Kovarake derûnasî bi kurdî derket

Kovarake derûnasî bi kurdî bi navê “Psychology Kurdî” derket.

Li gellek welatên cîhanê li ser gelek babetan kovarên wan ên cur bi cur hene. Kurdan jî kovar derdixistin lê hetan wan salên dawî jî zêdetir li ser ziman, wêjeyê bûn. Niha her ku diçe kurd jî wekî gelên dinyayê bereya kovarên xwe fireh dike.

Di rewşeke wisa de kovara derûnasiyê li kovarên bi kurdî bi navê  “Psychology Kurdî” zêde bû.

Psychology Kurdî dê her 4 mehan carek were derxistin.

Di hejmara yekem de zarok, şer û travma bûye mijara kovarê.

Li ser navê Weşanên J&Jê xwedî û berpirsiyar Mehmet Gungormuş, Berpirsiyarê Giştî jî Azad Zal e. Di nav edîtorên kovarê de Sîdar Ozmen, Mihemed Elî Alûcî, Siyabend Aslan, Kenan Keddar û Etman Yavuz hene.

Amadekarên kovarê dibêjin tenê armanceke wan heye ku ev kovar ji derûnnasiya kurdî re bibe stûnek.

Derbarê naverok û mijara kovarê de amadekarên kovarê wiha dibêjin:

“Qonaxa ku em tê re derbas dibin, mixabin qonaxake bi şer û pevçûn e. Di vê qonaxê de her roj gelek bûyerên erjeng tên jiyandin. Bi hezaran mirov ji ber van bûyerên erjeng an dimirin an jî birîndar û koçber dibin. Ji ber vê yekê tendirustiya derûniya mirovan dikeve xetereyê. Bi taybetî di van qonaxên wisa de herî zêde zarok dikevin bin bandorên xetereya şer û pevçûnan.

Di van rewşan de gelek pirsgirêkên derûnî rû didin: Trawma, stresa tîj, stresa domdar, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê, sewesî-zorlêtî, stresa şer û hwd. Ji ber vê sedemê me xwest ku bi gelemperî mijara hejmara yekem derheqê trawmayê û bandora wê ya li ser derûniya zarok û ciwanan be. Bi vî awayî me xwest ku van nexweşiyên trawmayê û rêyên çareseriyê bidin nasîn.”

Çavkanî: Rudaw

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply