e-Kovara Kurdînameyê ya Akademîk û Bi Hakem Derket!

e-Kovara Kurdînameyê ya akademîk û bi hekem bi hejmara xwe ya yekem dest bi weşanê kir. Kovar salê du caran li bihar û payizê wê bê weşandin, bi zimanên kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî û farisî wê xebatên xwe bidomîne.

Kovar ji ser dergîparkê tê belavkirin: https://dergipark.org.tr/tr/pub/kurdiname/issue/50233

Dem dema dijîtalîzebûnê ye. Her çiqas bo kurdan dewleteke serbixwe bi navê Kurdistanê nînbê jî kurd wek ku dewleteke wan a serbixwe heye tev digerin û dixebitin. Gorî ku tê zanîn kurd miletê çarem yê herî mezin ê li rojhilatanavîn e. Lê mixabin dewleteke wan a binavê kurdistanê û serbixwe tuneye. Di salên dawî de bi belavbûna înternetê kurdan wek dewletekê xwe li ser înternetê girtin û dewleteke dîjîtal avakirin. Niha kurdên ku bo jiyana rastîn derfetê nabînin, xebatên xwe li ser vê qada nû ya bi navê înternetê diweşînin û dikemilênin. Qada înternetê bo kurdan bûye e-Kurdistan. – Ridwan Xelîl

Naveroka Vê Jimarê

  • ZIMANÊ KURDÎ, MALBAT Û ZARÊN WÎ / : 3-16 Hewa Salam Khalid
  • XEBATÊN AKADEMÎK YÊN KURDOLOJIYÊ LI TURKIYEYÊ (2009-2019) / : 17-48 Resul Geyik
  • BERAWIRDKIRINA ÇÎROKA ELIK û FATIK A KURMANCÎ û HANSEL û GRATEL A BIRAYÊN GRIMM -LI GOR MOTÎF INDEKSA STITH THOMPSON- / : 49-60 VEYSEL TANRIKULU
  • VEGÊRANA WELATPERWERÎYÊ Û FÊHMA ZIMAN DI HELBESTA ŞIKOYÊ HESEN DE / : 61-69 Ahmet Seyari
  • NÊRÎNÊN SEREKE ÊN WERGIRTINA ZIMÊN / : 70-76 Esat Sanli
  • Nasandina Pirtûkan-Çok Dilli Sözlük- Ferhenga Pirzimanî- Ferhenga Zafziwan- Ferhengî Fireziman- فر ھنگ .چند زبان / : 77-80 Ahmet KAN

 

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply