Kovara ‘Şermola’ dest bi weşanê kir

Hejmara yekemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî (her wiha bi tîpên latînî û erebî) weşanê dike, derket.

Di kovara Şermola de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Di kovarê de beşên lêkolîn, diyalog, xwendin, pirtûk, werger, jin, çand, huner (şano, sînema, hwd), çîrok, helbest, wêne, gotar û raporên wêjeyî hene.

Kovar di hejmara xwe ya yekemîn de bi dosyaya bi navê “Foruma Wêje û Çanda Resen” derket pêşberî xwendevanan. Armanc ji çapkirinê ew e ku asta çand û fikra civakê bê pêşxistin. Hilbijartina navê “Şermola” wekî navê kovarê, pêşxitina çanda wêjeyî û fikrî ye û ji bo ku bibe forûma çandan û rewşenbîrên gelên li herêmê.

Kovar di hejmara xwe ya yekemîn de girîngiyê dide “wêjeya şoreşê” û bi taybet Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bûne şahidên şoreşa gel.

Desteya edîtoriyê ya kovarê diyar kir ku deriyê kovarê ji bo hemû wêjevanan vekirî ye û hewl didin bibin sedema pêşdeçûnên çandî û rewşenbîrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Çavkanî: ANHA

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply