KURD BI FERMANA “KUN”Ê BÛNE NETEWE!

ZIMANÊ KURDÎ JÎ BI “PEYMANA ELESTÊ” BÛYE MAKA ZIMANAN!
Li dinyayê hemû peyrewên olên asîmanî di vê baweriyê de ne ku ev hêza nihênî ya di heyînê de ku bi kurdî XWEDA jê re hatiye gotin, afirmendê her tiştî ye. Ev hemû tiştên ku hatine afirandin, di serê pêşî de bi ”Fermana Kunê” derketine holê û rengê xwe wergirtine.
Bi vê yekê Kurd jî wek netewe derketine holê û jiyana xwe heta niha didomînin. Çewa ku Xwedê di ayetekê de jî gotiye: ”Înna ce´elna kum şu´ûben…” (Min hûn wek netewe afirandine…) rastiya meselê nîşan daye.
Piştî ku Xwedayê mezin rihê hemû mexlûqatan jî afirandiye, ji wan pirsiye: ”Elestu bî rebbî kum?!” (Qey ez ne Xwedayê hewe me?!). Ji vê yekê re jî ”Peymana Elestê” hatiye gotin. Îcar hemû mexlûqatan çewa ku di Qurana pîroz de hatiye gotin, bi peyveke kurdî bersiv dane Xwedê û gotine: BELA…
Ev peyva ”bela” di eslê xwe de ”belê” ye.
Ev peyv ji ”be” û ”la/lê” hatiye, di zimanê erebî de jî peyvên ku tenê ji tîpekê be, tune. Lewra Ereb dibêjin, ”ger peyvên wisa hebin jî, biyanî ne.”
Îcar ev peyva BELÊ yan BELA, di kurdî de niha jî tê bikaranîn. Kurd dibêjin: Ev kar ”lê/bilê” ye û ev kar ”nelê” ye.
Fermo de îcar temaşe bikin û bila Kurdên bawermend lêkolîn bikin, dê bibînin ku Neteweyê Kurd û Zimanê Kurdî reha xwe digehînin ta destpêka jiyanê…
Zeynelabidin Zinar
Stockholm 07/ 12/ 2013
pencinar.z@gmail.com

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply