Kovara Folklora Kurdan a 5an DERKET

Kovara Folklora Kurdan a ku Şaredariya Bajarê Mezin û KURDÎ DER’a Amedê bi hev re amade dikin û bi hejmara xwe ya 5’emîn derket pêşberî xwendevanên kurdîhez

Kovara folklorîk a bi navê Folklora Kurdan ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û KURDÎ DER’a Amedê ve hatiye amadekirin bi hejmara xwe ya 5’emîn a têr û tijî derket. Kovara ku bi dirûşma ‘Zargotin zêrgotin e, zêrgotin zorgotin e!’ dest bi weşanê kir sê mehan carekê derdikeve.
Kovara Folklora Kurdan ji aliyê desteya weşanê; Mahpûs Serhedî, Şemsa Îlbas, Weysî Arcagok, Asmîn Uyanik, Mem Mukriyanî, Jêhat Rojhilat, Zeynep Yaş, Ridwan Dîzman û Eşref Keydanî pêk tê bi naverokeke dewlemend û mîzampajeke rengîn û balkêş derketiye.

SALEK DERBAS BÛ
Di nivîsa edîtoryayê de tê destgirtin ku ev salek di ser derketina kovarê re derbas bûye. Bi vê sedemê edîtoryaya kovarê; “Silavek biteql li we civata hazir û nazir. Par vê demê, bû me cara ewil li deriyê we xistibû û me gotibû hela ji kerema xwe deriyê xwe vekin, me bikin mêvanê mala xwe. Wejî qet texsîr nekiribû, we kulav avêtibûn bin me û balgî danîbûn paş pişda me. berî ku hûn firavînê çêkin me li ber sobeya êzingan ji we re qala kovara xwe kiribû û hejmara yekê pêşberî we kiribû. me tûrê xwe yê kovaran vala kiribû û pesn û fortên we xistibûnê. Me xatir ji we xwestibû û me berê xwe dabû maleke wek a we. Piştî ku serê me winda bûbû gelekan ji we di dilê xwe de wiha gotibû; “ Înşella aqita karê van canik û camêran nebe wek aqibeta gelek karên me.” Qey hingê dergehê Xwedê vekirîbû. Yeka me nekir dudu. Bi saya serê dia û wirdên we salê di ser me re gav kir. Em dergûşeke nûxurî bûn û niya em bûn yeksale. Bi hejmara xwe ya pêncan em ê dîsa bibin mêvanê mala we.” silavekê dide xwendevanên xwe.
Her wekî ku tê zanîn folklor ev zanist e ku çanda madî û manewî ya gelêrî, li gorî rêbazên xwe yên taybet lê dikole, berhev dike û dinirxîne. Li cîhanê xebatên vê qadê di sedsala 18’an de dest pê kirine û hema hema hemû neteweyan bi xebatên giranbuha hewl dane ku folklora xwe berhev bikin û ji nû ve vejînin.

13 folklora kurdan

HEJMARA 5’AN
Ji ber ku welatê me Kurdistan heta niha her tim di bin destê dagikeran de bûye, hêzên dagirker her tim folklora kurdî jî ji xwe re dizîne û wekî ya xwe dane nasîn. Lê bi pêşketina Tevgera Azdiya Kurdistanê û bi pêşxistina hişmendiya kurdewarî di roja me ya îro de bi hezaran kurdewar wekî her mijarên din ji bo folklora xwe jî têdikoşin. Koma ku folklora kurdan derdixe bêguman xebateke giranbûha didin meşandin. Ev xebat ji bo parastina berhemên folklorîk ristek girîng digire ser milên xwe. Kovara Folklora Kurdan ev bû penc hejmar e ku bi naverokeke dewlemend balê dikişîne ser gencîneya folklora kurdan.
Yek ji edîtorê û endamê desteya weşandina Kovara Folklora Kurdan Eşref Keydanî li ser naverok û derxistina kovarê ji me re axivî. Keydanî destnîşan kir ku komek ji mamosteyên ziman ên Kurdî Der’ê li ser daxwaz û pêwîstiya xwendevana dest bi derxistina xebata kovarê kirin e. Keydanî got ku di esasê xwe de ji bo civaka kurd ev xebateke gelekî derengmayî bû lewre girîne ku civak bi her awayî çanda xwe bizanibe.

NIRXANDINA NIVÎSAN
Der barê xebatên xwe de jî Keydanî dazanîn ku ji bo weşandinê gelek nivîs ji wan re tên wekî deste ew wan nivîsan dineqînin û nivîsên li gorî kovarê diweşînin. Keydanî got ku ji bo wan pêwîstî bi nivîsên lêkolînî û berhevkariyê heye. Keydanî bi van gotinan dirêjî da axaftina xwe: “Nivîsên ku ji bo kovarê tê desteya weşanê ya kovarê dinirxîne. Piştre li gorî nivîsên ku wêneyên wan tunebe ew ji wan re wêneyan xêz dikin. Hin nivîs jî bi wêneyên xwe tên dayîn. Di nivîsan de em zêde di warê edîtoryal de mudaxaleyekê nakin. Ji bilî nivîsên rêzimanî. Nivîsên wêjeyî li gorî devok û heremê dimîne. Em dest nadin zimanê wê.”

BI RUHÊ NETEWEYÎ
Di kovarê de niha bi du zaravayan nivîs tên weşanin (kurmancî û kirmanckî) ji derveyî vê jî hewl dildin ku bi zaravayên din ên kurdî jî nivîsan di kovarê de biweşînin. Kovar li gorî ruhê neteweyî û Kurdistanî tevdigere. Keydanî der barê zaravayê kirmanckî  û yên din ên kurdî de jî got ku armanca wan xurtkirina hemû zaravayên kurdî ye û ew armanc dikin ku di rojên pêş de di vê kovarê de ji derveyî kirmanckî zêdetir cih bidin zaravayên din jî. Lewre Folklora Kurdan kovareke kurdistanî ye. Keydanî destnîşan kir ku ne tenê li bakurê Kurdistanê di heman demê de Kovara Folklora Kurdan diçe Rojava û Ewropayê jî. Keydanî diyar kir ku li ser înternetê www.folklorakurdan.com jî xwendevan dikarin xwe bigihînin kovarê. Dîsa li ser malpera Şaredariya Başarê Mezin a Amedê jî dikarin xwe bigihînin kovarê.
Keydanî destnîşan kir ku ew ji girtîgehan re jî kovarê dişînin lê îdareya girtîgehan kovarê nagirin hundir û dazanîn ku heke hevalên girtî ji malbatên xwe bixwazin di riya malbatan dikaribin bigirin hundir an jî rêbazekî din ê girtina hundir hebe ew dikarin ji wan re bişînin. Di dawiya axaftina xwe de Keydanî destnîşankir ku heke kesên bixwasin li ser mijareke ji kovarê re nivîsan bişîne an jî kesên ku di arşîva wan de wêneyên rêsen ango yên ku li cihekî nehatibin weşandin hebe dikare ji bo wan bişînin.

NAVNÎŞANA KOVARÊ
Ji bo têkiliyê û peydekirina kovarê hûn dikarin di ser navnîşana; Huzurevlerî Mah. Doktor Sitki Goral Cad. 13. Sok. No: 4-1 Kayapinar Diyarbakirê têkilî bi xebatkarên kovarê re daynin.

Çavkanî: azadiyawelat.info

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply