PopKurd – Jimara 8em derket!

Jimara 8em a eKovara POPKURDê derket!

Jimara 8em a Kovara kultura populerê POPKURDê wek dijîtal hate weşandin. E-Kovara POPKURDê di Gulana 2018an da bi hejmara xwe ya ewil daxilî cîhana kovargerîya Kurdî bû û li ser edebîyat, sînema, şano, muzîk, futbol û tîştên derbarê populer kultura Kurdan da radiweste û xwînerên xwe bi perîyodîkên cuda û bi hejmar û naverokên têr û tije agahdar dike.

Di qapaxa jimara nû da, hevpeyvîna yek ji edîtorên kovarê Omer Bextîyarî li gel derhênerê bi nav û deng Hinêr Saleem ra cih digre. Saleem li ser sînema û projeyên xwe yên nû gelek agahî û zanyarîyên teze ji bo xwînerên POPKURDê vedibêje.

Di beşa POPPIRSê da pêşkêşvana navdar a Rûdaw TV’yê Hêvîdar Zana bersiv dide pirsên POPKURDê.

Her wiha di vê hejmarê da POPKURD li ser mijarekê aktuel “wergera ji wergerê” ku ev demekî ye di rojeva Kurdî da ye, cih daye fikr û ramanên çend wergêrên Kurd.

Edîtorê giştî yê POPKURDê Mistefa Dogan dibêje, ew piştî 5 mehan bi hejmarekê nûpinû derketine hafa xwînerên Kurd û ew hêvîdar in ku jimara wan a nû bi dilê xwîneran be. Dogan dide zanîn ku, ew di destpêka proseya pandemîyê da li ser Instgramê 11 weşanên zindî bi nivîskar, muzîsyen û hunermendên Kurd ra pêk anîne, ji loma jî amadehîyên wan ên ji bo hejmara dawî hinekê zêde ajotîye. Edîtorê POPKURDê dibêje, di vê hejmarê da ew cih dane nivîsa “Tenbûra Yarsan” ya akademîsyen û nivîskarê Rojhilatî Shahab Valî,  di bin beşa Midbexa Kurdî da cih dane nivîsên Bahar Çe û Mamoste Bêrîvan,  Minewer Aslan bi nivîsa xwe ya “Dilketin”ê, şanoger û lîstikvana Kurd Berrî Shemdîn bi nivîsa xwe ya “Dawiya Dawî Derewên Serdestan (Spiyan) Derdikevin”û Dr.Rodî Zanyar bi nivîsa xwe ya “Derengxistina Extiyariya Çerm” cih girtine.

Her wiha Dogan destnîşan dike, ku ew bi beşên “Rockbêjên Kurd Dipeyivin”, “Wergera ji Wergerê”, derbarê HEZKURDê da beşa mîzahî ya “Kurtepist”ê, “Kurmancên Zazakîzan û Zazayên Kurmancîzan”, “Futbolîstên Kurd” û wek her hejmarê “Me ji 10 Kesan Pirsî” amade kirine û wê xwînerên POPKURDê di vê hejmara nû da rastê gelek surprîz û agahîyên nû bên.

 

Danasîn

PopKurd, eKovara Pupuler Kulture di gulana 2018an de bi serkeşiya Mistefa Dogan, Omer Bextiyar û Ridwan Xelîl ve hat derxistin. Wek ku ji navê wê jî tê fehm kirin kovar li ser çanda populer dixebitê. Malpereke kovarê ya li ser pergala wordpresê heye. Herî dawî di gulana 2020an de jimara 7an hate weşandin.

Kovara PopKurdê

  • Edîtor: Mustafa Dogan, Omer Bextiyar, Ridwan Xelîl
  • Navnîşan: Enqere
  • Telefon:-
  • E-Peyam: popkurdkovar@gmail.com
  • Malper: https://popkurd.wordpress.com
  • Facebook: @PopKurdKovar
  • Twîtter: @PopKurdKovar
  • Instagram: @PopKurdKovar
  • Youtube: POP KURD
  • Dîroka Destpêkê: 05/2018
  • Çend Jimar: 8 jimar(10/2020)
  • Rewş: Kovareke li ser çanda populer a kurda ye. Dewamî weşana xwe dike.

Kerem bikin jimarên heta niha hatine weşandin

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply