yekê ev di dilê Kurdan de her dem weke derdekî ye û gelek Kurdan di vê meselê de bedel dane û hê jî didin. Avakirina Nûbiharê jî li dijî vê asîmîlasyonê, weke bertekekê ye. Armanceke me ev e. Ya duduyan jî, me go divê em ji bo Kurdî lîteratûrekê ava bikim ku Kurd bikaribim bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Em dixwazin ku Kurdî di her qadên jiyanê de were bikaranîn: roman, çîrok û şer bêne nivîsandin û lêkolîn li serê werin kirin. Me xwest ku em meydanekê ji zimanê Kurdî re vekin û Kurd jî zimanê xwe di her qadê de bi kar bînin.

Piştî ku we weşanxane vekir we çi xebat ji bo zimanê Kurdî kirin?

Di destpêkê de, yanî di meha Adarê de weşanxaneya me bi çapkirina pirtûkan derkete pêşberî xwendevanên xwe. Piştre di meha Cotmehê de jî me dest bi kovareke mehane kir. Kovara mehane heta bi 2000an dewam kir. Ji 2000î heta bi 2002yan me navber dayê. Piştî 2002yan heta niha em kovavê, serê sê mehan carekê derdixin. Piştî ku hejmareke din jî derkeve, 24 cildên me wê temam bibin. Kovar wiha ye. Heta niha me nêzîkî 400 pirtûkî jî çap kiriye. Texmînî ji sê paran du par pirtûkên bi Kurdî ne. Di nava van pirtûkan de, yên pir hêja hene. Hinek jê di qada xwe de yekem in. Tefsîra Quranê, Jiyana Pêxember, wergera Dîwana Melayê Cizîrî, wergera Mem û Zînê; hinek ji van in. Di warê folklor, edebiyat û lêkolînê de xebatên hêja hene. Di qada Kurdî de xebateke berfireh derketiye holê. Tenê rûpelê kovarê nêzîkî 9 hezarî ne. Tevlî pirtûkan nêzîkî 30 hezar rûpelên bi Kurdî heta niha hatine çapkirin. Tenê Tefsîr nêzîkî 4 hezar û 500 rûpelî ye. Wekî din kovareke me ya dî jî heye. Nûbihar Akademî jî serê şeş mehan carekê derdikeve.

Heta niha we çend hejmarên kovara Nûbiharê derxistine?

Heta niha 153 hejmarê Nûbiharê derketine. Niha jî ji bo hejmara 154an amadekariyên me dewam dikin.

Heta niha we gelek pirtûkên klasîk weşandine. Ji ber çi hûn zêdetir li ser klasîkên Kurdî disekinin?

Ziman, edebiyat û çanda me, li ser klasîkên me ava bûye. Yên ku klasîkên me jî nivîsandine, hema bêje hemî melayên me ne. Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran jî tev mela ne. Edebiyata Kurdî ji van mehfîlan, ji medereseyan derketiye. Ev jî tiştekî normal e. Ji Eyûbiyan bigire heta bi Merwaniyan û heta roja me jî rewşenbîrên me tev mela bûne. Lewra xwendin û nivîsandin piranî di mederseyan de hebûye. Yên ku bi helbest û edebiyatê ve mijûl dibin jî bi piranî rewşenbîr in. Ew derd û kulên gel û hest û jiyana wan baştir dizanin.

Em bi xwe jî ji derdoreke dîndar tên. Hevalên me yên ku ji Farisî û Erebî fêhm dikin pir in. Klasîkên me jî bi piranî bi elfabeya Erebî hatine nivîsandin. Ji ber vê yekê di warê klasîkan de jêhatî ne. Edebiyata me li ser van ava bûye. Ji Nalî û Şêx Şemsedîn, heta bi Xanî û Feqiyan Teyran; edebiyata nivîskî bi van dest pê dike. Piraniya wan jî me weşandine. Em girîngiyeke zêde didine klasîkên xwe. Lewra bingeha Edebiyata Kurdî ev in. Em jî weke derdoreke muhafezekar vî karî dikin. Ez dikarim vê jî bibêjim ku ji weşanxaneyên din em baştir dikarin vî karî bikin.

Li gorî we, weşanxane, ji bo zimanê Kurdî çi îfade dike?

Wextê ku mirov bêje “weşanxane”, nivîs tê bîra mirov. Nivîs di jiyana gelan de pir girîng e. Kesên ku dizanîbûn bixwînin û binivîsin, di civakê de jî serketî dihatin dîtin. Weşanxane jî karê nivîsê dike û di vê qadê de rê li ber gel vedike, dîrok, çand û dinyayê bi insanan dide naskirin. Weşanxane di avakirina netew û çandê de roleke mezin dilîze. Weşanxaneyên Kurdî, rola dibistanê jî ji bo gelê xwe dibînin. Gelê me bi weşanxaneyan; ziman û çanda xwe hîn dibe. Gelek insanên me, ji me re gotine ku bi alîkariya Nûbiharê xwendina xwe bi pêş ve birine. Ji ber ku dibistanên Kurdan pir çênebûne, ev weşanxane ji bo Kurdan girîngtir in.

Zahmetiyên karê weşangeriyê çi ne?

Bi rastî zahmetiyên karê weşangeriyê pir zêde ne. Pêşiyê em vê bibêjin. Li Tirkiyê karê weşangeriyê ne serbest e. Tê bêjî, hûn sî salî vî karî dikin, çawa, ne serbest e? Rast e, em sî salî vî karî dikin lê weşanên me, weke yên Tirka li her derê belav nabin û nayên xwendin. Ji bo mînak, wextê ku tu li otobûsekê siwar bûyî, tu nikarî weke yekî Tirk rajî pirtûkeke Kurdî û bixwînî. An jî tu nikarî pirtûkeke Kurdî, li bajarekî Rojavayê Tirkiyê li meydaneke navendî teşhîr bikî û bifiroşî. Wekî din dewlet ji bo cihên fermî, weke pirtûkxaneyan; pirtûkên Kurdî nakire. 81 bajarên Tirkiyê û bi sedan navçe hene. Li her cihekî jî pirtûkxane hene. Evna pirtûkên Kurdî nastînin û pêşkêşî xwendevanên xwe nakin. Yeke din jî, ji ber ku zimanê Kurdî di nava Tirkan de siyasî hatiye qebûlkirin, weke talûke tê dîtin ev jî zerarê dide. Heta ku tefsîra Quranê jî heman bertekê dibîne.

Yeke din jî Kurd bi xwe gelek ji wan, qedrê zimanê xwe nizanin. Hinek jê bi Kurdî rehet nizanin bixwînin. Xetera zimanê Kurdî di hişê Kurdan de jî bi cih bûye. Li weşanxaneyên xwe baş xwedî dernakevin. Kurdên ku di qada siyaseta Kurdî de dixebitin jî li Kurdî xwedî dernakevin. Ji bo mînak partiyên siyasî yên Kurdan di şaredariyan de çi qasî li zimên xwedî derdikevin? Ji bo ku pirtûkên Kurdî werin xwendin çi qasî dixebitin? Mesela partiyek dikare belavokên xwe bi Kurdî çêbike da gel jî bi Kurdî bixwîne. Li pêşiya vê jî tu astengî nîn in. Lê wê jî nakin.

Ji ber ku pirtûkên Kurdî baş nayên firotin û xwendin, ji aliyê aboriyê ve jî weşanxaneyên Kurdî her dem di nava krîzê de ne.

Eleqeya xwendekarên Kurdî ya li ser kovar û pirtûkên Kûrdî çawa ye? Her ku diçe baştir dibe an kêmtir dibe?

Eleqeya xwendevanan gelek caran bi konjoktûrê ve girêdayî ye. Wextê ku rewşa siyasî nerm be, xwendevan jî bêhtir eleqeyê nîşan didin. Ji bo mînak di dema pêvajoya çareseriyê de bi rengekî eşkere eleqeya li ser pirtûkên Kurdî zêdetir bû. Her çi qas weşanxane karekî siyasî nakin jî, wextê ku rewşa siyasî tund dibe, bandora xwe li ser karên çandî jî dike. Niha jî belkî qelîteya xwendevanan bilind bûye lê hejmara wan ji dema pêvajoyê kêmtir bûye.

Hun weke rêvebirê weşanxaneyekê, çi tewsiyeyî xwendevanên Kurdî dikin?

Xwendevanên Kurdî yên ku bîrewer in, di her rewşê de li Kurdî xwedî derdikevin. Lê hejmara wan kêm e. Hinek jê jî wextê ku hewa nerm be, lê xwedî derdikevin. Tişta ku li dinyayê navê netewan belav dike, “Ziman” e. Ziman jî bi nivîsandin û xwendinê belav dibe. Tişta ku ez ji Kurdan re bêjim ev e: “Bi qasî bi siyasetê ve mijûl dibin, bila bi zimanê xwe ve jî mijûl bibin. Herî kêm salê pirtûkekê an jî diduyan bixwînin. Bila ji kovarekê meqeleyekê bixwînin. Îro ji duh çêtir e, em ê bibînin ku sibe jî wê ji îro çêtir bibe. Bi qasî ku Kurdan wextê xwe daye Tirkî, bila ji sedî dehê wê bidin Kurdî jî.

Di dawiyê de ez dixwazim vê bibêjim: “Wextê Kurdên me li weşanxaneyên xwe xwedî derkevin (ne ji bo Nûbiharê tenê dibêjim) zimanê me jî wê baş bibe. Wextê ku zimanê me baş bû, siyaseta me jî wê baş bibe.”

(Ev hevpeyvîn ji malpera Peyama Kurd hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply