Kovara Zanko 3 hejmar li dû xwe hiştin û niha bi hejmara xwe ya 4’an derket hemberî xwînerên xwe. Kovara Zanist û Tekolojiyê di vê hejmara xwe de dosye û zanyariyên xwe berfirehtir kirin.
Ji dokûmantên rojane heta zanyariyên mayînde bi dehan mijar di vê hejmarê de cih digirin. Zankoya ku wek “zanîngehên mezintirîn” e bi beşên cur bi cur agahiyan digihijîne xwînerên xwe.
Ji zanist, teknolojî, otomotîv, kompîtur, internet, biyolojî, kimye, fizîk û heta teknîka motorsîkletan bi dehan nivîs û gotarên xweşik bi zimanekî sivik bi Kurdî hatine hunandin.
Herwiha di vê hejmarê de derbarê dehayê Kurd el-Dînawerî de jî dosyeyeke berfireh hatiye amadekirin. Di dosyeyê de xebat û hewldanên vî dehayî bi hûrgilî hatine vegotin.
Zanko zêdetirîn valahiya zanyariyan tijî dike û li gor vê yekê tevdigere. Di nav vê hejmarê de jî bi berfirehî behsa otomotîv û endezyariya wê hatiye kirin. Yek bi yek serpêhatiya vê teknîka girîng bi zimanekî sivik xwe dê bigihîne xwînerên xwe.
Herwiha Zanko derbarê siyanûr û perperokan de jî nivîsên dokûmantên berfireh amade kirine.
Tevî agahiyên biyolojîk ên kimyeyî jî di vê hejmarê de cihê xwe girtine.