Pêncşem , Tebax 22 2019
Destpêk / Danasîn / Fîlmnasin / Kûçikê li Ber Baranê

Kûçikê li Ber Baranê

“Pisîka li Ber Baranê” navê çîrokeke Hemingway e ku hem ji navê wê hem jî ji çîrokê bixwe pir hez dikim. Lehenga vê çîrokê li bin pencereya xwe pisîkeke li ber baranê dibîne û bi hemû arezûya xwe daxwaza vê pisîkê dike, lê ji telebextê wê re, gava ku dadikeve ku wê pisîkê bigire, ew pisîk ne li wir e. Lê ew wê pisîkê dixwaze, xeyal û arezûya wê ya herî mezin e ku bibe xwedî pisîkek. Li cem mêrê xwe jî her gotinê tîne ser pisîkê û daxwaza pisîkekê dike. Xuya ye pisîk êdî ji bo wê ne tenê pisîk e lê maneyeke xwe ya kûrtir heye. Axir xizmetkarê hotelê pisîka li ber baranê jê re tîne.

Tu eleqeya vê çîrokê bi vî fîlmî re tune ye lê min çima vî navî li vê nivîsê kir? Di dawiya vî fîlm de Karrerê serlehengê me êdî bi temamî bi awayekî têkçûyî, xeyalşikestî, bê mebest û armanc li ber baranê, di nav heriyê re dimeşe, rastî kûçikan tê û bi kûçikekî re xwe dike wekî kûçikan, dike hewtehewt, wekî ku bi kûçik re bikeve şerenîx û gulaşê, li dora hev çerx dibin. Ev sehneya ku sehneya herî baş ya fîlm bû, temsîla wan însanên vê serdema me dike ku ketine nav valahiyeke bêbinî, baweriya wan bi xwe tune, êdî tu maneyê di heyatê de nabînin, tiştekî nabînin ku xwe pê ve girê bidin, armancekê ji bo xwe peyda nakin, ditirsin û hey ditirsin. Însan êdî ji merhaleya însanbûnê daketiye merhaleya kûçikbûnê û belkî jê jî nizmtir. Kûçik dilsoz û girêdayî xwediyê xwe ne. Ez vê wekî “arezûya dilsozbûnê” ya Karrer dixwînim. Ji ber ku ev camêrê me di axaftineke xwe de diyar dikir ku ew ne girêdayî tiştekî ye, tevî ku her tişt pê re jî dilsoz e lê ew ne dilsozê tu tiştekî ye jî. Karrer dixwaze, wekî her însanî vê dixwaze, lê vê dilsoziyê nikare peyda bike û herî dawî digihîje wê astê ku xwe dixe rewşa kûçikan. Belkî herî baş Mihemed Ronahî bikare vê sehneyê şirove û analîz bike, çimkî wî kitêbek nivîsî bi navêKûçikistan û derûniya Ehmed Tarîyê çîrokê jî ne kêmî ya Karrer e.

Ev fîlm ji her sê fîlmên Tarr yên min temaşekirî cudatir e. Min li fîlmên Tarr yên berî 1988an temaşe nekirine lê bi dilekî rihet dikarim bibêjim ku ev fîlmekî qonaxa derbasbûnê ye ji bo Tarr da ji qonaxekê derbasî qonaxeke din bibe. Yanî piştî vî fîlmî terza Tarr diguhere. Ew piştî vî fîlmî bêhtir dadikeve kûrahiya ruhê însanan, bêhtir li detayan dialiqe, bêhtir bîsk û kêliyan dirêj dike, kêliyek ji bo wî dibe saetek, saetek dibe rojek, zeman firehtir dibe, heger zeman behrek be, ew berê kamerayê dide dilopeke ji vê behrê. Di vî fîlmî de min bîsk, kêlî û detay zêde nedîtin. Erê, ew dîsa dadikeve kûrahiya ruhê însanan lê bi qasî fîlmên piştre zêde di wan de naaliqe, xumam nake, nêrîneke biçûk bi nîvsaetan nade. Lê ev heye: Ev fîlm ji fîlmên piştre xweştir û bizewqtir tê temaşekirin. Di vî fîlmî de kêliyek çênebû ku bêhna min teng bibe, çavê min bixilmişe lê di fîlmên din ev çêbûn, çimkî di fîlmên din de zeman rawestiyayî ye û sebreke mezin dixwaze ji bo ku ji wî zemanî derbas bibî. Lê di vî fîlmî de zeman ranaweste, diherike, baran e tê xwarê, muzîkek e bilind dibe li ba dibe. Muzîk, erê muzîk, muzîkên herî xweş jî yên vî fîlmî bûn li gor her sêyên ewil. Di navbera dîmen, diyalog û muzîkê de armoniyeke nazik li dar bû.

Karrer mirovekî weha ye ku hezkiriya wî jê veqetiyaye. Di esasê xwe de pir dixwaze girêdayî tiştekî be tevî ku dibêje ne girêdayî tiştekî ye jî. Dûre dilê wî dikeve stranbêjeke li barê. Bi hemû daxwaza xwe dil dide vê stranbêje, pê re radize jî, lê ev stranbêj jî ji dest wî diçe û bi temamî tiştek namîne xwe pê ve girê bide. Li barê her kes bi hezkiriyên xwe re dansê dikin, ew di bin baranê de bi tena serê xwe dans dike, bi baranê re. Di tenêtiyên weha de baran e ya bi karê hezkiriyekê dadikeve. Jiyana Karrer her bi heman awayî ye, bi salan li ber pencereyê rûdine û bê mebest û armanc li derve dinere. Her tim weha hîs dike ku dê dîn bibe, lê ew ji dînbûnê natirse. Li gor wî dînbûn di heman demê de dilsozbûn e bi tiştan re. Sehneya dawî di esasê xwe de peyamek e jî ku êdî Karrer jî dîn dibe, çimkî li bin baranê ye, bi kûçikekî re dikeve şerenîxê, bi qasî kûçikekî daxwaza dilsozbûnekê dike ji tiştekî re. Hemû însan rojekê dikarin bikevin vê rewşa Karrer ya bi kûçikan re, ew kûçikên li ber baranê.

Çavkanî: inanolo.blogspot.com

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Fîlmên Vê Hefteyê

Vê hefteyê yeka wan xwemalî 7 fîlm ew ê têkevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê Vê hefteyê …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *