Ku Aqilê Mirov Ji Kîsê Xelkê Be…(Pêkenok)

Rojekê zilamek û kurê xwe bi rêyeke dûr ve diçin. Kerekî wanî bozî zîrek bi wana re ye. Ker vala ye û li pêşiya wana dimeşe. Piştî demekê dimeşin, bi rê de liqayî mirovekî dibin. Mirov dibîne ku ker vala ye û her du kes peya ne! Gelekî şaş dimîne û dipirse, dibêje:

– Kerê we vala ye! Xurt û zîrek jî xuya dike! Ma hûn aqil nabin ku yek ji we lê swar bibe?

Xwediyê kerê ji kurê xwe re dibêje:

– Bi Xwedê, ev mirov rast dibêje! Kerê me têr xwariye û vexwariye! Xurt û zîrek e jî! Ma çima yek ji me lê siwar nabe? Kurê min de tu lê siwar bibe. Tu bi çûk î, ez dikarim bimeşim.

Kurê wî li kerê siwar dibe û dimeşin, dîsa rêka xwe didomînin. Bêhnekê diçin dîsa liqayî mirovekî tên. Dema mirov dibîne ku xort li kerê siwar bûye û yê pîr peya ye, dibêje:

– Kuro, qey tu şerm nakî ku tu li kerê siwar bûyî û pîremêrê bavê te peya ye?

Kurik li bavê xwe vedigere û dibêje:

– Bavo, wele ev mirov rast dibêje! De were êdî tu li kerê siwar bibe.

Kurik ji kerê peya dibe û bavê wî lê siwar dibe. Dîsa rêka xwe didomînin. Behneke din şûn re careke din li mirovekî din rast tên. Mirov dibîne ku kurekî ciwan li pey kerê dimeşe û zilamekî li ser xwe li kerê siwar bûye! Silavê li wana dike û dibêje:

– Hey bê wîjdan! Ma qey tu ji Xwedê natirsî ku tu bi vî qilafetê xwe li kerê siwar bûyî û ev kurikê biçûk peya ye?

Bav, li kurê xwe vedigere û dibêje:

– Kurê min tu jî were siwar bibe! Wele ev mirov rast dibêje. Min di derheqê te de bêwîjdanî kir!

Kur û bav her du bi hev re li kerê siwar dibin û rêka xwe didomînin. Qederekê diçin şûn re dîsa li mirovekî rast tên. Mirov dibîne ku du kes li kerekî siwar bûne. Silavê li wana dike û bi ser wana de diqîre, dibêje:

– Hey bêwîjdanên Xwedê! Ma hûn ji Xwedê natirsin, hûn her du tirtire li vî kerê gunehî reben siwar bûne?

Piştî mirov ji wana re wiha dibêje, bav li kurê xwe dizîvire û dibêje:

– Kurê min, ev mirov jî heq e. Lê va ye ti rêkên din neman. Ger tu bi ya min dikî, emê dakevin û kerê bidin ser milê xwe!

Her du ji kerê peya dibin û radihêjin kerê datînin ser milê xwe û dîsa rêka xwe didomînin. Bêhnekê dimeşin, careke din mirovek liqayî wana tê. Mirov dibîne ku du kesan kerek danîne ser milên xwe û rê ve tên! Nêzîkatiyê li wana dike û bi silavdayînê re pirs dike, dibêje:

– Mamo, ma qey kerê we seqet bûye ku we hilgirtiye?

Bav dibêje:

– Na wele, ti seqetiyên xwe nînin.

Mirov dipirse:

– Qey birçî ye?

Bav bersivê dide:

– Na wele têr e.

– Qey tî ye?

– Na wele em niha di ser kaniyê re derbas bûn.

– Ma qey nikare bimeşe?

– Belê wele, ji min û te çêtir dikare bimeşe.

Mirov êdî xwe nagire û dengê xwe bilind dike, dibêje:

– Nexwasim ma hûn dîn bûne ku we ev ker daye ser milê xwe û hûn rê bi ve diçin?

Kurik dibêje:

– Bavo, bi Xwedê ev mirov rast dibêje. Ma ne hindik maye milê min ji laşê min vebe!

Mirov derbas dibe, bi ser rêka xwe de diçe. Kur û bav jî kerê xwe ji ser milê xwe datînin û bêhna xwe vedidin. Piştî bêhnvedanê kur dipirse, dibêje?

– Bavo, vê carê emê çi bikin?

Bav bêhnekê difikire û bersiva kurê xwe dide, dibêje:

– Kurê min, vê carê emê vegerin mala xwe! Bi Xwedê heta ku aqilê me ji kîsê xelkê be, em nikarin ti rêveçûnan bikin! A baş em vegerin malka xwe, çêtir e.

Hasan huseyin Deniz-Penkurd.org

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply