KOVARNASÎN: Psychology Kurdî 5

Xwendo qala jimara 5em ya Psychology Kurdîyê dike.
Kereme bikin ka Xwendo çawa didê nasîn.

Bernameya Kovarnasînê Psychology Kurdî 5

Silav ji we re şopînerên hêja…
Em dîsa bi bernameya kovarnasînê li pêşberî we ne. Di vê weşanê de, em ê hejmara pêncem a Kovara Psychology Kurdîyê bidin nasîn.
***
Hejmara Pêncem a Kovara Psychology Kurdî
Kovara pêşîn a derûnnasîyê ya bi Kurmancî û rêkûpêk Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya pêncan derket.
Kovara Psychology Kurdî
•Di hejmara xwe ya pêşî de bi sermijara “ZAROK, ŞER Û TRAVMAYÊ”
•Di hejmara duyem de bi sermijara “DERÛNDERMANIYA TRAVMAYÊ”
•Di hejmara sêyem de bi sermijara “ŞÎN Û ŞÛN”
•Di hêjmara çarem de jî bi sermijara “ZIMAN Û DERÛNIYA PERWERDEHIYÊ”
derketibû.
Niha jî di hejmara pêncem de bi sermijara “DERÛNNASIYA CIVAKΔ li ser meseleyên derûnnasiya civakê rawestiyaye. Her wiha di vê hejmarê de li ser mijarên cûda gotarên têr û tijî jî hene.
Koma Psychology Kurdîyê di nivîsa edîtorîyê de wek armanc û hevî diyar kiriye ku dixwaze jargonekê ava bike da ku dema Kurdek çû cem derûnnasekî bikaribe derdê xwe baş bilêv bike. Niha kom wek platformeke derûnnasîya Kurdî tevdigere. Ew di dawîya kovarê de ferhengokeke derûnnasîyê bi zimanê Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî diweşîne.
Ji aliyê din ve kovar diyar dike ku ji ser destpêka weşana kovarê re salek behtir derbas bûye. Kovar bi guhertinan dest bi sala xwe ya duyem dike û spasîyên xwe ji xwendevanên xwe re dişîne… Edî kovar wê bi 96 rûpelan, wek cîlde Amerîkanî ango stûr bê weşandin.
****
Di vê hejmara Kovara Psychology Kurdî de ev gotar hene:
•Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN, “Derûnnasiya Civakî, Koçberî û Transkoçberiya Kurdan”.
•Doç. Dr. Burhanettin KAYA, “Divê Em Bitirsin?”.
•Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR “Derûnnasiya Polîtîk ji bo Civakê”.
•Prof. Dr. Philip G. ZIMBARDO, “Ceribandina Girtîgeha Stanfordê”.
•Derûnnas Siyabend ASLAN, “Ceribandina Girtîgeha Stanfordê”.
•Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ, “Helwest di Derûnnasiya Civakî de”.
•Derûnnas Rewşen REMAKÎ, “Hêz û Bandora Civakî”.
•Derûnnas Samed DOĞAN, “Bîrdoziya Geşedana Sincê ya Kohlberg”.
•Derûnnas Beritan GÜNEŞ, “Şêmayên Venasînî û Cudakerî”.
•Xebatkarên Civakî Erdal ALADAĞ û Gulperî GÜNDÜZ, “Penaberî, Saziyên Civakî û Pîşeya Xizmeta Civakî”.
•Derûnnas Darius WINZER, “Mobîng”.
•Vecdi DEMİR, “Xwarineke Totemî”.
•Derûnnasê Pispor Mesut UMAR, “Teoriya Cihêbûn û Takekesbûnê: Zayîna Derûnî ya Pitikan”.
•Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ, “Nêrîneke Rexneyî li Derûnnasiyê”.
•Derûnnas Newroz Xebat YILDIRIM, “Hevdîtina Motîvekirî”.
•Derûnnas Gulistan BARIK, “Ragihandina Ne Tund.
•Derûnnasê Klînîkê û Terapîstê Zayendiyê Murat CAYMAZ, “Pirsgirêkên Zayendî û Sedemên Wan yên Derûnî”.
•Kenan ÖRMEK “Tora Civakî û Pisîk”.
Heta bernameyek din a kovarnasînê bi xatirê we…Her bi Kurdî bijîn…
—–
Amadekirin: Zanîngeh Medîa
Nivîs û Pevxistin: Ridwan Xelîl
Serastkirin: Evdî Hesqera
Deng: Ehmed Hesen

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply