Hebû tunebû. Pîrek hebû. Pîrê rojekê şerbikê xwe hilda û çû ber kaniyê, da ji xwe re avê bîne. Dema çû ber kaniyê, cîranekî wê, gazî wê kir.
Wê jî şerbikê xwe danî ber kuçekê û jê re got: “Kuço Kuço, şerbikê min neşkîne, heta ez çûm ba cîranê xwe û hatim.”
Kuço got: “Bila be.”
Pîrê çû ba cîranê xwe, heta vegeriya nêrî ku şerbikê wê şikestî ye.
Pîrê got: Kuço kuço, te çi re şerbikê min şikênand?
Kuç got. Maç i re giya li bin min de heşîn dibe?
Got. Giyayo giyayo, tu çi re binde heşîn dibî?
Got: Maç i re pez min dixwe?
Got: Pezo pzo, tu çi re giye dixwî?
Got: Ma çi re gur min dixwe?
Got: Guro guro, tu çi re pêz dixwî?
Got: Ma çi re se direye?
Got: Seyo seyo! Tu çi re direyî?
Got: Ma çi re, kevanî totika min kiçik çê dike?
Got: Kevaniyê kevaniyê! Tu çima totika sê kiçik kiçik çê dikî?
Got: Maç oma mişk tûrikê min qulêl dikin?
Got: Mişkno mişkno! Hûn çima tûrikê kevaniyê qulêl dikin?
Got: maç ima pisîk me dixwe?
Got: pisikê pisikê! Tu çi re mişkan dixwî?
Got: Ez ê bixwim, bixwim, bixwim, heta li sere dûvikê min re bavêje.
Ev çîroka ji Salnameya Nûbiharê hatiye wergirtin.