jiyan dibe jahr
carên tu xwe ji min direvînî
carên tu li bal min î
û bi awirên coşane li min dinêrî
bextewarî xwe li min digire
bê pîvan e canê!
diçim nav zozanan
li seyranê me
digerim
dilîzim ji xwe re
û li ber şemala te radiwestim
maçan difirînim
ji dil û hinavê xwe ve
nav gerdûna bê ber û binî
maçên min yeko yeko tên bi ser te ve kubarê
dema li lêvên te û eniya te diqelibin jî
bayekî erdhejî pêk tê
tu diricifî ji neynûkê ta gewriyê
ku bişkoka memikên hingivîn
dikeve ber du lêvan
her maçek berek e kubarê
her berek jî dilek canewer
ji luleya zemên fir daye xwe û hatiye
û li ber şemala te kon vedaye
kes hay ji xwe nîn e li vir kubarê
dema gotin tên ser nikulê pênûsê
û li ser kaxezê têne rêzkirin
tu li hember rûniştiyî
bi kar û barên xwe ve haşî
ez rûniştîme li beramber
ji lêvên te hingiv dialîsim kubarê
dil werimî dibê bes e
ne demjimêr radiweste
ne jî rûniştgeh me dihewîne
li benda vegereke din
em radibin pê û diçin
çavlipaşmayî em dertên
yek bi vî alî yek bi wî alî
çendî em bê hev biçin jî
tu siya xwe diweşînî ber gavên min kubarê
15 Nîsan 2004
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014