Bernameya Kovarnasînê
Silav ji we re şopînerên hêja… Em dîsa bi bernameya kovarnasînê li pêşberî we ne. Di vê weşanê de, em ê danasîna hejmara çarem ya Kovara Psychology Kurdîyê bikin.
Hejmara Çarem a Kovara Psychology Kurdî
Kovara pêşîn ya derûnnasîyê bi zimanê Kurdî û birêkûpêk Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya çarem derket pêşberî xwendevanên xwe.
Psychology Kurdî, Di hejmara xwe ya pêşî de bi dosyaya “Zarok, Şer û Travmayê” li ser travmaya şer rawestîyabû, Di hejmara duyem de bi dosyaya “Derûndermaniya Travmayê” bêhtir li ser tedawîkirina travmayê rawestîyabû, Di hejmara sêyem de bi dosyaya “Şîn û Şûn”ê derbarê gelek mijarên têkildar de rawestîyabû,Kovar, niha jî di hejmara xwe ya çarem de, bi sermijara “Ziman û Derûniya Perwerdehiyê” weke dosyayekê bi giranî; li ser ziman, xweza û girîngiya zimên, duzimanî û derûniya perwerdehiya bi zimanê dayikê rawestiya ye û wekî din jî me bi naverokeke dewlemend pêşwazî dike.
Koma Psychology Kurdîyê di nivîsa edîtorîyê de wek armanç û hevî dixwaze zimanekî ava bike ku kesekî/ê Kurd dema çû cem derûnnasekî bikaribê derdê xwe baş bîne ziman. Niha kom wek platformeke derûnnasîya Kurdî tevdigerin û di dawîya kovarê de ferhengokeke derûnnasîyê bi zimanê Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî weşandîye.
Ji aliyê din ve kovar, diyar dike ku ji ser destpêka weşana kovarê salek derbasbûye û vê sala xwe ya nû bi rûpelsaziyeke nû pêşwazî dike û spasîyên xwe pêşkeşî xwendevanên xwe dike…
Di vê hejmarê de Psychology Kurdîyê bi giranî li ser van mijaran rawestiyaye;
- Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Pêwistiya Çareseriya Dîrokî û Derûniya Trawmayê” bi zimanekî zanistî, lêkolînan li ser şîddet, trawma, trawmaya nifşî, takekesî û ya hevpar radiweste.
- Doç. Alk. Dr. Duygu CANTEKİN bi nivîsa xwe ya “Tendirustiya Derûnî ya Penaberên Sûrî”yê cih dide lêkolîna xwe ya ku li ser tendirustiya derûnî ya penaberên Sûrî yên li Tirkiyê û agahiyên derbarê van penaberan de bi me re parve dike.
- Vecdi DEMİR bi nivîsa xwe ya “Li ser Tepisandinê” nasîna tepisandinê dike û bi çavekî derûnkolînerî li ser temsîlên tepisandinê, pêvajo û qonaxên wê radiweste.
- Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya “Bi Çavekî Derûnkolînerî ‘Xwe’bûn û Nasname”yê avakirina nasname û ‘xwe’bûnê rave dike û pirsgirêkên wê bi nêrîneke derûnkolînerî bi xwendevanan re parve dike.
- Herwîha kovar bi nivîskar, zimanzan û lêkolîner Deham EBDULFETTAH re hevpeyvîneke balkêş li dar xist. Di vê hevpeyvînê de li ser girîngiya zimanê bav û kalan, derûnî û rola zimên rawestiyan.
- Luqman GULDIVÊ bi nivîsa xwe ya “Helwêsta Beramberî Ziman û Tecrûbeyên Erênî” behsa xweza û guhestina zimên û helwêsta beramberî zimên dike û girîngiya zimanê dayîkê ji xwendevanan re rave dike.
- Derûnnas Darius WINZER bi nivîsa xwe ya “Li Ser Zimanê Zikmakî” behsa lêkolînên ku li ser zimanê dayîkê hatine kirin dike û rola zimanê zikmakî bi xwendevanan re parve dike.
- Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya “Zarokên Bêziman” pênaseya zimên vedibêje û pêşketina zimanê zarokên pêşdibistan û dibistanê, bandorên nêyînî yên perwerdehiya ne bi zimanê dayikê, duzimanî û nîvzimaniyê bi me dide nasîn.
- Mamosteyê perwerdehiya taybet Wehab ŞEHÎN bi nivîsa xwe ya “Girîngiya Perwerdehî û Hîndekariyê ji bo Astengdaran” armanc û girîngiya perwerdehiyê ji bo kesên astengdar bi xwendevanan re parve dike.
- Prof. Dr. Cem KAPTANOĞLU bi hevpeyvîneke têr û tijî ya li ser “Derûndermaniya Alîkar” bi me re ye.
- Derûnnas Samed DOĞAN bi nivîsa xwe ya “Depresyon”ê sedemên depresyonê, nîşêt, vexuyanî û cureyên wê û dermankirina wê ji xwendevanan re dide nasîn.
- Xwendekara Beşa Derûnnasiyê Jiyan AY bi nivîsa xwe ya “Ceribandina Milgram”ê behsa rê û rêbazên ceribandina Milgram dike û hêza rewşê ya li ser reftariyan vedibêje.
- Derûnnasê Klinîkî û Terapîstê Zayendî Murat CAYMAZ bi nivîsa xwe ya “Jiyana Zayendî û Mafên Zayendî”yê behsa tendirustî û mijara zayendî, têkiliyên zayendî û danezana mafên zayendî dike.
- Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, di vê hejmarê de, danasîna kurtefîlma derhênêr Kadir EMAN û Velit ATAKLI ya bi navê “Baskên Şikestî” jî dikin ku ev kurtefîlm di hêla peyamên civakî û hezkirina ajalan û kesayetiya mirovan de pir bi angaşt e.
Heta bernameyek din a kovarnasînê bi xatirê we…Her bi Kurdî bijîn…
- Amadekirin: Zanîngeh Medîa
- Nivîs û Pevxistin: Ridwan Xelîl
- Serastkirin û Deng: Omer Bextîyar (Sönmez)
Bi rastî jî Kovareke ku hêjayî xwendinê, û pêwistiya zimên bi kovarên wisa heye. Destê kedkarên wê sax be.