Meha pîroz ji nav mehan bi mêvan
Li mal û can û li malbat şadûman
Ji dil nimêj û xweşxwendina Quran
Û bi rojî êş û janan bik derman
Firsendek e ev meha han ji bo me
Bo şuştina dilqirêj û kelem e
Lew birsîbûn û tîbûnî ne xem e
Têrbûn û terbiya dil girîng bo me
Ev cîhana derewîn û xapînok
Nişan dide ji xweşzêvî nîsk û nok
Belam xweştir li cînahê roj û rok
Bi bawerî li hişmendan biv dîrok
Dû mirinê cudadîrok her însan
Dihêle li dû xwe ev konê zeman
Ya baştirîn j-baş û qencên ev cîhan
Ya xerabê xerabtirîn zindiyan
Her çi hawî be ku meriv çû û kewt
Û bi kullû nefsîn zaîqetul mewt
Di konê ev zeman çi rast çi jî çewt
Bes bi îman û bihuştî be serkewt
29.05.2017 Amed
Mustafa Rêzan