Çarşem , 21 Cotmeh 2020

“Kujerên” çand û zimanê kurdî kî ne?

Ez vê kurtegotarê pêşkêşî zanistê navdar Dr. İsmail Beşikçi û hinek heval, rêheval (=hawrê) û nasên xwe dikim.

Rewş (=baredox) û derûniya Kurdên Bakurî (=Bakurî) heta roja me ne hatiye vekolandin. Pir(r)aniya Bakuriya di nava 30-40 salî da dev ji çand û zimanê xwe berda ye! Ev rewşeke giran, tracêdî û matmayî ye! Hokarên (=sedemên) vê baredoxa manûnemana Kurdiya Bakur gelek (=zor) in.

Li gel Bakuriya hestên netewî, heger hebin jî, lawaz in; çand ber bi wundabûne ve diçe. Herçend rewş wiha ye jî bi milyonan Bakurî li welat û li derveyî welat xwe bi zimanê Tirkî îfade dikin! Sedemên vê yêkê çi ne? Gelo Bakurî bi qest “xizmeta” siyaseta dagirkerê xwe dikin? Aya Bakurî bûne “asîmîlker” û “kujerên” girîngtirîn nirxên Kurdewarî?

Hima di derbarê vê mijara pir(r)hokar da gotarnivîs wê hinek (=tozek) bîrokên (=tezên) xwe bi xwîneran re parve bike; dûetir piştguhxistina (=kêmterxaniya) zimanê Kurdî şanî me bide; pêre rewşa kêmterxaniya Kurdî ji aliyê Bakuriya ve şîkar (=analîz) bike.

Ti kom û civak, ti girse û gel bê nexweşe (=plan) nebûne netew û xwedî dewlet! 

Dewleta Tirk ji damezrandina xwe ve (10/1923) heta roja me (6/2020) tenê yek siyastê li dijî Kurd (=ramyariyê) bikartîne, ew jî siyaseta navbirdina (“asîmîlekirina”) Kurd û hemû kêmîna ye*. Kurdên Bakur heta sala 1960î kêm „tirkîzan“ bûn. Lê dewleta Tirk di piştî 1980î ve Bakurî dorpêçkirin! Di ve dorpêçkirinê da hem para siyaseta asîmîlasyona dewletê û hem ya hinek Kurd û rêxistinên wan heye! Kurdên Bakur îcar kêm bi Kurdî qise dikin. Ew êdî di nava malên xwe da jî bi Kurdîya Bakur, zimanê dayikê, na axivin!

Tê zanin ku zimanê ji aliyên gel ve bi berfirehî neyê bikaranîn, nikare geş jî bibe û hebûna xwe mîsoger (=garantî) bike. Tawanbarê vê rewşa metirsîdar ji bilî dewleta Tirk bi giştî Bakurî ne, lê bi taybetî „partî û rêxistinên xapînok“, gelek “pispor” û “zanayên Kurd” in! Wekî hemû jîn û tevgera Bakuriya êdî bi zimanê Tirkî tê dagirtin, ka wata pir(r)aniya (=zorbeyî) zana û “nivîskarên Kurd” siyaseta asîmîlasyonê li dijî netewê xwe bikartîne. Heger ne wisa ye, nexwe ev “zana” û nivîskarên Kurd xişim û nezan in!?

Ziman şêweyekî desthilatdariyê ye. Mirov dikare bê nexşe û perwerde jî xwe fêrî wî bike! 

Hem di mesela siyasetê û hem jî di warê netewî da Bakurî bi giştî ketine rêya şaş! Li jor hate gotin, ku Bakurî nema bi kurdî diaxivin. Yên diaxivin jî bêtir zimanê Tirkî bikartînin. Kurdî ji wan re bûye zimanê biyanî!

Dîyare ku Bakurî li vê rewşa „çand- û kurdkujiya“ xwe wek tiştekî siruştî dinerin! 

Herçend ev rewşeke „ziman- an kurdkujî“ ye jî lê pir(r)aiya berhemderên Bakurî wek „zana“, nivîskar, siyaset- û civaknas bi Tirkî gotar û peyamên xwe diweşînin. Pêşengiya vê pêvajoya “ziman- û kurdkujî” bêtir berhemderên Bakurî dikin. Bi taybetî Bakuriyên ku li Tirkiyê perwerde bûne û bi berhemên xwe yên Tirkî bûne „piştgirê“ siyaseta “kurdkujiyê”. Ev yek ne tenê bo pir(r)aniya berhemderên Bakurî wisa ye, herwiha bêtir bo hinek rêxistin û partiyên Bakurî jî wisa ye.

Ka wata hestên netewperweriyê li gel (=bal) Bakuriya cî ne girtine an rû ne dane!

Nexwe hokarên “hejarbûn û tinebûna” Kurdî li Kurdistana Bakur û Tirkiyê Kurd bi xwe ne! Xwînerên têkelî mijarê heman kêmterxaniyê (=piştguhxistinê) di berhemên Başuriya da jî dibînin. Her bo vê yekê ye ku zorbeyî Bakurî bêtir bi Tirkiya xwe “pozbilind” (=lûtberz) in. Dîsan gelek Bakurî berhemên xwe di nava Kurd da jî di parêzin. Mînak, katê mirov ji Bakuriya dipirse, wekî hûn Kurd in, ma çima bi Kurdî na nivîsin. Bi giştî sê-çar tişt ji aliyên Bakuriya ve tên gotin:

  1. Me bi kurdî ne xwendiye. 
  2. Em asîmîle bûne. 
  3. Heger em bi kurdî bi nivîsin in jî, kesek nivîs û berhemên me naxwîn e.

Eşkereye ku nerîna koma yekemîn rast e. Lê ev yek tenê dûdilî û sergerdaniya vê komê şanî me dide! Çima? Kesên vê komê kêm hewil didin, bo xwe fêrî zimanê dayikê bikin. Lê heman kes di nava Kurd da jî bi zimanê Tirkî diaxivin. Nexwe ew bi kar û xebatên xwe piştgiriya zagon û yasayên nijadperest û ne dadimend dikin.

Ev kom bi şêweyekî rast an rastexo pişgiriya siyaseta „zimankujiyê“ hem li Tirkiyê û hem jî li derveyî Tirkiyê dike! Li gel vê yekê jî pir(r)aniya malperên kurdî berhemên wan wek tiştekî siruştî teşene (=belav) dike. Her bo vê yekê ye ku ew li ser gelek “Bakuriyên şaşmayî û sergerdankirî” jî karîger e. Mînak, kesên vê komê li Almanya jî di damûdezgehên fermî da bi Tirkî diaxivin. Herçend zêdeyî milyonek Bakurî li Almanya dijîn jî, lê yên bi Kurdî diaxivin û qise dikin kêmin; pêmwaye hejmara wan ne zêdeyî 40 000 ye! Heger ev yek raste, nexwe sûda koma yekemîn ji Kurd û doza wî re çî ye?

Pêmwaye (=bi raya min) ku bi giştî kesên koma yekemîn Kurdên şkestî, şaşmayî û „tirkkirî“ ne! 

Dîsan bi giştî nerîna koma dûyemîn jî raste! Herwekî wisa ye ma Kurdên asîmîlekirî bo doza Kurd çiqa sûdmendin? Ma bi Tirkî axavtin û herwiha bi Tirkî berhem belavkirin (=teşenekirin) di nava Kurd da ji aliyên Kurdên asîmîlekirî ve bo Kurd ne hereşe (=tehdît) ye!?

Bi kurt û kurmancî (=kurt û puxt) Kurdên asîmîlekirî bûne Tirk! 

Ya xeternaktir, „Kurdê bûye Tirk gelek cara ji Tirka tirktir e“! Ew hem di nava Kurd da û hem li herderî bi zanîn an ne zanîn xwe bi Tirkî îfade dike: Ji bo ew xwe li ser Kurd bi pejrîn e, hemîşe (=her tim) divê bi Tirkî qise bike. Neçare li gel heval û nasên xwe jî bi Tirkî qise bike, heger ne bêjerê zimanekî din be jî. Nexwe Kurdê asîmîle bûyî bo Kurd û zarokên wî hereşe ye! Kurdê ji Tirk tirktir bivênevê ji Tirk jî bêtir Kurd asîmîle dike!

Heger ev tez rast e, ma “dermanê” kurdbûna Kurdên tirkbûyî heye!? Hinek ji kesên koma dûyemîn dibêjin, ew kes dikarin bi Tirkî jî piştgiriya doza Kurd bikin. Raste, lê her ew bi zimanê Tirkî wek “asîmîleker” çalak û bêjerin. Lê heger bêtir zirarên wan ji Kurd wek netew an doza Kurd re heye, ma kesên koma dûyemîn çima xwe fêrî zimanê Kurdî nakin?

Koma sêyemîn bi zanîn an bi xişîmî bi Tirkî berhema pêşkêş dike! Nexwe ew jî piştgiriya siyaseta navbirdina Kurd dike. Kat û wextê kesên vê komê bi Tirkî dinivîsin in, pir(r)aniya Bakuriya wan nas dike. Her bo vê yekê gelek Kurd wan rast an rastexo wek  mînak  di şopînin û her bo vê yekê ew jî xwe fêrî Tirkî dikin. Dîsan her bo vê yekê ye ku li gor gotarnivîs di nava hersê komên jor da ronakbîrên Kurdên Bakur tinin!

Hima di vir da em ji bîr nekin, ku gelek kesên koma sêyemîn, bi Tirkî ji Tirka çêtir dizanin, lê herçend bi Kurdî dikaribin binivîsin jî mitmana (=baweriya) wan bi Kurdî wek zimanekî geşbûyî, serdemyane û gihayî an tine an lawaze! Ew bêtir berhemên xwe bo belavkirina „navûdengên“ xwe diweşînin! Lê heger raste û ew kes niştimanperwer in, gelo wan hemû enerjiyê xwe dabûna berhemên Kurdî wê ne baştir bûya bo doza Kurd!?

Bê guman koma çaremîn jî heye! Ev kom jî carna dibêje ku zimanê Kurdî bi tenê têra wê nake û loma kesên wê hem bi Kurdî û hem bi Tirkî dinivîsin. Li gor gotarnivîs ewê dibêjin ku Kurdî têra wan nake, bi berhemên xwe kesên Kurd sergerdan dikin! Ma ya baştir ne ewe, ew bi hindikayî pênc sala dev ji berhemderiya bi zimanê Tirkî berdin bo guman li ser wan ne mînin!?

Şîkariyeke Kurt

Di derbarê her çar komên jor da jî vekolîn tinin an gotarnivîs bi wan ne agahdare. Lê bi ya min Kurdên Bakur bo parastina zimanê xwe hem „xwekujer“ û hem nexşe ne! Dîsan tê zanîn ku bi sedhezaran Kurdên Bakur wek penaber hatine Almanya, lê ew jî bi zimanê Tirkî gelek Bakuriya asîmîle dikin! Pir(r)aniya wan zarokên xwe jî fêrî zimanê Kurdî nake, lê fêrî Tirkî dike! Wekî wisa ye gelo mirov dikare bibêje ku hestên wan yên netewperweriyê hene!?

Weke di jor da hate nivîsin ne tenê dewleta Tirk, herwiha Kurd (Kurdên Bakurî) jî rast an rastexo piştgiriya siyaseta asîmîlasyona Kurd dike. Dîsan di jor da me dît ku „asîmîlekerên Kurd“ parve dibin ser sê-çar koma(n). Û me dît ku ew ne tenê li Bakura Kurdistan her wisa li dervey welat, heger bi rastexo be jî, pişgiriya „asîmîlekerê Tirk“ dikin. Herwiha me dît ku sûda herdû komên pêşî bo doza Kurdî nîye! Sûda koma sêyemîn jî an kême an nîye. Cîgelewêş (=becge), kesên vê komê bi gotinên wek „em bi kurdî binivîsin, kes nivîsên me na xwîne,“ lawaziya Kurdiya xwe vedişêrin!

Bi ya gotarnivîs eşkere ye ku di nava Bakuriya da gelek hemanên (=regezên) kurdperweriyê kêmin, lê kêmterxaniya di derbarê çand û zimanê Kurdî da eyan û zale (=serdeste)! Cigelewêş, em dibînin ku malperên Kurdên Bakur jî bêtir xizmeta siyaseta dagirkerê Tirk dikin. Loma gotarnivîs dikare bibêje ku pir(r)aniya berhemderên Bakurî û malperên wan rast an rastexo piştgiriya siyaseta asîmîlasyona dagirker dike. Mînak, berpirs û rêvebirên malperên kurdî berhemên nivîskarên Kurd hem ne sererastkirî û hem ne hesankirî diweşîn in! Ev yek jî dibe sedema ne xwendina berhemên Kurdî!

Heger ev tiştên gotarnivîs di vir da eşkere dike tev rastin, hem Bakurî û hem pir(r)aniya berhemên wan bo Kurd wek netew û doza wî tele (=kemîne) ne! Ji bilî vê yekê (=cîgelewêş) ji salên 1990î ve tê gotin, ku zêdeyî milyonek Bakurî bi Tirkan re zewicî ye! Aya ew Kurdên bi Tirka(n) re zewicî çiqas hevjînên xwe fêrî zimanê Kurdî kirin e? Û zarokên wan? Gelo ew, heger Kurd bin jî, ne “Kurdên şkestî û şaşmayî” ne?! Ma sûda wan ji Kurd û doza Kurd re heye?

Weke tê zanîn li bal Bakuriya ti nexwşe bo geşedan û parastina zimanê Kurdî tine! Heman tişt ji bo HEPê, partiya di nav Kurdên Bakur da hem girîngtirîn û hem karîgertirîn jî derbas dibe. Ya rast divê hemû endamên HEPê destên xwe wek Osman Baydemîr, şaredarê Amed yê rabirdû, deynin ser wijdanên xwe, ma ew dikarin „Kemalistên tund“ bikin demokrat?! Ma kesên li dijî wekhevî û mafê netewî bin, wê çewa bibin demokrat?! Jixwe demokratkirina Tirkiyê û ya Rojhelata Navîn (=Naverast) hem xapandina Kurd û hem zêdeyî qama HEPê ye!

Ciyê daxê ye ku li gel Bakuriya bi giştî nirxên wek „bîra netewî, hestê neteweyî, bereyekî netewî“ tinin. Ev yek û sedemên bi navkirî bûne hokarên têkçûna Bakuriya.

Lê zimanê dayikê mafekî navnetewî ye! Her bo vê yekê nivîskar û hemû danerên Kurd yên cewaziyên Bakuriya jidil ne parêz in, berjewendiyên Bakuriya bêtir dixin metirsiyê. Lê em dibînin ku pir(r)aniya nivîskarên Kurd bi Tirkî dinivîsine. Ev wek bazneyekî betal e! Ma çima di nava siyaseta Bakuriya û berhemderên wan da siyaseta parastina ziman ne mijara girîngtirîn e!?

Dr. jur. Celalettin Kartal 

Pisporê kêmina û kurdnas, zanistê yasaya navdewletî, mamostê lewepêş yê zankoyên Hannover û Hildesheim, beşê ayîn û siyasî.

Çavkanî:

* Celalettin Kartal: Der Rechtsstatus der Kurden im Osmanischen Reich und in der modernen Türkei, Hamburg 2002 (Paya Kurda di serdema Osmaniya û Komera Tirkiyê da)

Summary:

In diesem kurzen Artikel untersucht der Autor, ein Minderheiten- und Migrationsforscher, die Ursachen und Faktoren der aktuellen türkischen Assimilationspolitik gegenüber Nordkurden und stellt fest, dass nicht nur die Türkei als Nationalstaat, sondern auch Kurden sich im Geiste der minderheitenfeindlichen Türkei gegenseitig assimilieren. Die Ergebnisse seines Beitrags sind kontrovers und gleichzeitig charakteristisch für die Tragödie der „Nordkurden“, aber auch lesenswert.

In this short article, the author, a minority and migration researcher, examines the causes and factors of the current Turkish assimilation policy towards Northern Kurds and notes that not only Turkey as a nation state, but also Kurds assimilate each other in the spirit of Turkey. The results of his contribution are controversial and at the same time characteristic of the tragedy of the „North Kurds“, but also worth reading.

Dr. Celalettin Kartal

Nîşe: Ev nivîsa fîkrên nivîskar ên, fîkra malperê temsîl nake

 

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Parastina Kurdî Zor Zor Girîng e!

Hewldan û hesasîyeta parastina Kurdî zor zor giring û watedar e. Ji bo mêjîyekî pak …

Şiroveyek

  1. Avatar

    Te pirrî di nav parantêzan de bêje bikar anîye min tiştek ji nivîsa te fehm nekir!?
    Tu wiha binivîsînî tu jî dibî “ kujerê” zimamê me!

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.