Hetawî Kurd ji kovarên ewil Kurdî yên heyama Osmanîyan yek e. Piştî 105 salan akademisyenê Mêrdînî Ehmed Alan kovar latînîze kir û ji nû ve da çapkirin.
Hetawî Kurd di serdema Osmaniyan de di navbera 1913 û 1914an de ji aliyê Evdilezîz Babanzade hat derxistin.
Hetawî Kurd, derbarê çapemenî, weşangerî û rewşa civakî ya kurdan de gelek agahî dide me.
Akademîsyenê Mêrdînî Ehmed Alan li ser kovara dîrokî xebitî û ji nû ve hazir kir.
Kovara ku beriya sed salan dihat derxistin bi tîpên latînî da çapkirin. Kovar niha li pirtûkfiroşan tê firotin.
Mamoste Ehmed Alan dibêje gelek lêkolînerên ku li ser rojhilatnasiyê dixebitin wê ji vê berhemê îstifade bikin.